Di sed salîya Peymana Sykes-Picot da erkên Kurd û Kurdistanîyan
[16 Gulan 1916-16 Gulan 2016]
ROJAN HAZIM
Kurdistan axeke dewlemend e, bi xêr û bereket e. Lewma
jî operasyonên cerahî li ser bedena Kurdistanê hatine kirin û hêj jî têne kirin.
Bo dagîrkerên cîran û yên ji dûr hatî gelek calib bûye û hemûyan jî
berjewendîyên xwe kirine esas û Kurdistan bi darê zorê di destê xwe da girtine
û her hewildana xelkê Kurd ya azadîyê jî bi xwûnê tepisandine. Kurdistan di
navbeyna dagîrkeran da jî bûye meydana cengê. Gelek şer û peyman dîtine
Kurdistanê. Kurdistanê yêkparetîya cografyaya xwe ewil di şerê Osmanîyan û
Safewîyan da bi Peymana Qesr-î Şirîn [1639] berze kirîye û bûye du parçe. Vê
rewşê heta serê sedsala bîstan dom kir.
Sedsala 20an jî bo Kurda bi xêr û xweşî nebû. Ewil bi
Peymana Sykes-Picot [1916], li dûv ra Sevr [1920] û herî dawîyê jî bi Peymana
Lozanê [1923] Kurdistan hate talan kirin, du parçeyî nema, kirine çar parçe û
kolonîzasyoneke xedar li ser axa Kurdistanê hate tehkîm kirin. Di şertên destpêka planê Sykes-Picot da
Kurdistana di bin dagîrîya du imparatorîyên mezin yên navçeyê, Osmanî û Farsan
da bû û paşê jî bi destê Ingilîz û Fransîyan û bi rêya vê peymana kavil û
wêranker anku Peymana Sykes-Picot, li ser pişkeke dî ya axa Kurdistanê dewletên
Ereb jî hatin çêkirin û bi vî rengî ew jî bûne baskê sêyemîn yê kolonyalîstîya
li Kurdistanê. Helbet Rûsan jî ew rewş û pêşhatin bo xwe kirine firset û ew jî
bûne parçeyekî vî planî û ji Kafkasyayê ve heta Hekarîya Kurdistan dagîr kirin.
Di eslê xwe da ev Peymana Sykes-Picot her di destpêkê
da xuya bû ku dê peymaneke jî [emir] dirêj nebe û di nav wan şert û mercên şerê
cîhanê yê I. da bin nagire û wisa jî lêhat. Peymana Sykes-Picot esasen dizayna
serê sedsala bîstan ya rojhilatanavîn e ji teref "cîhana rojavayê"
ve. Hingê hêj Amerîka lawaz bû û patronîya van polîtîkayan hem ji alîyê mejî ve
hem jî ji alîyê realîze kirina pratîk ve Ingilîzan dikir. Fransîyan jî di
parastina berjewendîyên xwe da Ingilîz didane zorê. Di vê rikeberîyê da
berjewendîyên Ingilîz û Fransîyan gihiştin hev û planê lêkvekirina
rojhilatanavîn bi hev ra dane dest pê kirin. Helbet Amerîka aktorê sereke nebû
lê piştevanîya baskê Ingilîz û Fransîyan dikir.
Di encam da planê ku bi navê Ingilîzan Sir Mark Sykes û bi navê Fransîyan jî Francois
Georges-Picot danayî li goreyî dilê wan
jî neçû serî. Ber bi dawîya şerê cîhanê yê I. û pêkhatina Sovyetan, Rûs paşve
vekişiyan. Avakerên Komara Tirkîyeyê ya nû di wê rewşê da Ingilîz û Fransî û
tifaqdarên wan dane zorê û li goreyî wan şertan, bi desteka Sovyetan û hizar
dek û dolabên li ser xelkê Kurd encameke kêm zêde bi dilê xwe bi destê ve înan.
Piştî vê rûdanê hem Peymana Sykes-Picot hem jî Peymana Sevrê li goreyî dilê
Ingilîz û Fransîyan û tifaqdarên wan encam neda, şertên mandatîya wan ya li
navçeyê jî dirêj nekêşa, lê di hilweşandina Imparatorîya Osmanî û çêkirina
dewletên Erebî da gihiştin xwezîya xwe. Paşê bi Peymana Lozanê parve kirina
Kurdistanê formekî dî wergirt û Kurdistan bû çar parçe û digel Tirkîye û Îranê,
Iraq û Sûrîye jî bûne kolonîzatorên Kurdistanê. Herwisa di dawîya şerê cîhanê
yê II. da rewşên nû derketin meydanê û balansa polîtik ya rojhilatanavîn bi
rengekî dî rû da. Di van prosesan da Rûsya û paşê jî Sovyet hebû. Sovyetan piştevanîya avabûna Komara
Kurdistanê ya Mehabadê kirin belêm piştî encama şerê cîhanê yê II. li goreyî
berjewendîyên xwe dîsa ve paşve vekişiyan, pozisyonên nû derketin pêş û mixabin
di nava wan leyiz û entrîkayan da dawîya Komara Kurdistanê ya Mehabadê di
demekî gelek kurt da û gelek trajîk hat.
Dîrok bi
eynî şert û mercan dubare nabe helbet. Lê aktorên veguhorîna rojhilatanavîn yên
serê sedsala bîstan îro jî di çarêka ewil ya sedsala bîst û yêkê da dîsa ve di
sehneyê da ne. Tinê rola sereke ya Ingilîzan û Amerîkayê cih guhorîye. Duhî
Ingilîz li serê meydanê bûn, îro Amerîka li serê meydanê ye, lê Ingilîz dîsa ve
hene çawa ku berê jî Amerîkayî hebûn. Rûsyayê dîsa ve bejna xwe nîşan da ye û
yêkser hem jî bi hêza xwe ya leşkerî ve di nav prosesê da ye. Cîhana Rojavayê
bi pêşengîya Amerîkayê îro jî dixwaze li goreyî berjewendîyên xwe bi formateke
nû rojhilatanavîn dîzayn bike. Ev pêrabûna wan duhî sanahîtir bû lê îro
zehmettir e. Dînamîkên civata rojhilatanavîn hatine guhorîn û vê yêkê balansa
navçeyê jî serûbin kirîye. Duhî Kurd ne aktor bûn, bê hêz û rêxistinî bûn,
belêm îro bi hêz û rêxistinî ne, aktor in û hem jî yên bingehînin û temsîla azadî,
aştî, wekhevî, demokrasî û pêşkevtinê dikin. Di veguhorîna Iraqê da Kurd bûne
xwudan rol û seng û li encama vê yêkê jî di nav Iraqa Federal da fermîyen bûne
xwudan statû. Nihe jî di veguhorîna Sûrîyeyê da dîsa Kurd xwudan rol û giranahî
ne û "de facto" bûyîne xwudan statû lê ji ber ku hêj Sûrîyeyê rengekî
nû ne standîye, lewma ev statûya heyî "fermîyet" wernegirtîye belêm
bi navê kantonan meşrûîyet heye. Hewildan bi hisab û kitabên Cîhana Rojavayê,
Tirkîye, Îran û Rûsyayê û hindek dewletên dî yên navçeyê ve didomin.
Vekêşkanêyeke bêtixûb tête kirin li ser formê nû yê Sûrîyeyê. Di vê çarçoveyê
da dewletên kolonyalîst yên Kurdistanê hêj jî timamî manewraya xwe li ser
bêmafîya Kurdan dikin û gelek bi israr dixwazin statûkoya li serê sedsala
bîstan pêkhatî bidome. Bexda hêj jî tehemmula hebûna statûya Herêma Kurdistanê
di nav xwe da nake. Herwisa Şam gelek nerazî ye ku Kurd li ser erdê xwe bûyîne
xwudan desthilat. Tehran û Ankara hindî ji destê wan têt dixwazin li milekê hem
statûya başûr û rojavaya Kurdistanê têk biçe û heke neçû jî asteng bikin,
tixûban lê teng bikin û rê li ber xweserîyeke kamil bigirin û herweha firsetê
nedin ku ji bo "nava wan" jî anku bakur û rojhilata Kurdistanê bibine
modelekî nû.
Di vî demê
nû da Kurd herwisa bi hêz in, li îradeya xwe xwudan derdikevin û hem li
rojhilatanavîn hem jî li zemînê navneteweyî meydanê bo dagîrkeran nahêlin ku
hespê xwe li goreyî dilê xwe bibezînin.
Kurdan bi
derketina vê rewşa nû, avabûna statûyên başûr û rojavayê û herwisa bilindbûna
têkoşîna azadîyê li rojhilat û bakur êdî zihnîyet û hewildanên
"Sykes-Picot"î bijbelav kirîye, bêyî hukum hêlaye. Di sed salîya vê
peymana bêyûm ya Sykes-Picot da Kurd xwudan soz û îrade ne, xwudan hêz û şiyan
in.
Lê belê,
yêk kêmasî û qusûra Kurdan heye ku ew jî di van şertên nû yên gihiştî da, ji
tifaqeke navxweyî ya ku tête xwastin û hêvî kirin dûr in. Di rikeberîya li nav
aktorên cîhanî û navçeyî û herwisa dewletên dagîrker yên Kurdistanê da mixabin
ku ev bêtifaqîya navxweyî bizava manewrayê ya Kurdan qels dike.
Di sed salîya
peymana Sykes-Picot da, ku îro hemû peymanên parçe kirina Kurdistanê ji teref
Kurdan ve hatine pûç kirin, divêt formekî nû bête dan ji bo rojhilatanavîn ku
ew jî bêyî qebûl kirina mafên Kurdan qet ne mumkun e. Kurd di standina mafên
xwe yên xwezayî da gelek bi biryar in û vê yêkê eslen nakine behsê munaqeşeyê
jî. Lê belê, di konjonktura heyî da hindî ji wan têt rasyonel hereket dikin û
dixwazin bi diyalogê û li ser zemînê heqqanîyetê digel hevrikên xwe reng û
rûyekê bidine xwastekên xwe û çarenivîsa xwe li goreyî şert û mercên îro heyî
bi rizaya xwe diyar bikin. Kurd herwisa digel hevqederên xwe yên Kurdistanî
dixwazin statûya xwe bi destê xwe kivş bikin. Formatên statûyan ji hev cuda ne
û gelek in. Giring ew e ku Kurd xwudanê çarenivîsa xwe ne û tinê ew dikarin
çarçoveya vê çarenivîsê diyar bikin û bi nav bikin.
Di sed salîya
Peymana Sykes-Picot da karê lezîn û pêdivî yê Kurdan û hevqederên wan yên
Kurdistanî ew e ku her bi çi rengî be rêyeke yêkbûna navxweyî peyda bikin.
Formekî ku yêkîtîya demokratîk ya navxweyî îfade dike bibînin û di pratîkê da
realîze bikin. Her hewildan û pêkînana tifaqa navxweyî dê berpêyên dagîrkeran
teng bike, lê gihiştina rizgarî û azadîyê dê sanahîtir bike, hedefê nêzîktir
bike.
[***]
Di van
şertên ku îro ne tinê hukmê Peymana Sykes-Picot herwisa yê Peymana Lozanê jî
nemayî da, imkanên pêkînana tifaqa navxweyî bi zedehî ve gihiştî ne û eve dê
prosesa bi destxistina statûya Kurdistanê jî tayîn bike. Hebûna du statûyên li
başûr û rojavaya Kurdistanê zemînê cografî yê yêkîtîya navxweyî amade dike. Bi
diyalog û gotûbêja navxweyî peyda kirina formekî nû yê yêkîtîya başûr û
rojavaya Kurdistanê mumkun e û divêt Kurd û Kurdistanî vê mijarê bikine serê
rojeva xwe.
Serê
sedsala bîstan hêzên navneteweyî li goreyî berjewendîyên xwe form dane
rojhilatanavîn ku Kurd jê bêpar man. Belêm îro li sedsala bîst û yêkê di
formdayîneke nû ya rojhilatanavîn da Kurd bi bizav û têkoşîneke mezin ya vejînê
bûyîne xwudan hêz û îrade û di pêkînana rojhilatanavîneke nû da Kurdistan divêt
mutleq bigihe statûyeke bi dilê xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan. Eve di destê
me bi xwe da ye. Alternatîva vê sedsala bîst û yêkê li beramberî peymanên
xirabker yên serê sedsala bîstan yên wekî Sykes-Picot, Sevr û Lozanê, peymana
navxweyî ya Kurdan û Kurdistanîyan bi xwe ye û ew jî yêkîtîya mezin ya Kurd û
Kurdistanîyan e. Statûkoya bi peymanên Sykes-Picot, Sevr û Lozanê çêbûyî îro
divêt nemîne. Kurd û Kurdistanîyên yêkbûyî dikarin beramberî aktorên navçeyî û
navneteweyî xwastekên xwe bidine qebûl kirin û encameke bi dilê xwe derêxin
meydanê û bi vî rengî statûkoya ji serê sedsala bîstan were hatîye ferz kirin
berteref bikin. Destkevt bi vî awayî dikarin bêne zêdetir û mezintir kirin û
parastin, ku îro konjonktur û meyla cîhana demokratîk di lehê Kurdan da ye û
eve firseteke xêrdar e.
Kurd û
Kurdistanî, ji bo vê armancê divêt bi enerjîyeke mezintir û xurttir û bi hev ra
di nav kar û xebatê da bin.
Not:
Ev nivîs ji bo KNKê hate nivîsîn û paragrafa li jêr lê hate
zêde kirin.
Xweşbextane ev nivîs digel paragrafa li jêr bi belê kirina Konseya
Rêvebir û Dîwana Giştî ya KNKê bû belgeya fermî ya KNKê û di roja salvegera
Peymana Sykes-Picot da, anku di 16ê Gulana 2016ê da hate belav kirin. -RH
Paragraf: [***]
"KNK di sed salîya
Peymana Sykes-Picot da, ku ev zihnîyet û pratîk îro bi têkoşîna dînamîkên
navxweyî hatîye pûç kirin, prosesa vehûnandina yêkîtîya navxweyî erkekî
neteweyî û niştimanî dibîne û daxwazê ji hemû hêz û kesayetên neteweyî û
niştimanî dike ku rola xwe ya çêker bi aktîvî bileyizin. Kurd îro gihiştine wê
hişyarî, hêz û şiyanê ku êdî emelîyatên birandinê yên li ser bedena xwe qebûl
nekin û li qedera xwe û ruh û bedena xwe anku welatê xwe xwudan derkevin."