Parlementoya Kurdistanê ya Hewlêrê, di rûniştina
xwe ya taybetî ya 3ê Tebaxa 2019ê da, 3ê Tebaxê wek roja jenosîdê ya li ser
Êzidîya qebûl kir.
Ev biryara Parlementoya Kurdistanê ya Hewlêrê,
biryareke di cihê xwe da daye, biryareke dîrokî ye. Hetta direng maye. Xwezî
her wê sala ku jenosîdê dest pê kirî ev biryare standiba. Ji ber ku dîrokeke
dûr nîne. 3ê Tebaxa 2014ê ji teref DAIŞa nasyonalîst û kevneperestên Ereb ve ev
kiryara hovane hate kirin ku esasen gefa wan li ser Hewlêrê jî bû ku dagîr
bikin û Parlementoyê jî belav bikin. Bi her hal, bi direngîya pênc sala jî be
biryareke rast e û divêt bête destek kirin. Hetta divêt hemû Kurd pêkve hewil
bidin ku UN û parlementoyên welatên dî jî vê biryarê werbigirin û piştevanîya Kurdên
Êzidî û hemû xelkê Kurdistanê bikin.
RH