[Axivtina di ”civîna amadekirina konferansa zimanê Kurdî” da li Berlînê]
Yêk ji jîrîyên herî sereke û giring yên
mirovahîyê yên di vî warê pêşêxistin û qenc kirina jîyana xwe da, afiranderî û
danana sîstemê di hev gihiştinê, anku ziman da ye. Mirovan bi danana vî sîstemê
danûstandin, di hev gihiştin û têkilî dananê da karekî herî bi xêr û baş kirine
bo mirovahîyê û timamî xwezaya jînde. Heke cîhana mirovahîyê û xweza gihiştibe
vê gaza evro ya pêşkevtî, eve di serî da bi rêya ziman pêkhatîye. Helbet ziman
tinê ne ew ziman e ku mirov bi deng û gotinan di hevdu bigihe. Di gaza pêşkevtî
ya cîhanê ya evro [îro] da, gelek rengên zimana pêkhatine. Zimanê lala, ku wekî
zimanê nîşanî tête bi nav kirin, di nav mirovên lal da û herweha digel mirovên
ku vî zimanî dizanin da, aletê têkilî dananê ye.
Prosesa ziman bi qedera mirovahîyê ve girêdayîye. Mirovan kengî dest bi
jîyana kolektîv kirine, hingê aletekî di hevdu gihiştinê jî pêkînane û ew alet
di nav dem û salan da bûye sîstemekî komple yê di hev gihiştin û organîze kirina
jîyanê. Mirovahî hindî di vê organîze kirina jîyanê da, metodên pêşkevtinê
afirandibin û ji nû ve dîtibin, hind jî ziman pêşkevtîye û êdî bûye parçeyekî
ji giyanê mirovî. Mirovahîyê dîsa di nav dem û salan da rengên cuda yên jîyanê
peyda kirine û li goreyî van şerta xwe rêkûpêk kirîye. Bi zêdebûna nifşê mirov,
cih û warên nû yên jîyanê hatine dîtin û jîyan ber bi wan cih û waran ve
herikîye. Bi vî awayî li cihên cuda yên xwezayê kolonîyên serbixwe yên mirova
peydabûne û di vê evolusyon û pêşkevtina mirovahîyê da, zimanên ji hev cuda
derketine û her grûb û komên mirova, bi zimanên xwe axivtine û di vê prosesê
da, ziman ji bilî fonksiyona di hevdu gihiştin û têkilî dananê, rola îdentîtêta
[huvîyeta, nasnameya] wê komika mirova jî înaye cih. Piştî ku ziman gihişte vê
dereceya bilind, êdî ji rola aletî derket û digel wê fonksiyonê herweha bû
nîşana huvîyeta mirovan jî. Kolektîvên mirova, digel gelek elementên dî yên
grûbî, êdî di serî da bi zimanên xwe hatin nas kirin û ew ziman bûn navên
îdentîtêtên wan yên grûbî û carna jî bûn navên cih û warên wan. Di vê
ravekirinê da, rol û giringîya zimanî di dereceya sereke da derdikeve pêş. Eve
jî rastîya jîyana mirovahîyê ye. Mirovahîyê, bi danana vî sistemî û aletê sihrî,
adeta di jîyana xwe da şoreşa herî mezin daye dest pê kirin. Rol û mezinahîya
zimanî, ya di jîyana mirovahîyê da, evro baştir tête dîtin. Evro (îro) gelek
xelkên ku di dîroka mirovahîyê da bajêrvanîyên [şehrevanîyên] mezin dayne dest
pê kirin, herçend wekî grûb nemabin jî, bi kiryarên xwe yên kêrhatî yên ji bo
miorvahîyê û zimanê xwe têne nas kirin. Li vê derê zimanê wan bûye kilîlê
îdentîtêta wan. Bi taybetî xelkên Mezopotamyayê nimûne ne ji bo vê yêkê.
Sumerîyan (Semirîyan), bi dîtina nivîsê çawa xizmeta herî mezin kirin bo
mirovahîyê, belêm wê xizmeta mezin û bihadar jî nikarî wan ji nav didanên çerxa
cîhana bêbext ya birandinê xilas bike û mixabin lê ew ketin nav rûperên dîrokê.
Ji ber hindê, ne tinê li ser pêya man, herwisa boşbûna xelkan jî giring e, di
nav jîyana mirovahîyê da. Di demên berêya berê da, bi talan, kuştin û
qirkirinan, xelk dihatin birandin û ji rûyê erdî dihatin rakirin û bi vê yêkê
hemû heyîyên wan yên kulturî û ziman jî dihatin binax kirin. Hindî di van
sedsalên dûmahîkê yên pêşkevtî da, xelk digel awayên qirkirinê, herweha bi
metodên nû jî, di serî da ziman û heyîyên dî yên kulturî dihatin helandin û bi
vê yêkê xelk dihatin birandin. Bi van sîstem û metodên dijî mirovî, gelek xelk
li cih û warên cuda yên cîhanê ji alîyê xelk û welatên serdest ve hatin
birandin, anjî ew niyet û polîtîka hate rêvebirin. Bi van kiryara, gelek xelk
di serî da ji alîyê ziman û heyîyên dî yên kulturî ve hatin jar û qels kirin.
Ev sîstemê dijî mirovî bi taybetî di demên kolonyalîya mezin da gelek hovane bi
kar hat. Gelek xelkan bi berxwedanên mezin ev êrişe belav kirin û şiyan xwe ji
vê bêbextîyê xilas bikin. Belêm hêj jî, hindek dewletên serdest hene ku van
kiryarên dijî mirovî didomînin û dixwazin hindek xelkan, di serî da ziman û
hemû heyîyên wan yên kulturî pêkve bihelînin û bibirînin.
Xelkekî nimûne bo vê yêke, xelkê me ye. Sedsala bîsta xilas bû, mirovahî
bi gelek destkevtên modern kete sedsala bîst û yêkê û herweha dest bi mîlenyûma
sêyê jî kir, belêm hêj jî xelkê me bindest e û di serî da zimanê me bi taybetî
li parçeyê herî mezin yê welatî, li bakurê, di bin tehlîkeyeke dijwar û mezin
da ye. Hewce nîne ku li ser binasên vê yêkê bi kûrahî bisekinin, ji ber ku kêm
zêde eve tête zanîn. Belêm tiştê ku divêt li ser bête rawestan, xemsarîya xelkê
me, bi taybetî jî yên li bajêran û metropolên dîasporayê û bi giranî jî
pêşengên xelkê me, ya di vî warî da ye. Gelek objektîv em dikarin bêjin ku
xemsarî û bêxemîyeke nedîtî heye di pirsa têkçûn û helandina ziman û aparata
asîmîlasyonê da. Divêt di serî da bal li ser vê xemsarîya xelkê me bi xwe bête
kêşan û tinê bi vê balkêşanê jî nemînin, tedbîrên vê tehlîkeyê bêne wergirtin.
Evro di nav tehlîkeya bi giştî ya li ser ziman da, ya herî giran ji vê
xemsarîyê derdikeve û eve dibe binasê otoasîmîlasyonê, anku asîmîlekirina xwe
bi xwe. Sist kirina disiplîna karînana ziman ya di pratîkê da, rê li ber
otoasîmîlasyonê fireh dike. Divêt berî her tiştî, bi berpirsiyarîyeke xurt li
ser vê pirsê bête sekinîn û rê li ber sistî û xemsarîya li ser axivtin û
karînana ziman, bête girtin.
Li vê derê, ji ber ku ez gelek direng hatim agahdar kirin, mijareke
xweser ji bo min nehatîye vebirîn. Lewma, ez dê li vê derê li ser pratîka bi
giştî zimanî, bireke nivîsara xwe ya ku bo kovara Hunerê nivisî, pêşkêşî we
bikim.
Belêm dîsa ve bi destura we, ez dixwazim li ser zelal kirina gotina
“kîjan ziman” jî gelek bi kurtî, yêk-du hevoka bêjim. Cara pêşîn, heta nihe jî
gotina zimanê sereke bi newlên gelek şaş bi kar têt. Hindek ”zimanê dê”,
„zimanê dayê“, ”zimanê dayîkê”, anjî ”zimanê zikmakî” dibêjin. Ev binavkirine
hemû jî cihê riberizê ne. Ji ber ku mexsed ne zimanê ”dayê” ye, zimanê sereke,
anjî zimanê destpêkê, zimanê bingehîn, zimanê xîmî ye. Ew dibe ku ji babê jî
be, anjî ji dayê be. Hindî xelkê me bi xwe ye, nav danaya ser; ew dibêjin ”zimanê
bab û bapîra”, anjî ”zimanê bab û kala”. Belêm daku em jî wekî hemû xelk û
neteweyên dî, termînolojîya di vî warî da zelal û ron bikin, divêt em jî
gotineke ku zimanê bingehîn, zimanê xîmî, zimanê sereke, anjî zimanê destpêkê,
rave dike, bibînin û bi kar bînin. Li vê derê, divêt em serî li xezîneya zimanê
xwe bidin. Ji bo bingehê, anjî xîmê, anjî kana afirandêr, ji kevin were ”mak”
tête gotin. Belêm ji ber vê gotinê, kar înana ”zikmakî” jî şaş e. Çu zimanên
cîhanê bi ”zikê makê” naêne nav kirin! Termê zimanê xîmî, ji gotina ”mak”ê tête
çêkirin û hewce nîne ku bi ”zik”ve bête girêdan! (Wekî di fransî da „Langue
maternelle“, di ingilîzî da „native language“, mother tongue, di elmanî da
„muttersprache“, ku di van zimanan da jî mexsed „mak“ e). Lewma ev gotina „zikmakî“,
bi hemû rûyên xwe ve destkir e û ji mana û naveroka xwezayî ya zimanî dûr e û
gotineke naylon e. Lê belê, term, bi bêjeya „mak“ê ve dikare bête çêkirin. Ew
jî divêt li goreyî termînolojîya zimanî, “makziman“ be. Bi kar hatina
„makziman“, mexsed dîsa ve ne „dayîk”e, belêm „mak“a afirandêr e. Ji ber hindê,
li ber zelal û sanahî kirina termînolojîya zimanî, ev formê „makziman“î
gotineke di cih da ye, rast e û lojîk e. Helbet her pêşniyar hewceyî axivtin û
riberizê ne. Divêt li ser vê jî bête axivtin, bête rawestan û encameke bikêr
bête wergirtin. Em dê di demên pêşîya me da, li paşerojê, li ser vê yêkê
rawestin. Nihe jî ez wê navnivîsarka ji nivîsara xwe ya ku dê bi timamî di
kovara Hunerê da bête weşandin, pêşkêşî we bikim.
Berî hertiştî ziman
Afirandina folklor û
edebiyatê bêyî ziman nabe. Kilîl ziman e. Digel ku ev herdu baske bêyî hev
nabin, hevdu xwudan û têr û timam dikin jî, belêm dîsa ve ziman serê hertiştî
ye. Ji bilî danana xîmê tradisyon û pêşveçûnên kulturî, ya herî giring hebûna xelkek
anjî neteweyekê, ziman e. Heke xelkê me, -ya rastî bahra pitir ya xelkê me-,
heta evro hebûna xwe parasti be û gihişti be qonaxa evro ya cîhanê, di serî da
bi rika axivtina zimanê xwe ye. Piranîya xelkê me tinê bi vê rika req û hişk jî
nemaye, herweha zimanê xwe wekî organîzmayeke bi giyan, bi nazdarî xwudan
kirîye, rêkûpêk kirîye, xurt kirîye, xemilandîye, têr û tijî kirîye. Di nav
jîyana dîl [êxsîr] da, ziman wekî bêhna bijûn, bi her awayî ji bedena xwe dûr
nekirîye û jîyana xwe pêve risandîye. Wekî dagîrker û talankerên welatê me,
xwastin ku xelkê me jî bi timamî bibirînin û bihelînin, jîyana dîl wekî toka
mirinê kirin stuyê xelkê me. Belêm pişka herî mezin ya xelkê me, di nav vê
rewşa hinde sar û jahr da jî, zimanê xwe wekî garantîya paşeroja xwe parastîye.
Ev parastina xelkê me ya gelek bi biryar ya di warê ziman da, evro baştir tête
zanîn. Heke em rewşa xelkên cografyaya me û timamî Mezopotamyayê raêxin ber
çavên xwe, dê baş bête dîtin ku xelkê me çendî heq û mafdar bûye ku di
parastina zimanê xwe da gelek bi rik û xwudan biryar be. Heke xelkê me, li ser
zimanê xwe hinde bi zanahî ne lerizîba û bi hezî û evîneke mezin lê xwudan
derneketiba, dûr nebû ku digel zimanê me, hebûna xelkê me jî, da wekî xelkên dî
yên Mezopotamyayê tinê di nav rûperên dîrokê da maba. Belêm xelkê me nekete vê
tor û davê û şaşîya „dîrokê“ û bi hemû hêz, şiyan û hebûna xwe, li zimanê xwe
xwudan derket. Di vî warî da kîjan xwanda, anjî zanayekî Kurd rabibe, berî
hertiştî bala xelkê xwe kêşaye ser parastina zimanî. Bi taybetî gav û helwesta
Ehmedê Xanî ji bo parastina zimanê me bi awayekî zanyarî [zanistî], roleke
giring û bingehîn pêkîna. Gerçî zana û helbestvanên berî Xanî jî, bo nimûne Şêx
Ehmedê Cizîrî, Elî Herîrî, Feqîyê Teyra û Melayê Bateyî (Mela Huseynê Bateyî) û
gelekên dî, helbest û tekstên xwe yên edebî, bi zimanê Kurdî nivîsîne. Hetta
berî wan jî, wekî Ereba bi hemû hovîtîya xwe êrişî Kurdistanê dikirin ku dîn û
dîyaneta xwe bi zordarî bidin qebûl kirin, welat wêran kirin û ew hovîtî û
wêrankerîya wan li ser çermî bi rengê helbestkî hatîye teswîr kirin ku eve di
lêgerîn û lêkolînan da hatîye dîtin. Eve jî nîşan dide ku dîroka edebîyata
nivîskî heta sedsala 7an diçe û eve bûyerên demê mîlenyûma yêkê ne. Belêm, Xanî
bi nivîsîna Mem û Zînê gelek dîrekt bala xelkê xwe kêşa ser helwesta xwudan
derketina ziman û hemû heyîyên xwe yên xelkî. Ev rist û bendên li jêr vê
dilpakîya Xanî gelek baş nîşan didin:
Xanî, ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalê dîtî xalî
Yanî ne ji qabilî-w
xebîrî
Belkî bi teessub û eşîrî
Hasil, ji înad, eger ji
bêdad
Ev bîdete kir xilafê
mutad
Safî şemirand, vexwarî
durdî
Manendê durê lîsanê Kurdî
Înaye nîzam û întîzamê
Kêşaye cefa ji boyê amê
Da xelk nebêjîtin ku Kurd
Bê marîfet in, bêesl û
binyad
Enwaê mîlel xwudan kitêb
in
Kirmanc tinê bêhisab in
Hem ehlê nezer nebên ku:
Kirmanc
Eşq nekirin amanc
Helbet destan bi vî rengî dirêj û kûr dibe. Me tinê çend rist ji bira
şeşan pêşkêş kirin. Belê, xelkê me ew eşq û xwezîya Xanîyê nemir ya ziman û
hebûna neteweyî, bo xwe kire amanc. Xanî hind qedr û qîmetê zimanê xwe bilind
digire ku, zimanê Kurdî wekî mirarîyekê bi nav dike. Aşkera ye ku Xanî gelek bi
zanahî destana Mem û Zînê bi zimanê xwe yê wekî mirarîyê nivîsîye û ev yêke
dîsa bi zanahî di nav teksta xwe ya paye bilind da gotîye, ku wekî mesajekê bi
xelk û nifşên paşerojê ra bigihîne ku xelkê wî pêkve bi evîndarî û hezîyeke
bilind li zimanê xwe xwudan derkeve, biparêze û di jîyana xwe ya rojane da bi
kar bîne. Ev mesaje, herweha daye xwanda û zanayên xelkê xwe jî, ku ew jî bêyî
kompleks û bi serbilindî bi zimanê xwe binivîsin û di kar û xebatên xwe yên
nivîskarî û perwerdeyî da bi kar bînin. Ji ber ku, di wan demên ku Xanî têda
jîyayî da, zimanên farisî û erebî, di warê edebîyat, zanyarî [zanistî] û bi
giştî perwerdeyê da bi kar dihatin û bi taybetî di nav zana û xwandayan da, ev
zimane di rewacê da bûn û karînana wan zimana adeta statûyek bû. Belêm Xanî, ew
rewac û statû bi destê xwe paş dan û zimanê xwe bi kar îna û ev xwezî û hêvîya
xwe jî di nav rûperên şahesera xwe da belav kirin. Eve tercîhek bû, li ziman û
huvîyeta xwe ya orîjînal [resen] xwudan derketin bû, ku Xanî ew biryar da û di
pratîka xwe da jî bi cih îna. Dîsa wekî fîlozofekî bi per û bask, baş dizanî ku
paşeroja xelkekê, biçûk, anku zarok in, lewma wekî bo wan „Nûbara Biçûka“
nivisî jî wisa got:
Ji paş hemd û selawata
Ev çend kelîme ne ji
luxata
Vêkêxistin Ehmedê Xanî
Navê „Nûbara Biçûka“ lê
danî
Ne ji bo sahibrewaca
Belkî ji bo biçûkêd
Kirmanca
Wekî ji Quranê xilas bin
Lazim e li sewadê çavnas
bin
Da bi van çend reşbeleka
Li wan tebîet meleka
Derê zêhnê vebîtin
Heçî bixwûnit, zehmet
nebîtin
Piştî Xanî, van şîretên wî cih girt û çend zana,
xwanda û nivîskarên piştî wî derketî jî, hejmara wan kêm jî be, li ser wan
şîret û daxwazên wî man û dewsa wî ajotin.
Bûyer û serpêhatîyên kevine dîrokî,
bingehekî mezin yê folklor û edebîyata xelkê me ne. Xanî destana xwe ya mezin,
Mem û Zîn, çawa li ser van serpêhatî û evîndarîya Memê Alan ava kir û bi
naverokeke têr mesaj û bîr û bawerîyên welatperwerî û xelkî raçand û hunand,
xwe jî mezin kir û di çavê xelkê xwe da, xwe kire hêz û hebûnekî afirandêrê
giyanê neteweyî. Ew hem ji alîyê dîn û diyanetê, hem jî ji alîyê welatperwerî û
neteweperwerîyê ve bû hêzekî hind mezin û bilind ku di dilê xelkê xwe da cihekî
kel û germ girt.
Li ser giringiya ziman, kîjan zanayên
welat û netewe perwer yên Kurd rabibin, li ser dewsa Xanî çûn û ew şîretên wî
bi dengekî bilind înan bîra xelkê xwe. Ev mesaja Xanî, bo xwudan derketina
zimanî bû parola û gihişte hemû nifşan. Wekî birayên Bedir Xanî, Mîkdat û
Evdirehman, di navbeyna salên 1898 û 1902an da bi karê weşana rojnameya pêşîne
Kurdî, Kurdistanê, rabûy, her di serî da şîreta wan jî bo xelkê xwe, xwudan
derketina ziman û perwerdeyê bû. Mîkdat Bedir Xan, di hejmara pêşîn ya
rojnameyê da wisa digot: „Navê vê min kirîye Kurdistan. Vê rojnameyê da ez dê
behsê qencîya ilm û marîfeta bikim; li kuderê mirov dielime, li kuderê medrese
û mektebên qenc hene ez dê nîşa Kurda bikim... Ez vê rojnameyê sebeb wê dinivîsim,
da ez Kurda bielimînim xwendinê, da Kurd bizanin feydê xwendinê çi qas gelek
e...“
Li vê derê aşkera ye ku Mîkdat Bedir
Xan, bangî xelkê xwe dike ku bi zimanê xwe bixwûnin û binivîsin. Ji xwe bi vê
armancê navê rojnameyê kirîye Kurdistan û bi piranî jî Kurdî nivîsîye. Dîsa
rojnameyê ji ber giringîya naverok û zimanî, destana mezin ya Ehmedê Xanî, Mem
û Zîn, bir bir weşandîye.
Di salên 1918 û 1919an da jî refek
ronakbîrên Kurd wekî kovara Jînê weşandî, wan jî Mem û Zîn her bi wê armanc û
endîşeya rojnameya Kurdistanê, ji nû ve weşandin. Ronakbîrên Kurd, kengî dem û
keys peyda kiribin, bala xelkê xwe kêşane ser xwudan derketina zimanê xwe û
hindî ji wan jî hatîye, weşanên xwe bi zimanê Kurdî kirine.
Di vî warî da, kar û xebata sedsala
bîsta, ku sedsala dawîyê ya mîlenyûma duyê ye, gelek bi zanahî û disiplîneke
mezin, dîsa du birayên ji binemala Mîr Bedir Xanê Botî, Mîr Celadet û Mîr
Kamuran, di navbeyna salên 1932 û 1943an da, bi karê weşana Hawarê rabûn û bi
wî karî, hemû ked û hêza xwe dane ser ziman û di vî warî da şoreşa ku Xanî daye
dest pê kirin, bi gavên nû yên şoreşgerî domandin. Lez, heyecan û endîşeya wan
jî giringîya ziman bû, ku wan dizanî heke zûtirîn dem li ser ziman neête
sekinîn û xebatên weşangerîyê bi zimanê Kurdî neên kirin, dê ziman di navbeyna
dem û salan da jar û qels bibe û ber bi windabûnê [berzebûnê] ve biçe. Wan ev
tehlîkeye didît û paşê ji serborîya berxwedana binemala xwe jî dizanîn ku, bi
taybetî dewleta Tirkîyeyê dê makîneya asîmîlasyonê li ser zimanê Kurdî gelek
hovane bi kar bîne ku zimanê Kurdî têk bibe, hêza ziman bişkêne û bide ji bîr
kirin. Lewma her di destpêkê da, bi hemû hêz, şiyan û heyîya xwe, ketin ser
pirs û pirsgirêkên zimanî û bi rêya weşanê xwastin reng û rûyekî nû bidin
zimanî û di warê nivîsînê da xurt û bi hêz bikin. Mîr Celadet wekî hejmara
pêşîn ya Hawarê weşandî, wî jî bal kêşa ser ziman û wisa got: „Heyîna me berî
her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ku ziman şertê heyînê yê
pêşîn e... Miletekî dîl ku zimanê xwe winda nekirîye, wek girtîyek e ku mifta
zîndana xwe bi xwe re hilanîye... Berî her tiştî divêt em hînê zimanê xwe bibin
daku bikarin wî nas bikin û bidin nas kirin.“
Disa Mîr Celadet jî Mem û Zîna Ehmedê
Xanî di hejmarên cuda yên Hawarê da weşandîye, ku wan mesaj û şîretên Xanî bi
xelkê xwe ra bigihîne û wan zana û hişyar bike, ku di serî da li zimanê xwe
xwudan derkevin.
Sedsala bîsta xilas dibe, belêm ew
endîşeya Xanî û paşê jî ya Mîr Celadet hêj jî ji halê ranebûye. Evro jî bi
taybetî dagîrkerên Tirk, aparata asîmîlasyonê bi hemû zordarî û dijmirovîya
xwe, li ser xelkê me bi kar tînin, ku di serî da zimanê me bihelînin, di
danûstandin û têkilîyên xelkê yên rojane da jar û qels bikin û hêdî hêdî wekî
zimanên kevne xelkên Mezopotamyayê di nav rûper û arşîvên dîrokê da veşêrin!
Mixabin ku, hem hejmareke kêm jî be xelkê me, hem jî birek xwanda û ronakbîrên me, hêj jî di van leyiz û planên dijmin negihiştine û ca an bi zanahî, anjî ji nezanî, di kar û xebatên xwe yên weşangerîyê da, hindek bi timamî, hindek jî bi giranî zimanê Tirkî bi kar tînin, ku eve nîyet çi dibe bila bibe, bi kêrî pratîka asîmîlasyona dewleta Tirkîyeyê têt û bi van kiryarên xwe, avê dikêşin ser aşê dewleta Tirkîyeyê, ku nîyet û armanca vê dewleta hov aşkera ye û dixwaze zimanê me di nav beraşan da bihêre û bike hevîrê ziman û kultura xwe ya serdest, şoven û rasîst.
Evro gelek niviskar û hunermendên binyad
Kurd hene, ku bûyer û heyîyên civata Kurd, bi Tirkî dinivîsin û bi kar tînin û
ev kar û xebatên wan bi objektîvî, li nav kultur, huner û edebîyata Tirkî têne
hejmartin. Eve bi serê xwe perîşanî û tradejîyek e. Bi hizaran berhemên
folklora xelkê me, dîsa bi destê hunermendên binyad Kurd, bi zimanê Tirkî têne
belav kirin û eve jî li nav folklora Tirkî têne qebûl kirin û Tirk jî van
heyîyên xelkê me dikin malê xwe. Evro tinê di bazara muzîkê da tiştê heyî seda
75 stran, lawje û lorîyên Kurdî ne û ji alîyê hindek hunermendên bêbext û
bêbabên binyad Kurd ve têne dizîn û talan kirin û bi Tirkî têne xwandin, -ku ew
di rastîyê da dizên hunera xelkê xwe ne, anku hunerdiz in-. Gelo ma ji vê
xirabtir dijminahîya xelkê xwe kirin heye? Helwesta van niviskar û hunermenda,
ku bi objektîvî xizmeta ziman, folklor, edebîyat, huner û bi giştî kultura
Tirkî dikin, êdî ji tixûbên kêmasî û şaşîyê derdikevin, xizmeta polîtîka asîmîlasyonîst
ya dewleta Tirkîyeyê dikin. Çiku di dereceya duyê da karînana zimanê Tirkî cuda
ye, bi navê Kurdayetîyê di timamî xebata weşangerî û ronakbîrîyê da bi tinê
karînana zimanê Tirkî cuda ye. Ji ber rewşa awarte ya bakura Kurdistanê û
Kurdên Tirkîyeyê -ji ber ku çu dema wekî li Tirkîyeyê pirsa axivtina bi zimanê
Kurdî li başûr û rojhilata Kurdistanê nebûye-, heta evro karînana zimanê Tirkî
mazeretek hebû û heta derekê dihate têgihiştin. Karînana zimanê Tirkî, wekî
aletê ragihandin û agahdarkirina li ser xebatên dijî rejim û dewleta dagîrker,
dîsa ve dibe û ev yêke heta midehekî dirêj jî xuya ye dê dom bike; lê belê, di
karînaneke bi vî rengî da jî, heta dest bide, divêt bi newlê wergêrî bi kar
bêt.
Belêm êdî di sedsala nû ya bîst û yêkê
da, meydana karînana zimanê Tirkî ya li nav Kurda, divêt bête tixûb kirin. Di
timamî jîyanê da, divêt domînantîya zimanê Tirkî bête şkandin û paşêxistin û li
goreyî hewcedarîyê, tinê wekî zimanê duyê bi kar bêt û digel vê jî, divêt
zimanê Tirkî di pratîkê da bikeve kategorîya zimanê bîyanî û bi vî çavî bête
dîtin û vê yêkê bi xelkê bidin zanîn. Gerçî xelkê sade, digel hemû zor û
zehmetîyan jî, Kurdî axivtina xwe didomîne. Belêm heke rê li ber rewşa evro ya
bi tehlîke neête girtin, axivtina xelkê jî hêdî hêdî dê têk biçe, ku werar û
nîşanên vê yêkê jî kivş bûne û di bazara aborî û çarsûyê, bi taybetî jî
çayxaneyan da, zimanê Tirkî têkilî zimanê Kurdî bûye. Çayxaneyên adetî yên
kevin, ku xelkê me xwudan kar be, anjî bê îş û kar be, piranîya demê xwe li van
dera diborînin, cihên nimûne ne. Heke xelkê sade di van cihan da suhbeta xwe bi
nîv Tirkî û nîv Kurdî kir û herweha kart, domîno û tawle bi zimanê Tirkî
leyist, eve êdî alarmeke sor e, ku ziman di dereceya tehlîkeyê da ye. Lewma
pirsa ziman divêt sist û sivik neête girtin. Di serî da ronakbîrên me, ku
pêşengên enîya bizava bi timamî jîyana kulturî ne, divêt berpirsiyarîya xwe
bînin cih û ew bi xwe zimanê Kurdî, anku zimanê xwe biaxivin û bi kar bînin, ku
bawerîya xelkê xwe bi xwe bînin û bibin nimûneyên bijare û daku bikarin bi vê
bawerîyê, xelkê xwe li ser karînana zimanê neteweyî, makzimanê xwe, agahdar,
hişyar û motîve bikin. Lewma ji evro pêve, di dereceya yêkê da û bi giranî
karînana zimanê Tirkî ya di xebata ronakbîrî, perwerde û hemû baskên
weşangerîyê da, şaş e û dê xizmeta asîmîlasyona dewleta Tirkîyeyê bike. Helbet
mexsed ne ew e ku zimanê Tirkî bête boykot kirin, anjî qet bi kar neêt. Bi
gotina herî tahl û giran, divêt mirov zimanê dijminê xwe jî baş bizane û dijî
wan bi hostahî bi kar bîne. Belêm pratîka ku evro tête domandin tiştekî dî ye û
şaş e û meyla xwandin û karînana zimanê Tirkî ya rojane, teşwîk û zêdetir dike
û ew hûbûna bi dehan sala dide dom kirin û xelkê wekî tiryakê bi zimanê Tirkî
ve dide girêdan. Bi taybetî hêzên polîtîk yên bakura Kurdistanê, hemû xebatên
xwe yên ajîtatîf û propagandatîf yên nivîskî û devkî, bi zimanê Tirkî dikin û
xwe li paş argumenta ku goya xelk çêtir û rehettir têdigihe, vedişêrin. Eve hem
ne rast e, hem jî mal û paşeroja xwe, bi destê xwe xirab kirine. Ev nêrîn,
helwest û pratîke, divêt zûtirîn dem bête terk kirin. Li alîyê dî, eve
asîmîlekirina xwe bi xwe ye, anku otoasîmîlasyon e û dîsa eve di warê ziman û
heyîyên kulturî da, tête manaya xwe hilawîstinê.
Di vê xalê da, balkêşana tehlîkeya li ser zimanî dîsa ve giring e, ku evro dîtinên gelek şaş têne gotin ku, heçku ziman tinê aletê komunîkasyonê ye. Yên ku bi taybetî zimanê Tirkî bi kar tînin, xwe li paş vê argumenta qels û şaş vedişêrin. Heke ziman tinê aletê têkilîyê be, hingê zimanê Tirkî ji bo Kurdên Tirkîaxêv yên bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê, têra dike! Belêm xwudanên vê dîtinê, ji bîr dikin ku ew argumenta wan ji alîyê teorîk ve jî şaş e. Ziman ne tinê aletê komunîkasyonê, anku têkilîyê ye, herweha kilîlê îdentîtêtê, anku huvîyetê ye. Neteweyê Kurd, bi zimanê xwe, anku bi Kurdî neteweyê Kurd e. Elementê herî giring û sereke ziman e ji bo neteweyekê. Hela ku neteweyekî wekî Kurda, ku hêj di dawîya sedsala bîsta da jî, bi nav û orîjîna xwe ya etnîkî li Tirkîyeyê naête qebûl kirin, hêj giringtir e. Heke Kurdistaneke bêyî zimanê Kurdî tête xiyal kirin, bi rastî jî ew dîtina şaş di pratîkê da dê bibe xewn û xiyal! Ji ber ku hingê ne Kurd, ne jî Kurdistan dê bimîne! Belêm heke tête xwastin û hêvî kirin ku xewn û xiyala Kurdistanê bibe rastîya jîyanê, hingê divêt hemû Kurd pêkve û gelek bi evîndarî û enerjîyeke mezin li şîretên Xanî û Mîr Celadet xwudan derkevin û zimanê Kurdî, di her geh û xeleka jîyana xwe da bi kar bînin, biparêzin û pêşve bibin...“ (Ji nivîsara kovara Hunerê, hejmara heyva kanûna paşîn-çile-january ya 2000ê)
Û spas!
ROJAN HAZIM / Şembî – Yêkşemb, 8 – 9 Kanûna Paşîn [Çile-January] 2000, Berlîn *