Dr.
Ebdulrehman Qasimlo sala 1989ê îro [13 Tîrmeh 1989] li Vîyanayê bi destê muzakereker
û lolebkêşên rejima Îslamî ya Îranê hate şehîd kirin. Em wî bi dilgermî bi bîr
tînin. Di roja îro da hewcehîyeke mezin bi wî hebû. Ew jîyaba dê di warê
yêkîtîya neteweyî û niştimanî da karên serkevtî kiriban û da prosesa tifaqa
navxweyî motîve bike û ji bo pêkhatinê çi lazim ba da bike. Xwezî di nav me da
ba, di nav xelkê xwe da ba, di nav têkoşîna îro da ba. Min ji bo pirtûka
xwarzayê Dr. Qasimlo, Dr. Hesen Şetevî ya li ser bîrhatinên binemala
Qasimloyîyan, [Rêya Jîyanê] pêşgotinek nivîsî. Pirtûka Dr. Hesen Şetevî hêj çap
nebûye û çav li rê ye ku di payîza îsal da bête weşandin. Bi her hal min xwast
di vê salvegera şehadeta Dr. Qasimlo da bireke ji wê pêşgotina xwe biweşînim û
bi vê munasebetê wî bi bîr bînim.
Dr. Qasimlo
"...
Rojnamevanê Awusturyayî Georg Hoffman-Ostenhof bi wê gotina xwe ya gelek balkêş
Dr. Qasimloyî tam teswîr dike:
"Gava
ez seredanîya wî li Kurdistanê dikim [di salên piştî şerê havîna 1979ê da], wî
wekî lîderekî polîtîk û kumandanekê ku dersê dide şervanên xwe dibînim. Belêm
her ew mirov li Parîsê wekî intelektuelekî ku gelek baş Fransî diaxive
derdikeve pêşîya min."
Dr. Qasimlo di timamî jîyana xwe ya akademîk, polîtîk û rêxistinî da xizmeteke mezin ji bo azadîya neteweyê xwe ji bo rizgarîya welatê xwe kir. Hem di cîhana polîtîk ya navxweyî hem jî di meydana polîtîk ya dinyayê da lîderekî karîzmatîk, balkêş û xwudan seng bû. Di suhbet û axivtinan da jî mirovekî sosyal, rûken, suhbetxweş û nuktedan bû. Digel xwe î aşt û bi xwe bawer bû. Helbet wekî her mirovekê bê qusûr nebû û kêm û kasî, xeletî û şaşîyên wî jî hebûne muhaqqaq û hebûn jî. Lê belê xaneya wî ya bi başî, qencî û serkevtinîyan ve tijî bi giranî li pêş bû. Yêk ji alîyê herî baş yê Dr. Qasimlo jî ew bû ku [herçend zemînê sosyal û polîtîk hebû jî] firset neda ku wî bikine serokekî dogma û tabû!.. Heta şehîtbûna xwe jî di xizmeta neteweyê xwe da li ser kar û xebatê bû û di nav xebatê da serê xwe, canê xwe, xwûna xwe da. Ew herdaîm hêjayî bîrînanê ye.
Li
vê derê dixwazim çend paragrafan ji dîtin û bîr û hizirên Dr. Qasimlo bidim. Ji
kovar û rojnameyên ku di arşîva min da hebûn min derêxistin û li jêr neqil dikim.
Qasimlo
berî ku bête şehît kirin, di rûniştina digel heyeta rejima Iranê da li Vîyanayê
li ser xalên giring rawestaye. Ew axivtina wan bi teybê di kasetê da hatîye
qeyid kirin. Polîsê Awusturyayê piştî lêpirsîna bi giştî ya çend salan ev
kasete teslîmî sekreterê giştî yê PDKÎ yê hingê kak Evdila Hesenzade kirîye. Ev
axivtin di kovara Berbangê ya Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê, li hejmara
106-107 ya Adara 1998ê di rûperên 22-24ê da bi Kurmancî hatîye weşandin.
Berbangê jî ji nivîsa Chris Kutschera wergerandîye Kurdî. Chris Kutschera ew
axivtina Qasimloyî ya digel heyeta rejimê bi kurtebirî di Lé Monde ya 1.1.1998ê
weşandîye. Rojnameya Iranê Keyhan jî di hejmara xwe ya 689ê ya 1376ê Hetavî
[8.1.1998] da cih dide vê nivîsê. Hemîd Gewherî jî bo Berbangê ji Farsî
werdigerîne. Min ew tekst ji nû ve redakte kir û li jêr didim.
Ji
vê nivîsê xuya dibe ku ev hevdîtine bi rizaya herdu alîyan hatîye qeyid kirin.
Bi
her hal hem axivtina Dr. Qasimloyî ya di wan hevdîtinan da û hem jî ji alîyê
nasîna zihnîyeta dagîrkerîya dewleta Îranê ve giring in û dersdêr in. Min xwast
di vê pêşgotinê da cih bidime van dîtin û axivtinên Dr. Qasimlo ku dê ji bo
xwandevanên vê pirtûka bîrhatinan ya Dr. Hesen Şetevî jî balkêş bin.
Teksta
hevdîtina Dr. Qasimlo ya digel heyeta fermî ya Komara Îslamî ya Îranê bi vî
rengî ye:
Gotûbêja Dr. Qasimlo û heyeta
PDK-Î ya bi heyeta rejima Îranê ra li Vîyanayê
Roja
13.6.1989ê (*) Doktor Evdirehman Qasimlo, Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat
ya Kurdistana Îranê [PDKÎ] bi du fîşekan, di avahîyekî li Vîyanayê da digel
hevalên xwe hate şehîd kirin.
Ew
cara duyemîn bû ku Qasimlo bi heyeta Komara Îslamî - li Kanûna Pêşîn [December]
ya 1988ê û li Kanûna Paşîn [January] ya 1989ê- peywendîyan dadine.
Cehfer
Sehrarûdî, cihgirê serokê Dezgehê Parastina Pasdaran li Kurdistana Iranê, di wê
teqekirina Vîyanayê da birîndar bû. Sehrarûdî bêyî ku polîsê Awusturyayê rê li
ber bigire, ji wê xestexaneya [nexweşxaneya] ku tê da dihat derman kirin,
derket û çû sefareta Komara Islamî û li roja 22.6.1989ê (**) jî ji Awusturyayê
derket. Kesekî dî yê bi navê Berzekyan, demekê ji alîyê polîsê Awusturyayê ve
hate girtin lê paşê hukmê girtina wî hate rakirin û Berzekyan [Buzurgiyan]
vegerya Tehranê. Kesê sêyemîn Hacî Mustefa Lacwêrdî [Hacî Mustefewî], serokê
Dezgehê Parastinê li herêma Kurdistana Iranê bû û ew jî bi serbestî ji
Awusturyayê derket.
(*)
Di vê nivîsê da roja şehîtbûna Dr. Qasimlo xelet hatîye nivîsîn. Rastîya wê ev e: 13.07.1989 [RH]
(**) ev deme jî divêt wisa be: 22.07.1989 [RH]
Bazar
[Muzakere] tête qeyid kirin
Gotûbêjên nûnerên Komara Islamî û rêberên Kurd ji
alîyê gotûbêjkeran ve, bi teybê hatin qeyid kirin. Polîsê Awusturyayê, piştî
hilgirtina wan kasetan bo demekî dirêj, nihe ew kasêt teslîmî Hizba [Partîya]
Demokrat ya Kurdistana Iranê kirin. Me şiya bi hevkarîya Evdila Hesenzade,
Sekreterê PDKÎ, guhdarîya wan kasetan bikin.
Evdirehman Qasimlo çu caran weha hûr dîtina xwe li ser
otonomîyê dîyar nekirîye. Gotinên nûnerên Komara Islamî jî, ku wan bawer
nedikir ku rojekê ew kasêt belav bibin, nîşanderên dîtin û şêweyê hizirkirina
karbidestên Komara Îslamî ne, ku di navbeyna têgihiştin û perspektîvên vî
serdemî û serdemê Hezretê Elî da tevlîhev dibin.
Kengî biryara kuştina Qasimloyî dan?
Başe gelo kujerên [qatilên] Qasimloyî piştî bihîstina
axivtinên behskirî biryara kuştina wî dan an berî destpêkirina gotûbêjan ew
biryar dabûn? Bi guhdarîya wan kasetan senaryoyeke weha di mejîyê wan da
çêdibe: "Karbidestên Komara Îslamî dizanîn ku Hizba [Partîya] Qasimloyî ji
alîyê leşkerî ve derb xwarîye û ji ber kesên ji partîyê cudabûyî ve jî lawaz
bûye û ew dibe ku bi rêya gotûbêjan pirsgirêkan çareser bike û bi vî rengî
hêvîya wan ew bû ku ew [PDKÎ] bi çarerêyeke navincî anjî azadbûna xebata hizba
xwe razî bibe."
Lê Qasimloyî di gotûbêjan da rik li ser hindê girtibû
ku divêt rêberên nû yên Komara Îslamî [Xumeynî 4.6.1989ê mirîbû] otonomîyê bo
Kurdistanê rabigihînin.
Nûnerên rejima Tehranê encamên rûniştina yêkemîn ya
gotûbêjan gihandin karbidestan û ferman gihişt ku "ji nav bibin".
[Anku Dr. Qasimlo bikujin. -RH]
Sehrarûdî dibêje: "Selam û Eleykûm, me biryar
daye ku ev peywendî bi timamî nepenî bin, çiku dijmin naxwazin ku ev pirs bêne
çareser kirin, heta hindek di nav dewleta Komara Îslamî da jî li dijî van
peywendîyan in. Nabe ku di nav dezgehên rêvebir da jî bi aşkerayî behsê vê
çendê bête kirin."
Qasimlo bêyî pêşgotin, rasterast diçe ser eslê pirsê:
"Me di hevdîtina xwe ya dûmahîyê da behsê du babetan kir; qebûlkirina eslê
otonomîyê û serbestbûna xebata hizba [partîya] me. We bersiv da û got ku nihe
rêberên rejimê otonomîyê qebûl nakin. Babetekî dî jî ku li polîtburoya me bi
dirêji li ser hate axivtin ew e ku gelo çekên pêşmergeyan dê bêne tehwîldan an
ne. Polîtburo [PB] di wê bawerîyê da ye ku nabe ku çek bêne tehwîldan. PB di wê
bawerîyê da ye ku piştî deh salên şerî û hemû gorîyan, otonomî bûye sembola
daxwazên me."
Hûn boçi
ji gotinan ditirsin?
[Qasimlo dewam dike...]
"Hûn dibêjin gotineke [peyveke] dî bi kar bînin.
Heke hûn naveroka otonomîyê qebûl dikin, başe gelo hûn boçi [çima] ji gotinan
ditirsin? Nifşê [Neslê] min nifşê demokratî û otonomîyê ye. Çaresernekirina
pirsa Kurdan dibe ku wan ji navendê dûr bêxe û wan ber bi daxwaza cudabûnê ve
bibe."
Sehrarûdî dest pê dike: "Eve cara yêkemîn e ku em
di warê şêweyê hizirkirina îslamî da li ser pirsa neteweyan diaxivin. Em ji bo
çareserkirina probleman bi gotina çu alîyekê nakin. Ne rojhilat û ne rojava û
em amade ne ku canê xwe jî di rêya armancên xwe da bidin."
Qasimlo dibêje: "Ez wan problemên ku hûn li ser
diaxivin û dibêjin ku asteng in di rêya ragihandina otonomîyê da qebûl nakim.
Axayê Xumeynî û Axayê Refsencanî nihe diçin bo nivêja eynîyê li Tehranê û ew
dikarin îşaretê bo pirsa otonomîya Kurdistanê bikin."
Û Qasimlo otonomîyê bi vî rengî hildisengîne.
Otonomî
çi ye?
"Me bawerî bi çar xalên eslî heye. Ya yêkemîn
otonomîya necivandina desthilatê di hukûmeta merkezî da. Xala duyemîn ya giring
ji me ra zimanê Kurdî ye. Divêt ku Kurdî zimanê resmî yê deverên Kurdcih be.
Pirsa sêyemîn xuyakirina tixûbên herêma otonomîyê ye. Ji bo vê pirsê divêt
dîyardeyên cografî, aborî û bi taybetî îradeya rûniştevanên navçeyên Kurdcih li
ber çav bêne girtin. Xala çaremîn ji bo Kurdan dîyardeya bingehîn e; ewlehîya
navxweyî ya deverên Kurdcih divêt bi destê Kurdan bête bi cih înan. Me ji van
zêdetir çu tişt nevêt û ji bo bi cih înana van şertan [mercan] jî em realîst
in.
Wekî nimûne, ji bo dîyarkirina tixûban bêşik dê pirsgirêk
peyda bibin, lê heke hûn babetên eslî qebûl bikin, em li ser babetên biçûk şerî
nakin. Nabe ku gotina otonomîyê bête guhorîn. Vê gotinê, li nik miletê Kurd
alîyê xwe yê atifî û dîrokî heye. Eve nimûneyek e. Ez di wê bawerîyê da me ku
hûn naveroka wê qebûl dikin lê hûn naxwazin wê gotinê bi kar bînin. Heke kesek
deqên [ayetên] ayînî bixwûne neşêt [nikare] bêyî Bismilahî Rehmanîl Rehîm dest
pê bike. Eve jî herweha ye. Hûn naveroka otonomîyê qebûl dikin lê Bismillaha wê
qebûl nakin.
Divêt em
bi Tehranê ra biaxivin
Li vê derê nûnerên Komara Îslamî dibêjin, ku berî
berdewambûna li ser gotûbêjan [ku hêvîyeke mezin pêkînabû] divêt peywendîyê bi
Tehranê ra bikin.
Dûtira rojê, 13ê Hezîranê (***), Sehrarûdî dibêje ku
me peywendî [têkilî] digel "biraderan" kir û li ser axivtina xwe
berdewam dibe: "We duhî got ku bila karbidestên Komara Îslamî li ser
nivêja eynîyê [heynî-înî] îşaretekê bo pirsa otonomîyê bikin... Babetên weha
hene ku berpirs û rêvebirên eynîyê dişên [dikarin] li ser biaxivin, lê tiştên
wisa jî hene ku bîr û bawerîyên me li ser wan yêk [hev] nagirin."
(***) Divêt 13ê Tîrmehê be. [RH]
Sehrarûdî êdî xwe ji wê suhbetê vedikêşe û vê çendê
zelal dike ku rejima Komara Îslamî çawa û bi çi rengî karên xwe bi cih tîne an
paşguh dike û dibêje: "Dîyar e ku hindek pirsên dî jî hene. Di van salên
dawîyê da behsê rola bazarî tête kirin. Hejmarek di wê bawerîyê da ye ku nabe
bazar aborîya Îranê bêxe nav destên xwe û mustezfîn wekî rûniştevanên hejmar du
lê bên. Demê Îmam hêj î sax bû ragihand ku îslam ne alîgirê sermayedarîyê ye û
nejî alîgirê aborîya dewletê ye, lê dîyardeyek e dixwaze di nav wan herduyan da
be. Rêya sêyemîn heye ku qanûna xwe heye; qanûn sê cara hate dan ber destê
parlementê, lê encam... heta ku li dawîyê neçar bûn ku rêbikin bo ber destê
Civata Dîyarkirina Meslehetê.
Îslam û otonomî
Nihe
em vegerin ser behsê otonomîyê... Di vî warî da jî wekî pirsa aborîyê du dîtin
hene. Yêk ji wan dibêje ku li ser demê Hezretê Elî, Hezretê wî li navenda
Xelîfeta Îslamî hukûmet çêdikir û deverên dî jî bi navê "Wîlayet"
hebûn ku bi destê "Walîyan" dihatin rêvebirin û wan desthilateke
berfirehtir û mezintir ji vê otonomîya evro [îro] hebû. Alîyê dî dibêjin nexêr,
ew dîyarde vedigere bo serdemê Hezretê Elî û dinyaya îro bi rengekî dî ye.
Dijminan dormandorê me dorpêç kirine. Endamên Natoyê û rejimên kevneperest
nahêlin ku otonomî di nav çarçove û tixûbên xwe da bimîne. Ew bi rêya
berfirehkirina wê hewil didin wê ji navendê [merkezê] cuda bikin. Otonomî ne
tiştekî wisa ye ku bi behskirina wê bi carekê an du caran li nivêja eynîyê bête
çareser kirin. Pirsa duyê jî ew e ku Hizba [Partîya] Demokrat dixwaze xwe di
hal û rewşa nihe da biparêze û digel Komara Îslamî gotûbêjan bike, lê şika min
nîne ku ev dîyardeye nayê qebûl kirin.
Sehrarûdî
careke dî li ser çawatîya birêvebirina rejima Komara Îslamî ya karûbaran xwe
xafil dike û dibêje ku; "ez nimûneyeke dî ji we ra tînim: Ev biryarên ku
nihe di meydana siyaseta derve da, hûn dibînin, piştî çendîn gotûbêjên salan
hatine dan. Biryara qetandina têkilîyên digel Amerîkayê [Dewletên Yêkbûyî yên
Amerîkayê-USA] û avakirina peywendîyan bi Yêkîtîya Sovyetan ra di şevekê da û
ji alîyê yêk kesî ve nehatîye dan. Gelek axivtin li ser hatine kirin, heta
piştî sê sala, deh sala, yazdeh sala û li berçav danana rewşa Sovyetê gihiştin
wê encamê ku bi wan ra li ser hindek tiştan li hev bikin. Boçi? Çiku me
problemên Afganistan, Pakistan û Kendavê [Golf] hene û xuya ye jî ku problemên
me bi rojavayê ve jî hene. Divêt li ser otonomîyê jî çend salan axivtin bête
kirin. Ez piştrast im ku şertên nihe wê otonomîya ku tu behsê wê dikî qebûl
nakin."
Li
vê derê Hacî Mustefa [Hacî Mustefewî] dikeve nav suhbetê û dibêje:
"Bismillahîl Rehmanîl Rehîm, partîyên komûnîst di warê neteweyan da xwe bi
dîtinên Stalînî ve girtine. Ereb dibêjin, bi dîtina me partîyên sosyaldemokrat
bîr û bawerîyên xwe hene. Derbareyê me hêzên îslamî û Komara Îslamî heta nihe
pirsa neteweyan hilnesengandîye. Heke Komara Îslamî bikare [bişêt] di vî warî
da bîr û bawerîyên xwe dîyar bike, dê serkevtineke gelek baş bi destê wê ve
bêt. Dîyar e ku di îslamê da sunneta pêxemberî û cihgirên wî heye. Hêvîdar im
ku Komara Îslamî wan dîyardeyan bêxe ber çavan û di navbeyna wan da, ya ku
sunneta pêxemberî destnîşan dike û ya we divêt nîvenîvek bête bi dest ve
înan."
Yêkîtîya Komarên Federal
Qasimlo
dibêje: "Hûn dibêjin pirsa eslî ya nihe ne çareserkirina otonomîyê ye, lê
dîyarkirina şêweyê peywendîyan e di navbeyna Hizba [Partîya] Demokrat û Komara
Îslamî da. Em hatine daxwaza çareserkirina pirsa otonomîyê ji we dikin."
Ew
paşê dibêje ku mafê çarenivîsê dikare bi şêweyê serbixweyî, federalî û
otonomîyê bête bi cih înan û wisa didomîne; "pirsa me ew e, em dixwazin
bizanin gelo Komara Îslamî bi rastî dixwaze pirsa neteweyan li Îranê çareser
bike an ne?. Heke divêt bi çi tarzî? Bi rengê serxwebûnî, federalî an
otonomîyê? Me kurdan kêmtir tişt xwastîye, belêm em federalîyê jî qebûl dikin.
Bi dîtina min, çiku îslamê di wî serdemî da awayekî federalîyê qebûl kirîbû, ya
çêtir ew e federalî li ber çavan bête danan û wekî nimûne Yêkîtîya Komarên
Federalî yên Îranê pêkbînin. Heke hûn çu ji van qebûl nakin, hingê xuya ye ku
hûn naxwazin pirsa neteweyan li Îranê çareser bikin... Dibe ku subehî beşekî dî
yê Îranê daxwaza otonomîyê bike. Divêt hûn aza bin û pirsa navxweyî ya Iranê bi
durustî û li goreyî qanûnê, wekî hev bo hemûyan, bo Ereban, Belûcan, Turkmen û
Kurdan çareser bikin, eve di paşerojê da dê mezin bibe."
Piştî
behskirineke kurt heyet biryarê didin ku roja piştî wê careke dî kom bibin.
Fazil
Resûl, navbeynkarê Kurdên Îranê (****) dibêje: "Hûn an dê li hev bên û we
divêt bêyî şer gotûbêjan bidomînin anjî dê her bi şerî gotûbêjan berdewam
bikin, lê ya baştir ew e ku hûn her nihe li ser tiştekê li hev bên... Derfetekî
[Keysekî) baş e. Dibe ku sê salên dî rewş bête guhorîn, parsengîya hêzan bi rengekî
dî be..."
Teq,
teq, teq, teq...
Eve
axivtinên wan yên dawîyê ne. Di teybê da dengê teqîna fîşekan tête bihîstin,
paşê bêdengî... Demê ku cîran polîsan ji birîndarîya Sehrerûdî agehdar dikin,
polîs rastî cendekên sê Kurdan tên.
(****)
Fazil Mihemed Resûl, Kurdê başûra Kurdistanê ye û dostê birêz Celal Talebanî,
Sekreterê Giştî yê Yêkîtîya Niştimanî ya Kurdistanê [YNK] bû ew jî di wê
felaketê da hate kuştin.
Berbang, Kovara
Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê, Hj. 106-107, r. 22-24 - Ji arşîva
ROJAN HAZIM
Not: Di wê
komkujîyê da digel Dr. Abdulrehman Qasimlo, hevalê wî yê partîyê, endamê
komîteya merkezî û berpirsiyarê partîyê yê Ewrûpayê Ebdula Qadirî Azerî jî hate
kuştin. -RH
***
Ji Rojnameya Kurdistan Pressê
Dr.
Qasimlo 6.10.1988ê li Stockholmê intervuyek daye Kurdistan Pressê. Li ser navê
Kurdistan Pressê Çetin Çeko bi Dr. Qasimlo ra intervuyê dike û di hejmarên 42
[6.10.1988] û 43ê [13.10.1988] da hatîye weşandin. Intervuyeke balkêş e û di
wan şert û mercan da li ser rewşa bi giştî Iran, rojhilatanavîn, dinya û
Kurdistanê bîr û bawerîyên xwe, polîtîkaya partîya xwe gelek bi zelalî behs
dike. Tesbît û analîzên wî yên hingê û dîtinên wî yên di demê muzakereya digel
rejima Komara Îslamî da li Vîyanayê hevdu timam dikin. Di zêhna Qasimlo da
istikrareke bîr û hizirî tête dîtin... Ji wê intervuya dirêj çend paragrafan li
jêr didim:
"Hedefa
stratejîk ya partîya me Demokrasî bo Îranê, Otonomî bo Kurdistanê ye. Em
otonomîyê dixwazin çiku em partîyeke realîst in. Belêm li Kurdistanê grûbên ku
serxwebûnê dixwazin, yên ku dixwazin parçeyên Kurdistanê bikine yêk jî hene.
Heke em jeopolîtîka Kurdistanê bidine ber çav eve pozisyoneke rasyonel nîne. Ji
ber ku gotina serxwebûnê tête manaya guhorîna tixûbên çar dewletan. Hem jî li
kî derê? Li Rojhilatanavîn!
Esasen
em mafê self-determînasyonê [Mafê Çarenivîsa Neteweyan ya Xwe bi Xwe]
diparêzin. Eve bi formên cuda dibe. Serxwebûn û federasyon jî di nav van forman
da ne. Têkoşîna me ji nav van forman ya ji bo otonomîyê ye. Nihe, şîara me ya
li Îranê jî otonomî ye.
Wekî
em bo otonomîyê têkoşînê didin vê nabêjin: Mafê Kurdan yê serxwebûnê nîne!
Nexêr,
heye.
Belêm,
siyaseta partîya me otonomî ye, serxwebûn nîne. Xelkê me jî piştevanîya vê siyaseta me dike.
Îro li Îranê xelkên dî jî dijîn. Fars li Îranê ji sedî
[%] 50 kêmtir in, anku kêmanî ne. Azerî, Kurd, Ereb, Belûcî û Tirkmen hemû
pêkve ji seda 50 zêdetir in. Li goreyî vê yêkê li Îranê sîstemê federalîyê
pêkbêt eve dê bête manaya bi cih hatina xwastekên me..."
[Kurdistan Press, hj. 42, 6.10.1988 - Ji arşîva ROJAN
HAZIM]
Dr. Qasimlo gava bersiva pirsa li ser êrişa Iraqê ya
li "Kurdistana Iraqê" ya di demê şerê Îran û Îraqê da dide tesbîteke
giring dike:
"Piştî bûyera Helepçeyê ez li hêvîyê bûm. Çiku
rewşa bûyera Helepçeyê li Iraqê cuda ye. Cara ewil Kurdên Iraqê Helepçe vegirt.
Paşê jî ertêşa Îranê kete Helepçeyê. Iraqê reaksiyoneke gelek dijwar nîşanî vê
tifaqê da..."
Ji vê tesbîta Dr. Qasimlo manayeke wisa derdikeve
heçku Îranê û "Kurdên Iraqê" di vegirtina Helepçeyê da tifaq kirîye û
rejima Seddam jî ji kerbên vê tifaqa Kurdan ya digel Îranê Helepçe bi jehra
kîmyayî bombarduman kirîye... Esasen ji serî were hizireke
wisa di serê hemû Kurdan da heye. Bi her hal tesbîta Dr. Qasimlo ya di vî warî
da gelek balkêş e.
[Kurdistan
Press, hj. 43, 13.10.1988 - Ji arşîva ROJAN HAZIM]
Di
vê intervuyê da Dr. Qasimlo tesbîteke dî ya giring dike ku ji bo îro jî ronîker
e: "... Ez dixwazim li ser xaleke li dîroka me rawestim. Bab û bapîrên me
di siyasetê da hertişt reş û spî dîtine. Di siyasetê da rêş û spî nîne. Di
siyasetê da tu tiştekê distînî û paşê jî ji bo standina tiştekî dî dixebitî.
Nîvîya Kurdan li Tirkîyeyê dijîn û pirsa Kurd li Tirkîyeyê dê bigihe
çareserîyekê. Eve dê ji bo parçeyên dî jî bibe nimûne. Belêm ji bo vê yêkê
divêt gelek bixebitin, têkoşînê bidin, terka sloganên xirab bikin û bibine
xwudanê xweşbînîyê [toleransê]. Hêvîya min ji Kurdên Tirkîyeyê gelek e. Em wekî
Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê gelek vekirî piştevanîya hemû têkoşînên
rizgarîya neteweyî yên li dinyayê dikin. Helbet destekê didine têkoşîna xelkê
Kurd ya li Tirkîyeyê jî. Eve mafê me ye. Eve nayête manaya ku em têkilî
karûbarên navînî yên Tirkîyeyê dibin. Eve
ji bo me ji alîyê millî û mirovî ve hem mafê me ye hem jî erkê me ye..."
[Kurdistan Press, hj. 43, 13.10.1988 - Ji arşîva ROJAN
HAZIM]
Mixabin ku ev lîderê Kurd yê navdar û jîr di hevdîtina
digel heyeta Komara Islamî ya Îranê ya bi armanca çareserkirina pirsa Kurd ya
li rojhilata Kurdistanê da bi biryara rejima Îranê gelek bêbextane hate şehîd
kirin. Hevjîna berê ya Dr. Qasimlo Xanim Helene Krulichê hilbijartina vê rojê
jî balkêş dîtibû û gotibû ku di 40 rojîya şîna Xumeynî da hate kuştin Dr.
Qasimlo. Dîyar e lolebkêşên rejima Komara Îslamî ya Îranê fitoya li ser kuştina
Dr. Qasimlo ya Xumeynî bi cih înabûn. Xumeynî wekî dijî Kurdan li Tebaxa 1979ê
şer daye dest pê kirin di beyanateke xwe ya di televizyona dewletê da Dr.
Qasimlo wekî "Dijminê yêkemîn yê Xwudê" îlan kiribû.
Li ser vê yêkê Dr. Qasimlo di suhbeteke me ya li
Kurdistanê da got ku Xumeynî di derheqê wî da "Ew şeytanê buzurk e"
gotîye. Di Farisî da "Şeytanê buzurk" anku "Şeytanê mezin"
e...
Bila rûyê rejima Komara Îslamî ya Îranê reş û tarî
be!.. Ku ji xwe wisa ye!.
Bi vê tesbîtê ve girêdayî di wext û zeman da ew gotina
babê Dr. Qasimlo jî balkêş e. Dr. Hesen di van bîrhatinên xwe da behs dike. Dr.
Qasimlo di suhbeteke xwe da ji Dr. Hesen ra wisa dibêje: "Babê min her dem
ji min ra digot, kurê min ji bîr neke ku tu wê salê hatîye dinyayê ku dewleta
eceman, [mexsed jê dewleta Îranê ya ku
miletê Fars hakim e, domînant e, lê di nav gelek Kurdan da ji bo Azerîyên Îranê
jî "Ecem" tête gotin - RH] ku dijminên me bûn, bi awayekî
nemerdane rêberê şoreşa Kurdistanê yê hingê anku Simkoyê Şikak bi bêbextî şehîd
kirin. Tu vê meseleyê qet ji bîr neke…“
Babê Dr. Qasimlo xwandineke gelek jîrane li ser
zihnîyet, niyet û pratîka dagîrkeran kirîye, reşîya dil û hinavên wan bi
tecrubeya salan zanîye û şîreteke babînî li kurê xwe kirîye ku ji vê suhbeta
digel Dr. Hesen jî xuya dibe ku Dr. Qasimlo ev şîreta babê xwe di bîra xwe da
hêlaye ku behs kirîye, lê mixabin di pratîka wan hevdîtinên bi "dewleta
eceman" ra li xwe î hişyar nebûye.
Helbet ya çûyî çûyîye û vekêlana xwezîyan yên çûyî
venagerîne. Lê axir ji dîrokê ders wergirtin jî divêt hebe. Gotina pêşîyan e;
Av dinive dijmin nanive!.. Hingê divêt hûn jî nenivin û hişyar bimînin!.
Dijmin di hevdîtin û muzakereyan da jî be nanive û
heke sanîyeyekê jî firsetê bibîne li hevrikê xwe dide ku di nimûneya Dr.
Qasimlo da hate dîtin.
Dr. Qasimlo ew şîreta babê xwe wekî guhark di guhê xwe
da hêlaye belêm xwezî di pratîkê da bi cih înaba ku ew aqîbeta Simko bi serê wî
jî nehatiba!..
..."
Not:
Ji pêşgotina min ya pirtûka Dr. Hesen Şetevî ya bi
navê Rêya Jîyanê
Foto: Ji arşîva min, Dr. Hesen Şetevî û Chris Kutschera]