Pêşeng û
rêvebirên xelkê Kurdistanê li başûr bi piranîyeke maqûl ya rêje bilind biryar
dan ku xwezî û daxwaza xelkê Kurd û Kurdistanê bi referandumê bête kivş kirin
ku reng, form û statuya ji bo paşeroja xwe bi zelalî xuya bikin û bo bîr û
rehîya giştî ya cîhanê bidine ragihandin. Wextê referandumê jî hatîye aşkera
kirin: 25 Îlon 2017. Armanc tesbîtkirina rehîya xelkê Kurdistanê ye ka
serxwebûnê dixwaze an ne.
Her di serî
da divêt bête gotin ku ev hewildane di cihê xwe da ye. Hem ji alîyê dem, hem ji
alîyê konjonktura navxweyî, navçeyî û navneteweyî ve hem jî ji alîyê
heqqanîyeta li ser daxwaza xelkê Kurd ve pirseke ku divêt bête zelal kirin. Di
cografyaya ku Kurd lê dijîn, li Kurdistanê ji alîyê dagîrkerên Kurdistanê
bigirin heta dewletên dinyayê li goreyî armanc û berjewendîyên xwe yên piralî
emelîyateke jîyanî ya cerrahî dikin û plan û projeyên wan terefan li goreyî xwe
zelal in. Di vê hercûmercê da heqê Kurdan e ku xwezî û daxwaza xwe bi dengekî
bilind bêjin ka çi dixwazin. Bedena wan li ber nişterê ye û ma ne hewce ye ku
Kurd bêjin berî emelîyatê divêt em ya xwe bêjin. Lewma biryara referanduma li
başûra Kurdistanê rast e, heq e û pedivî ye. Divêt Kurd bi vê referandumê ve
bêjine UNê, bêjine Amerîkayê [USA], bêjine Yêkîtîya Ewrûpayê, bêjine Rûsyayê û
hemû dewletên ku bi navçeya rojhilatanavîn ve mijûl û herweja bêjine dewletên
dagîrker em xwe zelal dikin, em dixwazin qedera xwe bi destê xwe beyan bikin û
bi dinyayê ra bidine zanîn ku em li ser axa xwe, di welatê xwe da serxwebûnê
dixwazin, em dixwazin li welatê xwe xwe bi xwe xwe îdare bikin.
Di vê
mijarê da qet hewce nake ku Kurd çu kesê qani bikin, an razî bikin anjî ji bo
bi cih înana vê biryarê destûrê bixwazin. Mafekî gelek rewa û xwezayî ye û
divêt Kurd vê daxwaza xwe ya heqqane nekine mijara munaqeşe anjî gotûbêjê.
Rêvebirîya
başûra Kurdistanê, rêber û pêşengên başûra Kurdistanê ev biryara hinde giring
digel hêz û kesên xwudan berpirsiyarî yên beşên di yên Kurdistanê gotûbêj
nekirine, bîr û hizira wan wernegirtîye, digel wan neşêwirîne, bi aqilê muşterek
yê Kurdistana mezin gav neavêtîne û gelek pirsên dî dikarin bêne kirin. Eve
hemû lazim bû bêne kirin, lê belê nehatîne kirin, lê disa ve ev gazinde divêt
nebine asteng ku referanduma li başûra Kurdistanê neyête kirin an dij bête
rawestan. Rewşa Kurd û Kurdistanê li meydanê ye, rewş û pozisyona partî, rêxistin,
şexsîyetên neteweyî jî tête dîtin û zanîn. Tiştekî nedîyar nîne ku herkesê
hisab û kitabek heye di meydana siyasetê da. Bi taybetî her partîya Kurdistanê
hedefên xwe yên rêxistinî daîm li pêş digirin ku eve bi berfirehî tête zanîn.
Kurd hemû ya dilê hevdu baş dizanin. Eve
jî zelal û aşkera ye.
Îro divêt
çi bête kirin? Amerîka, Rûsya, Yêkîtîya Ewrûpayê dixwazin rojhilatanavîn li
goreyî dînamîkên îro dizayn bikin. Kurdistan tam di nîveka vê operasyona mezin
da ye. Van hemû alîyan jî reçeteyek, planek, projeyek heye. Hemû jî daxwazin
rengê statuya Kurdan li goreyî rewşê, konjonkturê û berjewendîyan destnîşan
bikin. Gelek aşkera dixwazin libasekê bidirûn bo Kurdan. Başe Kurd bêdeng
bimînin? Ma nevêt Kurd pîv û pîvanên libasê li goreyî bedena xwe bêjin?
Gotinên
filan partî, filan kes dixwazin referandumê bikine aletê armancên xwe û gelek
tiştên dî têne kirin û dê bêne kirin jî. Dîsa tête gotin ku divêt biryara
referandumê hemû alîyên polîtîk yên Kurdistana mezin bidin. Gelek baş tête
zanîn ku eve di pratîka îro da zehmet e. Paşê li rojavaya
Kurdistanê
jî statuyek tête ava kirin û bi rêve birin lê pirsa çu alîyên dî yên Kurdistanê
nayê kirin.
Digel hindê
jî gava xelkê rojavaya Kurdistanê kantonên xwe ava kirin û paşê jî biryara
federalîyê dan piranîya maqûl ya Kurdan destek dayê û rêz li biryara xelkê xwe
yê li rojavayê girtin.
Şik tê da
nîne ku xwezî meclisek, encumenek an kongreyeke mezin ya Kurdistana mezin heba
û hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî tê da bi rengê koalisyonel hatiban temsîl
kirin û bi vê temsîlîyeta bilind li ser hemû bûn û bûyerên Kurdistanê, li ser
qedera xwe bi xwe ya Kurdistanê biryar daba. Belêm mixabin ku ew organa ku hemû
Kurd û Kurdistanî hêvî dikin di şertên îro da nîne û pêknehatîye. Dîsa ve
mixabin ku ev perîşanîya Kurd û Kurdistanîyan ya belav didome. Hingê divêt çi
bikin? Li hêvîya wê organê bimînin? Jîyan, siyaset û hertişt statîk nîne,
dînamîk e û gava ji bo armanceke mezin û stratejîk firset hate pêş êdî divêt bi
imkan, şert û hebûnên heyî biryarek bête dan. Vêca heke di vê siyaseta
parçebûyî ya Kurdistanê da hertişt mutleq bi biryara hevrayî ya seranserê
Kurdistanê ve bête girêdan eve dê digel xwe bêbizavîyê, bêbiryarîyê bîne ku eve
pratîk nîne. Eve di vê kontekst [girêdan] û çarçoveya spesîfîk ya kivşkirina
daxwaza Kurdan ya li ser qedera xwe da li başûra Kurdistanê bi gotina herî sade
ne binas û argumentên tetmînkar in. Di vê xalê da israr reftareke negatîv e û
bi çu rengî xizmeta bejewendîyên neteweyî û niştimanî nake. Kurd di mijareke
hinde stratejîk da heke bikevine nav van munaqeşeyên stewr dê zerar û ziyaneke
mezin bibînin. Lewma Kurd divêt zûtirîn dem arêşe û pirsgirêkên navxweyî bidine
alîyekê û li ser vê xala hevpişk ya neteweyî û welatî hevdeng, hevbîr û
hevpozisyon bin û vê biryarê di pratîke da bi cih bînin. Referanduma ku daxwaza
xelkê Kurd ya li beşê başûr ya li ser serxwebûnê aşkera bike divêt gelek
profesyonalane bête organîze kirin. Referandum divêt di bin rêvebirîyeke
demokratîk û neteweyî û niştimanî da bête bi rê ve birin û encamdan.
Xelkê me,
xelkê Kurdistanê li başûr dixwazin daxwaza xwe ji bo yar û neyaran zelal bikin
û xwezîya xwe ya serxwebûnê dîyar bikin. Eve daxwazeke gelek heq, adil, mirovî
û demokratîk e. Ya dikeve berê her Kurd û Kurdistanîyekê û beşên dî yên
Kurdistanê piştevanî ye ku xelkê me di vê referandumê da bêje dinyayê em dixwazin
qedera xwe xwe bi xwe tayîn bikin. Her hind e!.
Kî dijî
referandumê ne? Di serî da dagîrkerên Kurdistanê; TC, Îran, Bexdaya li bin
îdareya nasyonalîzma Erebî, Şam û tifaqdarên wan.
Dewletên ku
li rojhilatanavîn di nav emelîyatê da ne çi dibêjin? Referandum heqê Kurdan e
lê ne wextê wê ye!
Ankara,
Tehran, Bexda û Şam ji bilî vê da çi bêjin gelo?
An dewletên
dî? Ma hema yêkser dê bêjin Kurd serbixwe bin û serxwebûna xwe îlan bikin?
Manewrayên
siyasî dê bêne kirin û dê her jî hebin.
Belêm di vê
mijara kivşkirina qedera xwe da Kurd divêt hewcehîyê bi manewrayê nekin û hem
rasyonel hem jî rastgo bin. Di vê daxwaza heq da "takîye kirin"
layiqî Kurdan nîne û divêt nekin. Divêt gelek şeffaf bi dengdana li ser sindoqê
daxwaza xwe ya heqqane bêjin: Serxwebûn!.
Ev biryare
dê di pratîkê da kengî û çawa bête bi cih înan, ew jî girêdayî konjonkturê û
hêz û şiyana Kurdan û zîrekîya wan e.
Di vê
çarçoveyê da dijî referandumê sekinîn, ji bo negatîvîyetê binas afirandin û
qayîşkêşîya pûç ya li ser bi giştî biryara referandumê layiqî bîr û hizir û
pratîka neteweyî û welatî nîne. Eve divêt bête zanîn.
Helbet hêj
wext heye ji bo roja referandumê. Gelo xelkê me dê çi bêje? Li goreyî hejmara hêzên
ku ev pêşniyare kirî, temsîlîyeteke bilind heye di vê hewildanê da. Tête hêvî
kirin ku Kurd bi rêjeyeke seda sed bêjin belê bo serxwebûnê. Ya rast ev e. Qet
nebe divêt dengê piranîya maqûl ya bi hejmareke bilind belê derkeve ji sindoqa
referandumê. Hewildanên ji bo gihiştina vê encamê jî divêt gelek organîze bêne
kirin û hêz û kesên dudil anjî dij jî divêt bêne qani kirin. Di şertên
demokratîk da mafê yên dij derdikevin jî helbet heye. Lê belê, prosenteke biçûk
jî be rehîyên NO derkevin dijmin û neyar dê ji bo berjewendîyên xwe li dijî
Kurd û Kurdistanê bi kar bînin. Lewma divêt di vê referandumê da bo serxwebûnê
BELÊ bête gotin. Berpirsiyarîya dîrokî ya neteweyî û welatî vê dixwaze.
ROJAN HAZIM
12 Hezîran 2017
Not:
Kombûna ku
biryara referandumê lê hatîye standin, 7ê Hezîranê [2017] li Pîrmama Hewlêrê
bûye. Teklîfa kombûnê ji serokê Herêma Kurdistanê kak Mesûd Barzanî hatîye û ev
partî û rêxistin beşdar bûne:
“Partîya Demokrat ya
Kurdistanê, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Yêkgirtûya Îslamî ya
Kurdistanê, Bizava Îslamî ya Kurdistanê, Partîya Komunîst ya Kurdistanê, Partîya
Sosyalîst ya Demokrat ya Kurdistanê, Partîya Zehmetkêşan ya Kurdistanê, Partîya
Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partîya Çaksazîya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsteya
Hewlêrê ya Tirkmenî, Enîya Tirkmenî ya Iraqê, Partîya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsteya
Ermenî di Parlamentoya Kurdistanê da, Bizava Demokrat ya Aşûrî, Encumena Gel ya
Kildanî-Aşûrî.”
Ev çar xal jî bi yêkdengî
hatine dîyar kirin:
Yekem: Roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referandumê
li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya
herêmê hat diyarkirin.
Duyem: Her ji roja dawîhatina civînê heta dema birêveçûna
referandumê, hemû alî xebatê ji bo ji bo çalakkiirna parlamentoyê û
çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew yek jî bi armanca bi dest xistina
komdengiya niştimanî.
Sêyem: Tekezî li ser başkirina debar û rewşa jiyana xelkê û
awirdan li arîşeyên aborî yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û
tijwêj û xelkê kêmdahat hat kirin.
Çarem: Biryar hat dayîn ji bo pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê
bi serokatiya birêz Mesûd Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn, ku heta roja 12ê
Îlona 2017ê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet
bi referandum û piştî referandumê de diyar bikin.”
Serkanî:
KURDISTAN - 25ê Îlonê
roja referanduma serxwebûnê ye
Ji aliyê RÛDAW 7-6-2017
Civîna îro ya Barzanî û
aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.
Pîrmam (Rûdaw) - Di civîna Barzanî û
aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de biryar li ser roja referanduma
serxwebûna Herêma Kurdistanê hat dayîn û li gorî daxuyaniya piştî civînê, roja
25ê Îlona îsal weke roja pêkanîna referandumê hatiye diyarkirin.
Îro çarşembî 7ê Hezîrana
2017ê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê
Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya. Mijara sereke ya civîna îro
gotûbêjkirina pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.
Civîna navbera Barzanî û
nûnerên aliyên siyasî di demjimêr 15:00ê piştî nîvro de dest pê kir û berî
demekî civîn bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî dawî pê hat.
Li gorî daxuyaniyê ku
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, di civîna
îro de derbarê lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê de biryar hat
dayîn û roja 25ê Îlona 2017 (îsal) wele roja birêveçûna referandumê hat
diyarkirin.
Di destpêka daxuyaniyê de
tê gotin: “Roja çarşembiyê 7ê meha 6 a 2017ê li Selahedînê nûnerên pilebilindên
partiyên siyasî yên nava parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr û Serok û Cîgirê Serokê Komîsyona
Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd
Barzanî civiyan.”
Derbarê naveroka civînê
de jî hatiye gotin: “Di civînê de bi berfirehî mijara referandum û hilbijarina
Parlamentoya Kurdistanê û arîşeyên siyasî yên navxweî yên Herêma Kurdistanê û
rewşa herêmî û cîhanê hatin gengeşkirin û amadebûyên civînê nêrînên xwe li ser
pêwsîtiya referandumê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê û rewşa
zatî û babetî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.”
Li gorî daxuyaniyê, di vê
civînê de amadebûyên civînê bi koma dengan li ser van çend xalan li hev kirin:
“Yekem: Roja 25ê
Îlona 2017ê weke roja sazkirina referandumê li Herêma Kurdistana Iraqê û
navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hat diyarkirin.
Duyem: Her ji roja dawîhatina
civînê heta dema birêveçûna referandumê, hemû alî xebatê ji bo ji bo
çalakkiirna parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew yek jî bi
armanca bi dest xistina komdengiya niştimanî.
Sêyem:
Tekezî li ser başkirina debar û rewşa jiyana xelkê û awirdan li arîşeyên aborî
yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û tijwêj û xelkê kêmdahat hat
kirin.
Çarem: Biryar hat dayîn ji bo
pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê bi serokatiya birêz Mesûd Barzanî.
Herwiha biryar hat dayîn, ku heta roja 12ê Îlona 2017ê partiyên siyasî nûnerên
xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet bi referandum û piştî referandumê de
diyar bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de
navê alî û partiyên siyasî yên beşdar di civînê de bi vî awayî hatiye rêzkirin:
“Partiya Demokrata
Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya
Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya
Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya
Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsta
Hewlêr a Tirkmenî, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsta
Ermen di Parlamentoya Kurdistanê de, Bizava Demokrata Aşûrî, Encumena Gel a
Kildanî-Aşûrî.”
Pêştir peyamnêrê Rûdawê
Senger Ebdurehman ku ji bo şopandina civîna Barzanî û aliyên siyasî li Pîrmamê
ye, ragihandibû: “Di civînê de biryar hatiye dan, ku 25ê Îlona 2017ê referandum
birêve biçe.”
Senger Ebdurehman herwiha
gotibû: “Di civînê de herwiha biryar hatiye dan, ku 6ê meha 11 a îsal
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di dema
xwe ya diyarkirî de werin sazkirin.”
Peyamnêrê me herwiha dabû
xuyakirin: “Di civînê de herwiha biryar hat dayîn ku çend komîteyên bilind bi
serokatiya Barzanî bo referandumê werin pêkanîn, ji bo ku serdana welatên
deverê û welatên erebî bikin û herwiha ji bo ku gotûbêjê li gel Bexdayê jî
bikin.
http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/070620176