35 salîya 15ê Tebaxê
15ê Tebaxa 1984ê, li bakura Kurdistanê li du
bajêrkên spehî yên Kurdistanê, li Eruh û Şemdîna, têkoşerên rizgarîya
Kurdistanê dijî kolonyalîzma Komara Tirkîyeyê [TCê] gotin êdî bese û bizava
meşrû ya parastina welatî bi qevda klaşînkovê dane dest pê kirin. Ev têkoşere
gerîllayên bizava PKKê bûn. Bi wê gavê ve êdî sehma dijminî hate şkandin û hêza
bawerîya xwe bi xwetîyê hate jînde kirin û ew pêl xelek bi xelek fireh bû û
hêza xurt û mezin ya îro îna meydanê.
Hemleya 15ê
Tebaxê, rast e ji teref hêza leşkerî ya bizava PKKê ve hate dest pê kirin,
belêm îro êdî bûye malê neteweyî û Kurd pêkve lê xwudan derdikevin û rêzê nîşan
didin. Giyanê 15ê Tebaxê di 35 salîya xwe da mezintir e, xurttir e û beramberî
kolonyalîzm û dagîrkerîya TCê îradeya neteweyî ya Kurdistanê îfade dike.
Bila pîroz
be.
Heta ku
nîrê kolonyalîzma TCê bi timamî tête şkandin, dawî li dagîrkerîya wê tête înan,
ev ruh û pozisyona 15ê Tebaxê divêt bête xurt kirin û bi yêkbûneke neteweyî
bête domandin. Ev şuûra 15ê Tebaxê divêt bi tifaqa mezin ya navxweyî ve bête tacdar
kirin ku ev yêkbûne dê dawîyê li zulma TCê bîne û hesûya rizgarî û azadîya Kurd
û Kurdistanê ronahî bike. -RH