mandag den 24. juli 2023

Lozan û 100 sal - 24.07.1923-2023 - ROJAN HAZIM


Di Konferansa Lozanê ya li bajêrê Swiss, Lozanê da hatîye kirin, ez jî vexwandî bûm û beşdar bûm û di panela III. da jî moderator bûm. Axivtin gelek hatin kirin. Her axivtin jî ji demê hatîye vebirîn zêdetir dibûn. Lewma min di demê moderatorîya xwe da gelek kurt xulaseya axivtina xwe kir. Li jêr hem wê axivtina xwe ya bi timamî hem jî pêşniyara ku min kirî didim...

Peymana Lozanê bû 100 salî.

Bi munasebeta 100 salîya Peymana Lozanê em bizaveke hizirînê bikin. Di vê ravekirina kurt da, hewceyî daketineke kûr ya dîrokê nîne çiku Kurd di her dereceyê da bi encamên ne bi xêr yên Peymana Lozanê ve radibin û rudinin, dinivin û hişyar dibin... Anku DNAya Peymana Lozanê û wê prosesê baş dizanin...

Her bo agehdarî bêjim; wekî hûn dizanin, berî 100 sala rêvebirên dewleta Tirkîyeyê û temsîlkarên hindek dewletên Ewrûpî [Şahinşahîya Yêkgirtî-Brîtanya, Fransa, Îtalya, Yewnanistan, Romanya, Bulgaristan, Portekîz, Belçîk, Sirbîya, Xirwatîya, Slowenya anku welatên ku paşê bûne Yugoslavya] û Japonya [pêkve wekî dewletên cîhana rojavayê] bi hev ra li Lozanê li dora maseyekê rûniştibûn û li ser qedera Kurdistanê biryar dabûn...

Vêca gava behsê Peymana Lozanê tête kirin, ji serî heta pêya hemû bedena Kurd jan dide... Çiku berî 100 sala, li ser bedena Kurd operasyoneke hind xedar û îşkencekar hate kirin ku di midehê van 100 salan da êş û janê dom kir... Bedena Kurd û Kurdistanê gelek giran hate birîndar kirin... Ev operasyona giran di serî da car bû janeser, car bû jana dil, car jî bû leng û lorî... Eve serê 100 salan e Kurd hem li welatê xwe Kurdistanê hem jî li meydanên dîasporayê bi van êş û jana dijîn...

Helbet berîya vê peymanê jî heye ku ew jî peymanên xirabker û wêranker bûn.

Qesr-î Şirîn peymana ewil e ku li ser bedena Kurd parçekerî hate mohr kirin. 17ê Gulana 1639ê di navbeyna Safewî [Îran] û Osmanîyan da hate îmza kirin. Bi vê peymanê ve axa Kurdistanê di navbeyna Faris û Osmanîyan da hate lêkve kirin [parve kirin] û cografyaya Kurdistanê bû du pişk; rojhilat û rojava... Li rojhilata Kurdistanê Faris, li rojavaya Kurdistanê jî Osmanîyan [Tirk] desthilata xwe binecih kirin... Bahra pitir ya axa Kurdistanê ma di destê Osmanîyan da... Ji bakur ve, ji Qersê heta Mendelî-Diyaleya li başûr xeteke asê û kûr hate kêşan li ser axa Kurdistanê û bedene Kurdistanê hate seqet kirin...

Paşê bi peymana vedizkî ya Sykes-Picot [16 Mayıs 1916] Kurdistan bêyî navê xwe di navbeyna Ingilîz, Fransî û Ûrisan da hate lêkve kirin... Vedizkî dibêjin çiku gelek nepenî û veşartî hatibû hazir kirin û adeta ji dinyayê hatibû vedizîn...

Li dûv ra Peymana Sewrê hat... 10ê Tebaxa 1920 li paytextê Fransa Parisê li taxê Sevrê [Sèvres] di navbeyna Tirk û "Dewletên Mitefik" [İngilistan, Fransa, İtalya] da hate îmza kirin... Di Sevrê da li ser pişka Kurdistanê ya di bin destê Osmanî-Tirkan da, lêkvekirin hate kirin û cografyaya Kurdistanê hate biçûk kirin. Ji bakur ve axeke mezin dane Ermenîyan. Ji başûr ve jî axeke mezin [di bin mandatîya Ingilistan û Fransa da] dane Ereban... Kurdistan ji rojhilata Firatê ve bi Botan, Hekarî û Bahdîna ve hate tixûb kirin. Anku cografyaya Kurdistanê hate biçûk kirin... Bi peymana Sevrê jî birîndarî û seqetîya Kurdistanê hate domandin... Jîyê peymana Sevrê gelek nekêşa. Dewletên Mitefik di nav xwe da ketine nav hisab û kitaban û jîyê wê peymanê jî hêj neketîye pratîkê nema... Halê birîndar yê Kurdistanê dewam kir...

Ferqîya Sevrê ew e ku heke cih girtiba li ser axeke gelek biçûk bi navê Kurdistanê dê avabûnek pêkhatiba, her hind... Ew jî muhtemel bû çiku girêdayî "heke Kurd bixwazin" û balansa polîtîk ya navçeyê û biryara terefan bû... Ji xwe Kurd nekiribûne teref jî û ji wan jî nehatibû pirsîn... Anku heke Kurd li Rojhilata Anatolîyayê dewleteke serbixwe bixwazin, esas ne hemûya wê navçeyê ye jî, axeke biçûk ya Rojhilata Anatolîyayê ya ku terefên domînant tesbît kirî û dîsa ve heke Cemîyeta Akwam [Cemîyeta Miletan] qebûl kiriba, Imparatorîya Osmanîyan jî da qebûl kiriba. Hasilî peymaneke heke bû. Ew heke jî pêknehat... Bes helbete heke pêkhatiba, di nav axeke biçûk da, Kurdistan da bibe dewleteke serbixwe... Anku hem piranîya axa Kurdistanê hem jî nufûseke boş ya Kurd, da derveyî tixûbên dewleta Kurdistanê maba...

Di vî midehî da Tirka bi zîrekî û hîlebazî ji vekêşkana berjewendîperest ya di navbeyna Dewletên Mitefik da istifade kir û planên wan di qazanca xwe da têkdan û ji alîyê xwe ve imkan bi dest ve înan ku tola Sevrê ji wan bistînin û ew kêm imkanên ji bo Kurdan yên li peymana Sevrê hatine dan, di lehê xwe da revîze bikin...

Vê prosesa xembar li dûv xwe peymana Lozanê îna... Tirka, têra xwe axa ji Osmanîyan mayî, bi hîle, direw û dek û dolaban di destê xwe da girtin û bi vê hêzê digel Dewletên Mitefik li bajêrê Swiss Lozanê rûniştine ser maseyê... Di encam da, Tirk gihiştin mexseda xwe û daku paşeroja dewleta xwe qayîm û ewle bikin, hindek tawîz dan û tixûbên xwe ji milê rojhilat û başûr ve saxlem kirin û piranîya axa Kurdistanê ya di nav tixûbên Osmanîyan da hilgirtine bin kontrola xwe û bi Peymana Lozanê ve li 24ê Tirmeha 1923ê, desthilata xwe û tixûbên xwe yên fermî dane qebûl kirin...

Bi Peymana Lozanê ve Kurdistan bû çar parçê... Rojhilat ji xwe di destê Îranê da bû û ew tixûb herwekî xwe ma. Başûr bi hevkarîya Ingilîzan bo Ereban [Iraq] ma. Parçeyê biçûk yê rojavayê jî Fransîyan dîyarîyî Ereban [Sûrîye] kirin...

Birîndarîya li bedena Kurd û Kurdistanê girantir bû. Neyarên Kurd û Kurdistanê, bi peymanên Qesr-i Şirînê,  Sykes-Picot, Sevrê Kurdistan bijikandin, bijbelav kirin û paşê jî bi Peymana Lozanê ew axa mezin ya di destê Osmanî-Tirkan da mayî jî kirine sê parçe û di navbeyna sê dewletan da [Tirkîye - Iraq - Sûrîye] da parve kirin...

Bi gotina amîyane, ew roj yêk û îro du, Kurdistan çar parçe ye...

Di vî midehî da, li her çar parçeyên Kurdistanê, bi hêz û dereceyên cuda jî be, nerazîbûna dijî vê bêdadîyê dom kir. Xelkê Kurd herçend neşiyabe rê li ber van peymana bigire û heta dereceyekê bêdeng jî mabe, belêm di dilê xwe da, di mejîyê xwe da çu cara razî nebû... Ev nerazîbûna xwe car car bi serhildanan da der jî... Lê mixabin qedera ku dagîrkeran bi harîkarîya "Dewletên Mitefik" li ser Kurda ferz kirî nehate guhorîn... Ruh û giyanê bêyûm yê Peymana Lozanê jîyana Kurd dagîr û heram kir... Mîmar û muhendisên Peymana Lozanê di midehê 70 sala da, anku ji 1923 heta salên 1990an Kurd û Kurdistan paşguh kirin, li ser berjewendîyên xwe bi dewletên dagîrkerên Kurdistanê ra têkilîyên xwe di dereceya herî bilind da domandin... Mezinên dinyayê yên ku rola wan di plankirina Peymana Lozanê da heyî di van salan da gunehên xwe zêde kirin... Di her livîna azadîxwaz ya Kurdan da pişta xwe dane xelkê Kurd... Kurd bi qedera xwe ve rû bi rû hêlan ku di wê qedera reş da destê wan jî bi xwûn û qirêj bû...

Pencereya li dergehê risas yê Peymana Lozanê

Dewran zivirî û berjewendîyên wan mezinên dinyayê li destpêka salên 1990î reng guhorî û çavên wan dîsa ve bi Kurd û Kurdistanê ketin... Di esas da ji ber berjewendîyên xwe, bes belkî jî xwastin wan gunehên xwe yên di serê sedsala 20an da kirî beramberî Kurdan, ji dehmenên xwe daqutin, li parçeyê Kurdistanê yê di bin destê rejima Sedam Husên da li Iraqê, destê harîkarîyê dirêjî Kurda kirin... Axir formê wê Iraqa ku wan di serê sedsala 20an da çêkirî, guhorîn û bi formateke federal Iraqeke nû dîzayn kirin û mafên Kurdan jî bi statuyeke xweser di nav sîstemê nû yê Iraqa Federal da qebûl kirin... Bi vê gava nû ve herçend Kurd li beşekê bûne xwudan maf jî, lê tixûbên bi Peymana Lozanê ve hatine kivş kirin, nehatin xirab kirin... Di nav sîstemê Peymana Lozanê da rotûşek hate kirin û Kurd li qismekî cografyaya xwe ya ku ew jî hatîye biçûk kirin, bûne xwudanê statuyeke relatîven xweser... Ev pêkhatina nû ya li başûra Kurdistanê îro di bin ewlehîya wan mezinên dinyayê da adeta nîvemirov jîyana xwe didomîne. Digel vê lawazîya li başûr pêkhatî ya di nav sîstemê Peymana Lozanê da, Kurd dîsa ve şa ne... Encam gelek bi dilê wan nebe jî, bi dilekî birîndar razî ne... Gava sedsala 20an xilas bûyî û sedsala 21an destpêkirî, qazanca Kurdan tinê ev statuya kêm ya li başûra Kurdistanê bû...

Di deh salên ewil yên sedsala 21an da, firseteke dî derkete pêş Kurdan... Sûrîye ji nav xwe ve tûşî alozîyeke mezin bû û di wan şert û mercan da li rojavaya Kurdistanê, li nav tixûbên Sûrîyeyê xweserîyeke de facto pêkhat. Ew statu, di nav Sûrîyeyê da û di huqûqa navneteweyî da hêj fermîyet wernegirtibe jî pratîken heye û didome...

Li rojhilata Kurdistanê, li nav tixûbên Iranê mixabin di rewşa Kurd û Kurdistanê da guhorînek çênebûye û despotîzma kevneperês ya rejima Îranê didome.

Li bakura Kurdistanê, li nav tixûbên Tirkîyeyê jî guhorînek pêknehatîye û zordarîya dewleta Tirkîyeyê gelek dijwar û bi guhorîn û xirabkirinên demografîya Kurdistanê ve dewam dike.

Di 100 salîya Peymana Lozanê da rewşa Kurdistanê kêm zêde ev e... Anku statuya Peymana Lozanê berdewam e... Kurdistan çar parçe ye... Guhorîna nisbî ew e ku li başûra Kurdistanê fermîyen, li rojavaya Kurdistanê jî de facto xweserî pêkhatine... Tablo ev e li Kurdistanê... Pencereya ku li dergehê risas yê Peymana Lozanê vebûyî ev e. Qazanca Kurdan ev e... Li kela Peymana Lozanê du pencere vebûne ku eve keysê sîtavkê dide û helbet bi qîmet e... Kurd vê sîtavka melûl wekî ronahîya paşeroja xwe dibînin û dilê xwe pê xweş dikin...

Berî 100 sala, li wî dewrî, li wan şert û mercan Kurd hazir û organîze nebûn ku li qedera xwe xwudan derkevin anjî alîyên Peymana Lozanê bidene zorê ku kêm jî be bibine xwudan maf...

Di demê 70 salan da jî, ji 1923 heta 1990an, Kurda herçend hindek liv û bizav kiribin jî, ji ber ku di nav xwe da bê tifaq bûn hem sernekevtin hem jî nikarîn [neşiyan] bibine hêzeke tesîrdar...

Di 30 salên dawîyê da jî, ji 1990an pêve, keysên nû hatine pêş û hewayê dinya û navçeyê di lehê Kurdan da zivirî, bes mixabin dîsa ve Kurdan tifaqeke xurt ava nekirin di nav xwe da ku istifadeyekî mezin ji vê rewşa nû bikin...

100 sal

Îsal, 24ê Tîrmeha 2023ê, Peymana Lozanê dibe 100 salî... Toka wê ya fetisandêr hêj jî di stuyê Kurd û Kurdistanê da ye. Xirabîya wê, wêranîya wê, kirêtîya wê, rûreşî û kambaxîya wê hêj jî didome. Ereban û Tirkan mifayekî mezin dîtin ji encamên Peymana Lozanê... Ereb, li Iraq û Sûrîyeyê bêyî ku berekê bi berdeqanîyê biavêjin, gihiştine axeke mezin ya ji Kurdistanê... Tirka bi zulmeke mezin, bi fen û fêhleke nedîtî, parçeyekî mezin yê Kurdistanê dagîr û desteser kirin... Ji ber hindê ye ku Tirk, piştî hilweşîna Imparatorîya Osmanî, bo avabûna komara nû ya Tirkîyeyê, Peymana Lozanê wekî tapoya xwe ya nû qebûl dikin û adeta pê diperêsin... Eynî Tirka ji alîyê xwe ve bo Peymana Sevrê jî "fermana îdamê" digotin. Kurd jî ji alîyê xwe ve Peymana Lozanê wekî "fermana îdamê" dibînin... Ji ber hindê ye ku Tirk û Ereb bi Peymana Lozanê şa ne, Kurd bi Peymana Lozanê bi xem in...

Berî 100 salan kî bûne sebebê Peymana Lozanê, îro jî ew li Peymana Lozanê xwudan derdikevin. Di midehê 100 salan da, ne Tirka wacibên xwe înane cih nejî îmzakerên dinyayê... Di midehê van 100 salan da Tirka hemû maddeyên di derheqê xelkên kêmanî û dîn û dînzayên cuda da binpê kirin. Tirka di van 100 salan da soza xwe ya li ser bes axivtina Kurdî jî binpê kirin... Bihêlin mafek dayîn, sozên di peymanê da dayî jî yêk bi yêk binpê kirin... Ji Rûm û Grekan heta Ermenîyan û Suryanî-Kildanîyan hemû File ji Tirkîyeyê derêxistin, dane koç kirin... Îro Rûm û Grekî belkî çend sed, Ermenî belkî çend hizar, Suryanî-Kildanî jî çend sedek mane... Jîyan li van xelkan hate jahr û heram kirin... Bo Kurdan jî ji wê kêmtir neman... Jîyan li Kurdan jî kirine cehnem... Nehêlan Kurd di dadgehan da jî Kurdî biaxivin... Nehêlan di cade û kolanên xwe da jî Kurdî biaxivin... Serê gotinekê 5 quruş ciza dane Kurdan...

Definisyona peymanê ya li ser xelkên navçeyê

Dewletên ku binê Peymana Lozanê îmza kirî, rojek ji rojekê negotine Tirkîyeyê hûn boçi wacibên xwe bi cih nayînin, sozên xwe nayînin cih...

Ne Birîtanya, Fransa, İtalya û Japonyayê, ne Yewnanistan, Romanya, Bulgaristan, Portekiz û Belçikayê û nejî dewletên mîratxwerên Yugoslavyayê taqîbata maddeyên misqalek maf dayîne xelkên File û Kurdan nekirin û negotine dewleta Tirkîyeyê ku divêt sozên xwe bîne cih... Rojek ji rojekê neyînane bîra dewleta Tirkîyeyê ku wan mafên gelek kêm yên ji bo xelkên File û Kurdan bi cih bînin... Ev dewletên îmzaker di gelek waran da ji dewleta Tirkîyeyê xirabtir helwest nîşandan. Di defînîsyona navê kêmanîyan da pozisyoneke gelek rasîstane [nijadperestane] hate nîşandan. Her di destpêkê da kêmanîyên ne Tirk, bi navê netewetîya xwe nehatin bi nav kirin û li goreyî daxwaza Tirka, wekî "Kêmanîyên hevwelatîyên Tirk yên ne Musulman" hatin qebûl kirin. Dewletên îmzaker, itiraza vê bi nav kirina rasîstane ya Tirka nekirin û bûne şirîkê gunehên dewleta Tirkîyeyê.

Ji maddeyên 39ê heta 43ê, her çi soz dabin hemû jî ji bîr kirin û hetta tam bereks operasyonên helandin û koçê kirin...

Rûm û Grekên Anatolîyayê bi navê "mubadeleyê" bi darê zorê rêkirine Yewnanistanê.

Ji qanûnên "Teqrîrî Sukûn" heta "Planê Isleheta Şerqê", bi gelek qanûn û mewzûatên cuda ve polîtîkayên birandêr yên asîmîlasyon û jenosîdê li ser Kurda bi kar înan.

Di maddeyê 39ê da eve digotin:

Hevwelatîyên Tirk yên ji kêmanîyên ne islam dê digel Musulmanan mafên siyasî û medenî [sivîl] wekî hev mifadar bin.

Hemû xelkê Tirkîyeyê, bêyî ferqûcudahîya dînî, li ber qanûnê dê wekhev bin.

Bo yêk hevwelatîyekî Tirk jî ku ji mafên medenî û siyasî mifadar bin û bi taybetî di xizmetên giştî da, di gihiştina dereceyên memûrîyet û bilindtir anjî kirina meslekên cuda û hunerî da, ferqîyeta dîn, bawerî anjî mesebî [mezhebî] wekî astengî nayê hisab kirin.  

Di peywendîyên xusûsî anjî ticarî yên yêk ji hevwelatîyên Tirk da, welew dîn, çapemenî anjî her reng weşanê da anjî di kombûnan da bi kar înana zimanekê çu tixûb nayên danan.

Bêşik digel hebûna zimanê fermî, ji bo hevwelatîyên ji bilî Tirkî zimanekî dî diaxivin, li pêş dadgera daku xwe şîfahî biparêzin sanahîkarîyên pêdivî dê bêne nîşandan.

 

Di maddeyê 40ê da:

Hevwelatîyên Tirk yên ji kêmanîyên ne Musulman ji alîyê huqûqî û fiîlen temînatên ji bo hevwelatîyên dî yên Tirk têne bi kar înan û garantîyên hatine dan dê wekhev mifadar bin û bi taybetî, bi şertê ku mesrefan bi xwe bikin, hemû reng harîkarî, dezgehên dînî anjî sosyal, damezrandina hemû reng xwandingeh û dezgehên fêrkirin û fêrbûnê, rêvebirin û kontrolkirin û li van deran azadane bi kar înana zimanên xwe û serbestîyeta ayînên dînî dê xwudanê mafên wekhev bin.

Di maddeyê 41ê da:

Hukûmeta Tirk di derheqê perwerdeya giştî da, li bajêr û bajêrkên ku hevwelatîyên ne Musulman lê bi cih bûyî, bo zarokên van hevwelatîyên Tirk daku bi zimanên xwe li dibistanên seretayî bixwûnin, pêdivîyên sanahîkar dê bêne nîşandan. Ev hukme nabe staneg ku hukûmeta Tirk li van dibistanan zimanê Tirkî bide fêr kirin.

Hevwelatîyên bi kêmanîyên ne Musulman ra girêdayî yên bi nisbeteke giring li bajêr û bajêrkan da bi cih, ev kêmanî dê ji budçeya dewletê anjî ji budçeya Beledîya û yên wekî wê ji bo perwerde, dîn anjî bi armanca harîkarîyê ji hatinên giştî bêne mifadar kirin û ji razandinên pareyî li ser esasê heqdarî dê bahrê wergirin. Ev pareyên hatine behs kirin, dê ji bo temsîlkarên mesûl yên van dezgehên peywendîdar bêne dan.

Di maddeyê 42ê da:

Hukûmeta Tirkîyeyê di derheqê aîle û statuya kesî ya kêmanîyên ne Musulman da, daku ev pirsgirêk li ser esasê edetê kêmanîyan bêne çareser kirin danana hemû maddeyên lêhatî qebûl dike.

 

Ev madde, dê di komisyonên taybetî yên ji alîyê hejmareke wekhev ya temsîlkarên Hukûmeta Tirkîyeyê û kêmanîyan bête organîze kirin. Heke pêkhatin çênebe, Hukûmeta Tirkîyeyê û Meclisa Cemîyeta Miletan, bi hev ra, ji nav huqûqzanên Ewrûpî jûrîyeke bilind dê bête wezîfedar kirin.

Hukûmeta Tirkîyeyê parastina her reng ya Dêr, Kinîşte, goristan û dezgehên dî yên dînî yên van kêmanîyan hildigire ser xwe. Bo Wexif û dezgehên dînî û harîkarîyê yên van kêmanîyan yên îro li Tirkîyeyê heyî hemû sanahîkarîyan bike û destûran bide û bo damezrandina dezgehên nû yên dînî û harîkarîyê, bo dezgehên dî yên taybetî çi sanahîkarî hatibin kirin dê bo wan jî bike.

Di maddeyê 43ê da:

Hevwelatîyên Tirk yên mensûbê kêmanîyên ne Musulman, dijî bawerîyên wan anjî muameleya ku ayînên wan yên dînî xirab bike li wan nayê kirin, mafên wan yên ku di tatîlan da li Dadgeha amade nebin anjî xwe ji karekî qanûnî dûr bigirin, çu mafên wan berze nabin. Digel vê yêkê, ev madde nayê wê manayê ku kêmanîyên hevwelatîyên Tirk, ji bo parastina ewlehîya giştî  ku hemû hevwelatîyên dî yên Tirk girêdide, wan jî ji van mecbûriyetan azade nake.

Hûn dibînin, di van maddeyan da dewleta Tirkîyeyê hindek soz dane û dewletên ku çavdêrî kirî û îmza kirî jî şahit bûne. Belêm dewleta Tirkîyeyê yêk ji van sozan jî neînan cih.

Van dewletên şahit, çavdêr û îmzaker jî pişta xwe dane Kurdan, hetta pişta xwe dane xelkên File jî...

Di peymanên li dinyayê da çu peyman şubî Peymana Lozanê bedad nînin. Li ser qedera welatekê, xelkekê, anku li ser Kurdan, li ser xelkên hevqederên Kurda, li ser Kurdistanê biryareke hinde bêdad hate mohr kirin û wan dewletên dinyaya rojavayê mûyê xwe nelivandin... Bi Peymana Lozanê tinê wacibên dewleta Tirkîyeyê nebûn, herweha wacibên îmzakerên dî jî hebûn ku bibine çavdêr û taqîba bi cih înana wê peymanê bikin. Belêm nekirin... Dewleta Tirk çend bêdad bû, ew îmzaker jî hind bêdad bûn û hemû alîyan ew bêdadîya xwe domandin...

Ji ber hindê ye ku li dinyayê gelek kesên qelemdest gava di derheqê Kurdan û Kurdistanê da dinivîsîn, digotin, xelkê bê awûkat, welatê bê dewlet... Kurd di nav vê çembera bêdad da man, nikarîn bixwûnin û xwe bigihînin ku xwe di dem û dezgehên navneteweyî û navdewletî da biparêzin...

Di 100 salîya Peymana Lozanê da, tiştê mayî hêvîya Kurdan e... Hêvî bi tinê zikî têr neke jî nanê feqîran e. Lewma Kurd hêj jî wekî xelkekî feqîr bi hêvî ye û wê hêvîya xwe diparêze. Di 20-30 salên dawîya Peymana Lozanê da Kurdan bi ked û renca xwe binê hêvîya xwe tijî kir, xîmek dana û li ser wî xîmî avahîyê azadîya xwe ava dike... Hêj jî dîwarê azadîyê bilind nebûye bes ber bi ber, kevir bi kevir, kelpîç bi kelpîç, tuxla bi tuxla tête vehûnandin... Kurdan bi hêz û enerjîya xwe gavên xurt avêtin lê ew gav hêj jî ji menzîlê dûr in... Kurd digel hemû wêranî û kambaxîya Peymana Lozanê jî xwe bi talih dibînin ku qet nebe dijîn, li ser pêya man û wekî Sumer û xelkên dî yên bira di nav beraşên zulmê da nehatine hêran û pûç nebûn... Kurd birîndar in bes sax in... Birînên xwe dikewînin, derman dikin... Vê gavê harîkarên wan yên bi dad û wijdan jî çêbûne li dinyayê û ew jî destekê didin...

Mixabin di 100 salîya Peymana Lozanê da hêj jî Kurd nehatine wê dereceyê ku bi serekî bilind wê peymanê bidirînin û biavêjine ser û çavên dewleta Tirk û îmzakerên dî...

Di 100 salîya Peymana Lozanê da mixabin Kurd hêj jî ne amade ne ku vê peymana bêdad bidene betal kirin.

Di 100 salîya Peymana Lozanê da dîsa ve gelek mixabin ku Kurd ne amade ne ku vê peymana neheq û zalimane ji nû ve bidene munaqeşe kirin.

Di 100 salîya Peymana Lozanê da mixabin Kurd nikarin wan sozên biçûk yên ku Tirka dayî jî bidene tetbîq kirin.

Di 100 salîya Peymana Lozanê da Kurd hêj jî yêk deng, yêk reftar, yêk helwest, yêk pozisyon nînin.

Di 100 salîya Peymana Lozanê da Kurd hêj jî kiryar û aktîvîteyên hevpar û hevrayî nakin, daholên xwe cuda duqutin.

Ji ber hindê jî, di 100 salîya Peymana Lozanê da, li bajêrê Lozanê sê konferansên cuda organîze kirin Kurda.

Di 100 salîya Peymana Lozanê da Kurd hêj jî konferanseke mezin ya neteweyî û niştimanî ya hevgirtî nakin, wê dubendî, sêbendî hetta çarbendîya ku bi serê Kurda hatîye înan, bi xwe jî didomînin û konferansên cuda dikin li bajêrê dîrokî Lozanê.

Di 100 salîya Peymana Lozanê da Kurdistan hêj jî parçe ye û gelek mixabin mejî û dilê Kurda jî hêj parçe ye, birîndar e, seqet e hetta felc e...

Di 100 salîya Peymana Lozanê da divêt bête zanîn ku vê peymanê neşiya Kurdistanê bikuje, bes giran birîndar kir û vê birîndarîyê Kurdistan kire astengdar...

Di 100 salîya Peymana Lozanê da divêt bête zanîn ku Kurdistan adeta nîv felc bûyîye û li ser kursîya astengdarîyê ye...

Di 100 salîya Peyman Lozanê da helbet tedawîya vê felcê heye lê demekî dirêj dixwaze bi şertê ku têkoşîneke hevgirtî, hevrayî û radîkal bête dan...

Belêm axir, di nav vê tabloya kambax da tiştek ji destê xelkê feqîr yê Kurd jî nayê sed cara mixabin.

Esas ji bo xelkê Kurd, di nav hinde êş û jan, alozî, arêşe, pirozîk û astengîyên piralî da ya herî xirabker berbelavî û bêtifaqîya navxweyi ye û bi israr domandina vê rewşê ye.

Ji ber hindê jî xelkê Kurd, ji ber vê berbelavîya navxweyî hind aciz e, hind ne rehet e ku êdî rexne an gazindeya nake, êdî nifrînan li rêvebir û pêşengên xwe dike ku hemû partîyên Kurd, rêber û rêvebirên Kurd ev nifrîne bi zêdehî ve heq kirine... Eve jî bo wan bila madalyaya rûreşîyê be!..

Ma çi bêjin, bila ew jî pêkve hem di yêk konferansê da hazir û amade biban û hem jî di meydana Lozanê, li ber wê qesra ku ew îmzaya bêyûm hatîye avêtin da milên xwe dabane hev, dengên xwe kiribane yêk û tifaqa xwe ya herî mezin nîşanî yar û neyaran daban û rûyên xwe spî kiriban!.. Belêm nekirin!.. Hingê çi bêjin bo wan!..

Heke pêşengên Kurda, hemû partîyên Kurda, hemû dînamîkên Kurdistanê li ser navê xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan, di 100 salîya Peymana Lozanê da jî, li Lozanê konferanseke Kurdistanî ya bi timamî û mutleq hevgirtî nekirin, li ber qesra ku peyman lê hatîye îmza kirin, mil bi mil, dest bi dest, deng bi deng peyama hevgirtî ya mezin ya Kurd û Kurdistanê nedan, ma ji nifrînê pêve xelkê Kurd dikare çi bike û çi bêje!..

Kes ji vê nifrînê azade nîne, miaf nîne û imtayaza kesê jî nîne. Ji van sê konferansa yêkê zêdetir Kurd û Kurdistanî civandine an yêkê kêm kom kirine, qet ferq nake. Encam giring e. Di 100 salîya Peymana Lozanê da jî bêtifaqîya Kurda bi hemû zelalîya xwe derkete meydanê. Berî 100 sala Kurd bêtifaq bûn, bê ser û bê pêşeng bûn lewma nehatin dîtin. Bes îro Kurd hene, têne dîtin, xelk bi hemû fedakarîyan destekê dide pêşengên xwe. Lê mixabin ew pêşengên ku xelkê Kurd krêdîyeke mezin daye wan, layiqî wî xelkî gav neavêtin û di 100 salîya Peymana Lozanê da jî berbelavîya xwe domandin û dijmin û neyar bi me dane kenandin... Ma xelkê Kurd heq nîne ku nifrîna li wan pêşengên xwe yên bêhesû bike...

Belê, heta dawîyê heq e xelkê Kurd. Xelkê Kurd gazindeyê nake çiku gazinde li beramberî vê reftara belav ya organîzasyon û pêşengên Kurda sivik dimîne, lewma nifrîna dike û heq e!.. Helbete divêt bi vekirî bêjin ku mexseda me ji vê gotina "nifrîn"ê ne mîstîk e, metaforîk e û di cih da ye!..

Peymana Lozanê bêdad e, neheq e û ji teref xelkê Kurd ve çu cara qabilî qebûl nîne û nabe!..

Di 100 salîya Peymana Lozanê da bila ev rastîye jî bête zanîn!..              

Pêşniyar

Di 100 salîya Peymana Lozanê da tiştekî ku heta nihe nehatîye gotin û kirin, dixwazim bêjim. Di van maddeyan da behsê kêmanîyên ne Musulman tête kirin û soz li ser hindek mafên wan têne dan. Ji alîyê etnîk orîjîn ve behsê yêk bi yêk van kêmanîyan nayê kirin, navên wan xelk û neteweyan nayê gotin, tinê gotineke hevpar ya "Ne Musulman" tête gotin. Li vê derê divêt behs bikin ku ev tesbîta "Ne Musulman" bi serê xwe dijî mirovî ye. Mexseda Tirkan bi vê tesnîfê "Rûm-Grek, Ermenî û Suryanî-Kildanî" ne, bes navên van xelkan nenivîsîne. Belêm axir Tirkan wisa xwastîye û mixabin dewletên "ne Musulman" yên îmzaker jî qebûl kirîye ku eve beramberî van xelkan herweha bêrêzîyeke mezin e...

Bi her hal, di vê kontekstê da em dikarin wan mafên bo wan hatine sozdan, bo Kurdên Êzidî jî bixwazin. Kurdên Êzidî jî bi dîn û dîyaneta xwe ve di vê kategorîya "Kêmanîyên Ne Musulman" da ne. Herçend ev mafên hatine qebûl kirin, di pratîkê da ji bo van kêmanîyên "Ne Musulman" anku bo Rûm-Grek, Ermenî, Suryanî-Kildanîyan layiqen nehatibin bi cih înan jî di encam da maf in ku di peymaneke navneteweyî da hatine nivîsîn. Kurdên Êzidî jî "Ne Musulman" in û divêt ev doz û daxwaze bête kirin. Min ev pêşniyare ewilcar di rûniştina Tribunala Navneteweyî ya li 15-16ê Adara 2018ê li Parisê pêkhatî, kir. Ez jî wekî şahidê ku zulma dewleta Tirk dîtî û jîyayî, vexwandî bûm û min axivtinek kir. Min li ser zulma dewleta Tirk ya ji alîyê Ziman û Kulturê ve pêşkêşîyek da Tribunalê.

Wê paragrafa ji axivtina xwe li jêr didim:

"... Peymana Lozanê - 24 Tîrmeh 1923

Kurd ji maddeyên peywendîdar yên Peymana Lozanê [md 39 heta 43an] nehatin faydedar kirin. Helbet bi taybetî bo Kurdên ne musulman jî nehatin bi kar înan ev maddene. Di wî wextî da nufûsa Kurdên Êzîdî bi hizaran dihate zanîn, lê ji bo wan, mafê perwerdeya makzimanî hem nehate dan hem jî komkujî li ser wan hate kirin û bi darê zorê dane koç kirin ku îro nufûsa wan ketîye bin hizaran. Li goreyî maddeyê 41an [herwisa maddeyê 40an jî] herwekî ji bo "kêmanîyên ne musulman" divîyabû bo Kurdên Êzîdî, ku ne musulman in, mafê perwerdeya makzimanî hatiba dan û di pratîkê da hatiba bi kar înan. Lê belê, bawerîya wan ne îslam jî be çiku Kurd bûn bi zanabûn ji vî mafî hatin mehrûm kirin..." - 15 - 16 Adar 2018 - Paris

Kurd îro divêt vê daxwazê bi dengekî bilind û bi hev ra bêjin. Kurdên Êzidî bi hev ra divêt doza vî mafî bikin. Hemû Kurd jî divêt bi yêkdengî û hevgirtî piştevanîya Kurdên Êzidî, ku "Ne Musulman in",  bikin. Ev pozisyone dikare wekî paradoksekê jî bête dîtin. Helbet Kurd û Kurdistanî Peymana Lozanê meşrû nabînin, qebûl nakin, red dikin ku ya rastî jî ew e. Bes bêyî xwastin û daxwaza Kurda jî be, ev Peymana Lozanê heye, di merîyetê da ye û terefên îmzaker xwudanîyê lê dikin. Hingê Kurdên Êzidî jî dikarin wekî "Kêmanîya ne Musulman" doza mafê perwerdeya makzimanê xwe bikin ku eve di çarçoveya Peymana Lozanê da hatîye qebûl kirin û heqê wan e.

Ev pozisyone dê ji vî alî ve Peymana Lozanê bide riberiz kirin di meydana navneteweyî da. Heke Kurd û Kurdên Êzidî dixwazin di kela Peymana Lozanê da şeqekê, derzekê vekin divêt dest bi kar bin û di warê polîtîk û huqûqî da têkoşîneke xurt bidin û di vî warî da nekevine dudilîyê. Xwastina tetbîqa maddeyekî Peymana Lozanê ji bo Kurdên Êzidî wekî "kêmanîya ne Musulman", nabe teyîda Peymana Lozanê.

Divêt em bînine bîra xwe ku dewleta Tirkîyeyê, di Planê Isleheta Şerqê da hind zalimane biryar wergirtin û di pratîkê da jî hind dijminane bi kar înan ku numûneyên bi vî rengî li çu derê dinyayê nehatine dîtin. Dewleta Tirkîyeyê bi van reng qanûn, plan û projeyên neyarane binê sozên xwe yên li Peymana Lozanê dayî jî xalî dikir. Bo numûne di maddeyê 16ê da wisa digotin: 

"Kurdî axivtina Kurdên ku li hindek deverên li wîlayetên me yên li rojavaya Firatê cihwar bûyî divêt mutleq bête qedexe kirin û bi giringî dibistanên kiça bêne vekirin û Tirkî axivtina jinan divêt bête temîn kirin."

Ji bo bajêrên dî yên Kurdistanê jî di maddeyê 13ê da wisa dihate gotin "... Di dayreyên hukûmet û beledîyeyan da, di muessese û teşkilatan da, di mekteban da, di çarsû û bazaran da yên ji bilî Tirkî zimanekî dî biaxivin, bi curmê ku dijî emirên hukûmet û beledîyeyê hatî dê bêne ciza kirin."

Esas ev polîtîkaya wan ya dijminahîya zimanê Kurdî îro jî dewam dike. Bi çu rengî mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî nadin û hêzê didine asîmîlasyonê... Ji ber hindê, li ser perwerdeya "kêmanîyên ne musulman" careke dî divêt bête sekinîn û Kurdên Êzidî jî di nav vê kategorîyê da bêne hisab kirin û serî li wan dewletên îmzaker bidin ku vê pirsê çareser bikin û fişarê li ser dewleta Tirkîyeyê bikin ku çawa mafê perwerdeya Ermenîyan, Suryanî-Kildanîyan û Rûm-Grekan heye, ew maf herwisa bo Kurdên Êzidî jî heye û divêt imkan bêne dan ku ew jî dest bi perwerdeya xwe ya bi zimanê xwe bikin. Dewleta Tirkîyeyê divêt bizane ku Kurdên Êzidî vî mafê ku bi Peymana Lozanê hatîye qebûl kirin, dê bi kar bînin û ji bo vê yêkê jî hewcehîyê bi destûreke nû nabînin.  Kurdên Êzidî jî divêt vî mafê xwe yê bi Peymana Lozanê hatîye pesend kirin bi cisaret û biryar bi kar bînin û dibistanên xwe vekin û zarokên xwe di van dibistanan da bi zimanê xwe bidene xwandin û perwerde kirin. Ev gave dê xizmeta pêşkevtina bi giştî perwerdeya bi zimanê Kurdî jî bike li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê... Dewleta Tirkîyeyê mecbûr e ku ji her alî ve destekê bide kar û xebata perwerdeya bi zimanê xwe ya Kurdên Êzidî...

Encam

Dewleta Tirkîyeyê, her ji piştî îmzaya Peymana Lozanê û pêve, demildest dest bi polîtîkayeke berevajîyî wê peymanê kir. Gelek bi zanahî û sîstematîk kar kir ku peyman ji alîyê mafên "kêmanîyên ne Musulman" û "hevwelatîyên Tirk yên bi zimanekî dî diaxivin [anku Kurd-RH]" ve di pratîkê da vala derkeve û wisa jî kir. Heta dawîya sed sala 20an ew polîtîkaya xwe bi israr û biryar domand. Ji serê sed sala 21an pê ve jî dest pê kir destkevtên Kurdan yên li başûr û rojavayê jî xirab bike. Bi Peymana Lozanê Kurdistan kire çar parçe. Bi hewildanên serê sedsala 21an ve jî di parçeyên başûr û rojavayê da dest bi parçekirinên nû kir. Peymana Lozanê adeta nûve kir. Polîtîkaya xwe ya Lozanîst bi berfirehî domand. Li başûra Kurdistanê gelek cih dagîr kirin û hilgirtine bin kontrola xwe. Herweha li rojavaya Kurdistanê jî navçeyeke fireh dagîr kir û îdareya wan deran jî bi xwe dike û ev polîtîkaya wan ya Lozanîst berdewam e... Kurd û Kurdistanî divêt vê rewşa nû û vê polîtîkaya nû ya Lozanîst ya dewleta Tirkîyeyê baş bibînin û li goreyî vê stratejîya tradisyonel ya dewleta Tirkîyeyê, hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê bi hev ra û bi tifaqeke mezin ya navxweyî, stratejîyeke neteweyî û niştimanî vehûnin û li goreyî wê di nav pratîkeke xurt da bin.

Li ber vê konsepta nû, Kurd û Kurdistanî bi munasebeta 100 salîya Peymana Lozanê divêt komîte an komisyoneke bispor ya hevpar û hevgirtî pêkbînin û li milekê dijî komple Peymana Lozanê dozê vekin, li milekê li ser alternatîv peymanekê bixebitin û li milekê jî bi xurtî hewil bidin ku hindek sozên li vê Peymana Lozanê hatine dayîn jî di pratîkê da bidene tetbîq kirin.

Prosesa vê xebat û têkoşînê her bi çi rengî be, divêt Kurd û Kurdistanî reftar û pozisyona xwe ya esasî sist nekin û heta dawîyê Peymana Lozanê red bikin!..

Not I.:

Maddeyên Peymana Lozanê yên bi vê mijarê ve peywendîdar: [Yên zerkirî Tirkî ne...]

 

Tirkî:

Madde 39 — Müslüman olmayan azınlıklara mensup Türk yurtdaşları Müslümanlarla özdeş medeni ve siyasal haklardan yararlanacaklardır.

Türkiye’nin tüm halkı, din ayırtedilmeksizin, yasa önünde eşit olacaktır.

Din, inanç ya da mezhep farkı hiçbir Türk Yurtdaşının medeni ve siyasal haklardan yararlanmasına ve özellikle genel hizmetlere kabulüne, memurluğa ve yukarı derecelere ulaşmasına, ya da çeşitli meslekleri ve sanatları yapmasına bir engel sayılmayacaktır.

Herhangi bir Türk yurtdaşının gerek özel ya da ticaret ilişkilerinde, gerek din, basın ya da her türlü yayın konusunda ve gerek toplantılarda herhangi bir dili serbestçe kullanmasına karşı hiçbir sınır konulmayacaktır.

Resmi dilin varlığı kuşkusuz olmakla birlikte, Türkçeden başka dil ile konuşan Türk yurttaşlarına yargıçlar önünde kendi dillerini sözlü olarak kullanabilmeleri için gerekli kolaylıklar gösterilecektir.

Kurdî:

Di maddeyê 39ê da:

Hevwelatîyên Tirk yên ji kêmanîyên ne islam dê digel Musulmanan mafên siyasî û medenî [sivîl] wekî hev mifadar bin.

Hemû xelkê Tirkîyeyê, bêyî ferqûcudahîya dînî, li ber qanûnê dê wekhev bin.

Bo yêk hevwelatîyekî Tirk jî ku ji mafên medenî û siyasî mifadar bin û bi taybetî di xizmetên giştî da, gihiştina dereceyên memûrîyet û bilindtir anjî kirina meslekên cuda û hunerî da ferqîyeta dîn, bawerî anjî mesebî [mezhebî] wekî astengî nayê hisab kirin.  

Di peywendîyên xusûsî anjî ticarî yên yêk ji hevwelatîyên Tirk da, welew dîn, çapemenî anjî her reng weşanê da anjî di kombûnan da bi kar înana zimanekê çu tixûb nayên danan.

Bêşik digel hebûna zimanê fermî, ji bo hevwelatîyên ji bilî Tirkî zimanekî dî diaxivin, li pêş dadgera daku xwe şîfahî biparêzin sanahîkarîyên pêdivî dê bêne nîşandan.

Tirkî:

Madde 40 — Müslüman olmayan azınlıklara ilintili olan Türk yurttaşları hukuk bakımından ve fiilen öteki Türk yurttaşlarına uygulanan işlemlerin ve sağlanan güvencelerin tıpkısından yararlanacaklar ve özellikle, harcamaları kendilerince yapılmak üzere, her türlü yardım, dinsel ya da sosyal kurumları, her türlü okul ve benzeri öğretim ve eğitim kurumları kurma, yönetme ve denetleme ve buralarda kendi dillerini özgürce kullanma ve dinsel ayinlerini serbestçe yapına bakımından eşit bir hakka sahip bulunacaklardır.

Kurdî:

Di maddeyê 40ê da:

Hevwelatîyên Tirk yên ji kêmanîyên ne Musulman ji alîyê huqûqî û fiîlen temînatên ji bo hevwelatîyên dî yên Tirk têne bi kar înan û garantîyên hatine dan dê wekhev mifadar bin û bi taybetî, bi şertê ku mesrefan bi xwe bikin, hemû reng harîkarî, dezgehên dînî anjî sosyal, damezrandina hemû reng xwandingeh û dezgehên fêrkirin û fêrbûnê, rêvebirin û kontrolkirin û li van deran azadane bi kar înan zimanên xwe û serbestîyeta ayînên dînî dê xwudanê mafên wekhev bin.

Tirkî:

Madde 41 — Genel öğretim konusunda Türk Hükümeti, Müslüman olmayan yurttaşların önemli bir oranda yerleşmiş oldukları kentler ve kasabalarda, bu Türk yurttaşlarının çocuklarının ilk okullarda kendi dilleriyle öğretim görmelerini sağlamak üzere, gerekli kolaylığı gösterecektir. Bu hüküm Türk Hükümetinin söz konusu okullarda Türk dilinin öğretilmesini zorunlu kılmasına engel olmayacaktır.

Müslüman olmayan azınlıklara ilintili Türk yurtdaşlarının önemli oranda bulundukları kentlerde ya da kasabalarda, bu azınlıklar Devlet bütçesi Belediye ya da benzeri bütçelerde eğitim, din, ya da yardım amacıyla genel gelirlerden verilecek paralardan yararlanma ve ödenek ayrılması konusunda hakça bir pay alacaklardır. Söz konusu paralar ilgili kurumların, yetkili temsilcilerine ödenecektir.

Kurdî:

Di maddeyê 41ê da:

Hukûmeta Tirk di derheqê perwerdeya giştî da, li bajêr û bajêrkên ku hevwelatîyên ne Musulman lê bi cih bûyî, bo zarokên van hevwelatîyên Tirk daku bi zimanên xwe li dibistanên seretayî bixwûnin, pêdivîyên sanahîkar dê bêne nîşandan. Ev hukme nabe staneg ku hukûmeta Tirk li van dibistanan zimanê Tirkî bide fêr kirin.

Hevwelatîyên bi kêmanîyên ne Musulman ra girêdayî yên bi nisbeteke giring li bajêr û bajêrkan da bi cih, ev kêmanî dê ji budçeya dewlet anjî ji budçeya Beledîya û yên wekî wê ji bo perwerde, dîn anjî bi armanca harîkarîyê ji hatinên giştî bêne mifadar kirin û ji razandinên pareyî li ser esasê heqdarî dê bahrê wergirin. Ev pareyên hatine behs kirin, dê ji bo temsîlkarên mesûl yên van dezgehên peywendîdar bêne dan.

Tirkî:

Madde 42 — Türkiye Hükümeti Müslüman olmayan azınlıkların aile ya da kişi statüleri konusunda, bu sorunların sözügeçeıı azınlıkların törelerine göre çözümlenmesine uygun her türlü hükümleri koymayı kabul eder

İşbu hükümler Türkiye Hükümeti ile ilgili azınlıklardan her birinin eşit sayıda temsilcilerinden oluşan özel Komisyonlarda düzenlenecektir. Anlaşmazlık olursa, Türkiye Hükümeti ile Milletler Cemiyeti Meclisi, birlikte, Avrupalı hukukçular arasından bir üst hakem atayacaktır.

Türkiye Hükümeti söz konusu azınlıkların Kiliseleri, Havraları, mezarlıkları ve öteki dinsel kurumlarına her türlü koruyuculuğu göstermeyi yükümlenir. Bu azınlıkların bugün Türkiye’de bulunan Vakıflarına ve dinsel ve yardım kurumlarına her türlü kolaylığı gösterecek ve izinleri verecek ve yeni dinsel ve yardım kurumları kurulması için, benzeri öteki özel kurumlara sağlanmış olan gerekli kolaylıklardan hiçbirini esirgemeyecektir.

Kurdî:

Di maddeyê 42ê da:

Hukûmeta Tirkîyeyê di derheqê aîle û statuya kesî ya kêmanîyên ne Musulman, daku ev pirsgirêk li ser esasê edetê kêmanîyan bêne çareser kirin danana hemû madeyên lêhatî qebûl dike.

Ev made, dê di komisyonên taybetî yên ji alîyê hejmareke wekhev ya temsîlkarên Hukûmeta Tirkîyeyê û kêmanîyan bête organîze kirin. Heke pêkhatin çênebe, Hukûmeta Tirkîyeyê û Meclisa Cemîyeta Miletan, bi hev ra, ji nav huqûqzanên Ewrûpî jûrîyeke bilind bête wezîfedar kirin.

Hukûmeta Tirkîyeyê parastin her reng ya Dêr, Kinîşte, goristan û dezgehên dî yên dînî yên van kêmanîyan hildigire ser xwe. Bo Wexif û dezgehên dînî û harîkarîyê yên van kêmanîyan yên îro li Tirkîyeyê heyî hemû sanahîkarîyan bike û destûran bide û bo damezrandina dezgehên nû yên dînî û harîkarîyê, bo dezgehên dî yên taybetî çi sanahîkarî hatibin kirin dê bo wan jî bike.

Tirkî:

Madde 43 — Müslüman olmayan azınlıklara mensup Türk yurttaşları, inançlarına aykırı ya da dinsel ayinlerini bozucu herhangi bir işlem yapmaya zorlanamayacakları gibi, hafta tatilleri gününde Mahkemelerde hazır bulunmaktan ya da herhangi bir yasal işlemin yapılmasından kaçınmaları nedeniyle, onların hiç bir hakkı ortadan kalkmayacaktır. Bununla birlikte, bu hüküm söz konusu Türk yurttaşlarının, kamu düzeninin korunması bakımından, öteki tüm Türk yurttaşlarının bağlı olduğu yükümlerden bağışık kılmayacaktır.

Kurdî:

Di maddeyê 43ê da:

Hevwelatîyên Tirk yên mensûbê kêmanîyên ne Musulman, dijî bawerîyên wan anjî muameleya ku ayînên wan yên dînî xirab bike li wan nayê kirin, mafên wan yên ku di tatîlan da li Dadgeha amade nebin anjî xwe ji karekî qanûnî dûr bigirin, çu mafên wan berze nabin. Digel vê yêkê, ev made nayê wê manayê ku kêmanîyên hevwelatîyên Tirk, ji bo parastina ewlehîya giştî  ku hemû hevwelatîyên dî yên Tirk girê dide, wan jî ji van mecbûriyetan azade nake.

Not II.:

Divêt objektîven bête gotin û heq teslîmîyek bête kirin ku KNKê digel partî û şexsîyetên Kurd û Kurdistanî, di 100 salîya Peymana Lozanê da, konferanseke mezin li bajêrê Swiss Lozanê organîze kir û hewil da ku hemû dînamîkên Kurdistanê beşdar bin. Ji bo hemû alîyên polîtîk, institusyonên sivîl û şexsîyetên polîtîk û ronakbîr, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan û hunermendan dawetname hatin rêkirin. Piranîya maqûl jî beşdar bûn. Deklarasyona piştî Konferansa Lozanê hatîye amade kirin jî li lêva Gola Lemanê, li Ouchy, li meydana beramberî avahîyê [ Seraya Beau Rivage], ku Peymana Lozanê ya bêyûm lê hatîye îmza kirin bo bîr û rehîya giştî hate xwandin.


 

Not III.

Her bo agehdarî bêjim; wekî hûn dizanin, berî 100 sala rêvebirên dewleta Tirkîyeyê û temsîlkarên hindek dewletên Ewrûpî [Şahinşahîya Yêkgirtî-Brîtanya, Fransa, Îtalya, Yewnanistan, Romanya, Bulgaristan, Portekîz, Belçîk, Sirbîya, Xirwatîya, Slowenya anku welatên ku paşê bûne Yugoslavya] û Japonya [pêkve wekî dewletên cîhana rojavayê] bi hev ra li Lozanê li dora maseyekê rûniştibûn û li ser qedera Kurdistanê biryar dabûn.

 
* * *

Pêşniyar - 22-23. 07. 2023 - Lozan - ROJAN HAZIM

 

Ji bo Konferansa Lozanê,

Di 100 salîya Peymana Lozanê da, bi beşdarîya Kurd û Kurdistanîyan pêkhatina Konferansa Lozanê giring e û hêjayî teqdîrê ye.

Xwezî bêyî istisna hemû dînamîkên Kurdistanê di vê konferansê da cih girtiban. Nehatina yêk dînamîka Kurdistanê jî ji hemû alîyan ve qusûra pêkve Kurd û Kurdistanîyan e.

Bes bi her hal, Kurd û Kurdistanî di vî bajêrê ku berî 100 sala li ser qedera wan, bêyî dilê wan, biryar hatine wergirtin dê daxwaza xwe, rika xwe, bîr û hizrên xwe, pêşniyarên xwe, biryarên xwe bi dengekî gur û geş bilind bikin ku hemû îmzakerên peymana bêyûm, Peymana Lozanê bibihîzin.

Peymana Lozanê meşrû nîne

Berî her tiştî, Peymana Lozanê her yêkser bo Kurd û Kurdistanîyan di hukmê nîneyê da ye.

Peymana Lozanê belgeya fermana kuştina Kurdistanê ye, fermana îdama Kurdistanê ye.

Peymana Lozanê, wekî belge, qatila Kurdistanê ye.

Peymana Lozanê beramberî Kurdistanê belgeya sûc e.

Lewma Kurdistan wekî welat, Peymana Lozanê red dike.

Kurd û Kurdistanî wekî welatîyên Kurdistanê vê Peymana Lozanê eslen qebûl nakin.

Eve rastîyek e ku hemû welatîyên Kurdistanê di vê meseleyê da hevbîr in.

Li milê dî, rastîyeke dî jî heye ku hukmê Peymana Lozanê di halê hazir da dewam dike.

Heta ku Peymana Lozanê hebe divêt maddeyên wê yên li ser "Kêmanîyên ne Musulman" û "Welatîyên Tirk yên bi zimanên cuda diaxivin" bête rawestan û hewil bête dan ku di pratîkê da bêne bi cih înan.

Peymana Lozanê, hemû "kêmanîyan" wekî "kêmanîyên ne Musulman" bi nav dike. Ev tesbîte bi serê xwe dijî mirovî ye. Mexseda Tirkan bi vê tesnîfê "Rûm-Grek, Ermenî û Suryanî-Kildanî" ne, bes navên van xelkan nenivîsîne.

Belêm axir Tirkan wisa xwastîye û mixabin dewletên "ne Musulman" yên îmzaker jî qebûl kirîye ku eve beramberî van xelkan bêrêzîyeke mezin e.

Peymana Lozanê navê xelkê Kurd jî bi kar neyînaye û wekî "welatîyên ku bi zimanekî dî diaxivin" behs kirîye. Ji vê derê jî mexseda wan Kurd in. Qebûlîyeke dî jî ew e ku Kurd pêkve musulman hisab kirine.

Di vê çarçoveyê da; Kurdên Êzidî qet nehatine hizirîn. Êzidî, ji alîyê etnîk orîjîn ve Kurd in [ku ew xwe wekî Kurdên resen dibînin], belêm dînê wan cuda ye û ne musulman in.

Li ber vê rastîyê, divêt daxwaz ji hemû îmzakerên Peymana Lozanê bête kirin ku Kurdên Êzidî jî di kategorîya "kêmanîyên ne Musulman" da bêne hejmartin û mafên ku bo "kêmanîyên ne Musulman" hatine dayîn bo wan jî bêne dan û di pratîkê da jî bêne tetbîq kirin.

Li ser vê yêkê dixwazim pêşniyarekê bikim.

Pêşniyar

Di 100 salîya Peymana Lozanê da tiştekî ku heta nihe nehatîye gotin û kirin, dixwazim bêjim. Di maddeyên Peymana Lozanê da [Maddeyên 39-40-41-42-43] behsê "kêmanîyên ne Musulman" tête kirin û soz li ser hindek mafên wan têne dan. Ji alîyê etnîk orîjîn ve behsê yêk bi yêk van kêmanîyan nayê kirin, navên wan xelk û neteweyan nayê gotin, tinê gotineke hevpar ya "Ne Musulman" tête bi kar înan.

Di vê kontekstê da em dikarin ew mafên bo wan hatine sozdan bo Kurdên Êzidî jî bixwazin. Kurdên Êzidî jî bi dîn û dîyaneta xwe ve di vê kategorîya "Kêmanîyên Ne Musulman" da ne. Herçend ev mafên hatine qebûl kirin, di pratîkê da ji bo van kêmanîyên "Ne Musulman" anku bo Rûm-Grek, Ermenî, Suryanî-Kildanîyan layiqen nehatibin bi cih înan jî di encam da maf in ku di peymaneke navneteweyî da hatine nivîsîn. Kurdên Êzidî jî "Ne Musulman" in û divêt ev doz û daxwaze bête kirin. Min ev pêşniyare ewilcar di rûniştina Tribunala Navneteweyî ya li 15-16ê Adara 2018ê li Parisê pêkhatî, kir. Ez jî wekî şahidê ku zulma dewleta Tirk dîtî û jîyayî, vexwandî bûm û min axivtinek kir. Min li ser zulma dewleta Tirk ya ji alîyê Ziman û Kulturê ve pêşkêşîyek da Tribunalê.

Wê paragrafa ji axivtina xwe li jêr didim:

"... Peymana Lozanê - 24 Tîrmeh 1923

Kurd ji maddeyên peywendîdar yên Peymana Lozanê [md 39 heta 43an] nehatin faydedar kirin. Helbet bi taybetî bo Kurdên ne musulman jî nehatin bi kar înan ev maddene. Di wî wextî da nufûsa Kurdên Êzîdî bi hizaran dihate zanîn, lê ji bo wan mafê perwerdeya makzimanî hem nehate dan hem jî komkujî li ser wan hate kirin û bi darê zorê dane koç kirin ku îro nufûsa wan ketîye bin hizaran. Li goreyî maddeyê 41an [herwisa maddeyê 40an jî] herwekî ji bo "kêmanîyên ne musulman" divîyabû bo Kurdên Êzîdî ku ne musulman in, mafê perwerdeya makzimanî hatiba dan û di pratîkê da hatiba bi kar înan. Lê belê, bawerîya wan ne îslam jî be çiku Kurd bûn bi zanabûn ji vî mafî hatin mehrûm kirin..." - 15 - 16 Adar 2018 - Paris

Kurd îro divêt vê daxwazê bi dengekî bilind û bi hev ra bêjin. Kurdên Êzidî bi hev ra divêt doza vî mafî bikin. Hemû Kurd jî divêt bi yêkdengî û hevgirtî piştevanîya Kurdên Êzidî, ku "Ne Musulman in",  bikin. Ev pozisyone dikare wekî paradoksekê jî bête dîtin. Helbet Kurd û Kurdistanî Peymana Lozanê meşrû nabînin, qebûl nakin, red dikin ku ya rastî jî ew e. Bes bêyî xwastin û daxwaza Kurda jî be, ev Peymana Lozanê heye, di merîyetê da ye û terefên îmzaker xwudanîyê lê dikin. Hingê Kurdên Êzidî jî dikarin wekî "Kêmanîya ne Musulman" doza mafê perwerdeya makzimanê xwe bikin ku eve di çarçoveya Peymana Lozanê da hatîye qebûl kirin û heqê wan e.

Ev pozisyone dê ji vî alî ve Peymana Lozanê bide riberiz kirin di meydana navneteweyî da. Heke Kurd û Kurdên Êzidî dixwazin di kela Peymana Lozanê da şeqekê, derzekê vekin divêt dest bi kar bin û di warê polîtîk û huqûqî da têkoşîneke xurt bidin û di vî warî da nekevine dudilîyê. Xwastina tetbîqa maddeyekî Peymana Lozanê ji bo Kurdên Êzidî wekî "kêmanîya ne Musulman", nabe teyîda Peymana Lozanê.

Divêt em bînine bîra xwe ku dewleta Tirkîyeyê, di Planê Isleheta Şerqê da hind zalimane biryar wergirtin û di pratîkê da jî hind dijminane bi kar înan ku numûneyên bi vî rengî li çu derê dinyayê nehatine dîtin. Dewleta Tirkîyeyê bi van reng qanûn, plan û projeyên neyarane binê sozên xwe yên li Peymana Lozanê dayî jî xalî dikir. Bo numûne di maddeyê 16ê da wisa digotin:

"Kurdî axivtina Kurdên ku li hindek deverên li wîlayetên me yên li rojavaya Firatê cihwar bûyî divêt mutleq bête qedexe kirin û bi giringî dibistanên kiça bêne vekirin û Tirkî axivtina jinan divêt bête temîn kirin."

Ji bo bajêrên dî yên Kurdistanê jî di maddeyê 13ê da wisa dihate gotin "... Di dayreyên hukûmet û beledîyeyan da, di muessese û teşkilatan da, di mekteban da, di çarsû û bazaran da yên ji bilî Tirkî zimanekî dî biaxivin, bi curmê ku dijî emirên hukûmet û beledîyeyê hatî dê bêne ciza kirin."

Esas ev polîtîkaya wan ya dijminahîya zimanê Kurdî îro jî dewam dike. Bi çu rengî mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî nadin û hêzê didine asîmîlasyonê... Ji ber hindê, li ser perwerdeya "kêmanîyên ne musulman" careke dî divêt bête sekinîn û Kurdên Êzidî jî di nav vê kategorîyê da bêne hisab kirin û serî li wan dewletên îmzaker bidin ku vê pirsê çareser bikin û fişarê li ser dewleta Tirkîyeyê bikin ku çawa mafê perwerdeya Ermenîyan û Rûm-Grekan heye, ew maf herwisa bo Kurdên Êzidî jî heye û divêt imkan bêne dan ku ew jî dest bi perwerdeya xwe ya bi zimanê xwe bikin. Dewleta Tirkîyeyê divêt bizane ku Kurdên Êzidî vî mafê ku bi Peymana Lozanê hatîye qebûl kirin, dê bi kar bînin û ji bo vê yêkê jî hewcehîyê bi destûreke nû nabînin.  Kurdên Êzidî jî divêt vî mafê xwe yê bi Peymana Lozanê hatîye pesend kirin bi cisaret û biryar bi kar bînin û dibistanên xwe vekin û zarokên xwe di van dibistanan da bi zimanê xwe bidene xwandin û perwerde kirin. Dewleta Tirkîyeyê mecbûr e ku ji her alî ve destekê bide kar û xebata perwerdeya bi zimanê xwe ya Kurdên Êzidî...

Hêvî dikim, ev daxwaz û pêşniyara ku min ji bo Kurdên Êzidî kirî, bibe biryara Konferansa Lozanê ku ew jî bikarin mafên ku di peymanê da hatine destnîşan kirin bo xwe bi kar bînin ku eve dê xizmeta perwerdeya bi giştî zimanê Kurdî jî bike li nav tixûbên Lozanîst yên Tirkîyeyê.

Digel rêz û silavan.

ROJAN HAZIM

Nivîskar

18.07.2023

 

Not:

Maddeyên Peymana Lozanê yên bi vê mijarê ve peywendîdar:

Tirkî:

Madde 39 — Müslüman olmayan azınlıklara mensup Türk yurtdaşları Müslümanlarla özdeş medeni ve siyasal haklardan yararlanacaklardır.

Türkiye’nin tüm halkı, din ayırtedilmeksizin, yasa önünde eşit olacaktır.

Din, inanç ya da mezhep farkı hiçbir Türk Yurtdaşının medeni ve siyasal haklardan yararlanmasına ve özellikle genel hizmetlere kabulüne, memurluğa ve yukarı derecelere ulaşmasına, ya da çeşitli meslekleri ve sanatları yapmasına bir engel sayılmayacaktır.

Herhangi bir Türk yurtdaşının gerek özel ya da ticaret ilişkilerinde, gerek din, basın ya da her türlü yayın konusunda ve gerek toplantılarda herhangi bir dili serbestçe kullanmasına karşı hiçbir sınır konulmayacaktır.

Resmi dilin varlığı kuşkusuz olmakla birlikte, Türkçeden başka dil ile konuşan Türk yurttaşlarına yargıçlar önünde kendi dillerini sözlü olarak kullanabilmeleri için gerekli kolaylıklar gösterilecektir.

Kurdî:

Di maddeyê 39ê da:

Hevwelatîyên Tirk yên ji kêmanîyên ne islam dê digel Musulmanan mafên siyasî û medenî [sivîl] wekî hev mifadar bin.

Hemû xelkê Tirkîyeyê, bêyî ferqûcudahîya dînî, li ber qanûnê dê wekhev bin.

Bo yêk hevwelatîyekî Tirk jî ku ji mafên medenî û siyasî mifadar bin û bi taybetî di xizmetên giştî da, gihiştina dereceyên memûrîyet û bilindtir anjî kirina meslekên cuda û hunerî da ferqîyeta dîn, bawerî anjî mesebî [mezhebî] wekî astengî nayê hisab kirin.  

Di peywendîyên xusûsî anjî ticarî yên yêk ji hevwelatîyên Tirk da, welew dîn, çapemenî anjî her reng weşanê da anjî di kombûnan da bi kar înana zimanekê çu tixûb nayên danan.

Bêşik digel hebûna zimanê fermî, ji bo hevwelatîyên ji bilî Tirkî zimanekî dî diaxivin, li pêş dadgera daku xwe şîfahî biparêzin sanahîkarîyên pêdivî dê bêne nîşandan.

Tirkî:

Madde 40 — Müslüman olmayan azınlıklara ilintili olan Türk yurttaşları hukuk bakımından ve fiilen öteki Türk yurttaşlarına uygulanan işlemlerin ve sağlanan güvencelerin tıpkısından yararlanacaklar ve özellikle, harcamaları kendilerince yapılmak üzere, her türlü yardım, dinsel ya da sosyal kurumları, her türlü okul ve benzeri öğretim ve eğitim kurumları kurma, yönetme ve denetleme ve buralarda kendi dillerini özgürce kullanma ve dinsel ayinlerini serbestçe yapına bakımından eşit bir hakka sahip bulunacaklardır.

Kurdî:

Di maddeyê 40ê da:

Hevwelatîyên Tirk yên ji kêmanîyên ne Musulman ji alîyê huqûqî û fiîlen temînatên ji bo hevwelatîyên dî yên Tirk têne bi kar înan û garantîyên hatine dan dê wekhev mifadar bin û bi taybetî, bi şertê ku mesrefan bi xwe bikin, hemû reng harîkarî, dezgehên dînî anjî sosyal, damezrandina hemû reng xwandingeh û dezgehên fêrkirin û fêrbûnê, rêvebirin û kontrolkirin û li van deran azadane bi kar înan zimanên xwe û serbestîyeta ayînên dînî dê xwudanê mafên wekhev bin.

Tirkî:

Madde 41 — Genel öğretim konusunda Türk Hükümeti, Müslüman olmayan yurttaşların önemli bir oranda yerleşmiş oldukları kentler ve kasabalarda, bu Türk yurttaşlarının çocuklarının ilk okullarda kendi dilleriyle öğretim görmelerini sağlamak üzere, gerekli kolaylığı gösterecektir. Bu hüküm Türk Hükümetinin söz konusu okullarda Türk dilinin öğretilmesini zorunlu kılmasına engel olmayacaktır.

Müslüman olmayan azınlıklara ilintili Türk yurtdaşlarının önemli oranda bulundukları kentlerde ya da kasabalarda, bu azınlıklar Devlet bütçesi Belediye ya da benzeri bütçelerde eğitim, din, ya da yardım amacıyla genel gelirlerden verilecek paralardan yararlanma ve ödenek ayrılması konusunda hakça bir pay alacaklardır. Söz konusu paralar ilgili kurumların, yetkili temsilcilerine ödenecektir.

Kurdî:

Di maddeyê 41ê da:

Hukûmeta Tirk di derheqê perwerdeya giştî da, li bajêr û bajêrkên ku hevwelatîyên ne Musulman lê bi cih bûyî, bo zarokên van hevwelatîyên Tirk daku bi zimanên xwe li dibistanên seretayî bixwûnin, pêdivîyên sanahîkar dê bêne nîşandan. Ev hukme nabe staneg ku hukûmeta Tirk li van dibistanan zimanê Tirkî bide fêr kirin.

Hevwelatîyên bi kêmanîyên ne Musulman ra girêdayî yên bi nisbeteke giring li bajêr û bajêrkan da bi cih, ev kêmanî dê ji budçeya dewlet anjî ji budçeya Beledîya û yên wekî wê ji bo perwerde, dîn anjî bi armanca harîkarîyê ji hatinên giştî bêne mifadar kirin û ji razandinên pareyî li ser esasê heqdarî dê bahrê wergirin. Ev pareyên hatine behs kirin, dê ji bo temsîlkarên mesûl yên van dezgehên peywendîdar bêne dan.

Tirkî:

Madde 42 — Türkiye Hükümeti Müslüman olmayan azınlıkların aile ya da kişi statüleri konusunda, bu sorunların sözügeçeıı azınlıkların törelerine göre çözümlenmesine uygun her türlü hükümleri koymayı kabul eder

İşbu hükümler Türkiye Hükümeti ile ilgili azınlıklardan her birinin eşit sayıda temsilcilerinden oluşan özel Komisyonlarda düzenlenecektir. Anlaşmazlık olursa, Türkiye Hükümeti ile Milletler Cemiyeti Meclisi, birlikte, Avrupalı hukukçular arasından bir üst hakem atayacaktır.

Türkiye Hükümeti söz konusu azınlıkların Kiliseleri, Havraları, mezarlıkları ve öteki dinsel kurumlarına her türlü koruyuculuğu göstermeyi yükümlenir. Bu azınlıkların bugün Türkiye’de bulunan Vakıflarına ve dinsel ve yardım kurumlarına her türlü kolaylığı gösterecek ve izinleri verecek ve yeni dinsel ve yardım kurumları kurulması için, benzeri öteki özel kurumlara sağlanmış olan gerekli kolaylıklardan hiçbirini esirgemeyecektir.

 

Kurdî:

Di maddeyê 42ê da:

Hukûmeta Tirkîyeyê di derheqê aîle û statuya kesî ya kêmanîyên ne Musulman, daku ev pirsgirêk li ser esasê edetê kêmanîyan bêne çareser kirin danana hemû madeyên lêhatî qebûl dike.

Ev made, dê di komisyonên taybetî yên ji alîyê hejmareke wekhev ya temsîlkarên Hukûmeta Tirkîyeyê û kêmanîyan bête organîze kirin. Heke pêkhatin çênebe, Hukûmeta Tirkîyeyê û Meclisa Cemîyeta Miletan, bi hev ra, ji nav huqûqzanên Ewrûpî jûrîyeke bilind bête wezîfedar kirin.

Hukûmeta Tirkîyeyê parastin her reng ya Dêr, Kinîşte, goristan û dezgehên dî yên dînî yên van kêmanîyan hildigire ser xwe. Bo Wexif û dezgehên dînî û harîkarîyê yên van kêmanîyan yên îro li Tirkîyeyê heyî hemû sanahîkarîyan bike û destûran bide û bo damezrandina dezgehên nû yên dînî û harîkarîyê, bo dezgehên dî yên taybetî çi sanahîkarî hatibin kirin dê bo wan jî bike.

Tirkî:

Madde 43 — Müslüman olmayan azınlıklara mensup Türk yurttaşları, inançlarına aykırı ya da dinsel ayinlerini bozucu herhangi bir işlem yapmaya zorlanamayacakları gibi, hafta tatilleri gününde Mahkemelerde hazır bulunmaktan ya da herhangi bir yasal işlemin yapılmasından kaçınmaları nedeniyle, onların hiç bir hakkı ortadan kalkmayacaktır. Bununla birlikte, bu hüküm söz konusu Türk yurttaşlarının, kamu düzeninin korunması bakımından, öteki tüm Türk yurttaşlarının bağlı olduğu yükümlerden bağışık kılmayacaktır.

Kurdî:

Di maddeyê 43ê da:

Hevwelatîyên Tirk yên mensûbê kêmanîyên ne Musulman, dijî bawerîyên wan anjî muameleya ku ayînên wan yên dînî xirab bike li wan nayê kirin, mafên wan yên ku di tatîlan da li Dadgeha amade nebin anjî xwe ji karekî qanûnî dûr bigirin, çu mafên wan berze nabin. Digel vê yêkê, ev made nayê wê manayê ku kêmanîyên hevwelatîyên Tirk, ji bo parastina ewlehîya giştî  ku hemû hevwelatîyên dî yên Tirk girê dide, wan jî ji van mecbûriyetan azade nake.

 

Agehdarî:

Ev pêşniyare di roja duyê ya konferansê da hate qebûl kirin û bû biryara konferansê û di deklarasyonê da jî cih girt. RH