tirsdag den 16. marts 2021

Jenosîda Helepçeyê bi bîr bînin... - ROJAN HAZIM

Van deman xerîteya Kurdistanê bûye sing di çavê kolonyalîstan da.

Bi hiş û bîra vê xewna mezin, jenosîda Helepçeyê bi bîr bînin...

 

Jenosîda Helepçeyê divêt neyê ji bîr kirin...

Bi bîr bînin...

Her bi çi rengî be, bi bîr bînin...

Ji bîr kirin, nemana hiş û bîrê ye...

Ji bîr kirin, berzebûna şuûra neteweyî ye...

Ji bîr kirin, ji bîr kirina mirovbûnê ye...

Ji bîr kirin, felaket e...

Ji bîr kirin, xizmeta jenosîdkaran dike...

Ji bîr neken...

Helepçeyê, jenosîda Helepçeyê ji bîr neken...

Helepçeyê, jenosîda Helepçeyê bi bîr bînin...

Bîrînan, haj xwe bûne...

Bi bîr bînin... 

Jenosîda Helepçeyê ji bîr neken...

Wê jenosîda ku li 16 û 17ê Adara 1988ê li Helepçeyê hatîye kirin ji bîr neken...

Gelek kiryarên jenosîdal hatine kirin li ser xelkê Kurd û Kurdistanê...

Bes Helepçe êdî bûye sembola van hemû jenosîdan...

Bîrînana jenosîda Helepçeyê, bîrînana van hemû jenosîdan e...

Lewma bi bîr bînin...

Daku jenosîdkar bizanin ku rûyê wan yê reş çu cara nayê ji bîr kirin...

Helepçe li bîr e...

ROJAN HAZIM