Xwezî
xelk, netewe, çîn û navçînên bindest bêyî rijyana dilopeke xwûnê gihiştiban
hemû mafên xwe. Lê mixabin ku dîroka mirovahîyê di vî warî da mat û mehtel
mayîye. Zalim û zordaran daîm statûkoya xwe, dezgeh û sîstemê xwe yê desthilatê
li ser neheqî, bêdadî û zulmê ava kirine û ji bo parastina vê makîneya xwe ya
desthilatê jî çu cara xwe ji xwûn rêhtinê nedayîne paş. Lêdan, îşkence, kuşt û
kuştdarî hergav metodên wan bûne. Eve duhî jî wisa bû, îro jî wisa ye û heta ku
di nav mirovahîyê da sîstemekî bi dad û dadyarî avanebe, xuya ye ku dê dom jî
bike.
Di
dîrokê da dijî zordarîyê xebat, têkoşîn û berxwedaneke mezin hebûye, îro jî
heye û dê her jî hebe. Herwisa dijî sîstemên zordar têkoşîn û berxwedan jî bêyî
bedel nebûye û dîyar e ku îro û subehî jî nabe. Di vê prosesa têkoşîna heqîyê,
dad û dadyarîyê da law û egîdan heyîna xwe ya herî bihadar, anku canê xwe dane.
Yêk ji van têkoşînan jî, bizava neteweyî ya xelkê Kurd û doza Kurdistanê ye.
Dagîrkeran sûcên mezin kirine beramberî xelkê Kurd û Kurdistanê. Ev sûcên giran
hêj jî didomin. Di vê rêyê da ciwan, pîr, jin û mêr hizaran Kurd bi ber zulm,
lêdan, îşkence û kuştina dijminên dagîrker ketine û ev prosesa bi xwûn dom jî
dike. Rejimên dagîrker hemû dezgeh, sîstem û mekanîzmayên xwe ji bo birandina
xelkê Kurd û têkoşerên Kurd bi kar înane. Di nav van rejiman da, serî dewleta
Tirk kêşaye û vê rola xwe ya bêyûm îro jî didomîne. Dewleta Tirk jîyan li xelkê
Kurd heram kirîye û zîndanên xwe hergav kirine cihên îşkence û kuştina
berxwedêrên Kurd. Di nav van zîndanan da ya herî li pêş “Hefsa Diyarbekirê” ye.
Bi taybetî piştî cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê, têkoşer û berxwedêrên doza
Kurdistanê ji bin îşkenceyên nedîtî hatin borandin. “Hefsa Diyarbekirê” di
salên 80yî da bû kela berxwedana berxwedêrên doza Kurdistanê. Îşkencekarên
dewletê çu Kurd ji vê hovîtîya xwe bêpar nekirin. Bi sedan têkoşer kuştin, bi
hizaran jî seqet hêlan. Qatil û îşkencekarên dewletê di berxwedana “Hefsa
Diyarbekirê” da lawên mîna Mezlûm, Xeyrî, Ferhat û gelekên dî fizîken ji nav
bizava neteweyî rakirin.
Yêk
ji wan egîdên ku canê xwe dayî jî têkoşer û berxwedêrê mezin Necmedîn Buyukkaya
ye. Necmedîn Buyukkaya têkoşer û berxwedêrekî bijare û pêşeng yê bizava
neteweyî ya xelkê Kurd bû. Necmedîn di nav wê wehşeta “Hefsa Diyarbekirê” da li
hemberî zora dijmin serê xwe şor nekir, li rêza berxwedêran cihê xwe girt.
Necmedîn bi zanîn û bawerîyeke têr û tijî û saxlem, pozisyoneke layiqî keda xwe
ya têkoşerîyê wergirt. Necmedîn bi vê reftara xwe ya nimûne, bo zîndanîyên
polîtîk yên doza Kurdistanê bû hêza motîvasyona berxwedanê. Îşkencekaran ji ber
vê rola wî ya berxwedêr û pêşeng ew danane serê lîsteya kuştinê. Necmedîn di
rûniştineke dadgeha leşkerî da li pêş dadger û dozgerî ev nîyeta îşkencekaran
aşkera kir. Piştî vê axivtina wî ji xwe gelek nekêşa û 23yê Kanûna Paşîn [Çile-January]
ya 1984ê bi cob û daran êrişî hucreya Necmedîn û girtîyên dî kirin. Piştî salan
gava girtîyê ji doza PKKê Mustafa Xarpêtî behsê wê erişa hovane dikir, ji xema
mirina Necmedîn adeta gotin di gewrîya wî da diman. Di wê êrişê da Necmedîn û
Mustafa bêhiş rakiribûn xestexaneyê, belêm Necmedîn xilas nebibû û Mustafa
Xarpêtî jî demekî dirêj di komayê da mabû û paşê nîvemirov ji mirinê xilas
bibû.
Dewleta
Tirk wekî sedan têkoşer û berxwedêrên doza Kurdistanê, Necmedîn jî bi zanahî
kiribû armanc û bi destê îşkencekarên xwe di “Hefsa Diyarbekirê” da şehîd kir.
Necmedîn wekî têkoşerekî pêşeng di nav xebata xwe ya salan da hêj 1976ê li ser
şehîdên Kurdistanê wisa gotibû: “Şehîd ew kes e ku di rêyeke pîroz da, di
şerekî heq da tê kuştin. Anku kesê ku ji bo rizgarîya welatek, neteweyek anjî
sinifek bindest şer dike û bê kuştin, şehîd dibe… Silav li we hemû şehîdno! Hûn
her dijîn di dilê xelkê da…” [Kalemimden Sayfalar,-Rûperên ji qelemê min-,
r.5].
Necmedîn
mirovekî bihazan bû û hêj di saxîya xwe da ev bihazanîna xwe ya beramberî
şehîdên Kurdistanê nivîsîbû û mixabin ku herwekî teswîra xwe ew jî şehîd ket.
Di kesayetîya Necmedîn da rêz û vîna herî mezin divêt nîşanî şehîdên Kurdistanê
bêta dan. Di 23yê meha Kanûna Paşîn [Çile-January] da, em Necmedîn û hemû
şehîdên vê doza mezin, doza Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Necmedîn, wekî
wî bi xwe jî gotî, dê heta hetayê di dilê xelkê xwe da bijî.
Bila
silav, rêz û vîna herî mezin û tîr bo wî û hemû şehîdên Kurdistanê be.
ROJAN HAZIM
23 Kanûna Paşîn [Çile-January]
2008
Not:
Serkanî: Malpera www.xweza.com