Kurd ji vehûnandin anjî lihevînana dîtinên cuda gelek dûr in...
Heye nîne "ya min" e ji bo Kurda...
Kes ya kesê qebûl nake...
Ev bîr û hizra negatîv diçe ser mejîyê çîzkirinê...
Di hevrikîyê sporê da anjî ya polîtîk da serkevtin jî heye binkevtin jî...
Qebûlîya van encaman têgihîştin, kultur û ehlaqê demokratbûnê dixwaze...
Yên xwe gihandine vê dereceya mirovîya modern serkevtî bin an binkevtî bin destê xwe didine hev û hevdu pîroz dikin. Yê/a serkevtî hemer nabe, xwe mexrûr nake û ji bîr nake ku belkî carekê jî bi binkeve. Haletîrûhîya hevrikê xwe yê/a binkevtî di bîr û hizra xwe da jînde digire ku heke rojekê bi serî hat xiyalşkestî nebe. Yê/a binkevtî jî dinyayê li xwe teng nake, jîyanê li xwe heram nake û encamê qebûl dike û xwe ji bo careke dî ku serbikeve amade dike... Anku kes kesê çîz nake...
Di polîtîkaya pêşkevtî û modern da jî rikeberî normal e û serkevtin an binkevtin bi dilnizmî tête qebûl kirin û teref xwe çîzkirî an çîzbûyî nabînin xwe ji bo serkevtinên nû hazir dikin, xwe digihînin...
Mixabin em vê dilfirehî û demokratbûnê di polîtîkaya Kurdî da nabînin...
Bi taybetî organîzasyonên xwudan desthilat xwe li ser ewra dibînin û xwe amadeyî lihevkirinê nakin... Xwe ji zemînên lihevkirinê dûr dikin... Bo wan rastîyek heye û ew jî ya wan e. Divêt herkes rastîya wan qebûl bike...
Nihe heke pirsek kesî be, heta dereceyekê mirov dikare bêje ku ew kes di reftara xwe ya negatîv da bi keyfa xwe ye û serbest e... Bila ew û negatîvîtîya xwe rû bi rû bin...
Belêm heke pirs hevrayî be, hingê kes jî, teref jî divêt naveroka wê hevrayîyê bibînin û li goreyî wê pozisyonê werbigirin...
Pirsa Kurd û Kurdistanê ne pirseke kesî ye ku kes an organîzasyon li goreyî keyfa xwe rabin rûnin û hespê xwe bibezînin...
Pirsa Kurd û Kurdistanê, nav li ser e, pirseke hevrayî ye... Pirsa miletekê ye, pirsa welatekê ye. Ew milet û ew welat ne mal û milkê kes an organîzasyonên polîtîk e... Kes an organîzasyon her çi bedelî bidin jî, wî mafî nikarin di xwe da bibînin ku gotin tek û tinê ya wan be... Kar û xebat û têkoşîna ji bo azadîya xelk û miletî, rizgarîya welatî tête dan karê minetê nîne. Xelk û milet ne mecbûr in ku her gotin û kiryara kes an wê organîzasyona ji bo wan têkoşîn dayî û hetta gelek bedel dayî, bêyî pirs û pirsyar qebûl bikin, li beramberî wan belêgo bin...
Êdî bese!.. Heqîqet êdî bese!..
Bi taybetî organîzasyonên polîtîk yên xwudan desthilat anjî desthilatdar yên Kurdistanê bila dev ji vê reftara xwe ya negatîv berdin...
Xelkê Kurd û hemû miletê Kurdistanê heta îro her çi êş û jan dîtibe, derd û kul kêşabe, ji ber vê helwest û reftar û bîr û hizra negatîv ya organîzasyonên xwe hakimî mutleq dibînin bûye...
Lewma êdî bese!.. Organîzasyonên xwudan hêz û desthilat bila xwe ji vî hewayê mutleq hakimîyetê xilas bikin...
Pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke hevrayî ye û divêt dînamîkên di vê xeta hevratîyê da heyî bi hev ra li çareyeke hevrayî bigerhin...
Anku di vê meydana têkoşînê da gelek aqil hene û divêt hevratîya van aqilan bête pêkînan. Bi gotineke dî pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke muşterek e û divêt çareserî jî bi aqilê muşterek bête temîn kirin...
Di cepheyê têkoşîna azadî û rizgarîya xelk û welatî da her organîzayonê, her kes û kesên xemxwarên vê bizava azadî û rizgarîyê plan û proje hene, tez hene beramberî hev jî antîtez hene... Eve tiştekî normal e û zengînîya bîr û hizrî nîşan dide. Bi rê û rêbazên demokratîk û modern rikeberîya van dînamîkan jî qabilî qebûl e... Bes tiştê neyî sentez e. Kurd, dînamîkên ku pêşengîya bizava azadî û rizgarîya Kurd û Kurdistanê dikin xwe ji sentezê dûr dikin adeta jê direvin... Hal ew e ku her teza kesî an organîzasyonî têra nake ku ji bo çareserîya vê pirsa mezin û hevrayî bibe kilîl... Kurda hewcehî bi senteza van tezên heyî heye... Dîsa bi gotineke amîyane, divêt ev aqilên heyî di laboratuwara bîr û hizra hevrayî ya navxweyî da bête têkilav kirin û encameke hevrayî jê bête derêxistin ku bibe aqilê muşterek û li ber ronahîya vî aqilê muşterek jî çareserîyeke bi hêza muşterekî bête bi destêxistin...
Nebûna vê prosesa pozîtîv yêk ji mezintirîn qusûra organîzasyonên polîtîk yên Kurd û Kurdistanê ye... Lê fatûraya vê negatîvîyetê ji bo xelk û welatê me giran dibe... Dijmin, neyar ji vê qelsîya navxweyî bi zêdehî ve istifade dikin û bi dînamîkên navxweyî dileyizin, têkvedanê dikin, serê kahnîyê şêlû dikin... Di encam da rêyê li ber bizava aqilê muşterek digirin... Belavîya fikrî û emelî ya navxweyî şansekî mezin dide neyaran ku plan û projeyên xwe yên dijmirovî pratîze bikin û bigihine mexseda xwe ya qirêj...
Em neçine dîroka dûr, hema ya nêzîk tijî ye bi van numûneyên negatîv ve... Piştî hilweşîna Şah li Îranê [1979], desthilata Ayetullahan wisa kir ku heyeteke muşterek ya Kurd û Kurdistanê digel wan nerûne û dînamîkên navxweyî beramberî hev zêrandin û gelek mixabin dînamîkên navxweyî jî ketine vê dava neyarî ya Tehranê...
Eynî tişt di demê rejima Beasa Sedam da jî hate kirin... Sedam Husên dînamîkên Kurd û Kurdistanê li hev didan û di encam da digihişte armanca xwe...
Li Surîyeyê jî rejima Beasa Esadan bi dînamîkên Kurda dileyist û rê li ber hevratîya wan digirt...
Rejima Tirkîyeyê ji xwe maka van dek û dolab, hîle, entrîka û desîseyan e... Hemû hukûmetên Tirkîyeyê eve bo xwe kirine polîtîkayeke stratejîk û gelek zîrekane dijî Kurdan bi kar înane...
Kerem bikin berê xwe bidene saheya polîtîk ya Kurd û Kurdistanê ya îro...
Çi ferq heye ji demên borî..? Ma dîrok her roj dubare nabe..?
Piştî têkoşîneke dûr û dirêj û mezin û bi harîkarîya dînamîkên derve Iraqa kevin hate hilweşandin û Iraqeke Federal hate ava kirin. Vê nûbûnê îmkanê statuyeke konjonkturel ya xweser li Kurdistanê derêxiste meydanê û eve bi salan e didome, lê belê hêj jî dinyaya polîtîk ya Kurdî ji van êş û janên qedîm rizgar nebûye... Hemû baskên polîtîk yên Ereban li Bexdayê bi hev ra hewil didin serê Kurda bixwin, belêm Kurd jî bi serê hevdu xwarinê ve mijûl in... Ma eve bi serê xwe ne kadastrof e... Anku Kurdan ji dîroka xwe ders newergirtîye û îşaretên vê jî nayên dîtin gelek mixabin... Bes bi her hal destkevta Kurdistanê ya li başûr bi berxwedana dînamîkên xeta neteweyî, bi rengekî lengûlor jî be pêlava xwe di nav êrişên dijwar yên neyaran da ber bi pêş ve dixuşikîne...
Herî dawîyê li rojavaya Kurdistanê imkanê xweserîyê derkete meydanê... Xelk û miletê Kurdistanê şa bûn ku digel hemû kêm û kasîyan jî be parçeyekî dî yê Kurdistanê ber bi xweserîyekê ve diçe... Lê mixabin zihnîyeta monopolîst careke dî rola xwe ya negatîv leyist û xwe li ser dînamîkên dî yên navxweyî kire hakimî mutleq...
Desthilata li rojavaya Kurdistanê xwe ji bizava hevratîyê, ji lêgerîna aqilê muşterek dûr kir... Ecêba dî jî ew bû ku dînamîkên ku xwe kêm didîtin beramberî hêza desthilatdar, ew jî li bizava hevratîyê negerîyan, ew jî bi rengekî dî ketine nav cendereya gêreyê û tûşî nisaxîya monopolîzmê bûn... Hem dînamîka desthilatdar hem jî dînamîkên opozisyonî şûna ku li zemînê havratîyê bigerin şîrên xwe beramberî hev tîj kirin û heta dereceya ku hevdu red û inkar bikin jî çûn û bi hev ra zemînê aqil û emelê hevratîyê sabote kirin... Ji deh salan zêdetir wext hate berze kirin û di vî demî da jî miletê Kurd, xelkên dî yên Kurdistanê hem canî hem malî bedelên giran dan...
Neyaran ji vê rewşa belav ya navxweyî gelek istifade kirin. Hem Beasa Esadan dijayetîya xwe domand, hem jî piştî hilweşîna wan, yên hatî jî anku paşmayên El-Qaide û Daişê, Sunni-Selefîyên Ehmed El Şara jî her li ser wê xeta edetî ya NeoBeasîst israr dikin vê gavê... Dewleta Tirkîyeyê jî piştevanîyeke xurt dide El Şara ku çu mafên kolektîv nede Kurdan û polîtîkaya wan ya antî Kurd û Kurdistan bo xwe bike numûne û ya ew dikin bike... Anku dewleta Tirkîyeyê modelê xwe yê antî demokratîk û totalîter pêşniyarî El Şara dike ku Sûrîyeya nû jî bibe Tirkîyeya îro...
Hilweşîna rejima Beasa Esadan ya 8ê Kanûna Pêşîn ya 2024ê dilê Kurdan xweş kir. Konjonktureke pozîtîv pêkhat ku Kurd li rojavaya Kurdistanê, di nav Sûrîyeyê da xweserîya xwe li goreyî normên UNê fermî û mayînde bikin... Di vî warî da hemû Kurdan bang li dînamîkên rojavaya Kurdistanê kirin ku hêzên xwe li ser esasê destkevteke nû ya Kurdistanê bikine yêk û beramberî Şamê bibine yêk deng, yêk heyet û yêk pozisyon... Hêza desthilatdar ya li rojavaya Kurdistanê ji ber vê fişara navxweyî mecbûr ma ku digel opozisyona rojavaya Kurdistanê rûne ku tifaqa navxweyî vehûnin... Bi vê armancê li 26ê Nîsana 2025ê li paytext Qamişloyê, Konferansa Yêkîtîya Neteweyî ya Kurd kom bû û li ser xalên giring li hev kirin... Yêk ji wan xalan ew bû ku beramberî Şamê heyeteke hevrayî pêkbêt û ew heyeta hevrayî digel rejima Şamê di çarçoveya deklarasyona konferansê da muzakereyan bike ku çareserîyeke maqûl peyda bibe ji bo xelkê Kurd û Kurdistanîyan li rojavaya Kurdistanê... Vê konferansê piştevanîyeke mezin dît ji seranserê Kurdistanê...
Konferansa Qamişlo xewa neyarên Kurdistanê revand. Hewlên xwe domandin ku biryarên konferansê bi cih neyên di pratîkê da...
Ji ser konferansê demekî dirêj borîye lê hêj jî ew heyeta hatîye tesbît kirin li hev necivîyaye, plan û programa xwe hazir û amade nekirîye û digel Şamê dest bi gotûbêjan jî nekirîye... Digel Şamê dîsa herwekî berê hêza desthilatdar têkilîyan didomîne... Heyetên wan diçin û tên... Şam jî, piştevana wan Ankara jî ji vê rewşê memnûn in ku ew mekanîzmaya li Konferansa Qamişlo hatîye tesbît kirin ku hevratîya Kurdan temsîl bike, bêbizav e û fonksiyonel nîne... Hêza desthilatdar, niyeta wan çi dibe bila bibe, di pratîkê da opozisyona navxweyî anku partnerên Konferansa Qamişlo by pass dike... Şam û Ankara vê yêkê bo xwe dikine keysekî baş û dixwazin ruha Konferansa Qamişlo ya tifaqa Kurdistanî jahrî bidin, di navbeyna wan da bêbawerîtîyê şîn bikin, problemên wan yên navxweyî kûrtir bikin û bi vî rengî ew tifaqa pêkhatî pratîken têkbibin...
Şam li milekê digel hêza desthilatdar, anku PYDê di nav têkilîyê da ye, li milê dî ENKSê anku opozisyona rêvebirîya rojavaya Kurdistanê cuda vedixwûne Şamê... Li paş vî aqilê neyarane Ankara heye, lê Ehmed El Şara jî ji wê zihnîyeta şovenîst ya Islam-Erebîst têtin û ew jî li goreyî vî mejîyê xwe yê nijadperest û kevneperest hereket dike û digel Ankarayê hevbîr e...
Rewş ev e û eve gelek xirab e... Hêza desthilatdar nikare xwe ji vê gunehê xilas bike heke zûtirîn dem venegere ser prensîbên Konferansa Qamişloyê... ENKS jî heke bête leyiza Şam û Ankarayê û xwe ji xeta Konferansa Qamişloyê dûr bike, ew jî dê mesûl be beramberî dîrokê...
Ne PYD ne ENKS û nejî yên dî, çiku derveyî PYD û ENKSê jî organîzasyonên serbixwe hene, divêt hevdu bypass nekin, bêyî hev û cuda cuda neçine Şamê û vegerine ser çarçoveya Konferansa Qamişlo û bi hev ra, bi wê heyeta hatîye hilbijartin digel Şamê rûnin, li ser esasê beyana Konferansa Qamişlo muzakereyan bikin û bi vê hêza xwe ya hevgirtî daxwazên Kurd û Kurdistanîyan li Sûrîyeyê bi cih bînin... Her bi çi navî be, her bi çi rengî be statu bi vê hêza tifaqî dikare bi dest ve bêt... Hêza desthilatdar anku PYD, hêza opozisyonê anku ENKS ji bo xwezî û daxwazên Kurd û Kurdistanîyên rojavaya Kurdistanê bi hev ra berpirsiyar in û divêt koalisyona xwe xirab nekin ku Şam teza xwe ya şovenîst û antîdemokratîk ferz neke li ser wan...
Konferansa Qamişlo bi biryar û prensîbên xwe yên hevratî ve sentezeke konjonkturel ya hevgirtî ya Kurdan e li Sûrîyeyê û hemû teref divêt rêzê li îradeya konferansê bigirin û bi dûv tezên xwe yên yêkalî nekevin û ji bo realîzekirina teza muşterek anku senteza pêkhatî ya Konferansa Qamişlo bi israr xebatê bikin ku bigihine encameke serkevtî...
Hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê divêt fişarê li ser PYD, ENKS û hemû dînamîkên rojavaya Kurdistanê bikin ku derveyî îradeya Konferansa Qamişlo hereket nekin.
Bi kêm û kasî jî be ji tezên cuda yên dînamîkên rojavaya Kurdistanê sentezek derketîye meydanê û bûye deklarasyona konferansê ku eve destkevteke jîyanî ye di qonaxa îro ya bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê da li rojavaya Kurdistanê...
PYD, ENKS û yên dî, digel Şamê, bi rêvebirîya borînde ya El Şara, divêt bi heyeta hevrayî ya ku ji naveroka Konfensa Qamişlo derketî muzakereyan bikin...
PYD û ENKS û hemû dînamîkên rojavaya Kurdistanê bila bi xwe bawer bin... Bi hev ra bin, hêza wan gelek xurt e beramberî neyaran. Digel tifaqa wan hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên seranserê Kurdistanê jî piştevanên wan in... Di ser da jî dînamîkên pozîtîv yên navçe û navneteweyî jî bo Kurdan pişt in û vê pîştevanîyê jî vekirî û aşkera dibêjin... Li Sûrîyeyê helbet dewleta Tirkîyeyê xwe de facto kirîye terefek çiku ji xwe ji milê rojava ve, rojavaya Kurdistanê dagîr kirîye û digel hukûmeta El Şara jî hevalyans e... Lê belê, Israîl, Fransa, Amerîka, Brîtanya jî vekirî xwudan soz û seng in li meydana Sûrîyeyê ku bi rengekî pozîtîv berê xwe didene daxwazên xelkê Kurd li Sûrîyeyê... Li seranserê dinyaya demokratîk meşrûîyeta bizava Kurd heye belêm polîtîka û pozisyona dewleta Tirkîyeyê meşrû nîne û nayê dîtin... Lewma PYD, ENKS û yên dî divêt di nav vê ekuasyonê da nekevine nav dudilîyê û rola dewleta Tirkîyeyê hind jî mezin nekin û tawîzkar nebin... Kurd li Sûrîyeyê bêçare nînin û divêt vê konjonktura pozîtîv bo xwe bikene imkan û keysekî xêrê û li goreyî wê pozisyonê werbigirin û mutleq tifaqî hereket bikin û bi prensîbên Konferansa Qamişloyê ve mutleq girêdayî bin û muzakereyê bi heyeta ji Konferansa Qamişlo derketî bikin û bigihine encameke di xêra xelkê Kurd da...
Li ber van rastîyên heyî û gelek konkret, PYD, ENKS û yên dî heke dixwazin li Şamê hukûmeteke koalisyonal ava bibe divêt ew jî li Qamişlo hukûmeteke koalisyonal ya navxweyî ava bikin û îdareya rojavaya Kurdistanê bi hev ra bikin...
PYD, ENKS û yên dî, divêt bizanin ku ya rast ev e û êdî bila her yêk solo neleyizin û bi rengê koroyî doza Kurd û Kurdistanê çareser bikin li Sûrîyeyê...
PYD, ENKS û yên dî, divêt di tezên xwe yên yêkalî da israrê nekin!..
PYD, ENKS û yên dî, di têkilîyên digel Şamê da divêt hevdu bypass nekin!..
PYD, ENKS û yên dî, divêt bi senteza ji Konferansa Qamişlo derketî hereket bikin!..
PYD, ENKS û yên dî,
divêt bizanin ku bes ev hevratîya wan dê leyizên neyaran xirab bike û
serkevtinê bîne!..
PYD, ENKS û yên dî, ji bo serkevtina doza Kurd û Kurdistanê li rojavaya Kurdistanê, li Sûrîyeyê dest û dilên xwe bikin yêk!..
ROJAN HAZIM