Li Adarê kulîlkên rengareng li Kurdistanê
Adar, heyva derdan, kul û keseran, birîn, êş û janan,
lê herwisa jî heyva xêr û xweşîyan,
keyf û şahîyan ya Kurdan
Hersal tête nivîsîn li ser meha Adarê. Adar li cihê xwe ye û heta hetayê jî
dê wisa bimîne û dê herdaîm bibe mijara nivîsînan... Li Adarên berê gelek bûyer
qewimîn li Kurdistanê û dê hêj jî bibin. Hindek bi xem in, hindek bi xêr û şahî
ne... Jîyan berdewam e. Ev prosesa Adarê jî dê bidome. Bûn û bûyerên qewimî êdî
bûyîne dîroka Adarê û hersal ew rûdan têne bîrînan. Di nav jîyanê da dê hêj
gelek tişt bêne dîtin di Adaran da... Adar bi van bûn û bûyerên xwe yên
cudareng yên li jîyana Kurdan ve adeta Kurdan ji milekê bo milê dî dihejîne...
Eve çi psîkolojî ye, çi haletî rûhî ye gelo?.. Di nava 31 rojan da Kurd car
dikenin, car rondika dibarînin, car bi keyf û şahî ne, car bi xem, kul û keser
in... Çi bêjin, hêvî dikin bûn û bûyerên ku dê di Adarên paşerojê da bibin bi
xêr û xweşî bin...
Bihara Kurdistanê
Berî hertiştî Adar destpêka
demsala biharê ye û heyva Newrozê ye
Bi Adarê ve li Kurdistanê demsala biharê dest pê dike... Bihareke zû ye
helbet. Adar destpêka vê bizava xwezayê ye û adeta demê zayîna biharê ye û wisa
jî bi jan e... Organên xwezayê, şîn û şînkatî di nav serhildanê da ne... Ji
erdî ve zîxik, ji daran ve aj hêdî hêdî xwe amadeyî bişkivînê dikin... Hindek
gul û kulîlk jî hene ku di Adarê da dibişkivin, vedibin... Canemerg ji wan
kulîlkan e... Carina di nav kevîbelekeyan da, carîna jî di nav prosesa helyana
befrê da serî hildidin, dibişkivin, vedibin... Sîsin, simbil, lale, nêrgiz jî
herwisa...
Canemerg
Li bilindahîyên Kurdistanê bermayên
zivistanê hêj jî didomin... Li çiyayên bilind, li zozanan gelek caran befr
barîna xwe didomîne. Sarma, sir û seqem xwe dide his kirin... Belêm li cihên
nihal, dol, gelî, deşt û berî yên Kurdistanê germ bilind dibe, şînkatî
dibişkive... Kulîlkên biharê serî hildidin, mêrg û çîmen bi şînkatî, gul û
kulîkan dixemilin...
Di nava meha Adarê da li Kurdistanê hind
bûyer pêkhatine ku Adar adeta bûye meha Kurdan. Hema di serî da cejna Newrozê.
21ê Adarê roja cejna Newrozê ye û her 21ê Adarê ji alîyê Kurdan û Kurdistanîyan
ve ev cejna dîrokî bi coş û heyecaneke bilind tête pêşwazî kirin û pîroz
kirin... Newroz ji ber prosesa têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê hêj jî
wekî xwenîşandaneke polîtîk tête pîroz kirin û xuya ye heta ku Kurdistan digihe
vê xwezîya mezin jî misyonê Newrozê dê her ev bang û hawara rizgarî û azadîyê
be... Newroza îsal, ya 2016ê jî li her derê Kurdistanê, li meydanên dîasporayê
bi vê bîr û bawerîyê hate pîroz kirin.
Newroz kengî dê bibe pîrozbahîya sade ya
xelkî, ya keyf û şahîyê? Eve bi pêkhatina Kurdistaneke rizgar û azad mumkun
dibe... Bi Kurdistaneke serbixwe dê mumkun bibe... Her diçe ev bîr û hizir di
serê mirovê Kurd da dikemile, digihe û xurttir dibe. Pêkhatina xweserîyên li
başûr û rojavaya Kurdistanê qonaxên destpêkê yên vê armanca mezin in û bihadar
in... Newroz li van navçeyên Kurdistanê jî wekî platforma xwe gihandina vê
xwezîya mezin tête pîroz kirin. Ji xwe li bakur û rojhilatê Newroz dibe xwenîşandaneke
mezin ya polîtîk beramberî rejimên dagîrker yên Tirkîye û Iranê... Isal jî wisa
bû... Her Newroz xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan gaveke dî nêzîkî rizgarî û
azadîyê dike. Yêk ji karakterîstîka herî sereke ya Newrozê ew e ku Newroz
çîmentoya yêkîtîya Kurd û Kurdistanîyan e û xelkê li ser netewebûnê digihîne
hev û platforma herî bilind ya tifaqa Kurdan e... Ji ber vê pîrozîya Newrozê
Adar meha Kurdan e û dê heta hetayê jî wisa be... Newroza 2016ê jî bi hêvî û
daxwaza mezin anku gihiştina rizgarî û azadî anku serxwebûna Kurdistanê hate
pîroz kirin...
Canemerga Newrozê
Ji alîyê kronolojîk ve bûyerên dî
yên Adarê
Adar heyva bûyeran e... 8ê Adarê jî roja jinan e li dinyayê. Jinên Kurd û
Kurdistanî di vê roja navneteweyî ya jinan da xwenîşandanên rengareng pêkînan.
Hem xwezî û daxwazên xwe yên cinsî, hem jî ji bo rizgarî û azadîya Kurdistanê
biryardarîya xwe bi dengekî bilind gotin... Bi bilindbûna têkoşîna rizgarî û
azadîya Kurdistanê ve rola jinên Kurdistanê jî di dereceyeke bilind da
pêşketîye û jin mil bi milê mêran ve bûye hêzeke pêşeng û tayînker... Bi
taybetî di firehîya saheya polîtîk da, di baskê leşkerî yê polîtîka Kurdistanê
da jin pêşketine û bûyîne hêzeke xwudan seng... Ev rol û misyonê jinên
Kurdistanê her diçe zêdetir tête dîtin ku li bakur û rojavaya Kurdistanê hêzên
parastinê yên jinan organîze bûne û eve di têkoşîna rizgarî û azadîyê da
merheleyên nû û giring in... Di warê sosyal û kulturî da jî bizava jinan ber bi
pêş diçe. Di warê wekhevîya cinsîyetî da jî jin gihiştine qonaxên nû û eve di
prosesa ava kirina civata nû ya demokratîk ya Kurdistanê da cihê şahîyê ye...
Di 8ê Adara 2016ê da ev hêza jina Kurd û Kurdistanî zêdetir hate pêş û dîtin...
Jinan bi 8ê Adara îsal ve hêvîyên xwe mezintir kirin ku ev dînamîzma jinan
digel bizava mêran dê bibe hêza serkevtinê û demê rizgarî û azadîya Kurdistanê
nêzîktir bike...
12ê Adarê, roja qetlîama Qamişloyê ye ya li sala 2004ê... Hersal ev
komkujîya rejima Beasê û êrişkarîya nijadperestî ya Erebî ya li ser Kurdan tête
bîrînan û bi xurtî jî tête protesto kirin. Di 12ê Adara 2016ê da li warên nîv
azadkirî yên rojavaya Kurdistanê qetlîama Qamişlo bi rengekî xwenîşandana
neteweyî hate bîrînan... Bi giştî Kurd û Kurdistanîyan li her derê ev bûyera
xembar bi bîr înan û biryardarîya xwe ya li ser rizgari û azadîya Kurdistanê
dubare kirin...
Di Adarê da gelek bîrînanên lîder,
pêşeng û têkoşerên doza rizgarî û azadîya Kurdistanê jî hene... Adar ji bo Mela
Mustefa Barzanî wekî serokekî mezin û navdar yê Kurdistanê hem heyva bûyînê hem
jî ya mirinê ye... Mela Mustefa Barzanî di 14ê Adara 1903ê da tête dinyayê û 1ê
Adara 1979ê jî dimire... Ji alîyê bûyîn û mirinê ve Adar heyva bîrînana Mela
Mustefa Barzanî ye ku Kurd û Kurdistanîyan di Adara 2016ê da qedirgirî û
bihazanînîya xwe nîşandan û Mela Mustefa Barzanî bi dilgermî bi bîr înan...
16-17ê Adarê jî rojên bîrînana jenosîda
Helepçeyê ne. Ew komkujîya rejima Beasê ya Seddam Husên li Iraqê kul û kesereke
kûr e di dilê hemû Kurdan da... Îro Kurd li wî parçeyê Kurdistanê, li başûr di nav
Iraqa Federal da xwudan xweserîyeke nû ne belêm eve nayê manaya rizgarî û
azadîya kamil ya ku Kurd hêvî dikin. Statûya heyî formekî nîv azadî ye... Lewma
bizava rizgarî û azadîyê anku serxwebûna Kurdistanê her diçe li vî beşê
Kurdistanê xurttir dibe. Helepçe û Helepçeyî di nav vê statûya başûra
Kurdistanê da birînên xwe dikewînin... Lê ew birîna jenosîdê heta hetayê sax
nabe û Helepçeyî û hemû Kurd bi vê bîr û hizirê wê êrişkarîya birandinê ji bîr
nakin û divêt nekin jî... Helepçe nihe bûye istan û eve jî ji bo kirîna dilê
Helepçeyîyan gaveke xêrdar e... Di 16-17ê Adara îsal, ya 2016ê da Helepçeyîyan,
Kurd û Kurdistanîyan bi taybetî hêvîya serxwebûna Kurdistanê mezintir kirin û
ev xwezîya xwe bi dengekî bilindtir gotin...
28ê Adarê, roja şehît bûna Egîd Mahsûm
Korkmaz e... Egîd lîderekî leşkerî yê têkoşîna rizgarî û azadîyê bû li bakura
Kurdistanê... 28ê Adara 1986ê li Çiyayê Gabar, ji alîyê ertêşa Tirkîyeyê ve
hate şehîd kirin. Egîd wekî pêşengê şerê çekdarî yê 15ê Tebaxa 1980 li bakura
Kurdistanê tête bîrînan... 28ê Adara îsal, ya 2016ê, Egîd wekî serleşkerekî
hêjayî navê xwe hate bîrînan...
31ê Adarê jî roja bîrînana Qazî Mehemed
e... Qazî Mehemed, serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê, li 31ê Adara 1947ê li
Meydana Çarçira ya Mehabadê ji alîyê rejima Şah ya Îranê ve digel hevalên xwe Hacî Babe Şêx û Seyfi Qazî hate îdam kirin. Dawîyeke trajîk bû îdama Qazî Mehemed û hevrêyên wî...
Damezrîna Komara Kurdistanê ya Mehabadê 22ê Kanûna Paşîn [January] ya 1946ê li
Meydana Çarçira ya Mehabadê ji alîyê Qazî Mehemed ve hatibû îlan kirin. Jîyê
komarê salek nekêşa û rejima Şah ya Îranê 17ê Kanûna Pêşîn [December] ya 1946ê
êrişeke dijwar bire ser komarê û dawî li komarê îna... Rejima Şah 31ê Adara
1947ê jî serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê, Qazî Mehemed û hevalên wî bi
kîneke dîrokî ya dijî xelkê Kurd bi zanahî li wê meydana ku komar lê hatibû
îlan kirin, îdam kirin... Kurd û Kurdistanî vê bûyera bi xem, kul û keser her
31ê Adarê bi bîr tînin... 31ê Adara îsal, ya 2016ê ji salên borî zêdetir hate
bîrînan. Hêvî dikin eve bibe nîşana ku bizava rizgarî û azadîyê ya rojhilata
Kurdistanê dijî rejima Komara Islamî ya Îranê têkoşîna xwe bilind û xurt
bike...
Yêk ji van bîrînanên Adara 2016ê ya
pozîtîv jî ew bû ku, navên sembol yên têkoşîna doza mezin ya Kurd û Kurdistanê
bêyî destnîşan kirina rêxistinên wan ji alîyê hemû Kurd û Kurdistanîyan ve wekî
sembolên hevpar yên neteweyê Kurd hatin bîrînan ku eve pêşkevtineke xêrdar e di
prosesa têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da... Mela Mustefa Barzanî [PDK],
Qazî Mehemed [PDK], Egîd Mahsûm Korkmaz [PKK] û gelek navên dî bihayên hevpar
yên neteweyî ne û divêt rêz û siyaneteke bilind ya neteweyî bête nîşandan...
Adar di saheya navneteweyî da jî bi
xwûn ket
Teror û şiddeta kevneperestî ya Islamî li rojhilata navîn bûye belaya
xelkên navçeyê. Dagîrkerîyeke nû bi vê îdeolojîya paşverû tête kirin li
Kurdistanê. DAIŞ bûye nîşana vê bizava paşverû û kevneperest. Dagîrkerên
Kurdistanê gelek bi zanahî û sîstematîk ev belaya DAIŞê gihandin, mezin kirin û
berdane bedena Kurdistanê. Kurdistan ber bi rizgarî û azadîyê ve diçe. Dagîrker
bi vê hemleya DAIŞê ve dixwazin xirxala pêşveçûnê ya têkoşîna Kurdistanê,
asteng bikin, fren bikin, heke ji wan bêt bipeqînin ku prosesa rizgarî û
azadîya Kurdistanê têkbiçe anjî direng bimîne... Li başûra Kurdistanê, li
rojavaya Kurdistanê DAIŞ kirine hêza rêbirînê ya doza Kurdistanê... Lê nikarîn
û nikarin... Li başûr jî, li rojavayê jî DAIŞ hatîye şkandin. DAIŞê bi
hevkarîya dewleta dagîrker TCyê ve li bakur jî gelek êrişên bombeyî pêkînan û
çendîn xelkê sivîl kuştin...
DAIŞ li saheya navneteweyî jî bûye belaya serê xelkan... Heta nihe gelek êrişên
bombeyî kirin li welatên cuda yên Ewrûpayê... Li Parîsê kirin... Li Danmark
kirin... Hetta ev DAIŞa di bin per û baskên TCyê da li Ankara û Stanbolê jî
bombe peqandin û bi sedan sivîl kuştin... Herî dawîyê jî di 22ê Adara îsal, ya
2016ê da li Brukselê li balefirgeh û metroyê bombe peqandin û bi dehan [35] sivîl
kuştin...
Di damezrandina DAIŞÊ da gelek binas û armanc hene û her terefê ku dest di
vê afirandinê da heyî mexsedên cuda hene... Belêm DAIŞ bi giranî daku rê li ber
têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê bête girtin hatîye çêkirin... Pratîka
DAIŞê ya heta îro ev bûye... DAIŞ bi esasî dê bi hêza Kurd û Kurdistanîyan bête
şkandin û hilweşandin... Kurd dê xwe jî, xelkên navçeyê jî û xelkên cîhanê jî
ji vê belaya mezin ya DAIŞê xilas bikin... Piştî bûyera Brukselê hêvî dikin ku
Ewrûpa, dinya vê tehlîkeya paşverû û kevneperestî ya Islamî micid bigirin, xwe
goreyî wê organîze bikin û hemû hêz û imkanên xwe li dijî têkoşîna vê
organîzasyona xwûnawî seferber bikin û destekeke xurt bidine Kurdan ku di saheya
ku DAIŞ tê da anku li rojhilata navîn bête şkandin û pûç kirin...
Adar dîsa ve
heyva hêvîyan e
Helbet di Adara îsal da, Adara 2016ê da gelek bûyerên xembar dîsa ve hatin
jîyan... Bi taybetî li bakura Kurdistanê TC bi hemû hêza xwe ya leşkerî ve
şerekî asîmetrîk dike û Kurdistanê kavil û wêran dikin, kuşt û kuştdarîya xwe
didomînin... Ji havîna 2015ê were, bi taybetî li Agirî, Mûş, Wan, Hekarî, Şirnex,
Amed, Mardîn û dorberê van şehran di nav komple êrişeke birandêr da ye...
Bajêrkên wekî Silopî, Cizîr, Elkî, Gever, Hezex, Nisêbîn, Sûr êdî bûyne cihên
sembol ku bi ber êrişeke gelek dijwar ya TCyê ketîne... Heta nihe bi sedan
têkoşerên azadîyê û xelkê sivîl yên li van cihan hatine kuştin... Di Adara îsal
da jî TCyê hêza xwe ya êrişkarîya li van cihan kêm nekirî ye, bereks çêkên
giran bi kar tîne... Kurd û Kurdistanîyan ji serê Adarê pê ve, di timamî
aktîvîteyên Newrozê da, di hemû bîrînan û delîve û imkanan da ev êrişkarîya
TCyê protesto kir...
Belêm mixabin ku heyva Adarê, Adara
îsal, Adara 2016ê jî ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve bi xêr û xweşî û şahî bi
dawî nehat... Xem, kul û keser, êş û jan dîsa ve bû bahra Kurdan di timamîya
heyva Adarê da... Lê belê, digel van hemû nexweşîyan jî Kurdan heçku ev êş û
jan bi serê wan nehatine, di nav biryardarîyeke mezin da berxwedana xwe
domandin, beramberî dijminan çok nedan, serê xwe şor nekirin... Bedelekî mezin
dan di vê heyva Adarê da belêm dîsa ve xwe sist nekirin û di nav van hemû kul û
derdan da, di nav kavilên avahîyên ku ji teref ertêşa TCyê ve hatine
hilweşandin da hêvîya xwe ya bi paşeroja xwe ve xurt kirin, serê xwe bilind
kirin...
Digel hemû zor û zehmetîyan jî be li
Adara îsal jî Kurdan di prosesa rizgarî û azadîya Kurdistanê da têkoşîna xwe ya
fireh û piralî di hemû bask û çeperan da berdewam kirin... Lê helbet wekî
hercar digel kar û xebatên serkevtî herweha jî xeletî kirin, kêmasî kirin,
serhişkîyên xwe domandin, di şaşîyan da israr kirin, xwe nekirine yêk, bi serê
xwe gav avêtin, guhê xwe nedane hev, xwe ji şêwira navxweyî dûr kirin... Ev
hemû qusûre di têkoşîna bakur da jî, di ya rojhilatê da jî, di polîtîka başûr û
rojavayê da jî hatin dîtin di timamî heyva Adarê da...
Hêvî dikin Kurd piştî heyva Adarê, di
demên pêş da, muhasebeya kar û xebatên xwe bi bîr û hizireke pozîtîv bikin, ji
şaşîyên xwe dersê werbigirin, wan xeletîyan dubare nekin û ya herî giring xwe
ji vê serhişki û kompleksa "ez ezîye" rizgar bikin, li şûna aqilê yêk
alî, aqilê hevrayî pêşbêxin û xwe bigihînine têgihiştina xebat û têkoşîna
koalisyonel... Kurd divêt bizanin ku doza Kurd û Kurdistanê ne doza partîyekê
ye, ya kes an lîderekê ye... Dozeke hevrayî ye, ya xelkekê ye, ya neteweyekê
ye, dozeke kolektîv e û divêt xebat, têkoşîn, îdare kirin û pêşengîya wê jî
kolektîv be...
Ev tablo û bîr û hizira pozîtîv û
kolektîv mixabin me di Adara 2016ê da nedît. Lê bi her hal Adar dîsa ve heyva hêvîyan
e ji bo Kurdan û lewma hêvî dikin di demên pêşîyê da bîr û hizir û pratîka pozîtîv
û kolektîv bibînin. Bi taybetî kes û hêzên ku xwe pêşengên dozê dibînin divêt aqilê
xwe bînine serê xwe û hewildanên pozîtîv yên pêdivî di axivtinê da nehêlin, di
pratîkê da pêkbînin...
ROJAN HAZIM
31 Adar 2016
Nêrgiz