fredag den 12. februar 2016

Xema giran! - ROJAN HAZIM


Ev resme li şîna Tahir Elçî hatîye kêşan. Lolebkêşên fermî yên TCya bêbext, di demê kavil û wêran kirina Sûra Amedê da, di nav wan kuçe û kolanên teng û qedîm yên Sûrê da, di bin çar pêpikên minareya bi wan çar pêpikên xwe navdar da kuştin Tahir Elçî [28.11.2015]. Tahir Elçî ji Cizîra Bota bû. Şehrê wî, Cizîr di nava 59 rojên xwûnawî da dîsa ve ji alîyê TCya bêbexte ve hate kavil kirin. Di nav wan kavilan da bedenên ciwan û ter û taze yên Kurdistanê bi fîşek, top û bombeyên ertêşa TCyê ve hatin kuştin û sotin. Ev hersê Kurdên di vî resmî da bi kuştina Tahir Elçî bi xem bûn û ev xema wan ya giran ji dêm û rûyê wan xuya ye. Ew resmê xema hemû Kurdan e.
Piştî kavil û wêran kirina Cizîrê, Sûrê, Silopîyê û kuştina hejmareke zêde ya azadîxwazan Kurd bi xem in. Xema Kurdan wekî di vî resmî da xuya wisa ye. Belêm ne xemeke têkçûnê ye, xemeke ku bi jana hêvîyê hatîye hevîr kirin. TC hizir dike ku serkevt, belêm eve ne serkevtin e, heke gelek dilê xwe rehet bike belkî bo wan "zafereke Pîrûsê" ye her hind!. Lê belê, di rastîyê da binkevtin. Qanûna diyalektîk ya têkoşînên antî kolonyalîst e ku kolonyalîst çend kuşt û kuştdarîyê jî bikin, xanî û avahîyan bi serê xelkê hatîye bindest kirin da hilweşînin û bi vê hovîtîyê jîyê [emrê] desthilata xwe ya xwûnawî piçekê dirêj bikin jî, dawîya wan şkestin e. Kurd dê ji nav wan kavilan xwe jînde bikineve ku hingê kolonyalîzma TCyê namîne. Eve wekî ronahîya rojê seda sed e. Kurd li ser wan kavilan dê komara xwe anku KCya [Kürdistan Cumhuriyeti - Komara Kurdistanê] xwe mutleq ava bikin. Bila vê heqîqetê baş bizane TC!..


Li milê dî; gelo hewce bû ku Kurd vî keysî bidine TCyê ku xwe serkevtî his bike? Nexêr, bi vî rengî, bi vî tarzî, bi vî metodî hewce nebû û mumkun bû ku Kurd vê tama "serkevtinîyê", welew ku borînde jî be, bi devê wan nexin... Çi bêjin êdî ya çûyî çûye, belêm qet nebe divêt ev bedelê giran bibe tecrubeyeke dersdêr!.. Muhasebeya vê prosesê gelek bi xwûnsarî, belêm bêyî ku zerarê bigihîne hêza  navxweyî, divêt bête kirin ku eve pêdivîyeke jîyanî ye ji bo paşeroja têkoşînê. Kurd guhê xwe nadine nesîhetan, hêjku ev mûsîbete bila bibe çirîska hişyardarîyê... Bi her hal TCyê hestî şkand, belêm xwe jî şkand. Êdî piştî vê kavil û wêran kirinê, komkujîyê, sotinê çu tişt wekî berê nabe û divêt nebe. Ev êrişkarîya li Cizîrê ya bi kîn û nefret û xerez ya dîrokî ya TCyê bila hizarbare bibe mîlad!. Bila bibe wesîlaya vejîna ruh û giyanê Kurdistanî bûnê. Wekî pêşîya gotî bextê TCyê nîne. Rotaya polîtîk çawan bi rê bikeve ferq nake, giring ew e ku ronahîya li dawîya tûnêlê xuya kir. TCyê gora xwe kola. Bextê TCyê ji xwe nebû, lê bi vê êrişkarîya dawîyê mohra bêbextîya xwe li enîya yên ku nedidîtin jî da.

Kurd divêt xwe di bin vê xemê da nehêlin, rêzên xwe bikine yêk û hêvîya xwe jînde bikin û mutleq bi hev ra têkoşînê bidomînin. Divêt bi zelalî bête dîtin ku zerar, ziyan û xesara di vê prosesê da rûdayî ji nebûna yêkîtîyê ye û bizava pêşeng û berpirsiyar divêt vê reftara bi serê xwe hereket kirinê terk bike û li pêkînana berpirsiyarîyeke yêkbûyî ya neteweyî û niştimanî bigere û digel hemû dînamîkên navxweyî organekî ku temsîla aqilê muşterek bike organîze bikin ku esasen parastina destkevtan jî bi vê hevratîyê mumkun dibe. Serkevtin di têkoşîna hevrayî da ye. Bi vî rengî dê serbikevin, çare nîne divêt serbikevin. TCyê bi bombardumana xedar li Cizîrê û herwisa li Silopî û Sûra Amedê dîwar hilweşandin, lê ew dîwar her bi çi rengî be, kengî be dê her bêne ava kirin, belêm wan bi wê bambardumana giran û xwûnawî, hem zemînê bi hev ra mana digel Kurdan, hem jî hebûna xwe, paşeroja xwe bombe kirin ku ji bo wan telafîya wê ne mumkun e!. Kurd ne îro, nejî subehî vê encama trajîk ji bîr nakin û divêt nekin!.. TCyê berze kir!..

ROJAN HAZIM
12. 02. 2016