I.
Sala nû, li welat, li Kurdistanê ji alîyê qewimînên
hewayê klîmayî ve, xaseten li dorberên bilind û çiyayî li goreyî demsala
zivistanê hate pêşwazî kirin. Befreke giran barî. Ji Hekarî heta Qersê, ji Wanê
heta Dêrsimê hema bêjin ev navçeyên zozan û çiya bûne okyanûsa befrê. Her der
sîsspî bû. Xwezaya Kurdistanê ya van deran bi vê befra têr û tijî ve adeta
xemilî. Helbet me tinê behsê bakura Kurdistanê kir, lê li rojhilata Kurdistanê
û başûra Kurdistanê jî li cihên bilind û çiya têra xwe befr dibare. Bi taybetî
navçeyên Hewraman ji alîyê befrê ve kêmî zozan û çiyayên dora Bidlîs, Bîngol,
Agirî, Wan û Hekarîyê nîne. Navçeya Qendîl û Bahdîna jî li başûr herwisa. Li
rojavaya Kurdistanê çiya û zozanên bilind nînin, zêdetir deşt û berî ye lewma
befreke giran nabare li wan deran... Li cih û warên befrîn yên welatî seqayê
hewayî kete binê sifirê, li Qers, Erzerom, Agirî û wê xeta bakura bakur bû
nêzîkî -40 dereceyê. Şirikên av û baranê li sivandeyan bûne şîşiltokên cemedê. Çem,
robar, gerav û sûlav qerisîne. Di bin vê sir û sarmaya dijwar da jî helbet
jîyanê dom kir. Xelkê me hûyî [fêrî] jîyana nav befrê ye. Dizane ku befr hem
zor û zehmetî ye, hem jî xêr û bereket e. Rê û rêbar têne girtin, jîyan asê
dibe, aşût radibin û carina dibe binasê felaketên jîyanî jî... Lê li alîyê dî heke
befr hinde nebare dê bihar çawa hind bibe şîn û şînkatî, av û derav, çem û
robar dê çawa hind zêde û boş bin. Befra zêde av e û ew jî jîyan e. Cihên
befrîn yê welatê me li bihar û havîna dibin warên beheştî. Çem û robarên ji van
kanên befrê dizên û boş dibin, digihin cihên welatê me yên ku befrê nabînin û berî
û çolîn jî xweş û geş dikin. Payîzan jî fêqî û meywe mişe dibin, çandin berekî
baş dide ji ber têr avîyê. Ji befra heyva yêk anku Kanûna Paşîn xuya ye ku
bihar, havîn û payîza welatê me dê avî be, bi xêr û bêr be. Hasilî kelam xweşîya
ji befrê têt bi ber wê zehmetê dikeve ma ne!..
II.
Hewayê dî
Heyva yêk ya sala nû, sala 2016ê ji alîyê hewayê
polîtîk ve mixabin gelek dilgeş neborî. Bi serê xwe hebûna sîstemê kolonyalîst
û dagîrkerî helbet zulmek e. Ew li cihê xwe, belêm di heyva yêk da gelek
bûyerên bi zêdehî ve bi kul keser jî rû dan. Bûn û bûyerên li heyva ewilî ya
sala nû li welatê me Kurdistanê rûdayî têra xwe dilşkêr in. Hema êrişkarîya
TCyê ya ji dawîya sala 2015ê mayî ya li Amed-Sûr, Mardîn-Nisêbîn, Şirnex-Cizîr-Silopî,
Hekarî-Gever û Wanê dijwartir dom kir. Her di destpêka heyva yêkê da, êvarîya 4ê
mehê li Silopîyê kuştina sê têkoşerên azadîyê yên jin bi serê xwe qewimîneke dilsoj
bû. Gelek xort û law jî hatin kuştin helbet û ferq û cudahîya cinsîyetê nîne di
dana kuştîyan da, lê axir kuştina yêkser wan sê jinên Kurd bû kiryara herî
berçav ya ji teref dijminî ve li heyva yêkê...
Endama Meclisa Partîya
Demokratîk ya Herêman Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Xelkê ya Silopîyê
Pakîze Nayir û aktîvîsta KJAyê Fatma
Uyar yêkser bûne hedefa fîşekên tîmên taybet yên ertêşa TCyê. Ev hersê jin,
têkoşerên azadîyê bûn û ji bo azadîya xelkê xwe di xebata serwext kirin,
têgihandin û hişyar kirina xelkê xwe da û li ser kar hatin kuştin. Gelek bi
zanahî, gelek bi hilbijêrî lûlîyên sîlehên xwe dirêjî bedena van hersê
têkoşeran kirin û kuştin. Di xebat û têkoşîna bizava neteweyî ya Kurdî da rola
jinê hindî hûn bêjin li pêş e, bi seng e. Heke em tinê xebatên antîkolonyal
hisab bikin, li dinyayê yêkemîn têkoşîna neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ye
ku jin hinde xwudan rol û insiyatîv e. Hem di warê polîtîk û rêxistinî, sosyal
û kulturî da hem jî di warê leşkerî da jin misyonekî pêşengîyê tîne cih. Jinê
bi vê pozisyona xwe ve civata paşvemayî ya Kurdistanê hejand û xwe ji nav çar
dîwaran û ji mitbexê derêxiste nîveka jîyanê û kire xwudan berpirsiyarî.
Kuştina van hersê jinên
ku xwe fedayî rizgarîya welatê xwe Kurdistanê û azadîya xelkên Kurdistanê kirî
tesaduf nîne. Rejima kolonyalîst û dagîrker ya TCyê di bizava neteweyî û
demokratîk ya Kurdistanê da rola jinê ya motîveker û adeta lokomotîfî dibîne û
hindî jê têt êrişkarîya xwe ya li ser jinan dişidîne ku wan çavtirsandî bike û
dîsa ve berê jinê bide ser kuçikê li nav çar dîwarên mitbexê ku ji heskûya
şorbeyê pêve tiştek di destî da nebe.
Kuştina van hersê jinên têkoşer yên doza Kurd û
Kurdistanê rastî salvegera kuştina sê jinên dî yên berxwedêr û têkoşer yên doza
Kurdistanê hat. Ew li Silopîyê êvarîya 4ê heyva yêk ji teref tîmên taybet yên
dewleta TCyê ve hatin kuştin û berî wan sê salan, li 9ê heyva yêk ya sala 2013ê
li nîveka Parîsê dîsa ve ji alîyê ajanên dewleta TCyê ve Sara Sakîne Cansiz,
Rojbîn Fîdan Dogan û Ronahî Leyla Şaylemez hatin kuştin. Di nav wan da Sara
Sakîne sembola berxwedanê bû ku herweha yêk ji damezrênera PKKê jî bû. Ji dezgehê
îşkenceya Hefsa Diyarbekrê ya meşhûr ya li piştî 12ê Îlona 1980ê ya cuntaya
eskerî û faşîst bi rûyekî spî derket. Stuyê xwe ne çemand, serê xwe li ber îşkencekaran
şor nekir.
Digel Sara Sakîneyê li Civata Giştî ya 8. ya
KNKê li Brukselê
Sara Sakîne di warê
yêkîtîya neteweyî da jî aktîv bû û demekê endametîya KNKê jî kir. Rojbîn Fîdan
jî di warê dîplomasîyê da aktîv bû û hem endama KNK hem jî temsîlkara KNKê bû
li Parisê... Jin di doza rizgarî û azadîya Kurdistanê da hindî hûn bêjin aktîv
in û ji Parîsê heta Silopîyê meydana xebat û têkoşîna azadîya Kurdistanê bi
refên jinan ve tijîye. Êrişkarîya dewleta TCyê nikare rê li ber vê dînamîzma
jina Kurd û Kurdistanî bigire.
III.
Muayeneya
"Kiçînîyê" ya jinên Êzidî [*
Ji medyaya internetê]
Di heyva yêkê da nûçeyekî xembar jî li ser jinên Êzidî bû. Tête zanîn gava DAIŞê Şingal dagîr kirî, ji bilî xirab kirina bajêrî û kuşt û kuştdarîya li ser xelkê, gelek jinên Êzîdî jî dîl girtin û birin. Li goreyî lêkolînên Human Rights Watchê [HRW-Çavdêrîya Mafên Mirov], piştî ku jinên Êzidî yên ji alîyê DAIŞê ve hatine dîl girtin û paşê bi rengekê revî anjî hatine rizgar kirin, li Bexdayê serî li dadgehê dan û xwastin li mafê xwe bigerin û tecawuzkarîya ji teref DAIŞê ve li ser wan hatîye kirin bidine mehkûm kirin. Lê dadgeha Bexdayê "belgeya tecawuzê" ji jinên Êzîdî xwast ku yên biçûk "kiçînî"ya xwe "isbat" bikin yên mezin jî rapora tecawuzê werbigirin ku ew jî bi kontrola tibbî dibe. Eve muameleyeke şkandina şexsîyeta jinê ye, binpêkirina mafên mirovî ye. Vê reftara dadgeha Bexdayê nerazîbûneke micid dît û hem jinên Êzidî hem jî parêzerên mafê mirovî reaksiyoneke xurt nîşan dan. Yêkîtîya Neteweyan [UN] jî xwe ji vê kiryara dadgeha Bexdayê nerazî kir. Piştî vê nerazîbûna giştî ya li ser biryara dadgeha Bexdayê, dadgeha Duhokê rapora doktorî ya "isbata kiçînîyê" nexwast û tinê gotina jinan esas girt. Barîkella, lutuf kirine!..
Ev kir û kiryarên nemirovî
yên li ser jinên Êzidî neku tinê kirêtî ye, daberizîneke ji tecawuzkarîya DAIŞê
kêmtir nîne. Dadgeha Bexdayê bi vê muameleya xwe ya bêdad û dijî mirovî û
rezîlane gelek aşkera dibêje jinê ku "Ez bawer nakim ku DAIŞê destdirêjî
li te kirîye. Heke tu 'kirîye' dibêjî hingê isbat bike, here raporeke doktorî
bîne daku ez bawer bikim ku DAIŞîyan tecawuzî te kirîye". Eve çi huqûq e,
çi dadgeh e, çi qanûn e, çi mirovî ye... Eve pîsîtî, rezîlî, hetkehî ye. Eve
zihnîyeta mêrşahî ya qedîm e. Eve nijadperêsîya Erebî ye ku dadgerê dadgeha
Bexdayê dijî jina Kurd ya Êzidî terefê DAIŞîyên Ereb digire.Di heyva yêkê da nûçeyekî xembar jî li ser jinên Êzidî bû. Tête zanîn gava DAIŞê Şingal dagîr kirî, ji bilî xirab kirina bajêrî û kuşt û kuştdarîya li ser xelkê, gelek jinên Êzîdî jî dîl girtin û birin. Li goreyî lêkolînên Human Rights Watchê [HRW-Çavdêrîya Mafên Mirov], piştî ku jinên Êzidî yên ji alîyê DAIŞê ve hatine dîl girtin û paşê bi rengekê revî anjî hatine rizgar kirin, li Bexdayê serî li dadgehê dan û xwastin li mafê xwe bigerin û tecawuzkarîya ji teref DAIŞê ve li ser wan hatîye kirin bidine mehkûm kirin. Lê dadgeha Bexdayê "belgeya tecawuzê" ji jinên Êzîdî xwast ku yên biçûk "kiçînî"ya xwe "isbat" bikin yên mezin jî rapora tecawuzê werbigirin ku ew jî bi kontrola tibbî dibe. Eve muameleyeke şkandina şexsîyeta jinê ye, binpêkirina mafên mirovî ye. Vê reftara dadgeha Bexdayê nerazîbûneke micid dît û hem jinên Êzidî hem jî parêzerên mafê mirovî reaksiyoneke xurt nîşan dan. Yêkîtîya Neteweyan [UN] jî xwe ji vê kiryara dadgeha Bexdayê nerazî kir. Piştî vê nerazîbûna giştî ya li ser biryara dadgeha Bexdayê, dadgeha Duhokê rapora doktorî ya "isbata kiçînîyê" nexwast û tinê gotina jinan esas girt. Barîkella, lutuf kirine!..
Gava 3ê Tebaxa 2014ê DAIŞê bi revdeyeke mezin ya
çeteyên xwe êrişî Şingalê kirî tinê rêyek ma li ber Êzidîyan. Ew jî terkî
welat. Bi hizaran Êzidî, biçûk mezin, jin mêr, pîr û kal berê xwe dane Çiyayê
Şingalê ku li nik Êzidîyan pîrozîyek heye. Bi hizaran Êzidîyan koçî başûr,
bakur û rojavaya Kurdistanê kirin. Bi sedan jinên Êzidî ji teref DAIŞîyan ve
hatin êxsîr kirin. Ji nav vê hejmara bilind ya jinên Êzidî bahra pitir jî kiçên
ji 18 salîyê biçûktir bûn. DAIŞîyan li goreyî şerîetê xwe jinên Êzidî kirine
dîlên xwe û hem mecbûrî islam bûyînê û mahrê kirin hem jî piştî tecawuzîyê li
kolanan firotine hevdu. Bêdadîya bi serê jinên Êzidî hatî yêk ji mezintirîn
felaketa mirovî bû li rojhilatanavîn. Wehşeta DAIŞê ya li ser Êzidîyan û bi
teybetî jî jinan li timamî dinyayê dengekî mezin veda û piştevanîyeke fireh
pêkhat li dora Êzidîyan. Ji wan jinên dîl hindek hatin kuştin, hindek hatin
firotin, hindek jî bi darê zorê li nav malên DAIŞîyan hatin êxsîr kirin.
Xelîfeyê DAIŞê Bexdadî fitoya tecawuza jinên Êzidî dabû û destdirêjî helal kiribû.
Çeteyên DAIŞê şubî seyên dev bi gilîz jinên Êzidî kirine carîyeyên xwe û jîyan
li wan heram kir.
DAIŞê jinên Êzidî êxsîr kirine
Gelek jinên Êzidî şûna ku bibine êxsîrê van
dahbeyan xwe kuştin. Yên delîveyek peyda kirî revîn, hejmareke bilind bê
seraşûn çûn. Hêj jî di destê DAIŞîyan da jinên Êzidî êxsîr mane û li hêvîya
rizgar kirina xwe ne. Eve bi serê xwe helbet trajedîyeke mezin e bi serê
Ezidîyan û bi taybetî jinên Êzidî hatî. Belêm temetî vê trajedîyê û hetta hêj
mezintir ev bûyera dawîyê ye ya bi serê jinên Ezidî hatî. Jinên bi rengekê xwe
ji destê DAIŞîyan xilas kirî şûna ku hevkarî li wan bête kirin, birînên wan
bêne kewandin, tam bereks rûhîyeta wan tête xirabtir kirin. Dadgehên Bexdayê li
ser şikayîta jinên Êzidî ya li ser tecawuzkarîya DAIŞîyan belgeya
"kiçînîyê" dixwaze ji wan jinên Êzidî!. Eve rûreşî ye. Ev reftara
dadgeha Bexdayê ji tecawuza DAIŞîyan xirabtir tecawuz e. Cihê huqûq, qanûn,
mirovahî lê ev reftara dadgehê derhal tête ciza kirin û ew dadger û dozgerên wê
dadgehê yêkser têne dadgeh kirin û ji karê xwe têne dûr kirin û toka rûreşîyê
jî dikine stuyê wan.
Jinên Êzidî ser bilind in, yên zulmê li wan
dikin serşor in
Dadgeha Bexdayê vê dike û hukûmeta Bexdayê bêdeng
dimîne. Kî ye hukûmeta Bexdayê? Koalisyon e. Kî ne şirîk? Ereb û Kurd. Başe
çawa wezîrên Kurd dijî vê kirêtîya dadgeha Bexdayê bêdeng mane, gelo mane? Heke
bêdeng mabin bo wan rûreşîya herî mezin e, belêm em wisa qebûl bikin ku bêdeng
nemane!.. Bi navê Kurd bûyînê danin alîyekê, bi navê mirov bûyînê izaha vê nabe
heke bi rastî jî bêdeng mabin!...
Bi her hal ev behsê hatîye kirin yêk ji xirabtirîn bûyereke
ku bi serê jinên Êzidî hatî li Bexdayê, li Iraqê. Ev kirêtî, bêdadî û reftara
dijî mirovî ya ji teref dadgeha Bexdayê ve bi serê jinên Kurdên Êzidî hatîye
kirin, hem bi navê Kurdetî, hem jî ya herî esasî bi navê mirovatîyê divêt neyê ji
bîr kirin û ji bo nifşên paşerojê wekî belgeyeke rûreşîya huqûqa dagîrkeran bête
neqil kirin.
IV.
Birîndarên
Cizîrê
Yêk ji bûyerên dil bi kul li heyva yêk rûdayî jî
serpêhatîya birîndarên Cizîrê ye. Ji 14ê Kanûna Pêşîn were Cizîr hatîye
muhasere kirin, jîyana nav bajêrî hatîye asteng kirin, derketina derve hatîye
qedexe kirin û di bin vê zeptûreptê da xanîyên hatine nîşan kirin têne bombe
kirin. Li milekê bombardumaneke dijwar tête kirin, li milê dî tax bi tax, mal
bi mal bajêr tête sah kirin. Nîveka malan tête serûbin kirin. Xelkê sivîl û
berxwedêr û parêzerên bajêrî bêyî pirs û pirsyar têne kuştin. Xelkê sivîl di
bin vê kuşt û kuştdarîyê da ji bajêr tête derêxistin. Nihe Cizîr nîve nîv hatîye
xalî kirin. Ev êrişkarî li Sûra Amedê, li Nisêbîna Mardînê bêperwa tête
domandin. TC hazirîyê dike ku berê van êrişkarîyên xwe firehtir bike û Hekarî û
Wanê jî bide ber vê dasa xwe.
Di bombarduman Cizîrê da ji 22ê heyvê were 25 sivîl di
binê apartmanekê da hatine dorpêç kirin, nahêlin ku derkevin. Gelek ji wan di
vê bombe kirinê da birîndar bûne. Nahêlin xelk biçe birîndarên xwe jî bigihîne
xestexaneyê. Rê nadine ambulansan jî. Heta nihe gelek ji wan kesan mirine û
leşker û polis nahêlin meytên wan jî bêne rakirin.
Dewleta TCyê, hukûmeta TCyê, ji serok komar heta serok
wezîr û hemû wezîr, emir û fermanê li ser serê leşker û polîsan dibarînin ku
bibine makîneya kuştinê û nehêlin kesek jî sax ji nav wan kavilan derkevin. Hemû hewildanên ku xwe bigihînin birîndaran û kuştîyan
ku wan ji binê wê apartmanê derêxin û birîndaran bigihînin xestexaneyê û
mirîyan jî defin bikin têne asteng kirin.
Heyva yêk, Kanûna Paşîn xilas bû lê hêj jî rê li ber hawarîyên wan birîndaran nehatîye vekirin.
Dewleta TCyê, hukûmeta TCyê, ertêşa TCyê, Polîsê TCyê,
bi fermanbarîya serok komar û serok wezîr û wezîran guhê xwe li bang û hawarên
sivîlan girtîye û dixwazin ew kesên di binê avahîyan da mayî pêkve bêne kuştin.
Ev reftara rêvebirên dewlet û hukûmeta TCyê li Kurdistanê, rengekî nû yê
jenosîdê ye. Hewce nîne ku îlla bi hizaran, milyonan kes di carekê da bêne
kuştin ku wekî jenosîd bi nav bikin. Heke hejmareke biçûk jî ya xelkekî bindest
bi zanahî bête qetil kirin, eve jî rengekî nû yê jenosîdê ye. Çiku karê tête
kirin di kategorîya paksazîya etnîkî da ye. Kurd têne kuştin, boçi têne kuştin,
çiku doza azadîyê dikin. Ev tarz kuştine jenosîd e. Niyet jî pratîk jî, fikir
jî zikir jî jenosîd e. Sicîla TCyê di polîtîkayên jenosîdal da reş e wekî qîrê.
Serê sedsala bîstan Ermenî bi vî rengî kuştin, jenosîdeke nedîtî bi serê wan
înan. Nihe jî dor hatîye Kurdan. Heke tu bi plan û proje, wekî polîtîka
hejmareke biçûk mezin qet ferq nake, bi zanahî bikujî, ji bo kuştina wan
dinyayek ertêş û polisê xwe seferber bikî, hemû çekên giran bi kar bînî,
bombardumanê bikî, bi tank û topan mal û avahîyên wan kavil bikî, ber li ser
berî nehêlî, bajêran serûbin bikî, di nav vê kuşt û kuştdarîyê da xelkê bidîye
koç kirin, eve jenosîd e, anjî heke piçek sivik bikin provaya jenosîdeke mezin e
ku encam yêk e. Heke di roja îro da her statû xwastina Kurdan bi lûlîya topa tankê
bête birîn, hingê pratîk dê ev be ya ku îro tête kirin, anku bi rengekî nû û versiyoneke
kiraskirî dubare kirina Planê Isleheta Şerqê ya serê sedsala bistan e [24 Îlon
1925] ku ji teref TCyê ve dîsa li Kurdistanê hatibû tetbîq kirin. Tercumeya vî
planî ev e; isleh kirina Kurdan e, anku kuştina wan e, anku koç kirina wan e,
anku wêran kirina welatê wan e, anku asîmîlasyona wan anku jenosîda wan e!.. Kurdên
ku piştî bedelên hinde mezin dayî, li dora xwe destkevt bi dest ve înayî, qet mumkun
e ku bo planê îro yê TCyê bêjin qebûl!. Eve ne mumkun e!. TC xwe dilêhbîne [dixapîne]!..
Hukûmeta Ahmet Davutoglu ya AKPê, bi dîrektîfa serok komar Teyîb Erdogan îro li şehrên stratejîk yên Kurdistanê kuşt û kuştdarîyê dide kirin, bajêran, cih û waran dide kavil û wêran kirin bi destê ertêş û polîsan. Belêm ew ertêş û polîs di van kiryarên hovane da esasen wan jî nas nakin, guhê xwe nadine wan jî. Li Kurdistanê tam wekî di demê çêkirina Planê Isleheta Şerqê, "îdareya urfî" heye, anku îdareya leşkerî heye û ew jî xwe wekî xwudanê dewletê dibînin û esasen pûte bi hukûmetê jî nadin û gelek ji xwe razî û otonom hereket dikin. Îro li Kurdistanê sîstemê Ergenekonê desthilatdar e û ev sîsteme dê serê hukûmeta AKPê jî, serê Davutoglu jî serê Erdoganî jî bixwe û ew dem ne dûr e. Kurda ji zincîra xwe pêve tiştek nemaye ku berze bikin. Ew di parastina rewa ya welatê xwe da her reng zulmê dibînin ji xwe. Yên zulmê didine kirin bi cil û bergên sivîl bin an eskerî bin ferq nake. Kurd di nav vî agirî da parastina xwe dikin. Belkî îro dişkên an bi zêdehî ve têne kuştin, bedelên giran didin, belêm dê serbikevin. Çiku heq in, li terefê heqîyê ne, li alîyê dad û dadyarîyê ne, li milê azadîxwazî û wekhevîxwazîyê ne. Zalim dibe ku jîyê xwe piçekê bidine dirêj kirin lê ewqas!. Jîyê zulmê dirêj nîne. Di rikeberîya heqî û neheqîyê da sedased heqî qazanc dike û eve wekî ronahîya rojê aşkera ye. Kurd heq in, TC neheq e. Kurd dê serbikevin, TC dê binbikeve.
V.
Muşterekî
Dewleta TCyê, hukûmeta TCyê, ertêş û polîsê TCyê gelek
aşkera şerekî asîmetrîk dike li dijî Kurdan li Kurdistanê. Kurd bi qevda
klaşînkovê xwe diparêzin. TC dagîrkerîyeke nû dike li Kurdistanê. Ji dewrê
Osmanîyan were û peryoda dûmahîkê jî ji demê komara nû ya Tirkîyeyê heta îro
Kurdistan hatîye dagîr kirin û serdest herdaîm Tirk bûne. Bi taybetî di demê komara
nû da neteweyê serdest Tirkan, rêvebirên wan, sîstemê dewleta wan hemû xelkên di
vê cografyayê da heyî bindest kirine, zulm û zor ji ser serê wan kêm nekirîye.
Kurdan hem ji ber welatê xwe hem jî ji ber zêdehîya nufûsa xwe zulma herî mezin
dîtîye çiku nîrê koletîyê qebûl nekirine, di her keysî da li ber xwe dane, serê
xwe ne çemandine. Xwe, hebûna xwe, welatê xwe dijî van zalimên dewleta TCyê
parastine. Eve serê sed salan e ku TCyê dev ji vê polîtîka xwe ya birandinê,
asîmîlasyonê, jenosîdê bernedaye. Belêm Kurdan jî bi rikeke nedîtî serê xwe şor
nekirîye, ji bo rizgarîya welatê xwe, bi azadîya xwe bi israr têkoşîn daye û
îro jî eynî tiştî dikin. TC wekî dewlet bi hemû imkanên teknolojîya modern ya
şerî li dijî Kurdan zulma xwe didomîne. Kurd jî bi imkanên herî kêm, bi keda
xwe, bi bawerîya xwe, bi hêza xwe parastina xwe ya rewa dikin. Kurd di
berxwedan û parastineke konvansiyonel da ne, lê dewleta TCyê makîneya herî
modern ya mirov kuştinê bi kar tîne beramberî Kurdan. Kurd gelek caran bi ber û
daran şerê parastina xwe dikin beramberî hejmareke hinde bilind ya ertêş û
polîsên TCyê. Nerazîbûneke sivîl û aştîyane jî di bin dûmana gazê da tête
sabote kirin, xelk tête jahrî dan. Kurd xwe û welatê xwe dijî dagîrkerîya TCyê
bi timamî bi çek û çolên konvansiyonel diparêzin. Belêm TC bi hemû hêza xwe ya
şerî ve û gelek hovane derbên xedar yên qutbir kirinê li Kurdan dide.
Beramberî vê dewleta zalim, ji alîyê pêşengên berxwedêrîya Kurd ve polîtîka, stratejî û taktîkên ku îro dijî rejima kolonyalîst û dagîrker têne bi kar înan çend şaş jî bin, bi kêm û kasî jî bin, mirovê Kurd divêt li sengera hevwelatîyên xwe be. Kurd di rastî û xeletîyên xwe da divêt bi hev ra bin, bi hev ra li dijî dijminê hinde xwûnxwar rawestin, xelkê xwe, welatê xwe biparêzin. Her Kurdek bi navê rexnegirîyê bikeve rêza dijminî dê xwe kirêt bike. Rexne bike, belêm li rêza xelkê xwe, mil bi milê têkoşerên xwe be. Di sengera hevwelatîyê xwe da be, milê xwe bide milê hevwelatîyê xwe û rexneya herî dijwar jî bike. Rexneya herî dijwar ya navxweyî dikare bi rengekî pozîtîv jî bête kirin ku xizmeta serast kirina yê ku şaşîyê dike jî bike. Kurd rexneyê ji bo hevdu ji şaşîyê dûr bikin an xilas bikin jî divêt bi kar bînin. Ton û dozaj di kîjan dereceyê da jî be her rexneya Kurdê welatparêz jî ne dijayetîye helbet. Giring ew e ku Kurd cihê xwe bizane, ji cihê ku dijmin zerarê bibîne rexneyê li hevwelatîyê xwe, li hevrikê xwe yê polîtîk yê hevwelatî bike. Rexneya herî heq û rast û durust, heke ji cihekî şaş bête kirin bê fayde ye, hetta bi kêrî Kurd nayê, dijmin dikare jê istifade bike. Heke bi konkretî ji rûdanên îro behs bikin; welew ku di têkoşîna Sûra Amedê, ya Cizîrê, ya Silopî, Şirnex anjî ya Wan, Hekarî, Elkî û Geverê da şaşî hatibin kirin, taktîk û metodên xelet hatibin bi kar înan jî, -ku hene û heqîqet ew e ku divêt munaqeşe li ser van kiryaran jî bête kirin-, belêm rêya rast di nav xwe da rexne kirine û beramberî êrişên birandinê yên TCyê jî di yêk çeperî da û bi hev ra parastina welatî ye.
Beramberî vê dewleta zalim, ji alîyê pêşengên berxwedêrîya Kurd ve polîtîka, stratejî û taktîkên ku îro dijî rejima kolonyalîst û dagîrker têne bi kar înan çend şaş jî bin, bi kêm û kasî jî bin, mirovê Kurd divêt li sengera hevwelatîyên xwe be. Kurd di rastî û xeletîyên xwe da divêt bi hev ra bin, bi hev ra li dijî dijminê hinde xwûnxwar rawestin, xelkê xwe, welatê xwe biparêzin. Her Kurdek bi navê rexnegirîyê bikeve rêza dijminî dê xwe kirêt bike. Rexne bike, belêm li rêza xelkê xwe, mil bi milê têkoşerên xwe be. Di sengera hevwelatîyê xwe da be, milê xwe bide milê hevwelatîyê xwe û rexneya herî dijwar jî bike. Rexneya herî dijwar ya navxweyî dikare bi rengekî pozîtîv jî bête kirin ku xizmeta serast kirina yê ku şaşîyê dike jî bike. Kurd rexneyê ji bo hevdu ji şaşîyê dûr bikin an xilas bikin jî divêt bi kar bînin. Ton û dozaj di kîjan dereceyê da jî be her rexneya Kurdê welatparêz jî ne dijayetîye helbet. Giring ew e ku Kurd cihê xwe bizane, ji cihê ku dijmin zerarê bibîne rexneyê li hevwelatîyê xwe, li hevrikê xwe yê polîtîk yê hevwelatî bike. Rexneya herî heq û rast û durust, heke ji cihekî şaş bête kirin bê fayde ye, hetta bi kêrî Kurd nayê, dijmin dikare jê istifade bike. Heke bi konkretî ji rûdanên îro behs bikin; welew ku di têkoşîna Sûra Amedê, ya Cizîrê, ya Silopî, Şirnex anjî ya Wan, Hekarî, Elkî û Geverê da şaşî hatibin kirin, taktîk û metodên xelet hatibin bi kar înan jî, -ku hene û heqîqet ew e ku divêt munaqeşe li ser van kiryaran jî bête kirin-, belêm rêya rast di nav xwe da rexne kirine û beramberî êrişên birandinê yên TCyê jî di yêk çeperî da û bi hev ra parastina welatî ye.
Di halê hazir da, TC bi hemû sîstem û mekanîzmayên xwe
ve, bi hemû hêz û şiyanên xwe ve seferber bûye ku serhildana Kurdan bişkêne,
her bi çi rengî be xwe bi ser bêxe. Ji xwe bi hemû hêza xwe ve şerê Kurdan
dike, Kurdistan kavil û wêran jî kirîye, lê nihe jî hazirîyê dike ku di nav
Kurdan da fitnekarîyê bike û Kurdan berde hev û ji vê bêtifaqîya Kurdan bo xwe
zaferekê derêxe. Kurd divêt vî keysî nedine TCyê ku bo xwe, qet nebe "zafereke
Pîrûsê" jî bi dest ve bîne. Yêk çare heye, ew jî digel hemû kêm û kasî û
şaşîyên navxweyî dîsa ve li tifaqa navxweyî bigerin û pêkbînin. Têkbirina
planên TCyê bi vî rengî mumkun dibe. Anku aqilê muşterek, hêza muşterek, xebat
û têkoşîna muşterek, parastina welatî ya muşterek. Çare ev e. Dê gelî Kurdan,
gelî Kurdistanîyan, xwe bêxîret nekin, xîretê nîşan bidin belêm bila xîret jî xîreta muşterek be.
ROJAN HAZIM
Kanûna Paşîn [January] 2016