tirsdag den 8. marts 2016

8ê Adarê, Roja Jinan – ROJAN HAZIM


 
Îro 8ê Adarê, roja jinan e. Bêyî ferq û cudahîya çîn û navçîn, grûb û kategorîyên civatê bila li hemû jinan pîroz be.
Jin bindest in. Jin di vê dinyaya pêşkevtî da jî li ber hemû durûtîya mêran bindestê mêran in. Mêr beramberî jinê bêbext in, bê insaf û bê wijdan in, hetta hêj girantir, bênamûs in. Belêm jin jî li ser xwe durû ne, dijî xwe ne, digel xwe ne durust in, digel xwe bê wijdan in. Jin hêj jî kurên xwe wekî berxê ber dilê xwe şubî dijminê cinsê xwe mezin dikin, perwerde dikin. Imtiyaza mêran ewilî bi destê dayîkan dest pê dike. Dayîk gelek aşkera di navbeyna kiç û kurên xwe da ferq û cudahîyê dikin û tayê kurên xwe digirin, kurên xwe hemer dikin û wan dikine neyarê cinsê xwe… Jin eynî wekî tuxmê kewan in û li cinsê xwe neyar in. Xwezî di her 8ê Adarê da jin ewil muhasebeya vê şaşîya xwe bikin û xwe rast bikin.

Bi hêvîya ku jin ji bindestîyê rizgar bin, azad û bextewar bin û di nav wekhevîyê da digel mêran di nav aştî û xweşîyê da bijîn…

8ê Adarê bila li hemû jinan pîroz be.

Li jêr bireke nivîsa xwe ya li ser jinan û 8ê Adarê ya li 2004ê hatîye nivîsîn dubare diweşînim… RH




8ê Adarê, Roja Jinan Pîroz Be

8ê Adarê, roja jinên rencdar yên cîhanê ye. Hem jinên Kurd, hem jî bi tevahî xelkê Kurd, ku wekî xelkekî bindest û hevqeder yê ”cinsê bindest” e, vê rojê ji nîveka salên ’70î were pîroz dikin. Di wan salên heftêyî da, pîroz kirina 8ê Adarê bi serê xwe aksîyoneke şoreşgerî bû. Afîş hilawîstin, meşîn, kombûn an panelek amade kirin, anjî ”şevek” pêkînan, bûyerên mezin bûn. Li ser wan çalakîyan êrişa polîsî, girtin, îşkence û midehekî dirêj di hefsê da man, adeta ”rûtîn” bû. Bizavên neteweyî yên Kurdan ev roj li goreyî mana û naveroka wê ya şoreşgerî pîroz dikirin. Ji milekê ve, rewşa jina Kurd û hemû jinên rencdar yên cîhanê dihate gotûbêj kirin, li milê dî, ji ser vê roja jinan, bindestîya xelkê Kurd, zulm û zordarîya rejima kolonyalîst ya Tirkîyeyê û berxwedana bizava neteweyî ya xelkê Kurd dihate îfade kirin. Bizavên neteweyî, bi munasebeta vê rojê têkoşîna xwe xurt û gurtir dikir. Li salên ’70î xwandekar û ronakbîrên Kurd di dest pê kirin û hûnandina bizava neteweyî ya organîze da, hemû bihayên şoreşgerî yên navneteweyî wekî bihayên têkoşîna xwe qebûl dikirin û bi vê bawerîyê di her bîrhatina wan rojan da aktîvîteyên cuda organîze dikirin. Eve bibû tarzekî xebat û têkoşînê û herweha tradisyonek ava kiribû. Di pîrozîyên van rojên navneteweyî da, bizavên neteweyî yên Kurd, li ser naverok û mesajên ”unîversal” yên van rojan gelek sadiq diman û ew roj bi rêzdarîyeke hêjayî xwe bi bîr tînan.



Boçi roja jinan

Ji destpêka civatên çîn û navçînî were bahra pitir ya mirovahîyê bi gotina herî sivik, ”ezîyetê” dikêşe. Destpêka dîroka civatên çînî, herweha destpêka bindestbûna ducare ya ”cinsê jin”ê ye jî. Di her civatên çînayetî da, çîna serdest, ”kast”ek e, ji nav hejmara mezin û boş ya civatê, grûba herî biçûk e, lê bahra mezin ya ”heyîtîyê” di destê xwe da digire. Bi vê zengînîyê, aletekî xurt yê ”desthilatê” ava dike û bi vê mekanîzmayê, serdestîya xwe li ser piranîya civatê didomîne. Di vî sîstemê zalim da, herdu cinsên rencdar yên mirovahîyê, ”mêr û jin” bindest in. Lê belê, wekî cinsê ”afirandêr”, anjî maka jîyanê, ”jin” ducare bindest e. Ev bindestîya jinê, hem di nav çîna serdest da, hem jî di nav çîna bindest da, helbet li goreyî rewş û karekterîstîka xwe, heye. Di vî sîstemê nedadyar da, jin hem wekî ”mirov” bindesta sîstemê rencxwar e, hem jî bindesta ”cinsê mêr” e. Hem jina çîna serdest, hem jî jina çîna bindest, di bin ”otorîteya mêr” da ye. Ji du çînên cuda, ji du rewş û şertên cuda, muşterekîyeke ”cinsê jin”ê derdikeve meydanê, ew jî ”li bindestê mêrî bûn”e. Cinsê jinê, her ji destpêka peydabûna civatên çînî were, dijî vê ”qedera” xwe têkoşîn daye. Li milekê dijî çîna serdest têkoşîn da, ji milê dî ve jî dijî ”desthilata mêr” berxwe da. Di vê têkoşînê da, ”cinsê jinê” paradoksa xwe ya ”cinsî” jî jîya. Jina çîna serdest, herçend di bin zulma ”cinsê mêr” da jî ma, lê dengê xwe nekir, anjî dengê xwe tevî dengê jina çîna bindest nekir. Di ”muşterekîya zulm û desthilata mêr” da, enîya jinê, ji ber rewşa çînayetî parçe bû û ev paradokse hêj jî dom dike û heta ku di navbeyna çînan da kendalên kûr û mezin hebin, têkoşîna hevçeperî ya ”cinsê jinê” jî pêknayêt.



Tiştekî aşkera ye ku, ”têkoşîna maf û azadîyan” hergav ji çîn, navçîn û cinsê bindest dest pê dike. Dîrokçeya bi destêxistina ”maf û azadîyên cinsê jinê” jî bi xebat û têkoşîna jinan, belêm jinên rencdar, dest pê kir. Jinên rencdar û karker di nav sîstemê kapîtalîzma hov ya Amerîkayê da haj xwe bûn, hişyar bûn û doza maf û azadîya xwe kirin. Heta nîveka sedsala 19an jinên rencdar hem ji mêrên rencdar zêdetir dixebitîn, hem zêdetir êş û jan dikêşan, hem jî ji ”cinsê mêr” kêmtir heqdest werdigirtin. Vê rewşa nemirovî, bêhna jîyanê li jinan çik dikir û di 8ê Adara 1857ê da li Amerîkayê, bajêrê New Yorkê, jinên di karxaneyên tekstîlê da kar dikirin serhildan û rewşa nemirovî ya ku têda kar dikirin, protesto kirin û dest bi grevê kirin û bi vê çalakîyê xwastin şertên kar û jîyana wan bêne baş kirin. Di timamî silsileya civatên çînî da, jinê, wekî ”cinsê bindest” heta sîstemê kapîtalîst karî xwe li ber vê zulma sîstemî bigire. Di sîstemên ”koletî” û ”feodalîyê” da, ”cinsê jinê” hem di bin zulma ”çînî”, hem jî ya ”mêrî” da tepeser ma û nikarî dengê xwe derêxe! Bi destpêka sîstemê kapîtalîzmê, bi giştî çîna karker, spesîfîk jî ”cinsê jinê” haj hêza xwe bû ku vê ”qedera” xwe qebûl neke û biguhore. 8ê Adara 1857ê mîlada vê haj xwe bûn û têkoşîna maf û azadîyên ”cinsê jinê” ye. Helbet ew roj, ”destpêk” bû ji bo ”guhorîna qedera jinê”. Jinê, wekî ”cinsê bindest” çirîska têkoşîna xwe wê rojê vêxist, lê belê geşbûna wê roj û têkoşînê gelek sal kêşan. Jinê bedelên giran dan heta ku wê roja serhildana xwe, hem bi sîstemê kapîtalîzmê, hem jî bi ”desthilata mêr” bide qebûl kirin. 



Mîlada internasyonalîzekirina vê roja ”têkoşîna jinên rencdar yên cîhanê” bi pêşengîya aladara maf û azadîyên jinên karker û rencdar yên cîhanê, sosyalîsta têkoşer Klara Zetkînê li sala 1910ê li paytextê [serbajêrê] Danmarkê, Kopenhagê, dest pê kir. Di 26-27ê Tebaxa 1910ê da, li Kopenhagê, konferansa jinan ya internasyonala duyê, pêkhat û di vê konferansê da, bi pêşniyara Klara Zetkînê, ew roja têkoşîna jinên Amerîkayê ya li 8ê Adara 1857ê, li New Yorkê pêkhatî, wekî ”roja jinên rencdar yên cîhanê” hate qebûl kirin û ji wê rojê pêve her sal, ”8ê Adarê” hate pîroz kirin. Herwekî di zimanê ”çîrokan” da tête gotin, ”ew roj yêk û evro du”, ew tradisyon di şertên evro da, hêj jî dom dike. -Ji xwe piştî vê berxwedana bi israr ya ”jinên rencdar yên cîhanê”, Rêxistina Yêkitîya Neteweyan [anjî Neteweyên Yêkbûyî] -UNê jî di sala 1975ê da, ku ew sal, ”sala jinan ya înternasyonal” bû, 8ê Adarê wekî roja mafên jinan fermîyen qebûl kir-. Di vî midehê dirêj da, wekî ”cinsê bindest” jinê, têkoşîneke xurt da, bedelên mezin dan ku hem rewşa jîyana xwe ”qenctir” bike, hem jî xwe ji bin nîrê ”cinsê mêr” rizgar bike. Jinê, evro di cîhana kapîtalîst da, li goreyî ”pêşkevtinên relatîv” hindek xwastekên xwe bi dest ve înane, lê mixabin hêj negihiştîye armanca xwe. Belêm, jin, hêj jî li cîhanê, hem ji ber sîstemê kapîtalîstî, hem ji ber tradisyonên kevnare yên civatê, hem ji ber fundamentalîzm û tabûperestîya dînî, hem jî ji ber ”desthilata mêr” di nav ”diskrîmînasyon”eke mezin da ye. Bi metodên cuda, rewş û şertên cuda, lê ”bindestîya jinê” hêj jî dom dike. Mixabin ku di vê prosesê da ”jin”, bêbextîya herî mezin ji ”hevjînê xwe” ji ”mêr” dibîne ku eve paradokseke mezin ya jîyana bi giştî mirovahîyê ye. Digel hindê jî, jin di her 8ê Adarê da, dengê xwe, hawar û gazîya xwe bilindtir dike. Her 8ê adarek, ji berê, biçûk jî be, gavek baştir dibe û ev pêşveçûnên ”gav biçûk” jinan geşbîn û hêvîdar dike ku têkoşîna xwe sist û lawaz nekin, berxwedana xwe firehtir bikin û destkevtên xwe jî hem saxlemtir û hem jî mezintir bikin. 


Jina Kurd jî di vê têkoşîna navneteweyî da, ji çeperên xwe, ji nav welat, ji Kurdistanê, mil dide têkoşîna jinên rencdar yên cîhanê. Esasen jina Kurd, bi salan e, mil bi milê ”mêr” di têkoşîna azadîyê da cih girtîye. Zêdetir bi fedakarîya ”nav malê”, carna jî wekî pêşmerge û ji dawîya salên 80yî ve jî wekî ”gerîlla” di rêzên têkoşîna azadîyê da aktîv bûye. Vê aktîvîyê, rol û pozisyona ”jina Kurd” di nav civatê da mezin û bihadar kirîye, rêzgirtinek peyda kirîye. Gerçî adeten jî tête gotin ku di nav jîyana tradisyonel ya xelkê Kurd da ”cihê jinê cuda ye, jin gul e, kulîlk e”, anjî ”jin maqûla malê ye”, hetta jin carna ”serokêşîrîyê” jî dike, di nav şer û dozan da berevanîyê dike, ”cihê jin lê, şer radiweste”, ”dest li jinê ranabe” û gelek tiştên dî, ku eve hemû jî di zemîn û çarçoveya desthilata ”mêr” da têne dîtin. Lê eve dîsa ve relatîven rûyê pozîtîv yê madalyonê ye. Di rûyê dî yê madalyonê da, ”rastîya jîyanê” heye, ku ew jî bi gotine herî ”nerm” perîşanî ye! Bindestîya jinê, li nav malê, li jîyana derve, li kar, li her geha jîyanê bi dilsojîyeke mezin dom dike. Adet û tradisyonên kevnare, ”teessuba dînî”, rêz û rêzikên eşîrî û feodalî, mixabin hêj jî jîyana jinê dikin jahr! Jina Kurd, hêj jî ”du gava li dûv mêr” diçe. Li gelek deverên Kurdistanê, hêj jî di bin ”çarşeva” reş û tarî da ye. Di mahr û evîna jinê da hêj jî zincîra ”next” (qelen) heye. Di tradisyona pêkve jîyana ”jin û mêr” da, hêj jî lîteratûra desthilata ”cinsê mêr” domînant e; mêr ”şû” nake, ”jinê tîne”, -ku gotina ”şû”, di pêkve jîyana ”jin û mêr” da, partner e, anjî bi timamî tekabulî gotina ”eş” ya Tirkî dike, anjî di manaya ”zewac”a Erebî da, ”refîq û refîqe”tî ye û herwekî gotinên ”partner” û ”eş”, ”şû” jî, ji bo herdu ”cinsan”, bo ”mêr” û ”jin”an pêkve bi kar têt û herweha wekî ji ”partneran” tête pirsîn, ”me şû bi hevdu kir”, dibêjin-!.. Termînolojîya ”zewac”ê jî li ber ”desthilata mêr” û adetên feodalî tête bi kar înan. Jin ”diçe mêr”, anjî ”mêr dike” -lê ji bo ”mêr”, ”jin dike” naête gotin!!! Ji ber ku li goreyî vê tradisyon û ”bawerîyê!” xwudanê malê ”mêr” e, lewma mêr jinê tîne malê. Wekhevîtî nabe! Mêr ”hêz”e, ”qudret” e, jin jar e, lawaz e, hewcehî bi parastina ”mêr” heye! Ji ber hindê jin diçe ”mala mêr”. Ji bo ”mêrê” Kurd, jin, hêj jî tinê ”dayîka biçûkan e, cihê wê nava malê ye”! Jina Kurd, ji ber vê „konservatîvîya mêr“ ji çerxa „berdêrîya ekonomîk“ bi zanahî tête dûr kirin. „Cinsê mêr“ naxwaze „desthilata ekonomîk“ digel jinê bahrve bike, rê nade ku jin di jîyana kar da cih bigire. Mêr nahêle ku jin li ser kesayetîya xwe jî xwudan soz û biryar be. „Jina Kurd“, ji alîyê „mêrê Kurd“ ve hatîye êxsîr kirin. Lêdan, îşkence û tecawuzkarîya „mêrê Kurd“ ya li ser „jina Kurd“, mixabin belêm bêtixûb didome. Ev rewşa negatîv tinê di nav civata giştî ya Kurd da nayête dîtin, di nav goya „elîta Kurd!“ da jî dom dike. Ev „elît“ tinê maskeyekê dide ber rûyê xwe, xwe vedişêre, li koçik û dîwana, li mekanên kolektîv, li panel û semînera, axivtinên „hamasî“ dikin, xwe goya modern nîşan didin, „jin û mêr wekhev in“ dibêjin, behsê „maf û azadîya“ jinê dikin, lê di pratîkê da, ji „Kurdê rêzê“ cudatir tiştekê nakin. Kurdê „xwanda“, „ronakbîr“ û „modern“ li nav çar dîwaran, „Kurdê rêzê“ ye, belêm li derve bi maske ye, „parêzdarê wekhevîyê“ ye, „modern“ e! Ev „tîp“ê duyê, anku yê bi maske, ji „tîp“ê yêkemîn tirsbartir e. Kurdê rêzê, di derbareyê jinê da, qet nebe, yêkrû ye, çi hizir [raman] dike, hem li mal, hem jî li derve wisa dike. Bo Kurdê rêzê, jin, „dayîka biçûkan e, xwarinê çêdike, karê nav malê dike, du gavan li dûv mêr e, ji koçik û dîwanên mêr lê, dûr e û gelek tiştên dî...“! Lê belê, „xwandayê Kurd!“ durû ye, bîr û bawerîya xwe ya „anormal“ li mal tetbîq dike, lê li derve maskeyê „modernîyê“ dide ber rûyê xwe û xwe wekî „hevtayê jinê“ nîşan dide! Helbet, di nav xwanda û ronakbîrên Kurd da yên ku di pirsa jinê da, „mirovî“ û modern dihizirin [raman dikin] jî hene, ku hem teorîken, hem jî pratîken çawa dihizirin [raman dikin] wisa jî dijîn, lê mixabin ku hejmara wan kêm e û hetta mirov dikare bêje ku, „îstisna“ ne. Vêca rewşa jina Kurd di seranserê Kurdistanê da, mixabin ku tabloyeke gelek bi xem derdêxe meydanê. Ji ber hindê ye ku, jin li ser jîyana xwe ne xwudan maf û biryar e, nikare „hevjîyê xwe“ hilbijêre. Tinê bab û bira, ne dayîk û xwûşk jî, belê tinê bab û bira xwudan maf, soz û biryar in li ser hemû jîyana jinê û piştî şû kir jî, „mêr“ xwudan desthilat e! Jin, bi van bîr û bawerî û ramanên kevnare, dijmirovî, adetî û paşverû, bûye goya sembola „namûsê!“. Di bin „desthilata mêr“ da, her cure „hîzî û dizî” tête kirin, belêm „namûs“ di „pêsîra jinê“ da tête dîtin û bedelê vê „namûsê“ jî bi jîyana jinê tête standin, ku ew „namûs“ jî, ne „namûsa jinê“ ye, „namûsa mêr“ e! Heta evro jî roj nîne ku li Kurdistanê kiçên ciwan, anjî jin bi „tohmeta“ „bênamûsîyê“, -ev gotina bênamûsîyê jî di tercumeya van „nobedarên namûsê“ da, heke kiç an jinê bi dilê xwe hej yêkê kir, bi dilê xwe şû kir, yêkser bênamûs e!- bi destê bira, bab anjî lêzimekî dî neyête kuştin... Heta ku ev „desthilata mêr“ li ser timamî hucreyên jîyanê hakim be, „hêza mêr“ „qadirî mutlaq“ be, mixabin ku „cinsê jinê“ dê „bindest“ bimîne û jin nikare li ser kesayetîya xwe xwudan soz û biryar be. Rizgarîya jinê di destê wê bi xwe da ye. Belêm, mixabin ku „jin“ di bin perwerdeya bi giştî ya mentalîteyê „desthilata mêr“ da, mala xwe jî bi destê xwe xirab dike. „Kur“ê xwe, bi „bîr û bawerîya“ tradisyonel û domînant ya „desthilata mêr“ perwerde dike, mezin dike û „neyarê“ „cinsê xwe“ bi destê xwe diafirîne! Eve jî paradoksa herî mezin ya „cinsê jinê“ ye! Kengî „jin“ê, xwe ji vî mentalîteyê „hakimîyeta mêr“ rizgar kir, ev nîrê „desthilata mêr“ şkand, maf û azadîyên xwe bi dest ve înan, wekhevîya xwe bi destêxist, hingê dê jîyana mirovahîyê jî tena û normal be.



Jina Kurd jî, li milekê bo rizgar kirina welatê xwe û azad kirina xelkê xwe, li milê dî jî ji bo maf û azadîyên xwe yên „cinsîyetî“ têkoşînê dide. Barê jina Kurd ducare giran e; hem dijî dagîrkeran, dijî desthilata kolonyalîzmê hevçeperîya „mêrê Kurd“ dike, hem jî dijî „desthilata mêrê Kurd“ berxwedide. Lewma 8ê Adarê, „roja jinên rencdar yên cîhanê“, ji bo jina Kurd bi manatir e. Jina Kurd, hem li azadîya welatê xwe, hem jî li azadîya „cinsîyeta“ xwe digere. Ji ber hindê, ev 8ê Adara 2004ê, ji herdu alîyan ve ji bo jina Kurd bi manatir bû. Jina Kurd, hem roja xwe pîroz kir, hem jî di parçeyekî welatê xwe da, li Kurdistana Başûr, ew azadîya ku mil bi milê „mêrê Kurd“ hatîye bi destêxistin, pîroz kir. Di rizgar û azadbûna Kurdistana Başûr da rola jina Kurd,-gerçî nayête dîtin û zanîn-, lê temetî ya „mêrê Kurd“ e. Bi mohr kirina „makqanûna borînde [demkurt] ya Iraqa Federal“ ev destkevta Kurdistana Başûr di meydana navneteweyî da fermîyet wergirt. Bi vê destkevtê, parçeyekî welat digel têkoşîna jinê azad bû, lê mixabin eve nayête manaya azadbûna jinê. Belêm jina Kurd, di prosesa azad kirina xwe da, gaveke mezin û bihadar jî avêt. Jina Kurd, ji evro pêve, divêt timamî hêza xwe, digel ji nû ve avakirin û pêşvebirina welat, ji bo bi destêxistina maf û azadîyên cinsîyeta xwe jî bi kar bîne, ku li nav tixûbên fermî yên „Kurdistana Başûr-(Iraqê) li Iraqa Federal“ xwe jî azad bike. 8ê Adarên tên, dê ji bo Kurdan ducare bi mana bin û bêne pîroz kirin; hem dê „mohr kirina makqanûna borînde [demkurt] ya Iraqa Federal“, ku xwastekên mînîmal yên Kurdan têda hatine qebûl kirin, hem jî dê „roja jinên rencdar yên cîhanê“ pêkve bêne pîroz kirin.


Adar 2004

Serkanî: Adarname - ROJAN HAZIM - Adara 2004ê

Malper: www.xweza.com