Hukûmeta Teyîb Erdoganî, îro
19ê Tebaxê (2019) li ser şehridarîyên bajêrên mezin yên Amed, Wan û Mardînê anku
li ser îradeya xelkê Kurdistanê derbe kir û dîsa ve qeyûmên xwe wezîfedar
kirin. Ev reftara hukûmeta AKPê, ev biryara wezîrê karê navxweyî, ev siyaseta
êrişkar ya Erdoganî nîşana kîn û nefreteke qedîm ya dewleta Tirk ya beramberî
Kurd û Kurdistanê nîşan dide.
Şehridarîyên Kurdistanê
2016ê jî bi biryara hukûmeta Erdoganî hatibûn desteser kirin û qeyûm hatibûn
wezîfedar kirin. Lê belê, xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31ê Adara îsal
(2019) da bi dengên bilind şehridarên xwe hilbijartin û dawî li talana qeyûman
îna. Di midehê sê salan da qeyûmên hukûmeta Erdoganî şehridarîyên Kurdistanê
talan kiribûn, mal û hebûna xelkê Kurdistanê li zewq û sefaya xwe xerc kiribûn.
Xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31ê Adarê da dawî li vê zulma hukûmeta
Erdoganî îna û careke dî şehridarî kirine cihên xizmeta xelkê. Erdoganî tehemul
bi vê şkesta xwe ya mezin nekir û careke dî dest dana ser şehridarîyên Kurdistanê.
Esasen hukûmeta Erdoganî eve
demekî dirêj e ku ji hemû alîyan ve êrişeke xedar û bê tixûb tîne ser
Kurdistanê. Ji hewayî û reşahî bombebarandineke bê hed û hisab dike li ser
Kurdistanê. Erdogan û Bahçelî ev êrişkarîya xwe bi bakura Kurdistanê ve nehêlayîne,
nihe dixwazin rojavaya Kurdistanê bi giştî dagîr bikin û dest danin ser îradeya
rojavaya Kurdistanê jî. Hetta heke ji wan bêt hewil didin ku dest danine ser
îradeya başûra Kurdistanê jî. Ji ber hindê Kurd pêkve divêt vê tehlîkeya
hukûmeta Erdogan û Bahçelî bibînin û bi hev ra rê li ber bigirin.
Ev kiryarên hukûmeta
Erdoganî bi çu rengî nayên qebûl kirin. Erdoganî digel şirîkê xwe Bahçelî adeta
sefera mehûkirina Kurd û Kurdistanê dayîne dest pê kirin. Her cihê ku Kurd xwe bidene temsîl kirin dibine hedefa hukûmeta
Erdoganî. Wezîrê karê navxweyî yê Erdoganî, Silêmanê Bêesil bûye lolebkêşê
koalisyona Erdogan û Bahçelî û dixwaze bêhnê li Kurdan çik bike. Ev êrişkarîya
wan ya dawîyê ya li ser Şehridarîyên Amed, Wan û Mardînê derbekî mezin e li ser
îradeya xelkê Kurdistanê û ji vê polîtîkaya wan xuya ye ku dê vê pratîka xwe ya
antî demokratîk bidomînin.
Ev kiryara wan tinê êrişa li ser îradeya xelkê Kurdistanê nîne,
herwisa gefeke xurt e li ser bizava demokrasîyê li Tirkîyeyê jî. Lewma hemû
demokrasîxwazên Tirkîyeyê divêt beramberî vê zulma Erdogan û Bahçelî mil bi
milê xelkê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan bidin û dijî vê êrişa faşîzan bi hev
ra rawestin.
Em wekî KNK bangî dewleta Tirkîyeyê dikin ku ev siyaseta wan bi agir
leyistine û zûtirîn dem dev ji vê dijminahîya xelkê Kurd berdin û rêzê li
îradeya xelkê Kurdistanê bigirin û rê bidene xebata şehridarên Amed, Wan û
Mardînê.
Erdogan, Bahçelî û Silêmanê Bêesil bila bizanin ku qeyûmên wan eslen qebûl
nînin û şehridarên meşrû yên Amed, Wan û Mardînê ew şehridar in yên ku 31ê
Adarê bi dengên bilind hatine hilbijartin.
KNK hêvî û daxwazê ji dinyaya demokratîk jî dike ku xelkê Kurdistanê
bi tinê nehêlin û beramberî vê bêdadîya hukûmeta Erdogan û Bahçelî bêdeng
nemînin û fişareke xurt bînine ser û herweha bibînin ku merkeza hemû arêşê û
fitneya li rojhilatanavîn dewleta Tirkîyeyê û bi taybetî hukûmeta Erdoganî ye.
KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê jî dike ku bi hemû rêyên aştîyane û
demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin û li îradeya xwe û şehridarîyên xwe
xwudan derkevin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
19. 08. 2019, Bruksel
Not:
Ev nivîs ji bo KNKê hate nivîsîn.-RH