Komîteya
Bîrînana Şehîd Necmettîn Büyükkaya ji bo 25 salîya şehadeta wî, di 23ê Çileya
2009ê da, amadekarîyeke bîrînanî dike. Li goreyî vê programê pirtûkeke bîrînanî
tête amade kirin. Ji bo vê pirtûkê sê pirs ji dostên Necmettîn hatine kirin. Ev
daxwaz, wekî dostekî Necmettîn, ji min jî hate kirin. Bersivên min li jêr in. -RH
Pirs: 1- Bîrewerîyên we yên taybet digel Şehîd
Necmettin de çi ne?
ROJAN HAZIM: 1.
Min Necmettîn Buyukkaya giyaben ji “Doza DDKO”yê dizanî, ku 1969-1970ê
serokatîya DDKOya Stanbolê kiribû. Belêm cara ewil min Necmettîn li sala 1975ê
li Ankarayê dît. Ferît Uzun, [Ew û Necmettîn ji Sêwerekê, hemşehrîyê hev bûn.],
em bi hev dan naskirin ku wê salê ji Swêdê vegeryabû. [Ferît, digel ku ji alîyê
pozisyona îdeolojîk û politîk ya wî demî ve em dûrî hev jî bûn, (ew Pro-Çîn bû
û di cudahîyên îdeolojîk û polîtîk yên di DDKDya Ankarayê da, li ber çavan nebe
jî, rêberîya grûba “Kawa” wî dikir.), lê dostayetîyeke germ di navbeyna me da
hebû. Ferît mirovekî tengbîn nebû û di nav polemîkên dijwar yên wî demî da jî
ferq û cudahîya îdeolojîk û polîtîk bi rengekî negatîv sîrayetî têkilîyên
sosyal nedikir. Ew jî îro di nav rêza şehîdên Kurdistanê da ye û 22yê vê mehê,
-22 Çirîya Paşîn [Teşrîn-Mijdar-November] 2008-, (22 Çirîya Paşîn [Teşrîn-Mijdar-November]
1978), 30 salîya kuştina wî ye û ez vî dostê xwe yê hêja jî bi rêz û vîneke
mezin bi bîr tînim.] Hingê me xwandekarên Kurd yên li zanîngehên Ankarayê
komeleya bi navê “DDKD” [Devrimci Demokratik Kültür Derneği – Komeleya
Şoreşgerî û Demokratîk ya Kulturî] damezrandibû. [DDKDya ku me cara ewil
damezrandî, sala 1976ê ji teref DGMya (Dadgeha Ewlekarîya Dewletê) Ankarayê ve
hate girtin. Paşê “PDK-Tyîyan” (T-KDP-KIP), DDKD li Diyarbekirê ava kirin û
digel DDKDya Stanbolê di meydana polîtîk da bi navê vê komeleyê hatin nas
kirin. –(DDKDya Izmîrê serekî cuda dikêşa.)- Anku ferqa DDKDya ewil ya li
Ankarayê û DDKDyên dî heye. DDKD ewil car li Ankarayê vebû, yên Stanbol û
Izmîrê paşê vebûn, lê piştî şêwra digel DDKDya Ankarayê ev nav wergirtin. Di
nav wan da têkilîyên rêxistinî yên organîk yên bi rengê merkezî, federasyonî
anjî otonomî nebûn, bi pozisyoneke serbixwe têkilî hebûn.]
Salên piştî
faşîzma 12ê Adara 1971ê bûn. 74ê hukûmeta Bulent Ecevît [CHP – Partîya Xelkî ya
Komarê] bi koalisyona digel Necmettin Erbakan [MSP – Partîya Selametê ya Millî]
li ser kar bû. Efûya giştî derketibû û xebatên şoreşgerî û demokratîk wekî
kulîlkan dibişkivîn li Tirkîye û Kurdistanê. Di wan şertan da, me refek xwandekarên
Kurd yên li zanîngehên cuda yên Ankarayê ew komele vekiribû. Gava me di dawîya
sala 1974ê da komele li Cebecîya Ankarayê, li muqabilî Fakûlteya Zanyarîyên
Polîtîk [SBF] û Fakûlteya Huqûqê vekirî, baleke germ û bilind kêşabû, dengekî
mezin vedabû. Ji xwandekarên zaningehan heta yên lîseyê ciwan dihatin komeleyê.
Ciwanên Kurd yên ku di nav jîyana kar da jî ref ref dihatin, diçûn. Kurdên
Ankarayê, biçûk mezin, jin mêr dihatin komeleyê. Welatparêzên Kurd yên ku ji
Kurdistanê dihatin Ankarayê jî, di gava ewil da serek li komeleyê didan.
Komeleya me bibû êwirgeha Kurdan li Ankarayê. Bawerîya ku em hemû xwandekar
gihandibûn hev, Kurdbûyîn û Kurdistanîbûyîn bû, bi doza Kurdistanê ve girêdayîn
bû.
Wî demî hêj
grûbên îdeolojîk û polîtîk bi hemû rengên xwe ve zelal nebibûn. Ji 75ê pêve
hêdî hêdî rengên grûbî derketin, xetên îdeolojîk û polîtîk ji hev ferq bûn.
Riberizeke berfireh û kûr ya îdeolojîk û polîtîk hebû di navbeyna xwandekarên
Kurd da. Komele bibû platformeke van riberizan. Kampa sosyalîzma cîhanî, Sovyetî
û Çînî, tesîreke tayînker hebû li ser van riberizan. Herwisa fikira
nasyonalîzma Kurdî jî dihate riberiz kirin. Piştî têkçûna “Şoreşa Kurdistana
Başûr” ya piştî “Peymana Bêyûm ya Cezayîrê ya 6ê Adara 1975ê”, ji xeta polîtîk
ya “PDK-Iraq”ê dûrketineke ber bi çav hebû. Fikira çepîtîyê, ya
“Antî-Emperyalîst”, “Antî- Emperyalîzma Amerîka” û sosyalîzmê xurt bû di nav
xwandekar û endamên komeleyê da. Riberiza di navbeyna sosyalîstî û
nasyonalîstîye da herdiçû zêdetir dibû. Rêz bi bayê bezê ji hev cuda dibûn. Di
nav wan riberizan da herkesê rêza xwe kivş dikir. “Bêterefî” nemabû.
Pro-Sovyetî, Pro-Çînî û Nasyonalîzma Kurdî sê xetên sereke bûn di nav Kurdan
da. Pro-Sovyetî di wan şertên cîhanê yên “Şerê Sar” da li pêştir û bi hêztir
bû, belêm xeta Pro-Çînî [Maoîstî], -ku wan “Yêkîtîya Sovyetan” wekî “Sosyal
Emperyalîst” bi nav dikirin-, li goreyî xetên dî zeîf bû. Tandansa “Ne Sovyet,
ne Çîn” jî hebû lê lawaz bû. Xeta Nasyonalîzma Kurdî bi hemû nuansên xwe ve û
tandansa “Ne Sovyet, Ne Çîn” jî, di hindek waran da, nêzîktirî hev bûn. Di nav
van riberizên dijwar da kadroyên ku piştî 12ê Adara 1971ê derketîye derveyî
welat û yên ku piştî efûya 74ê ji hefsê derketî jî bûne terefekî van riberizan.
Kadroyên ji derveyî welat hatî û yên ji hefsê derketî roleke pêşeng dileyistin
di van riberizan da û digel kadroyên demê nû grûb hatin danan, kovar hatin
derêxistin. Sala 1975ê sala herî xurt û dijwar ya van riberizan bû. Trafîka li
ser DDKDya Ankarayê zêde bibû. Hemû kadroyên me behs kirî, bi gotineke amîyane,
çingalê xwe avêtibûn DDKDya Ankarayê ku bo xwe dorberekê çêkin, tesîrekê li ser
bikin. [Di destpêka avakirina DDKDya Ankarayê da, tesîra dorberê ku paşê kovara
Rizgarî derêxistin zêdetir bû.] Wî demî DDKDya Ankarayê bi mîsyonekî pêşeng û
merkezî dihate dîtin û di pratîkê da jî wisa bû û ji ber vê yêkê jî bibû cihê
semîner û riberizên îdeolojîk û polîtîk. Necmettîn jî yêk ji wan kesan bû ku
dixwast di DDKDya Ankarayê da ji bo xeta xwe, dorberekê çêbike. [Piranî wekî
“Neco” ji wî dihate behs kirin]. Necmettîn ji tradisyona Dr. Şivan
[T-KDP/PDK-T] bû û bo wê xetê dixebitî ku paşê bûne KIP [Kurdistan Işçi Partisi
– Partîya Karkerên Kurdistanê (Ne PKKya îro)]. Necmettîn mirovekî gelek bi
hereket bû, digerîya, lewma têkilîyên xwe zêdetir ji ser DDKDya Stanbolê ra
didomandin. Di wan şertan da me hevdu dît, lê rêyên me yên polîtîk, gelek kûr
nebe jî, [Ew jî di nav kategorîya Pro-Sovyet da bû], axir dûrî hev bûn. Rêya wî
kivş bû, bo tradisyona Dr. Şivan [T-KDP] dixebitî, em jî li ser xeta Pro-Sovyet
li dor kovara “Özgürlük Yolu” [Rêya Azadî] kom bûn, ku piştî girtina DDKDya
Ankarayê [1976], li zivistana 1977ê me li Ankarayê DHKD [Devrimci Halk Kültür
Derneği – Komeleya Şoreşgerî ya Xelkî ya Kulturî] vekir.
Necmettîn
di suhbet û axivtinan da mirovekî bi sebir bû, lê herwisa jî dihate his kirin
ku bi rik jî bû. Ji bo qanikirinê î bi israr bû. Lê çu cara yê li hember xwe
nediêşand, nedişkand, kubarî û nazikîya xwe ji dest bernedida û ya herî giring
jî piştî hind riberizan jî xwe sil nedikir, nedixeyidî, têkilîyên xwe yên
sosyal di eynî germahîyê da didomandin. Necmettîn di pirsa kampên îdeolojîk da,
xwe wekî sosyalîst-komûnîst [bi jargona wî demî, “Marksîst-Lenînîst”] bi nav
dikir, ev îdeolojî bi aktîvî diparast û armanca wî jî organîzekirina
rêxistineke “Marksîst-Lenînîst” bû. Lê bi taybetî salên 77-82ê ku têkilîyên wî
yên pratîk bi giranî digel YNKyê [Yêkîtîya Niştimanî ya Kurdistanê] û Mam Celal
bûn, lewma jî ji alîyê îdeolojîk ve gelekî asê nebû, hetta mirov dikare bêje ku
Necmettîn li ser pirsa Kurd û Kurdistanê, di cephegirîya li meydana neteweyî û
navneteweyî da “reel polîtîk” jî dihizirî û ji ber hindê pragmatîstekî pozîtîv
jî bû. Gerçî teorîken meyla wî zêdetir li ser “Bloka Sovyetê” bû, [ku wî demî
“Sîstemê Sosyalîzmê yê di pêşengîya Yêkîtîya Sovyetan da” dihate gotin], belêm di
pratîkê da, di navbeyna kampên îdeolojîk da xeta “berjewendîyên Kurd” li ber
çavan digirt û bi vê reftara xwe ve jî nezîkî tandansa “Ne Sovyet, Ne Çîn” jî
bû. Kurdistanî bû, lê li hember nasyonalîzma klasîk û tradisyonel ya Kurd jî bi
mesafe bû. Heta cuntaya faşîst ya Îlona 1980ê, çend caran li Diyarbekir,
Hekarî, Wan û Ankarayê jî em rastî hev hatin. Hevdîtin û rasthatinên me di
hewayekî germ û dostane da diborîn. Piştî ku wî rêya xwe ji hevalên xwe yên
KIPê cuda kirî [1977], trafîka hevdîtinan zêdetir bibû. Di payîza 1978ê da li
Sêwerekê digel Ezîz Bayram li mala babê wî em bûne mêhvanê wî. Di nav hewşekê
da xanîyekî mutevazi û adetî yê Sêwerekê bû. Di nîveka dergehê mezin da
derokekî biçûk hebû û hewcehîyeke mezin neba dergehê mezin venedikirin, ji wî
derokê biçûk hatûçûya hewşa malê dikirin. Necmettîn jî bi wê bejn û bala xwe ya
bilind û bişêl xwe diçemand û ji wî derokî hatûçûya hewşê dikir. Me
mêhvandarîyeke gelek germ dîtibû ji Necmettîn û hemû malbata wî. Hingê gelek
aktîv destek dida YNKyê. Li mala babê wî digel gelek mêhvanên YNKyî jî suhbetên
me çêbûn. Di wî demî da sefereke me ya bi hev ra çêbû bo “binxetê” [Bo
başûrarojavaya Kurdistanê, ya Sûrîyeyê, “binxet” dihate gotin.]. Kontakên
Necmettîn gelek û xurt bûn. Em bi hev ra ji ser gundekî Ceylanpinarê [Serê
Kanîyê ya serxetê] derbazî jêr bûn û çûne Serê Kanîyê ya binxetê. Wekî em ji
“tixûb” derbaz dibûn, Necmettîn gelekî pê sivik bû, di zevîya mayînan da şubî
xezalekê dipeyikî. Direngî şevê em gihiştin gundekê ku qonaxa ewil bû û li mala
dostekî “Kak Selah” bûne mêhvan. Roja dî spêdê zû qonaxa me bû mala Xale Remo
[Necmettîn “Ap Rem” digotê, lê “Yêkîtîyan” “Xale Remo” digotinê] û Husênê
Sêwerekî li Serê Kanîyê ya “binxetê”. Ew li “binxetê” û di nav “Yêkîtîyan” da
“Kak Selah” bû. Di wê seferê da me Salar, yêk ji berpirsiyarên YNKyê bû
[Herwisa ji rêvebirîya “Komele”yê jî bû] û Dr. Kemal Xoşnav dîtin. Paşê jî ew
bi Salar ra ma, ez û Dr. Kemal Xoşnav bi cîba [Jeep] Kak Behzatê YNKyî çûne
Qamişlo û ez bûme mêhvanê Dr. Kemal Xoşnav. Dr. Kemal berpirsiyarê YNKyê bû li
Qamişlo. Cigerxwûn û Hemîd Derwêş digel çend hevalên xwe bo seradanî û
pîrozkirina cejna musulmanan “Cejna Gorîyê” hatin mala Dr. Kemal. Întervuya
digel Cigerxwûn jî min hingê di mala Dr. Kemal Xoşnav da kir bo “Roja Welat” ku
di hejmara 12ê ya Kanûna [15ê Çileyê Pêşîn] 1978ê da bi îmzaya “Z. Elkî” hate
weşandin. Kak Emer [Mustefa] Debabe, xwarzayê wî Lawa ku şofêrîya wî jî dikir,
Mela Nasûh, Dr. Fuat Masûm, Adil Mûrad, Kak Şemal, du kurên Elî Eskerî Şoreş û
Şalaw [Kak Şemal, Mela Nasûh û Emer Debabe, rojekê em li mala Elî Eskerî bo
şîvê mêhvan kirin, du xanimên Elî Eskerî xwarinên gelek xweş çêkiribûn ku ji
nav wan xwarinan bo me ya herî balkêş “Kifteyê Silêmanîye” bûn ku ji
pirteqalekê (Appelsin) mezintir bûn.] û gelek kadroyên YNKyê jî li Şamê me
dîtin hingê. Çend carên dî jî rêya me digel Necmettîn bi “binxet”ê ket. Di van seferan da xortekî jîr
û hişyar, Serdar jî digel Necmettîn bû ku Necmettîn bawerîyeke mezin pê diîna.
Serdar pismamê Necmettîn bû û di wî jîyê xwe yê xortînîyê da adeta milê rastê
yê Necmettîn bû di van “seyr û sefer”an da û ji bo dostên Necmettîn jî di
dereceya herî bilind da î rêzgir bû. Necmettîn di van reng têkilîyan da heta
hûn bêjin hevkar bû, piştevanî dikir, destek dida. Têkilîyên xwe tinê bo xwe
nevedişartin, îmkanên xwe digel hemû welatparêzên Kurd parve dikirin. Di 79ê da
piştî ku Riza Şah ket û Ayetullah Xumeynî hate Îranê, di trafîka Mahabadê da jî
rasthatineke me çêbû. Herî dawîyê me piştî cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê li
Şamê hev dît. 1982ê berî ku vegere welat çend cara hevdîtina me pêkhat. Gava
biryara xwe dayî ku vegere jî, li mala xwe em gazî xwarinê kirin. Digel Mamosta
Xelîl Xetîb [Xelîl Xoce] diman. Cihên me nêzîkî hev bûn li Şamê. Mêhvanekî wî
jî hebû, “Sendîkacî Zekî”, Kurdê Agirîyê bû, Necmettîn ew dê rêkiriba Ewrûpayê.
Heta direngî şevê axivtin û suhbeta me li ser rewşa welat bû û li bersiva pirsa
“bi hev ra em dikarin çi bikin?” digerîyan. “Çiğ Köfte”yeke bi tam û lezzet bo
me çêkir. Gotina me ya wê şevê bo Necmettîn “lezê neke bo vegerê, sebir bike,
em dikarin bi hev ra li zemînê bi hev ra xebatê bigerin” bû. Lê Necmettîn
biryara xwe dabû. Vegerîya û mixabin hate girtin [Nîsana 1982ê] û di berxwedana
mezin ya “Hefsa Diyarbekirê” da [23 Çile 1984] şehît ket.
Pirs: 2- Hûn keseyatî ya Şehîd Necmettin wek
meriv û dostekî çawa dinirxînin (dibînin)?
ROJAN HAZIM: 2. Necmettîn
bi gotineke kurt û sade, mirovekî baş, camêr, paqij, têkoşer û fedakar bû.
Necmettîn Kurd û Kurdistanîyekî xas bû. Ji doza Kurd û Kurdistanê pêve rojeveke
wî nebû. Wî timamî jîyana xwe li ser vê armancê organîze kiribû. Ew
“şoreşgerekî profesyonel” bû. Timamî kar û xebat û lêgerînên wî li ser vê bîr û
bawerîya wî bûn. Mirovekî zana û têgihiştî bû, belêm zêdetir jî “pratîkal” bû.
Di têkilîyên xwe yên dostayetî da jî bi yêk gotinê î durust bû. Xwe ji
hevkarîyê qet dûr nedikir. Çi îmkan heban didan xizmeta xebata şoreşgerî û
mirovên şoreşger. Piştî cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê, derketina dehan
welatparêzan bo “binxet”ê, bi hevkarî û desteka wî bûye. Hetta berî cuntaya
faşîst ya 12ê Îlona 1980ê jî têkoşerên Kurd derbazî “binxete” kirin, ku yêk ji
wan jî [1977ê] Mehmed Uzun bû. Necmettîn, di vê hevkarî û destekê da çu cara
nekete “egoîzma polîtîk”. Derê xwe bo çu rêxistin û kesên şoreşger negirt. Kê
derîyê wî qutaba, vedikir û çi jê hatiba dikir. Necmettîn “dost” bû, dostekî bi
kalîte bû û mirovê rojên teng bû. Ew diçû hawara hemû şoreşgeran. Necmettîn ji
vî alî ve nimûne bû.
Pirs: 3- Hûn rola (dewra) Şehîd Necmettin di nav
tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de çawa dinirxînin (dibînin)?
ROJAN HAZIM: 3. Şehîtbûna
Necmettîn ji bo bizava neteweyî ya xelkê Kurd berzebûneke mezin bû. Necmettîn
bi pozisyona xwe ve, zanîn û têgihiştina xwe ve, bi pratîka xwe ve kadroyekî
bijare yê doza Kurdistanê bû. Wesfên lîderîyê hebûn û şexsîyetekî balkêş û
karîzmatîk bû. Di salên 75 heta 82ê da bi enerjîyeke mezin destek da “Şoreşa
Başûr”. Gerçî bi giranahî angajeyî xeta YNKyê bû, lê şertên wan salan,
karekterîstîka têkilîyên wî demî bi wî rengî bûn. Wî demî “baskanê” hebû.
Hindekan jî destek didan PDKyê. Lê ji alîyê objektîv ve armanca hemûyan hevkarî
û piştevanîya ji bo “Şoreşa Kurdistana Başûr” bû. Necmettîn di çarçoveya
têkoşîna parçeyên Kurdistanê da, bi manaya şoreşgerê Kurdistanî, “Şoreşgerekî
Internasyonalîst” bû. Di wan salan da şerê çekdarî li başûr hebû û li goreyî
analîza xwe, başûr di şerê dijî kolonyalîstan da, di têkoşîna dijî rejima
Seddam da xeleka zeîf didît û lewma jî destek didayê. “Şoreşa başûr” di
ajandaya wî da li serê rojevê bû. Herwisa di berxwedana xelkê Kurd ya dijî
rejima Xumeynî ya li 79ê destpêkirî da jî, piştevanîya şerê çekdarî yê li
“Rojhilat” jî dikir. Bawerîya Necmettîn ji bo bakur jî bi şerê çekdarî hebû. Bi
vê armancê xebata wî ya organîzebûnê jî hebû.
Di encam da
Necmettîn, neteweyî difikirî, îdeala wî “Kurdistana Mezin” bû û ji ber hindê jî
xwe bi “parçeyekê” ve girênedida, seranserî dihizirî û şoreşgerê Kurdistanê bû
û li kî derê bizavek heba hevkarîya xwe digihandê. Necmettîn îro fizîken
jîyaba, ji bo “Yêkîtîya Neteweyî” dê roleke gelek pozîtîv û çêker leyistiba, ku
bîr û hizirên wî yên ji bo “Yêkîtîya Neteweyî” îro jî jînde ne û rênîşan in.
Bizava rizgarîxwaz ya Kurdistanê mirovekî bi cesaret û netirs, şoreşgerekî
têkoşer, kadroyekî bijare û lîder berze kir ku cihê wî îro vala ye û tijî nabe.
Ji nêrîn û pratîka wî ya wan salên ku me hev naskirî, ez gelek rehet îro
dikarim bêjim ku Necmettîn îro î sax ba, me dê mil bi milê hev ji bo “Yêkîtîya
Neteweyî” xebat kiriba. Necmettîn ev reftara xwe ya “Her tişt bo yêkîtîya
neteweyî” di “Hefsa Diyarbekirê” da jî nîşan da. Wî bi zanahî terefê
berxwedanê, terefê têkoşînê hilbijart. Wî terefê teslîmîyetê red kir. Wî serê
xwe yê ezîz di vê rêyê da li “Hefsa Diyarbekirê” da. Necmettîn xwe bi pratîka
xwe nemir kir. Gelek kesan di wan deman da xwe ji xeta berxwedanê dûr kirin. Lê
wî ew nekir, serê xwe şor nekir û bi serbilindî canê xwe fedayî doza mezin,
doza Kurd û Kurdistanê kir. Kurd û Kurdistan divêt Necmettîn û Necmettînan ji
bîr neke û nake jî. Ez dostê xwe yê hêja Necmettîn, anku Kak Selah, bi rêz û
vîneke mezin û kûr û ji dil bi bîr tînim.
ROJAN HAZIM
10 Çirîya Paşîn [Teşrîn-Mijdar] / [November]
2008
**
Rêzdar
Rojan Hazim
Paş silavên
germ û dawa xweşî û serketina we.
Komîteya
amadekirina rê û resmên bîrewerî ya 25-salîya Şehid Necmettin Büyükkaya, ko li
Swedê dest bi karê xwe kirî ye, wê pir şad û bextewer be eger cenabê we karibin
di rê û resmên bîrewerî de ko wê li Swêd, Tirkiye û Kurdistana Îraqê bêne kirin
de beşdar bin.
Ew jî bı
rêya hevpeyîvînekî vîdeo (2-3 deqîqe) û nivîsandina 3-4 rûpelan bi kurdî li ser
pirsên jêr ko wê di roja bîrewerî de (23/1-2009) di kitêbekê de bê belav kirin.
Em hêvîdar in ko bersîvên we heta 15-30/11-2008 amade
be û bikeve ber destê me.
Pirsiyar ev in:
1-Bîrewerîyên we yên taybet digel Şehîd Necmettin de
çi ne?
2-Hûn keseyatî ya Şehîd Necmettin wek meriv û dostekî
çawa dinirxînin (dibînin)?
3- Hûn rola (dewra) Şehîd Necmettin di nav tevgera
rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de çawa dinirxînin (dibînin)?
Şehid Necmettin Büyükkaya têkoşerekî bi nav û deng û
rêzdarî hemû perçeyên Kurdistanê bû,
lewre em pêwist dizanin ko rê û resmên bîrewerî ya 25 salîya wî bi
rengekî niştimanî û ji bo têkoşîn û xebata wî merasîmên laiq bên çêkirin
Ji ber wê, em pir bi rêz û hurmet bangî we dikin û
reca ji we dikin ko hûn ê amade bin û karibin di van rê û resman de cihê xwe
bibînin.
Rê û resmên bîrewerî yê wê wek li jêr e;
23/1/2009 li Sêweregê – Goristana bajêr
24/1-2009 li Stockholmê – ABF Huset
31/1/2009 li Diyarbekirê
9/2/2009 li Kurdistana Iraqê
Zanyarî yên din wê dûvre bêne belav kirin.
Her
serfîraz bin û digel rêzekî bêsinor
Ji dêvla
Komîteya Amadekar
Birayê we
yê dilsoz
Umer Şêxmûs
(Omar Sheikhmous)
Sten
Bergmans Väg, 59
121 46 Johanneshov – Sweden
E-mail: omar.sheikhmous@bredband.net
Yan: omsheikh@gmail.com
Tel. Mob. +46-76-7651 652
Herwiha:
1-
Abdul-Razzaq Mirza: razaq96@hotmail.com
2- Keya
Izol: keya_izol@bredband.net
3- Nemrud
Buyukkaya: nemrudb@gmail.com
4- Pasa Uzun: pasa.uzun@hotmail.com
Stockholm,
7/10-2008
Not:
Serkanî: Malpera www.xweza.com