mandag den 29. februar 2016

Heyvname 2016-2- Sibat 2016 - ROJAN HAZIM


Sibata 29 rojî
Sibat ji alîyê hewayê meteorolojîk ve bi timamî li goreyî tecrubeya salan borî. Sibat dikeve nav demê "çilbeçe". Çilbeçe piştî "Çile"yê têt. Çile ji serê Kanûna Paşîn heta dehê Sibatê anku çil roja didome. Piştî çileyê, anku ji dehê Sibatê pêve jî "Çilbeçe" anku nîvîya çileyê têt ku bîst rojên dawîya Sibatê ne. Li welatî zivistanê dijwarîya xwe, befr û barana xwe sist nekir. Lê li welatên Iskandînavya, li Danmarkê çile jî çilbeçe jî nerm borîn... Ka ew çile û çilbeçeya Kurdistanê... Çile jî çilbeçe jî li Kurdistanê, bi taybetî jî li warên bilind yên welatî tam li goreyî navê xwe diborin. Sarma jî heye, sir jî heye, befr jî têra xwe heye...
Belêm li Sibatê hewayê polîtîk "nerm" neborî. Esasen li Kurdistanê, bi zêdehî ve li bakur, hewayê polîtîk li Sibatê li goreyî naveroka "çilbeçe"yê borî. Hem sar, hem sir, hem zemherî û hem jî jahr!..
Ma çi nebû!. Kuşt û kuştdarîya TCyê ya ji heyva yêk anku ji heyva Kanûna Paşîn mayî ji hêz û hêla xwe çu tişt kêm nekir. Bêyî sekinîn êriş, kuştin, top û bombe baran berdewam bû. Li Wan, Hekarî, Gever, Şirnex, Silopî û Cizîrê, li Sûra Amedê, li dora Mardînê li Nisêbînê û herî dawîyê jî li Hezexê [Idil] heçku befr û baran dibare ji alîyê ertêşa TCyê ve top û bombe hatin barandin li ser serê xelkê navçeyê... TCyê heyva Sibatê jî li xelkê me heram kir, jîyan kire jahr... Xanî û avahî dane ber bombeyan û bi serê xelkê xwecih da hatin hilweşandin. Bi sedan xelkê şehr û bajêrkan di bin wan kavilan da hatin kuştin. Kelexên wan parçe kirin, hatin sotin. Wehşeteke mezin bû. Hêj jî bi sedan cendekên xelkê navçeyê di dolabên cemedê da têne sekinandin ku xelk biçe miriyên xwe teşxîs bike, nas bike... Hêzên TCyê ew komkujîya li Cizîrê kirî, di van rojên dawîyê yên heyva Sibatê da dixwazin li Sûra Amedê jî dubare bikin. Ji xwe Sûr hatîye serûbin kirin, adeta ber li ser berî nehêlane... Mixabin xelkê me jî, xelkên navçeyê jî û dinya jî ker û kip e!.. Ertêşa TCyê heçku Kurdistanê ji nû ve dagîr dike bi wê hirsê êriş dike û kuştineke bêtixûb, wêranîyeke malxirab dike... TC gunehkar e, sûcdar e. Bêdadîyeke mezin bi serê xelkê me tîne. Xelkê me vê reftara bi kîn û nefret ya salan ya TCyê ji bîr nake.

Cizayê pare

Ji Radikalê [19.02.2016]

Ji bilî vê "rûtîna TCyê ya salan li Kurdistanê" metodên hind dijî mirovî, bê ehlaqî bi kar tînin ku cihê gotinê namîne. Ji serê heyva Kanûna Pêşîn were TCyê ev şehr û bajêrkên ku komkijî lê kirî hilgirtine binê ablûkayeke dijwar û derketina xelkê ji bo nava bajêr qedexe kirîye. Derketina xelkê qedexe dikin, di nav mal û xanîyên wan da têne bombarduman kirin û bi komî têne kuştin. Ev kuşt û kuştdarî li milekê, li nav kuçe û kolanên şehr û bajêrkan jî metodên hind dijî mirovî bi kar tînin ku gewrîya mirovî zuha dibe. Li Cizîrê xelkê ku bo bêhnekê ji malên xwe derdikevin ku hewcehîyên xwe bînin cih, av û nanekê bikirin, hem têne kuştin yên sax mayî jî bi pare têne ciza kirin ku boçi qedexetîya derketinê şkandine. Heta nihe serê mirovî 219 TL ciza dayîne gelek kesên ku derketine ber derê xwe... Navê qanûna vî cizayî ji cizayî bi xwe balkêştir e, trajîkomîktir e. Cizayê pareyî li goreyî Qanûna Qebahetê ya bi hejmara 5326 madde 32ê hatîye dan!. [Berê xwe bidine belgeya-meqbûza li jorî]... Dê werin serê xwe li dar û beran nedin!.. Qebaheta herî mezin, herî hetkehî TC bi xwe dike û yên ku bi ber fîşek û bombeyan dikevin bi vê qanûna qebahetê têne ciza kirin. Ev bêdadîye, ev qebaheta hinde mezin li çu derê dinayayê nehatîye dîtin û nîne tinê li nav TCyê heye. TCyê di qebahetê da jî tixûb bezandîye, ma dikarin çi bêjin. Tinê tiştek ji me têt di halê hazir da ew jî tif e. Rûyê wan neyê tifê ye jî lê dîsa ve tif li rûyê wan. Belêm hind rûçir û bêheya ne dê tifê jî wekî barîna baranê qebûl bikin û bêjin "ya rebî şukur!"... Kurd dijî dijminekî hinde bêfirêt têkoşînê didin... TC di birîna cizayê pareyî da xwudan tecrube ye. Di salên 1930î da jî serê gotineke Kurdî  5 [pênc] quruş ciza dibirîn... Sicîla wan ya ciza dana pareyî hindî hûn bêjin reş û tarî ye...

Bi her hal ma eve jî gazinde ye lo em dikin!.. Xelkê tinê nakujin, hem dikujin hem disojin hem jî parçe parçe dikin, cizayê maddî ma li kî derê!.. TC îro li Kurdistanê "qanûna cengelî" anku qanûna rêhlî bi kar tîne. Muameleya keyfî heye li Kurdistanê. Ertêş û polîs di nav pratîkeke ser birînê da ne. Ne guhê xwe didine qanûn û huqûqa xwe, nejî dem û dezgehên mirovî yên dinyayê... Vê rejima hov bi metodên Seddamwarî, Hîtlerwarî Kurdistan adeta sot û kavil kir. Li beramberî dengê mirovahîyê û dinyaya humanîter dev, ziman, guh û çavên xwe girêdane TCyê... Piştî vê kuşt û kuştdarîya TCyê, ji alîyê polîtîk ve têkilîyên Kurd, Kurdistan û TCyê her çi formî werbigirin ferq nake, TC bi van kiryarên xwe yên zalimane ve di wijdana xelkê me da, wijdana mirovahîyê da mehkûm e û dê her wisa bimîne...

TC bi kiryarên xwe yên li bakura Kurdistanê namîne, dijminahîyê beramberî rojavaya Kurdistanê jî dike. Warên azadkirî yên rojavaya Kurdistanê bûyne nîşangeha ertêşa TCyê. Dijî PYD û YPGê di nav reftareke gelek dijminane da ye. Rêvebirên TCyê gavê seetê dubare dikin ku goya ew rê nadin ku li rojavaya Kurdistanê wekî başûra Kurdistanê xweserîyeke demokratîk ava bibe... Berpirs û rêvebirên TCyê yên îro bi van gotin û kiryarên xwe ve polîtîka qedîm ya antî Kurd û antî Kurdistan hêj zalimanetir didomînin. Lê belê, ev polîtîka wan, ev reftara wan, ev dijayetî û êrişkarîya wan, ev kuşt û kuştdarîya wan beyhûde ye, bê bina ye û pûç û vala ye. Kurd bi ser ketî ne, Kurdan qazanc kirîye, di vê qonaxê da destkevtên giring bi dest ve înane û dê vê prosesa serkevtinîya xwe bidomînin heta ku digihine xwezî û daxwaza xwe ya dawîyê ku ew jî rizgarî û azadî ye, serbixwetî ye... Xelkê me di heyva Sibatê da jî bi rika berxwedanê careke dî nîşan da yar û neyaran ku ew serkevtî ne, paşeroj ya wan e û serkevtina dawîyê ne dûr e, nêzîk e.

Xeletîyên navxweyî zerarê didin 
Kurdayetî karekî zor û zehmet e. Eve ji bilî polîtîka dijmin û dagîrkeran, ji alîyekê ve ji bîr û hizira paşkevtî ya edetî ya salan ya navxweyî jî têt. Kurd beramberî hev bê wijdan in. Beramberî hev bê insaf in. Kurd beramberî hev hesûd in, çavnebar in. Ev zihnîyeta kirêt di mala Kurd da, di nav babik û eşîrên Kurd da û herî dawîyê jî di nav partî û organîzasyonên polîtîk, sosyal û kulturî da jî heye. Herçend di "reelpolîtîk"ê da cihê van normên mirovî nîne jî lê axir divêt bêne gotin. Kurdan digel ku li du parçeyan, li başûr û rojavaya Kurdistanê, statûyên xweserîya demokratîk ava kiribin jî, di ragirtin û parastina van destkevtan da mixabin ji pozisyona yêkgirtî dûr in. Hal ew e ku hem ji bo parastina van destkevtan, hem jî bo domandina têkoşîna rizgarî û azadîyê ya bi rengekî serkevtî li du parçeyên mayî, anku li bakur û rojhilata Kurdistanê, divêt di nav hevgirtin û tifaqeke mezin û xurt da bin. Di vê heyva Sibatê da jî mixabin ev hevgirtin û tifaqa neteweyî û niştimanî pêknehatîye. Di ser da jî beramberî hev asêtîyê dikin, pozisyonên hevdu lawaz dikin û niyeta wan çi dibe ferq nake bi vê reftara xwe ya negatîv destê dijmin û dagîrkeran xurt dikin, keysê êrişkarîyê didine dijminan.


Du nimûneyên ku di heyva Sibatê da rûdayî vê negatîvîyeta Kurdan ya beramberî hev gelek bi konkretî nîşan dide. Rêvebirîya Herêma Kurdistanê li başûr [Kurdistana Federal] li goreyî şert û imkanên xwe, piştevanîya pedivî digel têkoşîna li bakura Kurdistanê nake anjî di xuyayî da wisa tête dîtin û têgihiştin. Herwisa bizava ku pêşengîya li têkoşîna bakura Kurdistanê dike jî beramberî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê di nav reftareke hissîyane ya negatîv da ye anjî bi vî rengî tête mana kirin. Welew ku polîtîka Rêvebirîya Herêma Kurdistanê ya digel TCyê heta dereceyekê ji tixûbê xwe zêdetir zerarê digihîne têkoşîna bakur, lê dîsa ve ev şaşîya ji başûr nikare bibe mazereta şaşîya li bakur. Di navbeyna Herêma Kurdistane û TCyê da têkilîyên piralî yên bazirganî hene û di vê çarçoveyê da Hukûmeta Herêma Kurdistanê petrol û gaza xwezayî difiroşe TCyê. Ev firoşkarîya petrolê bi rêya borîyê dibe. Borîyên neqlîyata petrolê ji nav axa bakura Kurdistanê digihe lîmana Yumurtalık ya Adanayê. Di nav heyva Sibatê da, li dora Mardîn û Urfayê borîya petrolê hate peqandin û neqlîyata petrolê ji bo demekî kurt [heta ku hate tamîr kirin] hate birîn. Hate iddia kirin ku gerîllayên HPGê ev kiryare kirine. Helbet heta ku HPG yêkser vê kiryarê li ser xwe deklare neke kes nikare li ser wan sabit bike. Belêm tiştekî aşkera ye ku ev operasyonên li ser borîya neqlîyata petrolê zerareke mezin ya malî digihînine Hukûmeta Herêma Kurdistanê ku xelkê me yê başûr yêkser ji vê yêkê ziyanê dibîne.


Di vê mijarê da hem polîtîka Rêvebirîya Herêma Kurdistanê, hem jî ya rêvebirîya bizava pêşeng ya bakura Kurdistanê xelet e, dûrî berjewendîyên neteweyî û niştimanî ye. Hukûmeta Herêma Kurdistanê mafdar e ku polîtîka û ticareta xwe digel dewletên cîran li goreyî berjewendîyên xelkê başûra Kurdistanê plan bike, di rê bibe. Belêm gava êrişkarîyên birandinê li parçeyekî dî yê Kurdistanê ji teref dagîrkeran ve bête kirin, qet nebe divêt bi dengekî bilind nerazîbûna xwe kivş bike. Heke li tenişta Zaxo, li Cizîrê, li Silopîye komkujî bête kirin, şehr û bajêrk bêne kavil û wêran kirin, xelk bête koç kirin û Hukûmeta Herêma Kurdistanê dengê xwe ji dereceya dîplomatîk ya standart zêdetir bilind neke, nabe û hingê dê gazindeyên giran yên navxweyî bêne kirin. Herwisa bizava ku pêşengîya têkoşîna li bakura Kurdistanê dike jî [PKK-KCK] divêt di nav kiryareke tolhildêrî da nebe beramberî rêvebirîya parçeyekî dî yê Kurdistanê. Rêya rast ew e ku, bêyî ku hevdu zeîf bikin, bêyî ku pozisyonên hevdu tengav bikin, di nav diyalog û koordînasyoneke maqûl da dikarin hem gazindeyan ji hevdu bikin, hem jî hevkarîya hevdu bikin ku beramberi hev xeletîyan nekin ku dijmin jê istifade bike.
 
Divêt ev herdu merkez, Amed û Hewlêr, Rêvebirîya Herêma Kurdistanê anku Kurdistana Federal û Rêvebirîya Bizava Azadîyê li bakura Kurdistanê [PKK-KCK] vê sarîya di navbeyna xwe da zûtirîn dem rakin, di gava ewilî da têkilîyên xwe germ bikin, diyalogeke encamgir bidine dest pê kirin û qet nebe di çarçoveya "reelpolîtîk"a navçeyê da hereket bikin û piştevanîya hevdu bikin û bi xurtî hewil bidin ku zemînê tifaqeke mayînde ya navxweyî bi saxlemî ava bikin.

Di Sibata çar sala carekê da avabûna Instîtuta Kurdî li Danmarkê
Ev sale Sibat 29 roj e. Sibat her çar sala carekê dibe 29 roj. Berî çar salan, li 29ê Sibata 2012ê li Danmark li paytext Kopenhagê Instîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmarkê, bi kurtî Instîtuta Kurdî-dk, hate damezrandin. Instîtuta Kurdî-dk ji ber vê roja 29ê ya Sibatê, roja damezrîna xwe çar sala carekê pîroz dike. Instituta Kurdî-dk di midehê van çar salan da ji bo Kurdên li Danmarkê xebata ziman û perwerdeyê kir û vê xebata xwe hêj jî didomîne. Heta nihe gelek zarok, ciwan gihandine, perwerde kirine.



Bi kursên zimanî mamosta gihandine, sertîfîkat dane, materyalên perwerdeyê çap kirine. Nihe jî projeya bûrsê daye dest pê kirin û di halê hazir da bi hevkarîya sponsoran bûrsê dide du xwandekarên zanîngehê li Kurdistanê. Ev hejmara bûrsîyeran dê bête zêde kirin. Instîtua Kurdî-dk dixebite ku hejmara sponsoran zêde bike daku bûrsê bide hejmareke zêdetir ya xwandekarên unîversîteyê li Kurdistanê... Damezrandina Instîtuta Kurdî-dk karekî pêdivî û pîroz e û di Sibata îsal ya 29 rojî da damezrîna wê pîroz dikin.




Malpera Instîtuta Kurdî-dk ev e:
http://www.institutakurdi.org
E-mail: institutakurdi.dk@gmail.com

ROJAN HAZIM
29 Sibat 2016

søndag den 21. februar 2016

21ê Sibatê, Roja Makzimanî ya Navneteweyî - ROJAN HAZIM





21ê Sibatê, Roja Makzimanî ya Navneteweyî ye. Yêk ji makzimanên dinyayê jî makzimanê me Kurdî ye. Makzimanê Kurda ji ber statûya kolonyalîstîyê ya sedan salî bi ber gelek zulm û zorê ketîye. Her reng daberizînên birandinê li ser hatine kirin. Kolonyalîstan xwastîye makzimanê Kurdan di nav zimanên xwe da bihelînin, asîmîle bikin û bi vî rengî hem xwe ji makzimanê Kurdan û hem jî ji Kurdan xilas bikin û bi vî metodî welatê Kurdan Kurdistanê bikine mal û milkê xwe û Kurdan ji ser rûyê erdî rakin. Ewil welatê Kurdan Kurdistan dagîr kirine, paşê ilhaq kirine anku kirine milkê xwe û paşê jî dest pê kirine makzimanê Kurdan Kurdî qedexe kirine. Kolonyalîstan zanîne ku birandina Kurdan bi rêya asîmîle kirina makzimanê wan dibe lewma ji helandina makzimanê wan Kurdî dest bi kar bûne. Rê û rêbazên hind dijî mirovî bi kar înane ku aqilê mirovî teheyyul nake. Axivtina Kurdî li cade û kolanan, li çarsû û bazaran, li nava malan qedexe kirine. Bêdadîyeke hind bêtixûb bi kar înane ku serê gotineke Kurdî cizayê pare jî dane Kurdan, anku serê gotinê 5 [pênc] quruş ciza standine ji her Kurdekê.
 
Di zulma li ser makzimanê Kurdan da Farisan, Tirkan û Ereban hemû hêza xwe bi kar înane. Mekanîzmayên dewletên xwe, leşkerê xwe, polîsê xwe, sîstemên huqûq û dadîya xwe, perwerdeya xwe, kultur, edebîyat û hunera xwe, hetta dîn û diyaneta xwe, daku makzimanê Kurdan Kurdî bidine asîmîle kirin çerxeke zalimane û hov bi kar înane.
 
Belêm vê polîtîka asîmîlasyon û birandina wan pare nekirîye, bêyî encam maye. Kê ev armanca wan ya birandina Kurdî vala derêxistîye? Kurdan bi xwe. Wan li Kurdan daye, makzimanê wan qedexe kirîye, lê Kurdan jî berxwe daye, bi rikeke mezin û nedîtî makzimanê xwe di jîyana xwe ya rojane da bi kar înane. Di mala xwe da, di kar û gendana xwe da, di şîn û şahîya xwe da, anku di her xeleka jîyana xwe da makzimanê xwe bi kar înane, digel hev bi makzimanê xwe axivtine, nifşên xwe hûyî [fêrî] makzimanê xwe kirine. Stranên xwe, lorîyên xwe bi makzimanê xwe Kurdî afirandine û gotine. Bi makzimanê xwe Kurdî rabûne û rûniştine, jîyane. Bi vê rika mezin makzimanê xwe ji birandinê rizgar kirine û înayîne heta roja îro.


Bo li ser pêya mana makzimanê xwe, bo jîyandina makzimanê xwe Kurdî her xizmet kirine, her fedakarî kirine, her reng bedel dane. Di nav çerxa zulm û zora dijminan da jî rê û teknîkên cuda peyda kirine ku makzimanê xwe sax û jînde bihêlin. Ji bo vê yêkê edebiyateke devkî afirandine, paşê nîşan afirandine ku makzimanê xwe derbazî nivîsînê bikin. Piştî bi kar înana alfabeyan, makzimanê xwe xurt kirine, zengîn kirine, kêm û kasîyên heyî timam kirine, birînên makzimanê xwe Kurdî kewandine û sax kirine.
 
Îro makzimanê Kurdan Kurdî sax e, jînde ye, li ser pêya ye, di jîyanê da bi kar têt û êdî toka mirin û birandinê şkandîye û makîneya asîmîlasyona dagîrker û kolonyalîstan bijbelav kirîye.

Îro makzimanê Kurdan ne tinê makzimanê axivtinê ye, herwisa makzimanê nivisînê ye. Kurd bi makzimanê xwe hem diaxivin, distrên, lorîyan dibêjin, şîn û şahîya xwe pê dijîn û herweha bi çêkirina sîstemê nivisînê jî makzimanê xwe kirine zimanê edebîyata niviskî û perwerdeya giştî. Helbet îro sîstemê kolonyalîzmê hêj bi timamî nehatîye şkandin, rakirin û berteref kirin, belêm hatîye seqet kirin, hatîye leng kirin û prosesa têkbirina kolonyalîzmê hatîye bi hêz û xurt kirin.
 
Îro li du parçeyên welatê Kurdan Kurdistanê makzimanê wan bûye zimanê fermîyeta jîyana îdarî û bazirganîyê, jîyana rojane û perwerdeyê, folklor, kultur, edebîyat û hunerê anku bûye zimanê welatî hemûyê. 
 
Îro li nav tixûbên Iraqa Federal Kurdistan bûye xwudan statû û navçeyeke xweser û makzimanê Kurdan Kurdî zimanê welatî ye, zimanê jîyanê ye li başûra Kurdistanê.

Îro li nav tixûbên Sûrîyeyê Kurdan piranîya axa xwe rizgar kirine, li ser axa xwe, li welatê xwe sîstemekî nû yê xweserîyê ava kirine û makzimanê xwe Kurdî kirine zimanê timamî jîyanê. Perwerde bi Kurdî ye, jîyana çarsû û bazarê bi Kurdî ye, zimanê sîstemê îdarî Kurdî ye anku Kurdî, makzimanê Kurdan Kurdî bûye zimanê jîyanê li rojavaya Kurdistanê jî.
 
Li nav tixûbên Iranê Kurd hêj jî bêyî statû ne, bêyî maf û azadî ne. Makzimanê wan Kurdî di nav sîstemê perwerdeya fermî da nîne. Makzimanê Kurdan Kurdî tinê di nav çarsû û bazarê da, di jîyana rojane da tête bi kar înan. Mekanîzmaya asîmîlasyonê berdewam e çiku bi makzimanê Kurdan Kurdî perwerde nayête kirin. Cihê ku perwerdeya sîstematîk û fermî lê neyî makziman jar û lawaz dibe, asîmîle dibe. Di halê hazir da li nav tixûbên Iranê, li rojhilata Kurdistanê makzimanê Kurdan Kurdî di nav rewşeke xirab û bi tehlîke da ye. Belêm digel vê rewşa negatîv jî makzimanê Kurdan Kurdî li Iranê li rojhilata Kurdistanê kifinê mirinê dirandîye û berxwedana xwe ya jînde manê didomîne.
 
Li nav tixûbên Tirkîyeyê, li bakura Kurdistanê makzimanê Kurdan Kurdî di nav rewşa herî xirab û dijwar da ye. Di nav dewletên dagîrker û asîmîlator da dewleta herî xedar û zalim dewleta Tirkîyeyê bûye beramberî Kurdan û makzimanê wan Kurdî. Beramberî makzimanê Kurdan Kurdî her çi zalimî bête bîra mirovî TCyê kirîye û hêj jî dike. Bi israr rê nade ku makzimanê Kurdan Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî ya dewletê û li tenişta Tirkî bibe zimanê duyê yê dewletê. Polîtîka wan ya îro heyî jar, lawaz û feqir kirina Kurdî ye. Eve di nav dem û zeman da asîmîle kirina Kurdî ye ku eve sûcekî mezin yê mirovî ye, hetta karekî jenosîdal e, lê TC dike. Digel vê zalimîya TCyê ya beramberî makzimanê Kurdan Kurdî, dîsa ve Kurdî jînde ye, berxwe dide.
 
Kurdan bi têkoşîna xwe ya salan hem xwe hem jî zimanê xwe ji nav çembera mirinê rizgar kirine, ji xeniqîna li nava okyanûsê xilas kirine û xwe gihandine perê avê û reşahîyê. Piştî pêkhatina du xweserîyên li başûr û rojavaya Kurdistanê û pêşkevtina sîstemê perwerdeyê li van waran makzimanê Kurdan Kurdî êdî sax e, jînde ye û dê hêdî hêdî xwe xurt bike. Problema bi tehlîke li rojhilat û bakura Kurdistanê didome. Ev herdu parçeyên Kurdistanê dagîr in û di bin destê du dewletên mîratxwerên du imparatorîyên zalim, Osmanî û Farisan anku TC û Iranê ne. Ev herdu dewlet jî nahêlin ku Kurdî li tenişta Farisî û Tirkî bibe zimanê fermî yê dewletê. Herwisa zemînê makqanûnî û qanûnî pêknayînin ku perwerdeya fermî bi Kurdî jî bête kirin. Bi têkoşîna salan ya Kurdan di halê hazir da li Iranê û Tirkîyeyê Kurdî di jîyana rojane da bi kar têt. Lê bi taybetî li Tirkîyeyê fişar û otorîteya fermî ya dewletê hêj jî li ser Kurdî heye û tirsa bi kar înana Kurdî berdewam e û eve hêza asîmîlasyonê jînde dihêle.



Lê belê, tiştekî paradoksal e ku problema herî mezin ya makzimanê Kurdan Kurdî îro ji Kurdan bi xwe derdikeve. Tehlîkeya herî mezin ya li ser makzimanê Kurdan Kurdî, ji bi kar neyînana Kurdan bi xwe têt. Anku Kurd bi xwe makzimanê xwe bêyî tirs bi kar nayînin. Makzimanê xwe li mal, cade, kolan, çarsû û bazarê bi kar nayînin. Kurd bi xwe makzimanê xwe Kurdî bê hêz dikin, bê biha dikin, qedr û qîmetê makzimanê xwe bi xwe dişkênin, makzimanê xwe di statûya nizim da dihêlin ku eve tête manaya xwe bi xwe asîmîle kirinê anku Kurd xwe bi xwe xwe asîmîle dikin, otoasîmîlasyonê li ser makzimanê xwe bi kar tînin ku eve malxirab kirina xwe bi xwe ye. Têkoşîna azadîyê li bakura Kurdistanê gelek xurt û bi hêz e, belêm ev xurtîye di bi kar înana Kurdî da nayê dîtin. Kurd, piranîya zêde ya pêşengên polîtîk, sosyal û kulturî yên Kurd makzimanê xwe bi kar nayînin. Kurd nifşên xwe yên nû bi makzimanê xwe Kurdî nagihînin, di malê da zimanê asîmîlator Tirkî bi kar tînin. Nufûsa Kurdan wekî kesî zêde dibe, belêm mixabin ji ber vê xemsarîya Kurdan bi xwe ya beramberî makzimanê xwe nufûsa Kurdî axêvan kêm dibe. Eve çi ecêbî ye ku Kurd bi serê xwe tînin. Li milekê hejmara Kurdan zêde dibe, li milê dî hejmara Kurdî axêvan kêm dibe. Ev paradoksa ku Kurd bi xwe dijîn û bi serê xwe tînin, di nav çu miletan da nehatîye dîtin û eve bi gotina herî sivik û sade bêrêzîya beramberî makzimanê xwe ye. Kurd li bakur vê bêrêzîyê beramberî makzimanê xwe Kurdî dikin. Hem dibêjin TC asîmîlasyonê dike û hawar hawarê dikin, -ku eve karê wan zalim û dijminan e-, hem jî bi vê reftara xwe ya negatîv, xwe bi rêya otoasîmîlasyonê didine asîmîle kirin.
 
Di pîroz kirina 21ê Sibatê, roja makzimanî ya navneteweyî da, xizmeta herî mezin, erkê herî giring yê Kurdan ewilî bi kar înana makzimanê xwe bi xwe ye. Kurdên bakur û rojhilatê divêt Tirkî û Farisî ji dereceya pêdivîyê zêdetir bi kar neyînin. Kurd divêt di mala xwe da, li cade û kolanên şehir û bajêrkên xwe, li welatê xwe, li cihên jîyana sosyal, kulturî û hunerî, li çayxane û qehwexaneyan, li şahîgehan makzimanê xwe Kurdî bi kar bînin, digel hev Kurdî biaxivin. Şerma Kurdan ya herî mezin ew e ku hem doza Kurd û Kurdistanê dikin belêm digel hev Kurdî naaxivin, zimanên asîmîlator, Tirkî û Farisî û heta dereceyekê jî Erebî bi kar tînin.



Gelî Kurdan; ji xwe, ji hebûna xwe, ji navê welatê xwe, ji navê miletê xwe, ji îdealên xwe yên bo doza Kurd û Kurdistanê şerm bikin û makzimanê xwe Kurdî bi kar bînin. Ma hûn Kurdistaneke bêyî Kurdî xiyal dikin? Nexêr xiyala we jî Kurdistaneke bi Kurdî ye. Hingê makzimanê xwe layiqî bîr û hizirên xwe bi kar bînin. Êdî bes! Êdî bes e!
Bêrêzîya beramberî makzimanê xwe Kurdî terk bikin! Rêza makzimanê xwe bigirin ku ew jî bi kar înana makzimanî bi xwe ye.

* * *

21ê Sibatê, Roja Makzimanî ya Navneteweyî ye, roja makzimanan e li dinyayê. Bi vê munasebetê li 21ê Sibata 2007ê ev meqaleya li jêr di malpera www.xweza.com da hatibû weşandin. Li jêr dubare dikineve...
 

Roja makzimanan li cîhanê - ROJAN HAZIM





Wekî tête zanîn UNESCOyê [*] 21ê Sibatê wekî ”Roja Makzimanên Cîhanê” qebûl kirîye.  UNESCOyê ev biryare, di kongreya xwe ya 17ê Teşrîna 1999ê da wergirtîye û cara ewil jî 21ê Sibata 2000ê li timamî cîhanê hatîye pîroz kirin û ev tradisyone dom dike. UNESCOyê ev biryare li ser pêşnîyara hukûmeta Bengladeşê standîye. Di kongreya UNESCOyê da dewletên ku piştevanîya vê teklîfa Bengladeşê kirî jî ev in; Ivorycoast (Peravê Didanê Fîlan), Italya, Indonezya, Iran, Oman, Comoros, Gambîya, Chile [Şîlî], Dominican Republic [Komara Domînîk], Pakistan, Papua New Guinea, Paraguaya, the Philippines [Filîpîn], the Bahamas [Bahama], Benin, Blearus, Vanatua, India [Hindistan], Micronesia [Mîkronezya], Malaysia [Malezya], Misir, Rûsya, Lithunia, Srilanka, Saudi Arabia [Erebistana Suûd], Sûrînam, Slovakîya û Honduras.
 
Binasê ku Bengladeşê ev roj teklîf kirî jî, bûyereke ku bi serê xelkê Bengal hatîye. Bengladeş, berî 1971ê, kolonîya Pakistanê bû û wekî ”Pakistana Rojhilat” dihate nas kirin û di nav sîstemê ”Unîter”îya Pakistanê da bû. Lewma zimanê fermî yê Bengladeşê [Pakistana Rojhilat] jî zimanê Urdu bû û Bengalî di dem û dezgehên fermî da qedexe bû. 21ê Sibata 1952ê xwandekarên unîversîteyê doza fermîkirina zimanê Bengalî ji hukûmeta Pakistanê kirin û ji ber vê xwasteka xwe jî demonstrasyonek kirin. Hukûmeta Pakistanê ev daxwaza xwandekarên Bengalî red kir û bi şiddet çû ser xwandekaran û di encam da 5 xwandekarên Bengalî bi fîşekên polîsan hatin kuştin. Xelkê Bengalî jî nerazîbûna xwe ya beramberî hukûmeta Pakistanê nîşan da û ev roj, anku 21ê Sibatê wekî ”Roja Şehîdan û roja makzimanê Bengalî” îlan kir. Piştî ku Bengladeş ji Pakistanê hate rizgar kirin û bû dewleteke serbixwe, ev roj êdî bi rengekî fermî jî hate pîroz kirin û ew xwandekar jî hatin bîrînan. 

Hukûmeta Bengladeşê ev tradisyona xwe teklîfî UNESCOyê kir û UNESCOyê jî li ser daxwaza Bengladeşê ev roj, anku 21e Sibatê, kire ”Roja Makzimanên Cîhanê”. Ji 21ê Sibata 2000ê were jî li timamî cîhanê tête pîroz kirin.



Li vê derê tiştê balkêş ew e ku, gava Bengladeşê ev teklîfa xwe înaye kongreya UNESCOyê, dewleta Pakistanê jî destek daye vê pêşnîyara Bengladeşê û bi vî rengî jî ew şerm û kirêtîya wan salên ku zor û zulm li xelkê Bengal û zimanê wan Bengalî kirî, piçekê jî be telafî kirîye.
 
Îro bi navê xelkê Kurd jî, KNKyê bi pêşnîyara ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” 14ê Gulanê wekî roja ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl û îlan kirîye û ewil car jî 14ê Gulana 2007ê dê bête pîroz kirin. [**]
 
Dewleta Tirk, gelo dê wê ”ji xwe şermkirin”a dewleta Pakistanê ya beramberî Bengladeşê, nîşan bide û ew jî dê vê roja zimanê Kurdî qebûl bike, ne kivş e, belêm dewleta Tirk ji wê ”kubarî”yê gelekî dûr e!. Helbet gelek giring jî nîne reftara wê!.
 
Gelek dewletên cîhanê hene ku salê rojek anjî heftîyek dîyarî ziman û kultura xwe kirine û wan rojan pîroz dikin. Yêk ji wan dewletan jî Tirkîye bi xwe ye. Dewleta Tirk, ku ji destpêka damezrîna xwe were makîneya asîmîlasyonê ji ser serê zimanê Kurdî neînaye xwarê, 26ê Îlonê wekî roja ”Cejna Zimanê Tirkî” qebûl kirîye û pîroz dike.




26ê Îlona 1932ê ”Kongreya Yêkemîn ya Zimanê Tirkî”, li ”Seraya Dolmabahçe”yê û bi beşdarîya Mustefa Kemal kombû. Bi pêşnîyara ku ev roja ”kongreyê” bibe roja ”Cejna Ziman”, bi yêkdengî hatîye qebûl kirin û ji wê rojê were jî fermîyen tête pîroz kirin.




Bi rasthatineke enteresan, 26ê Îlonê wekî roja ”Zimanên Ewrûpayê” jî ji teref Komîserîya Yêkitîya Ewrûpayê ve hatîye qebûl kirin û ewil car 26ê Îlona 2001ê hatîye pîroz kirin.


Xirwatistan jî heftîyekê wekî “Heftîya Zimanê Xirwatî” pîroz dike. Ji 11ê Adarê heta 17ê Adarê, cejna zimanê xwe pîroz dikin. Ewil car di sala serxwebûna Xirwatistanê, sala 1991ê hate pîroz kirin. Ji 1997ê were jî fermîyen tête pîroz kirin.

ROJAN HAZIM
01 Gulan 2007


 [*] UNESCO: Navê vekirî yê Ingilizî “United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization” e û ji tîpên serî yên bêjeyan pêkhatîye. Kurdîya wê wisa ye: “Organîzasyona Zanyarî û Kulturê ya Yêkitîya Neteweyan”. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, sala 1946ê hatîye damezrandin.

[**] Cejna Zimanê Kurdî: Piştî biryara 2006ê ya KNKê, ku 14ê Gulanê bibe roja Cejna Zimanê Kurdî, Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê li 2007ê dubare biryar da ku rojên Cejna Zimanê Kurdî bibine sê roj: 14-15-16ê Gulanê. Li 2008ê jî 14-15ê Gulanê li Berlînê Konferansa Zimanê Kurdî hate organîze kirin û ji hingê were jî zêdetir 15ê Gulanê derkete pêş ji ber ku roja weşandina kovara navdar HAWARê ye.

Serkanî: www.xweza.com