Nîsan heyva nîveka biharê ye. Bihar êdî
kemilîye, gihiştîye, vebûye... Li Kurdistanê li dol û nihalên avî, li dora
çeman darbahîvan ji dûmahîka Adarê pê ve kulîlk dabûn... Li Nîsanê berê xwe dan
wan daran û ew kulîlk bûne bahîvterk. Bahîvên Nîsanê yên ter û taze fêqîyê
[meyweyê] bihara ewil e... Bahîv ji kevin were fêqîyê Kurdistanê ye. Kurdistan
û coğrafyaya Kurdistanê lê hema bêjin ci destpêka jîyanê were cih û warê
bahîvan e... Ji Babilê heta Kurdistan û ber bi rojhilatê ve warên ewil yên
şînbûna bahîvan e... Bi taybetî sentrala Kurdistanê ji alîyê şînbûna xwezayî û
çandina darbahîvan ve dewlemend e. Vêca gava dibû Nîsan dol û nihal û berçem
dibûne cihên gera biharê û bahîv bi ber talanê diketin û bahîvterk hêj bi darê
ve dihatin xwarin... Helbet dihatin kom kirin û li bazarê dihatin firotin...
Canemerg - Kurdistan
Li cihên bilind yên Kurdistanê hêj jî kevî
beleke hene... Belêm Nîsan ji her alî ve heyva gihiştina biharê ye... Ji ber
helyana befrê av û derav boş in. Baraneke xurt jî dibare. Li ser barana Nîsanê
gelek çîrok, metelok û gotin hene... Hema di serî da tête tewsîye kirin ku xort
û ciwan li bin barana Nîsanê serkol bigerin ku bo wan saxî û silametî ye û
gelek tewaturên dî... Avetîkên Nîsanê meşhûr in li Kurdistanê ku carina dibine
lehî û lêmişt jî... Lê barana Nîsanê ji bo çandina havînê roleke esasî digire û
divêt Nîsan bi barana xwe ve axê ji avê têr bike daku çandina dêmî ya havînê
têr ber be... Mêrg û çîmen şîn dibin... Nîsan biharê digihîne û dewrî Gulanê
dike ku tama biharê di heyva Gulanê da baş tête wergirtin...
Nîsana Iskandînavyayê îsal germ nebû. Bi taybetî
Danmark, paytext Kopenhag sar ma li Nîsanê. Car baran, car gijlok û xelkê çavê
hetavê têra xwe nedît... Daran kulîlk dane, belêm hêj jî şînkatî baş negihiştîye,
dar û bar têr belg nebûne, belgan baş nevedane... Nîsan xilas bû hêj jî hewa
sar e, ne hewayê biharê ye.
Kopenhag - Nîsan 2016
Kopenhagen - Nîsan 2016
Kopenhag - Nîsan 2016
Bûn û bûyerên Nîsanê
Di heyva Nîsanê da gelek rûdanên ji hev cuda hatine
dîtin û jîyan. Ji alîyê sosyal, kulturî, polîtîk û gelek warên dî ve bûyerên
cuda qewimîn...
Heke hilbijêrîyek ji wan rûdanan bête kirin, di
serî da operasyonên leşkerî yên ertêşa TCyê yên li Gevera Hekarîya tên. Ertêşa
TCyê paralelî operasyonên xwe yên li şehr û şehrokên dî yên Kurdistanê bi
operasyoneke mezin û berfireh hêza xwe ajote ser Geverê. Gever warekî giring û
stratejîk e di şoreşa bakur da... Xelkekî serhildêr, berxwedêr û têkoşer. Xelkê
Geverê bi taybetî di têkoşîna van salên dawîyê da li dijî dagîrkerîya TCyê kire
çeperekî xurt yê bizava rizgarî û azadîya Kurdistanê. Ji ber hindê ye TCyê
ertêşa xwe, polîsê xwe bi çek û çolên herî giran rêkire ser Geverê. Ertêşa TCyê
di heyva Nîsanê da Gever bo xwe kire laboratuwara şer û hemû çekên giran li ser
Geverê û Gevrîyan bi kar înan. Bi bombardumana ji erdî û esmanî Gever kavil û
wêran kirine. Digel vê sefera nû ya ertêşa TCyê ya fetih kirina Geverê encam bi
dilê wan nîne. Xelkê Geverê berxwedide ertêş hêzê berze dike. Mixabin ku di vî
şerê asîmetrîk da Geverî jî gorîyan didin... Bi her hal heyva Nîsanê bi dawî
hat belêm he êrişa li ser Geverê dom dike hem jî berxwedana Geverîyan didome...
Dijmin zerar û ziyaneke mezin didine Geverê û Geverîyan lê digel vê hêza xwe ya
mezin ew jî zerar û ziyaneke mezin dibînin. Bi van operasyonên heyva Nîsanê TC
û ertêşa wê careke dî dagîrkerîya xwe ya hov nîşan dan. Bi van operasyonên
neyarane yên TCyê Kurd û Kurdistanî gaveke dî nêzîkî ruha Kurdistanî bûyînê
dibin û hêvîya wan ya rizgarî û azadîya Kurdistanê xurttir û mezintir dibe.
Gever di bin bombardumana TCyê da
Du welatî berbiçavtir
derdikeve pêş
TCyê bi êrişên xwe yên ji havîna 2015ê were tiştek
ron û zelaltir kir di çavê Kurd û Kurdistanîyan da: TC dagîrker, kolonyalîst e.
Kurdistan dagîr kirîye, bi hemû hêza xwe ve li Kurdistanê hêzeke bîyanî ye,
dagîrker e, talanker e. Kurdistanî êdî bi vê şuûrê dijî TCyê berxwedidin. Xeta
Kurdistanê û TCyê kivş bûye. Kurd bo rizgarî û azadîya Kurdistanê têkoşînê
didin. TC bi hemû hêza xwe ya leşkerî, îdarî û aborî ve êdî nikare rê li ber vê
geşbûnê bigire. Bi taybetî di sefera ertêşa TCyê ya li Silopî, Cizîr, Şirnex,
Sûr û Rezana Amedê, Hezex û Nisêbînê û di dawîyê da jî komple êrişa li ser Wan
û Hekarîya rûyê dagîrkerîya TCyê xuyatir kir. Du çeperî, du seferî, du alîtîya
şerî, du hêzî, du welatî, du xelkî bi hemû naveroka xwe ya eslî ve derketîye
meydanê. Di çavê Kurdistanîyan da "Em û Ew", Kurdistan û TCya
dagîrker, Kurd û Tirk, êdî zelal û rontir in. TC bi hemû dem û dezgehên dewleta
xwe ve xelkê xwe, xelkê Tirk wisa motîve dikin ku dijî Kurdan êrişkarîya xwe
nîşan bidin. Ertêş û polîsê taybet yê TCyê yê li van êrişên li Kurdistanê hatîne
wezîfedar kirin, hêzên hilbijartî ne. Yên herî reperest, nijadperest, şovenîst
û faşîst ji bo sefera Kurdistanê hatine rêkirin. Di cihên şer da sloganên kirêt
li dîwaran dinivîsin. Ev êrişên li Kurdistanê têne kirin bi rengekî fetih
kirineke nû têne kirin.
Hindek ji wan
sloganan ev in:
Türksen övün değilsen itaat et
Anku: Tirk bî serbilind be, nebî serê xwe şor bike
[nebî itiadê bike]
Kurdun dişine kan değdi, korkun
Anku: Xwûn bi didanê gurgî ket, bitirsin
[Gurgê boz sembola nijadperestên Tirk e.]
Kanımız aksa da zafer İslam’ın - Esedullah Timi
Anku: Xwûna me jî birije serkevtin ya islamê ye
- Tîma Esedullah
Di bin vê sloganê da "Tîma Esedullah"
dinivise. Kî ne ev "Tîma Esedullah"? Boçi navê "Esedullah"?
Eve cihê pirsê jî bin ji alîyê Kurdan ve baş tête têgihiştin ku ev îmza ya
"Dewleta kûr" ya TCyê ye, ya Ergenekonê ye... Ergenekon, ertêş, polîs
û hemû dem û dezgehên TCyê yên sivîl û fermî, yên şerî di pirsa Kurd û
Kurdistanê da, di seyr û seferên Kurdistanê da islamê, dîn û diyanetê, quranê,
nivêjê, mizgeftê axir hertiştê bi dînê islamê ve girêdayî bi kar tînin ji bo
armacên xwe yên kirêt û qirêj yên li Kurdistanê. Navê "Tîma
Esedullah" jî bi zanahî bi kar tînin. Yêk ev operasyone bi biryar û
fermana hukûmeta islamî ya AKPê têne kirin lewma navekî dînî li hisaba wan têt.
Du xwe bi vî navî mezin dikin, dixwazin sehma xwe li sere Kurdan zal bikin.
Çiku di Erebî da "Esed" tête manay "şêr" anku
"esed" "şêr" e. Esedullah tête manaya "Şêrê Xwudê".
Vêca ev tîmên xwûn û xwûndarîyê gelek bi zanahî vî navî wekî îmza bi kar tînin
di bin van sloganan da. Dixwazin xwe wekî "şêrên Xwudê" bi nav bikin.
Li goreyî wan Kurd, minafiq in, ne islam in, lewma leşker û polisên TCyê
"Şêrên Xwudê" ne û dijî Kurdê kafir ji bo Xwudê wekî şêran şerî
dikin... Goya dixwazin vê mesajê bidine Kurdan!..
Ev slogan zihnîyeta TCyê, kîn û nefreta TCyê,
neyarîya TCyê ya kûr û ya sedan salî nîşan didin. Belêm ev metode, ev slogan û
mesaje ji bo Kurdan gelek sivik û erzan in, taktîkên şevî ne û misqalek mana
îfade nakin. Gotineke pêşîya heye: Se direwe, karwan diçe... Bombardumanê jî
bikin, girtinê û kuştinê jî bikin, sloganên kîn û nefretê jî binivîsin, bê
fayde ye. Neşêne Kurdan. Ev polîtîka TCyê ya şer û kuşt û kuştdarîyê ya berzekirinê
ye û TCyê berze kirîye, TC binkevtî ye. Xwûn ji ber Kurdan diçe, şehr û şehrok
û gundên wan kavil û wêran dibin, avahîyên wan bi serê wan da têne hilweşandin
belêm qazanc dikin û Kurda qazanc kirîye, Kurd serkevtî ne.
TC û spor
Yêk ji bûyerên ku li heyva Nîsanê pêkhatî jî di
meydana sporê da rû da.
Taxima futbolê [pêholê] ya Amedê, Amedspor, di
lîga duyemîn da beramberî "Ankara Gücü" leyist.
24ê Nîsanê li Ankarayê li "19 Mayıs Stadı"
[Stadyûma 19ê Gulanê] di navbeyna Amedspor û "Ankaragücü" [Hêza
Ankarayê] maç hate kirin. Ankaragücü golek, Amedsporê jî du gol avêtin û di
encam da Amedsporê maç qazanc kir û serkevt. Piştî vê encama serkevtî ya
Amedsporê, seyirdar û rêvebirên taxima Ankaragücü êrişî leyizvan û rêvebirên
Amedsporê kirin. Rêvebirên taxima Amedsporê hatin birîndar kirin. Di maçê da ji
xwe seyirdarên Ankaragücü şûna ku sloganên piştevanîya taxima xwe bêjin, sloganên
dijî Kurdan gotin. Kurd û leyizvanên Amedsporê bi "terorîstîyê" itham
kirin. Polîsan dengê xwe li van êrişkaran nekir. Çukesê berevanî jî nekir.
Adeta polîsan jî seyirdar û rêvebirên Ankaragücü teşwîq dikirin ku tola xwe ji
Amedsporîyan, anku ji Kurdan anku ji terorîstan bistînin!..
Eve demekî dirêj e ku li her derê ku Amedspor
diçê û maçê dike, ev tabloya êrişkar berdewam e. Maçên digel Amedsporê wekî maçên
"Millî" têne qebûl kirin ji teref seyirdarên taximên Tirkan ve.
Li maça Amedspor û
Bursasporê jî [31. 01. 2016] kêm zêde ew erişkarî hatibû kirin. Lê di wê maçê
da jî Amedspor serkevtibû. Amedsporê du gol avêtibûne tora Bursasporê.
[Amedspor 2- Bursaspor 1]...
Piştî wê serkevtinê kaptanê taxima Amedsporê
Denîz Nakî, beyanateke xurt dabû medyayê. Danîz Nakî di daxuyanîya xwe da behsê
aştîyê kiribû û ev serkevtina maçê dîyarîyî berxwedêr, birîndar û kuştîyên doza
azadîya Kurdistanê kiribû... TCyê, dem û dezgehên nijadperest dîsa ve êrişî
Danîz Naki kirin û Federasyona Futbolê ya TCyê ciza dane Danîz Nakî...
Denîz Nakî - Amedspor
Piştî êrişa li ser Amedsporê ya li Ankarayê jî
futbolîstekî Amedsporê [Abdullah Çetîn], 29ê Nîsana 2016ê ji bo ajansa ANFê wisa
digot:
"Li her derê ku em diçinê bi alayên TCyê û
sloganên faşistî pêşwazîya me dikin. Di hemû maçên me da hûnê bêjin ew digel
taxima Yewnanistane an ya Italyayê dileyizin. Maçên digel taxima me wekî
"maça millî" dibînin û wisa tezahuratê bo taxima xwe dikin... Ê em jî
Kurd in û li dijî şerê li navçeyê dibe, dengê aştîyê bilind dikin. Daku ji
herdu alîyan mirov nemirin fikira xwe dibêjin. Lê ew dixwazin tinê em dijî
kuştina esker û polisan derkevin û qet ji kuştîyên ji navçeyê behs nekin..."
Tehemmula TCyê, ya xelkê Tirk û nijadperestên
Tirk ji bo çu tiştê ku Kurd dikin an bêhna Kurda jê têt nîne. Lewma şiddetê bi
kar tînin. Hemû mekanîzmayên girtin û kuştinê bi kar tînin. Dixwazin bêhnê li
Kurdan çik bikin... Lê nikarin û eve êcarî wan har û hêc dike...
Vê rikeberîya piralî di heyva Nîsanê da jî dom
kir. Di van şertên heyî da xuya ye ku TC hêj jî dê di vê polîtîka xwe ya şerî
da israr bike... TC neheq e! Dawîya neheqa nîne û TC dê di bin vê neheqîya xwe
da bimîne û şerbeta binkevtinê dê tam bike. Dûr an nêzîk, lê encama TCyê
binkevtin e...
Lê belê, Kurd jî di berxwdan û têkoşîna xwe da
bi israr in... Kurd heq in! Dawîya heqîyê serkevtin e. Dûr an nêzîk, lê encama
Kurdan serkevtin e û dê şerbeta serkevtinê tam bikin...
Bi bedelên giran jî be îro xelkê me gihiştîye wê
qenaetê ku di têkoşîna dijî TCyê da pozisyona Kurdistanîbûyînê her diçe geştir
dibe. Rastîya têkoşîna dijî TCyê jî ji xwe ev e: Du teref. Du xelk. Du welat.
Du rêvebirî... Pêşhatin û pêşkevtinên polîtîk yên di halê hazir da têne dîtin
vê rastîyê zelaltir dikin...
Helbet jenosîdên ji teref TC û berî TCyê yên ji
alîyê Osmanî-Ittihat Terakî ve li ser xelkê Kurd, Kurdistanî û xelkên dî yên navçeyê
jî hatine kirin, hatin bîrînan. Enfala demê Beasa Iraqê anku ya Seddam ya li
ser Kurdan û bi taybetî navçeya Barzan hate bîrînan ku hukûmeta Herêma
Kurdistanê [Başûr] 14ê Nîsanê wekî roja "Bîrînana Enfalê" kivş
kirîye... Di 14ê Nîsanê da li her derê Kurdistanê û diasporayê Kurdan ev enfala
Beasê û Seddam protesto kir û xelkê me yê hatîye kuştin bi dilgermî bi bîr îna...
Mesûd Barzanî mil dide darbesta gorîya/ê Enfalê
Li 24ê Nîsanê jî jenosîda li ser xelkên Ermenî, Nestûrî-Suryanî-Kildanîyan
û Kurdên Êzidî ya 24ê Nîsana 1915ê, hate şermizar kirin. 101 sal ji ser wê
jenosîdê borîne belêm hêj jî TC wê kiryarê qebûl nake û wekî jenosîd bi nav
nake. Dijî bi nav kirina jenosîdê jî ziman û reftareke êrişkar bi kar tîne.
Digel vê êrişkarîya TCyê ya dijî kes, xelk û dewletên ku kuşt û kuştdarîya 24ê
Nîsana 1915ê wekî Jenosîd bi nav dikin, dinya her diçe wê bûyerê zêdetir wekî
Jenosîd nas dike, bi nav dike û xelkên bi ber wê trajedîyê ketî bi bîr tînin û
hem rêvebirîya Osmanî-Ittihad Terakî ya wî demî û hem jî TCya mîratxwera
Impratorîya Osmanî ku vê gavê jî li polîtîkayên jenosîdal yên wî demî xwudan
derdikeve şermizar û mehkûm dikin...
Nîsanê derê xwe bo heyva dawîyê ya biharê anku
heyva Gulanê heta binî vekirîye û adeta dibêje xwe bi xatira te û dibêje Gulanê
bi xêr hatî... Her heyv xwudan taybetî û karakterîstîkekê ye û Nîsanê jî li
milekê bi sarma û barana xwe ya têr û tijî, li milekê jî gihandina hewayê
biharê rola xwe dewrî Gulanê kir ku Gulan bi germî, xweşî, şîn û şînkatî, gul û
kulîlkên bişkivî ve heyva tacdar ya biharê ye... Bi hêvîya ku Gulan bi xêr û
xweşî be...
ROJAN HAZIM