Kurd û Kurdistanîyên Rojavaya Kurdistanê,
di bin kepireke koalisyonel da hêzên xwe
bikin yêk!
Ji bo serkevtinê çare ev e, bibin yêk!
12ê Adara 2004ê li Qamişlo qetlîamek hate kirin ji
teref nijadperestên Ereb ku rejima Beasê bi hêza xwe ya polîs û leşkerî ve
hevkarîya wan çeteyan kir. Îsal 12 sal derbaz bûn ji ser wê qetlîamê... Nihe Kurdan
digel hevçeper û tifaqdarên xwe Qamişlo hilgirtine bin desthilata xwe û çu hêz
û desthilata rejima Şamê nemaye. Kurdan ji Cizîrê heta Kobanî û Efrînê wekî
modelekî xweserîya demokratîk Kanton ava kirine. Dijî kevneperestîya Islamî û
Erebî ya DAIŞê, dijî rejima Beasê ya Şamê, dijî hûr û gir hêzên dî yên şoven,
nasyonalîst û islamîst yên Erebî têkoşîna xwe didomînin. Sûrîye di nav hilweşîn
û zelzeleyeke mezin da ye. Kurd digel grûbên Kurdistanî axa xwe bi aqarekî
mezin kontrol dikin lê hêj jî pirsgirêk didomin. Navbira Kobanî û Efrinê hêj jî
nehatîye rizgar kirin. Bi taybetî TCyê pozisyoneke gelek dijminane wergirtîye
beramberî Kurdan li Sûrîye û Rojavaya Kurdistanê. Nihe koalisyoneke navneteweyî
pêkhatîye ku serkêşîya wê Amerîka dike. Kurd jî parçeyekî vê koalisyonê ne. Bi
hevkarîya vê hêza navneteweyî Kurdan karî dagîrîya DAIŞê li Kobanî, Girê Spî û
cihên dî yên Kurdistanê bişkênin û wan ji welatî derêxin. Helbet ev prosese
dewam dike. Belêm tiştê herî bi kêm û qusûr yê Kurdan di vê prosesa têkoşîna
Rojavaya Kurdistanê da pêknehatina tifaqa navxweyî ya wan e. Mixabin di nav
Kurdên Rojavaya Kurdistanê da dubendî heye û eve zerareke mezin digihîne
berxwedana neteweyî û welatî ya wan. Konjonktura navçeyî û ya navneteweyî gelek
di lehê Kurdan da ye belêm ev alozîya navxweyî firsetê dide dewletên dagîrker
yên Kurdistanê ku nahêlin li Rojavaya Kurdistanê aramî û tenahîyek pêkbêt û
statûya "de facto" rengekî fermî werbigire. Serê vê êrişkarîya bêyûm
TC dikêşe ku eve di esasî da bi dilê Tehran, Bexda û Şamê ye jî...
Di
salvegera 12. ya qetlîama Qamişlo ya 2004ê da, Kurd heke dixwazin li Rojavaya
Kurdistanê bigihin xwezî û daxwazên xwe divêt mutleq yêkîtîya navxweyî bi
rengekî koalisyonel pêkbînin. Heke dixwazin layiqî şehîdên Qamişloyê bin, heke
dixwazin Kurdistaneke azad û demokratîk dîyarîyî wan şehîda bikin divêt
koalisyona neteweyî û niştimanî ya Rojavaya Kurdistanê ava bikin û xelkê me
bigihînine jîyaneke azad û demokratîk. Heke dixwazin digel xwe, digel bîr û
hizirên xwe yên neteweyî û niştimanî durust bin, heke dixwazin li Rojavaya
Kurdistanê bi rastî statûyeke xweser ya demokratîk ava bikin divêt ji baskê PYDê
heta baskê PDKyan û hemû grûbên dî yên etnîk yên li Rojavaya Kurdistanê
koalisyona neteweyî û niştimanî ya Rojavaya Kurdistanê pêkbînin û bi hev ra,
bêyî ku yêk li ser yêkê xwe ferz bike, bi aqilekî muşterek û bi hêz û organekî
muşterek welatê xwe îdare bikin û bi rê ve bibin. Rêya rast ev e...
Li jêr
bireke nivîsa xwe ya li Adara 2004ê hatîye nivîsîn ku gelek xalên bo îro jî aktuel
têda hene, dubare diweşînim... RH
12ê
Adarê, berxwedana Qamişlo - ROJAN HAZIM
12ê
Adarê, ji bo Kurdên Kurdistana Bakur herweha bîrhatineke tahl û dijwar e jî.
12ê Adara 1971ê, ertêşa Tirkîyeyê hukûmeta Suleyman Demîrel êxist û hukûmeta
Nîhat Erîm ya ku di bin desthilata wan da, îna ser kar. Bi wê “darbeyê” leşker
dîrekt nehatin ser hukûm, lê bi rêya “sivîlên mejî leşker” bi navê “operasyona
balyozê” nêçirek dijî şoreşgerên Tirk û Kurd dane dest pê kirin. Bi sedan
şoreşgerên Tirk û Kurd hatin girtin, îşkence dîtin, hatin kuştin. Denîz Gezmîşê
navdar, ku Kurdê Erzeromê bû, di demê “darbeya 12ê adarê” da hate girtin û 6ê
Gulana 1972ê digel du hevalên xwe, Yusuf Aslan û Irfan Uçar hatin îdam kirin. Dîsa
şoreşgerê navdar yê Tirk, Mahîr Çayan û hevalên xwe jî 30ê Adara 1972ê, li
gundê Kizildere li Nîksara Tokatê hatin kuştin. Piştî darbeya 12ê adarê,
komeleya xwandekarên Kurd ya bi navê DDKO [Ocaxên Kulturî yên Rojhilatê yên Şoreşger]
hate girtin, rêvebir û endamên wê û bi dehan şoreşgerên dî yên Kurd jî hatin
girtin û li hefsa Diyarbekirê hatin zîndan kirin. Wan şoreşgeran 12 sal hukûm
xwarin. Ismaîl Beşîkçî jî wî demî digel şoreşgerên Kurd, li ser doza xelkê Kurd
hate girtin û ciza xwar. Paşê hemû, bi efûya hukûmeta Ecewît ya sala 1974ê
hatin berdan. Vêca 12ê Adara 1971ê çu cara ji bîra Kurdan naçe. Ew dem, ji bo
Kurdan demekî reş û tarî ye û herdem li bîr e. Di 12ê Adara hersal da Kurd
têkoşîna xwe ya wî demî jî bi bîr tînin û zulm û zordarîya rejima faşît
protesto dikin. Rasthatin bêjin, bûyerên Qamişloyê jî tam wê rojê qewimîn.
Çi qewimî
Di
meydana pêhola Qamişloyê da, du tîmên pêholê (futbolê), yêk ya Erebên Dêrezorê,
ya dî ya Qamişloyê, dileyizin. Alîgirên tîma Dêrezorê ji wî bajêrî û dorberê
tên. Alîgirên tîma Qamişloyê jî ji bo piştevanîya tîma xwe li meydanê kom
dibin. Helbet tradisyona pêholê ye, “tezahurat” dibe. Li goreyî tempoya leyizê,
dozaja tezahuratê jî nizim û bilind dibe. Erebên Dêrezorê, hem Sunî ne û hem jî
ji berê were nasyonalîst û Beasîst in. Di nav Beasê da jî Seddamîst in. Bûyerên
Iraqê, hilweşîna rejima Beasê, girtina Seddam û kuştina herdu kurên wî û ya
herî giring jî serkevtina Kurdan, xuya ye rûniştîye nav dil û hinavên Erebên
Dêrezorê! Wekî rewşa tîma wan ber bi têkçûnê ve diçe, serê dava tezahurata xwe
vedirevînin, tixûb dibezînin û dest bi êrişkarîyê dikin, dijina li Kurdan û
serokên wan didin. Alîgirên Kurd jî, bi sloganan dest bi parastina serokên Kurd
dikin û dîsa bi sloganan bersiva êrişkarîya Ereban didin. Di dawîyê da, Ereb
dest bi êrîşa fizîkî dikin. Di vê êrişê da sîlehan jî bi kar tînin, ku xuya
dibe bi hazirî hatine. Polîsên Sûrîyeyê jî hevkarîya ”hevnijadên xwe” dikin û
bi sîlehan êrişî Kurdan dikin. Kurd berxwe didin, lê telafeteke mezin dibe û ji
dehan zêdetir Kurd têne kuştin. Roja paştir, di meşa rakirina şehîdan da, polîs
û leşker destûrê nadin ku merasimeke mezin û boş pêkbêt û êrişî Kurdan dikin.
Di vê êrişê da Kurd dîsa ve berxwedaneke xurt dikin, lê vê carê jî ji dehan
zêdetir Kurd têne kuştin, nêzîkî sed kesan birîndar dibin û bi sedan kes jî
têne girtin. Polîs û leşker teroreke nedîtî didin dest pê kirin li nav Qamişlo
û dorberê. Çawa ku ev bûyer tête bihîstin, li timamî bajêr, bajêrk û gundên
Kurdan protestoyeke berfireh dest pê dike. Ji Efrînê bigirin, Helep, Kobanî,
Serê Kanîyê, Dirbêsî, Amûd, Hesekî û heta Dêrikê û li Şamê jî, Kurd berxwedaneke
xurt nîşan didin. Di wan cihan da jî bi dehan Kurd têne kuştin, bi sedan têne
birîndar kirin û girtin. Encam ji seda zêdetir kuştî, bi sedan birîndar û
girtî. Lê belê, encama herî giring berxwedana xelkê Kurd li timamî Sûrîyeyê
belav dibe, deng vedide. Kurd di demê desthilata Beasê da, ewil car e ku
serhildaneke hinde boş dikin, berxwe didin û bi alaya Kurdistanê dimeşin,
sloganên polîtîk diavêjin, xwastekên xwe bilind dikin. Vê berxwedana Kurda
desthilata Sûrîyeyê hem har kir, hem jî êxiste nav tirs û xofên mezin.
Berxwedana Kurdan û êrişa dewleta Sûrîyeyê, hem li Kurdistanê, hem jî li
derveyî welat dengekî mezin veda. Kurdan li çarnikarê welat û diasporayê
piştevanîyeke gelek xurt nîşanî birayên xwe yên başûrarojavaya Kurdistanê û li
Sûrîyeyê, dan. Di serî da Amerîka û Ewrûpayê ev êrişkarî û terora dewleta
Sûrîyeyê, bi serê lêvan jî be, gunehkar kirin û bala wan kêşan ku destan ji
Kurdan bikêşin û hetta Amerikayê ji Sûrîyeyê xwast ku leşkerê xwe ji nav Kurdan
paşve bikêşe. Ji welat, reaksiyoneke gelek xurt û piştevanîyeke germ, ji
welatên biyanî jî reaksiyonên ”dîplomatîk”î hatin nîşandan.
Êrişa dewleta Sûrîyeyê
Rol
û hêza Kurdan ya di hilweşandina rejima Beas û Seddam û di girtina Sedam bi xwe
da, di nav Erebên bi taybetî hevtixûbên Iraq û Sûrîyeyê, reaksiyonek ”antî
Kurd” peyda kiribû. Ji berê were dihate zanîn ku Erebên dorberê Dêrezor û
hevtixûbên Iraqê, meyildarên Beasa Iraqê û Seddam bûn. Wan ji rêvebirîya Şamê û
bi taybetî jî ji ”klîka Elewî”, qet hez nedikirin. Erebên Dêrezor û dorberên
wê, rasîst û Seddamîst bûn û lewma jî hindî hûn bêjin ”antî Kurd” bûn. Piştî
hilweşina rejima Seddam, Dêrezor û dorberê wê, bû rê û rêbar û penageha Beasîst
û Seddamîstan. Erebên wê navçeyê destekek mezin ya lojîstîkî didan êrişkarî û
terora li Mûsil, Tikrît û dorberê dihate kirin. Têkilî û dostanîya Kurdên başûr
û Amerîkayê jî di dilê wan Ereban da kîn û nefretek peyda kiribû. Amerîkayê hukûmeta
Sûrîyeyê îxtar dikir ku rê nede revarên Seddamîst û Beasîst. Ji ber vê rewşê,
hem Erebên Dêrezor û dorberê, hem jî rejima Sûrîyeyê, Kurd bi giştî, spesîfîk
jî Kurdên Sûrîyeyê, bo xwe potansîyelen tehlîke qebûl kirin. Di çavê hukûmeta
Sûrîyeyê da, Kurdên Sûrîyeyê, di destê Amerîkayê da ”hespê Trûvayê” ne û Amerîka
bi hevkarîya Kurdên Sûrîyeyê dê rejima Beas ya Sûrîyeyê jî hilweşîne!. Ev
haletîrûhîyeya paranoît hakimî hukûmeta Sûrîyeyê, hemû Erebên Sûrîyeyê, lê bi
taybetî yên Dêrezor û dorberê ye. Lewma ew ”tezahurata mutecawiz û provakatîv
ya Erebên Dêrezorê” ya li ”maça pêholê”, xuya dibe ku ji alîyê ”muxaberata
Sûrîyeyê” ve, gelek bi zanahî hatîye plan kirin. Erebên Dêrezorê, di nîveka
Qamişlo da, ku sentrala polîtîk û kulturî ya Kurdên Sûrîyeyê ye, dê çawa
cisaret bikin provakasyonê bikin, anjî êrişî Kurdan bikin? Ji ber vê yêkê,
şikek mezin heye ku ev provakasyone parçeyekî planê destpêkirina êrişa
”muxaberata Sûrîyeyê”, helbet bi destûra hukûmetê, ya dijî Kurdan e. Ji xwe çawa ”Dêrezorî”yan
dest bi provakasyona xwe kirine, sîleh hatine kêşan û polîsên bi ûnîforma û yên
sivîl êrişî bînerên pêholê yên Kurd kirine. Di wê arbedeyê da Kurdan jî xwe
parast, lê ji ber ku provakator û êrişkar bi hazirî bûn, biçûk mezin, gelek
Kurd hatin kuştin. Hem di ”maça pêholê” da, hem di rakirina kuştîyan û
merasimên veşartina wan da, polîs, muxaberat û leşkerên Sûrîyeyê teroreke
nedîtî dane dest pê kirin, baskê êrişên xwe fireh kirin, şev û roj avêtin ser
malan, xelk girtin, îşkenceyeke nedîtî li wan kirin. Protestoya Kurdan jî gelek
xurt, organîze û boş bû, lê êriş û terora dewletê jî hind dijwar bû û dom kir.
Dewleta
Sûrîyeyê boçi ev êrişe pêkîna? Ji serî were, Sûrîye parçeyekî konsepta
Tirkîyeyê ya ”antî Kurd û Kurdistan” e. Lê belê, dewleta Sûrîyeyê di salên 70,
80 û heta dawîya salên 90î da, ji ber problematîkên Israîl, Lubnan û navçeyê û
pozisyona Amerîka û Natoyê û herweha pirsên ava Firatê û Hetayê, digel
Tirkîyeyê ”sarûgerm” bû. Ji ber berjewendîyên xwe û di şert û hewcehîyên
konjonkturel da, xwe dûrî Tirkîyeyê dikir û ”nermahîyek” nîşanî opozisyona
dewleta Tirkîyeyê, hêzên Kurdan û ”çepên Tirk” dida. Rewşa navînî jî binasekî
sereke bû, ku digel Kurdan qet nebe nekeve nav rikeberîyekê. Çiku ”klîka Elewî”
hakimî Beas û hukûmeta Sûrîyeyê bû, ku Elewî grûba herî kêmanî ne li Sûrîyeyê.
Hafiz Esad û klîka Elewî polîtîka balansê didomandin di nav Sûrîye û navçeyê
da. Di vê ”balans polîtîk”ê da, li nav welat dijî opozisyona xurt ya sunî ya
”birayên musulman”, hewcehî bi Kurdan hebû. Li derve jî, daku beramberî
Tirkîyeyê kartên xwe bi kar bîne dîsa pêdivî bi hêza Kurdên bakur didît.
Rekabeta Beasa Esad û Beasa Seddam jî, ji xwe ji berê were dom dikir. Di nav
wan konjonktûr û ”balans polîtîk”ê da Kurdan jî hewcehî bi diyalog û
”nermahîya” Sûrîyeyê hebû. Hem Kurdên başûr, hem yên bakur ji vê ”rewşa
taybetî” istifade kirin. Sûrîyeyê ji ber vê ”balans polîtîk”a navxweyî û
derveyî, dengê xwe li Kurdên ”xwe” nekir, bi ”nepenî” digel wan têkilî dana, lê
çu cara hebûna wan ya îdentîtêta polîtîk û etnîkî qebûl nekir. Maf û azadîyên
polîtîk, kulturî û etnîkî nedan. Kurdên Sûrîyeyê jî, hem ji ber rewşa xwe, hem
jî ji ber Kurdên başûr û bakur, berpêyên dewleta Sûrîyeyê teng nekirin,
opozisyoneke xurt û dijwar nekirin. Lê belê, piştî şerê Kuweytê û şkestina
Seddam û rizgar û azadbûna Kurdistana Başûr, terazîya navçeyê serûbin bû.
Tirkîyeyê
bizava ”antî Kurd”îtîyê germ kir, têkilîyên xwe digel Iran û Sûrîyeyê xurt
kirin. Di vê konjonktura nû da dewleta Sûrîyeyê jî dest bi badana dîreksiyona
polîtîka xwe kir û hêdî hêdî xwe ji Kurdan dûr kir û polîtîkayên xwe yên goya
”nerm”, li ser Kurdan şidandin. Tirkîyeyê ev rola xwe ya bêyûm hind pêşve bir,
ku hukûmeta Sûrîyeyê di nêzîkî dawîya sala 1998ê da bi fişar û tehdîtên
Tirkîyeyê, lîderê PKKê Ebdula Ocalan ji Sûrîyeyê derêxist. Ji wî demî pêve,
dewleta Sûrîyeyê têkilîyên xwe digel Tirkîyeyê pêşve birin û ”balans polîtîk”a
beramberî Kurdan terk kir. Vê guhorînê tesîreke gelek negatîv li ser jîyana
Kurdên Sûrîyeyê kir, ku terora dewletê rûyê xwe yê bêyûm û sar dîsa ve nîşan
da, kar û xebatên polîtîk û kulturî hatin asteng kirin, dest bi girtinan kirin.
Bi hatina Beşîr Esad têkilîyên Tirkîyeyê xurttir bûn. Xurtbûna van têkilîyên
Sûrîye û Tirkîyeyê, jîyana Kurdan kire jahr. Ji xwe piştî ku rejima Seddam
hilweşîya û hate girtin, Iraqê rengekî nû wergirt û Kurdistana Başûr,
cografîyen wekî ”rêvebirîya Kurdistanê” di makqanûna borînde [demkurt] ya Iraqê
û meydana navnetewetîyê da fermîyet wergirt, helwesta dewleta Sûrîyeyê êcarî
dijwar bû beramberî Kurdên navxwe û yên derve. Dewleta Tirkîyeyê jî hindî jê
hat hukûmeta Sûrîyeyê zêrand. Di van şertan da Beşîr Esad di serê meha Kanûna
Paşîn [Çile-January] ya evsale da li Enqereyê [Ankara] hate mêhvan kirin û
enîya ”antî Kurd û Kurdistan” hate nûve kirin û xurt kirin. Hukûmeta Sûrîyeyê û
Beşîr Esad, tam ketine nav devê meqesa Tirkîyeyê û mengeneyê li ser stuyê Kurda
dişidînin. Êrişên li 12ê Adarê li Qamişlo, Heleb, Kobanî, Efrîn û bajêrên dî,
yên dijî Kurdan pêkhatî, pêkve girêdayî
vê konseptê ne. Sûrîyeyê rotaya xwe zivirandîye ber bi Tirkîyeyê ve ku ew rota
bo desthilata Beşîr Esad xêrê naîne. Beşîr Esad û rêvebirîya wî hindî nêzîkî
dewleta Tirkîyeyê dibe, hind ”antî Kurd” dibe ku ev polîtîkaye dê dûmahîka wî û
rejima Beasê bîne.
Helwesta organîzasyonên Kurdên
rojhilatabaşûr
Di
organîzebûna Kurdên Sûrîyeyê da ”karekterîstîkeke xweser” heye. Baskanêya li
başûr û bakur dîrekt sîrayetî wê derê dike. Pozisyona partîyên Kurd yên
Sûrîyeyê, li goreyî meyildarîya hêzên başûr û bakur reng werdigire. Eve heke
rûyê negatîv be, rûyê pozîtîv yê organîzasyonên Kurdên Sûrîyeyê jî
”karekterîstîk” e. Biçûk mezin organîzasyonên Kurdên Sûrîyeyê, rekabeta hevdu
bi normên relatîven ”demokratîk” dikin. Di navbeyna wan da kem û kêm jî be,
diyalog heye. Zû parçe dibin, lê zû jî ”cepheyan” ava dikin. Digel hevdu
dijminahîyeke ”kor” nakin. Eve pozîtîvîyeke balkêş e di jîyana organîzebûna
Kurdên Sûrîyeyê da. Lewma jî, gava ”mûsîbetek” bi serê wan têt, zû li hevdu kom
dibin, tên hawara hev û pratîkeke hevrayî pêktînin. Ev helwesta wan ya pozîtîv
di van bûyerên Qamişlo da jî hate dîtin. Zû li hev kombûn, koordînasyoneke
pratîk danan û serhildan û berxwedana xelkê bi kêmasî jî be kontrol kirin. Vê
aktîvîya wan, rê li ber felaketeke mezintir birî. Hem xelk organîze kirin, hem
jî kontrol kirin û bi vê yêkê provakasyona dewletê asteng kirin û herweha hêza
xwe jî nîşanî dewletê dan ku ”ew hene”! Helbet di formûlekirin û programkirin û
herweha pratizekirina xwastekên polîtîk û kulturî da, organîzasyonên Kurdên
Sûrîyeyê ne gelek dînamîk û produktîv in. Eve lawaztirîn alîyê wan e ku nikarin
hemleyên polîtîk bikin beramberî dewleta Sûrîyeyê. Bêvîzyonîya wan ya ji vî alî
ve, li beramberî dewleta Sûrîyeyê dest û pêyên wan girêdide ku eve zeafeke
mezin e. Ev kêmasîya wan di hevdîtinên digel rêvebirên hukûmeta Sûrîyeyê da jî
hate dîtin. Li ber tehdîtên dewleta Sûrîyeyê, koordînasyona rêxistinên Kurdên
Sûrîyeyê bang li Kurdên parçeyên dî û diasporayê kir ku ”pirsê” gelek ”internasyonalîze”
nekin! Eve bi gotina herî ”nerm” bêçaretîya wan nîşan dide, ku hem polîtîken,
hem jî etîken kêmasî û şaşî ye!
Piştgirîya neteweyî û sînerjîya Kurd
Êrişa
dewleta Sûrîyeyê ya ji 12ê Adarê pêve li Qamişlo û bajêrên dî yên Kurdan û
berxwedana xelkê Kurd çawa dest pê kir, bi saya serê teknolojîyê û ragihandina
elektronîk, hem li çarnikarê Kurdistanê, hem jî li seranserê dinyayê zû deng
veda. Wekî her felaketeke neteweyî, vê carê jî ji Kurdistana Rojhilat bigirin
heta Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr û meydanên diaspora Kurdan, li Tirkîye,
Ewrûpa, Amerîka û cihên dî, timamî xelkê Kurd bi yêk deng, di bin alaya
Kurdistanê da, dijî êrîşkarîya dewleta Sûrîyeyê nerazîbûna xwe nîşanda û digel
Kurdên Sûrîyeyê jî piştevanîya xwe diyar kir.
Ji
bo yar û neyara, heyecan û helwesteke neteweyî hate nîşandan ku vê yêkgirtina
Kurdan, li merkezên dîplomasîya cîhanê jî deng veda û bi serê lêvan jî be hem
Amerîkayê, hem jî Ewrûpayê dewleta Sûrîyeyê hişyar kir ku kuştin û girtina
Kurdan bihêle. Heke dewleta Sûrîyeyê, xwe paşve kêşa be, eve di serî da ji ber
berxwedana Kurdên Sûrîyeyê ya organîze, paşê jî, ji ber piştevanîya timamî
Kurdistanîyan û cîhana humanîter, pêkhat. Kurdên Sûrîyeyê bi tinê nehatin
hêlan. Kurdan li timamî Kurdistanê û derveyî welat, dijî êriş û terora 1ê
Sibatê li Hewlêrê jî deng û pratîkeke yêkgirtî nîşandan ku eve xewnên dewletên
dagîrker yên Kurdistanê û enîya ”antî Kurd” ya li rojhilatanavîn direvîne.
Di
hemû mûsîbetên bi vî rengî da, ev helwest û heyecana neteweyî ya xelkê Kurd
pêktêt, ku eve sînerjîya Kurd jî derdêxe meydanê ku garantîya xelkê Kurd ya
rastî û bingehîn jî ev e. Em hêvî dikin ku ev sînerjîya Kurd bête xurttir û
mezintir kirin.
Adar 2004
Serkanî: Adarname 2004-ROJAN HAZIM
www.xweza.com