Gotina "tifaq"ê çu cara ji ser devê Kurda kêm nebûye. Ji nava malê heta ya êl û eşîrê, ji nav xelkî heta hemû miletî sihra vê gotinê herdaîm bûye kilîlê vekirina hemû koregirêya...
Di fîlozofîya xelkî da bi dehan gotin, gotinên pêşîya û derbîmesel hatine afirandin li ser vê mijarê...
Deng ji qutana du destan têt...
Tifaq maka hêzê [quwetê] ye...
Destan bikin yêk...
Milan bidin hev...
Pişta hevdu bigirin...
Aqilê muşterek...
Heke pişta min heba zikê min nediêşa...
Û gelekên dî...
Gihiştina vê qenaetê ji tecrubeya jîyanê derdikeve. Jêdera van hemû gotinên metaforîk giring e û ji bo pratîka jîyanê dersdêr in...
Heqîqet ew e ku tifaq hêz e...
Gava behsê "sînerjî"yê jî tête kirin mexsed ew e; du, sê û zêdetir kanên enerjîyê gava bûne yêk enerjîyeke mezintir û tesîrdartir derdikeve meydanê ku ew jî tête manaya tifaqa enerjîyê...
Ji bo saxî û silametîya kes jî tifaq giring e.
Berxwedana leşî [Muqawemeta vucûdî - body immune system] jî hêza ji gelek elementan pêkhatîye anku tifaqa enerjîya parêzer ya nav vucûdî ye...
Herwisa kesek di jîyana xwe da, di hiş û bîrên xwe da belav jî, tûşî sedan astengî û gir û giriftarîya têt ku şîreta ewil bo wan kesan gotina "aqilê xwe bîne serê xwe" ye...
Aqilê belav şkestin e, belêm aqilê li ser xwe hêz û şiyan e...
Ma boçi ji bo garantîya encaman şîreta aqilê muşterek tête kirin...
Aqilê muşterek ewletir e ji aqilê ferdî lewma...
Ji ber hindê ye ku biryara li ser aqilê şêwrê hatîye dan zêdetir tête xwastin an tête tercîh kirin ku ew jî bi rengekê tifaqa aqilan e...
Kar û xebata li ser şêwrê anku aqilê muşterek tête kirin emînî û ewlehîyê piştrasttir dike...
Parastin û berdewamîya malê jî li ser tifaqa malê tête avakirin...
Êl û eşîran hem ji bo pêşkevtin û xweşkirina jîyana xwe tifaqa navxweyî esas wergirtine, hem jî ew tifaq kirine zirhê parastina xwe beramberî hemû xirabîyan...
Xelk û milet jî wisa ne.
Xelkekê, miletekê hebûna xwe, parastina xwe di tifaqa navxweyî da dîtîye ku daîm eve kirîye meseleya xwe ya esasî...
Cihê tifaq lê serkevtin heye.
Cihê belavî lê binkevtin heye.
Numûneyên bi vî rengî dikarin bi zêdehî ve bêne dan...
Dîrok tijî ye bi van numûneyan...
Faydeyê "tifaq"ê û tehlîkeya "bêtifaqî"yê îro jî bi hemû rûyên xwe ve tête jîyan ku bi giringî li ser tête rawestan.
Di saheya siyasî da giringî û jîyanîya "tifaq"ê duhî jî hatîye gotin û îro jî tête dubare kirin.
Di vê mijarê da referansa her kes û alîyên siyasî gotin û şîreta fîlozofê mezin Ehmedê Xanî ye ku di sedsala 17an da behs kirîye...
"... Heke dê heba me tifaqek
Vêkra kiriba me inqiyadek
Rom û Ereb û Ecem timamî
Hemûyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalet
Mumtaz dibûn xwudankemalet..."
Ehmedê Xanî di wê sedsalê da, li sedsala 17an da vê jana mezin ya Kurdan tesbît dike, dibêje û şîreta mezin li xelkê xwe dike ku heke dixwazin li welatê xwe bi serfirazî serwer bin, xwudan desthilat bin divêt mutleq tifaqa xwe ava bikin ku dijî zaliman serbikevin... Çiku di pratîka jîyanê da dîtîye ku bêtifaqîya xelkê wî ji bêserîyê, bêrêberîyê peyda bûye ku ev beyte pê gotine:
"... Enwaî milet xwudan kitab in
Kirmanc tenê di bêhisab in
...
Kirmanc ne pir di bêkimal in
Emma di êtîm û bêmecal in
Fil - cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwudan in..."
Ev balkêşana rast ya Ehmedê Xanî, êş û janeke berî dewrê wî jî bûye, ya dewrê wî jî bûye, ya piştî dewrê wî jî bûye û gelek mixabin ya vî demê ku em jî tê da dijîn dom dike ew jana mezin...
Her ji serê sedsala 20an were berê xwe bidene wan prosesên têkoşîna azadî û rizgarîyê, her çi serkevtinên borînde jî hebin bi tifaqî pêkhatine...
Bes herwisa her çi şkestin jî çêbûyî bin ji bêtifaqîyê rûdane...
Di çarçoveya vê meqaleya kurt da em naxwazin bikevine nav detayan. Lê heqîqet ew e ku sebebên negatîv yên derveyî em helbet ji bîr nekin, belêm di esas da serê sebebên şkestin û binkevtinê ji binasên navxweyî yên negatîv derketine... Bi gotina amîyane her çi felaket bi serê me hatibin, serê sebeban em bi xwe bûne... Herweha her çi xêr û xweşî pêkhatibin jî ji ber tifaqa navxweyî bûne û divêt ev rastîya dualî bi hemû alîyên xwe ve bête zanîn ku ders jê bête wergirtin...
Em gelek dûr neçin. Hema vê yêkê em di avabûna başûra Kurdistanê da dibînin... Bi harîkarî û desteka dînamîkên derve yên dost û yar, gava imkanê vegirtina başûra Kurdistanê hatîye pêş, astengîyên mezin ji nav xwe derketine ser rêya bizava neteweyî ku gelek wext hate kuştin û herwisa bedelên giran hatin dan, enerjîyeke mezin ya navxweyî bi xusaretî hate berze kirin...
Paşê dînamîkên dost destê dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê gihandin hev û nehêlan ku destan ji hev bikin û hingê hate dîtin ku pêşkevtin çêbû û ew destkevta başûr gav bi gav ber bi avabûneke geş ve pêşkevt... Ewil du hêzên mezin û paşê jî digel hêzên dî yên neteweyî koalîsyoneke neteweyî hate ava kirin û bi ket û raban jî be prosesa avakirina welatî hate pêşxistin...
Îro em dibînin ku encama relatîven serkevtî jî be, bi leng û lor jî be, li başûra Kurdistanê rêvebirîyeke koalîsyonal welatî bi rê ve dibe... Giring encam e û tiştê ku îro li ber çav li başûra Kurdistanê di nav Iraqa Federal da û digel hemû kêm û kasîyan jî be ji alîyê siyasî ve xweserîyeke tixûb fireh her diçe xwe saxlemtir dike...
Heta vê derê tiştê ku em dixwazin bi cewherî behs bikin ew e ku di serkevtin û parastina destkevtan da rola tayînker hêza hevgirtî ya navxweyî ye anku tifaqa neteweyî ye...
Di dereceya tête hêvî kirin da nebe jî tifaqeke koalîsyonal heye li başûra Kurdistanê û divêt ev tecrubeya heyî bête xurt kirin ku encamên mayînde bide...
Di deh salên duyê yên sedsala 21an da li rojavaya Kurdistanê jî firseteke bidestveînana maf û azadîyan derkete meydanê... Kurdan digel xelkên hevqeder yên li rojavaya Kurdistanê xwe zû organîze kirin û cografyaya xwe hilgirtine bin ewlehîya leşkerî û ketine çeperê xwe parastinê...
Di wî demê gelek hessas da reflekseke xurt ya neteweyî hate nîşandan... Lê gelek mixabin ku prosesa hatîye dest pê kirin ji alîyê vehûnandina tifaqa navxweyî ve seqet bû û dînamîkên desthilatdar yên vê prosesa nû, avakirina tifaqa mezin ya navxweyî texîr kirin û adeta rakirine nav çavikên sarinca cemedê... Helbet têkoşîneke xurt hate kirin, bedelên giran hatin dan lê proses ji alîyê hemû dînamîkên navxweyî ve li ser esasê tifaqî nehate bi rê ve birin...
Di vî warî da hem hêza desthilatdar û domînant hem jî hêza opozisyonî xemsarîyeke mezin kirin û herkesê ji cepheyê xwe ve wacibên xwe yên temînkirina zemînê tifaqa navxweyî amade nekirin û ketine nav qusûreke hetta xeletîyeke mezin û bûne sebebê kuştina wext û gelek imkanan...
Bes bi her hal, piştî hilweşîna rejima Beasa Sûrîyeyê ya Esadan li 8ê Kanûna Pêşîn ya 2024ê derî li ber proseseke nû vebû li rojavaya Kurdistanê... Piştî gelek hevdîtin û gotûbêjan aqilê selîm hakim bû û axir li 26ê Nîsana îsal [2025] li paytextê rojavaya Kurdistanê Qamişloyê, Konferansa Tifaqa Kurdî ya Rojavaya Kurdistanê hate organîze kirin. Biçûk mezin hemû dînamîkên rojavaya Kurdistanê beşdar bûn û li ser deklarasyonekê li hev kirin û bi vî rengî temsîlîyeta neteweyî ya beramberî Şamê hate pêkînan... Di vê pêkînana tifaqa li rojavaya Kurdistanê da rola çêker ya Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî Kobanî divêt bi giringî û teqdîrî bête destnîşan kirin... Helbet piştî dest pê kirina prosesa nû ya li bakura Kurdistanê ya di navbeyna dewleta Tirkîyeyê û serokê PKKê Abdullah Ocalan da, rola pozîtîv ya Ocalan jî divêt bi qedirşinasî bête gotin... Helbet hêvî dikin ku dînamîkên neteweyî yên rojavaya Kurdistanê piştî vê tifaqa pêkhatî û destekeke mezin ji seranserê Kurdistanê dîtî bi hisab û kitabên biçûk û vala neyê xerc kirin û xelkê Kurdistanê careke dî neyê xiyalşkestî kirin...
Tifaqa li rojavaya Kurdistanê pêkhatî divêt bo bakur û rojhilata Kurdistanê jî bibe numûne... Bi gotineke dî divêt ev tecrubeya Qamişlo bo Amed û Mahabadê jî bibe mînakeke giring...
Di kîjan formatê da be ferq nake, giring ew e ku rê, metod û formên tifaqa mezin ya navxweyî divêt bi rengekê bêne peyda kirin û di pratîkê da jî bêne bi cih înan...
Di vî warî da gavên ber bi çav hatine avêtin lê hêj jî Kurd û Kurdistanî ji vê menzîlê dûr in... Divêt hewildanên ji bo tifaqa mezin ya navxweyî jî bi israr bêne domandin...
Divêt yêk deqîqe neyê ji bîr kirin ku Kurdistan di nav çembera agir da ye û ji vê tehlîkeyê xilaskirin û parastina xelk û welatî bi tifaqî mumkun dibe. Lewma xelkê Kurd, Kurdistanî û hemû pêşengên civatê yên sivîl û polîtîk divêt bi vê şuûrê hereket bikin û bizanin ku tek û tinê tifaqa navxweyî garantîya paşeroja Kurd û Kurdistanê ye û ji vê bîr û hizrê û rêyê newebî varê nebin...
Di gihiştina xwezî û daxwazên doza Kurd û Kurdistanê da rola tifaqê çend giring e, çend jîyanî ye me behs kir û esasen bi şîfahî hemû dînamîkên Kurd û Kurdistanê jî dibêjin vê yêkê. Belêm problem di pratîkê da derdikeve meydanê ku sebebên vê tengbînîyê gelek in, piralî ne... Lê em dikarin zihnîyeta hegemonîst, burokratîst, monîst û monopolîst di serê hemûyan da bibînin ku ev meyla negatîv di siyaseta Kurdistanê da hêj jî domînant e û didome...
Demokrasî
Li vê derê em dixwazin balê bikêşine ser xaleke dî ya gelek giring û jîyanî ya di bi giştî siyaseta Kurd û Kurdistanê da. Ew jî pirsa demokrasîyê ye... Di nav Kurdan da bîr û hizra pêkînana tifaqa navxweyî çend lawaz be, nebûna normên demokrasîyê jî her hind heye di ruh û giyan û pratîka siyasî ya Kurdistanê da... Siyaseta Kurdistanê di nav paradokseke mezin da ye... Yêk ji karakterên doza Kurdistanê mexdûrîyeta ji antîdemokratîzmê ye... Kurdan ji sîstemên totalîter, otorîter, dîktatoryal û bi giştî antîdemokratîk gelek kêşaye... Û hêj jî dikêşin... Bes mixabin Kurd di nav xwe da dûrî demokrasîyê ne. Biçûk mezin hemû organîzasyonên polîtîk û hetta yên sivîl jî gelek req hîyerarşîk in, di pratîkê da misqalek demokrasîyê bi kar nayînin. Bi devkî hemû aladarên demokrasîyê ne lê gava dor hate pratîkê hemû dijî demokrasîyê ne... Istisna hene gelo, mumkun e ku numûneyek hebe, lê di esas da cihê şikê û pirsê ye... Lewma Kurd ji milekê ve çawa ji bo tifaqa navxweyî dixebitin divêt herwisa ji bo demokrasîya navxweyî jî kar û xebatê bikin... Her reng sîstem û mekanîzmayên dijî îradeya giştî ya xelkî di roja îro da bêyî encam in û zerar û ziyaneke mezin digihînine pêşkevtina xelk û miletan... Demokrasî hem jî demokrasîyeke kamil yêk ji bihadartirîn bîr û hizir û sîstemekî maqûl e di rêvebirin û îdareya xelk û miletan da... Sîstemên dijî demokrasîyê anku hîyerarşîzm, otorîtarîzm, otokratîzm, totalîtarîzm, tîranîzm, dîktatorîzm, monîzm, unîtarîzm, monopolîzm, hegemonîzm, burokratîzm, olîgarşîzm, sentralîzm û hêj gelekên dî di dîroka xelkan da hatine bi kar înan û encama wan sîsteman daîm zulm û zor, feqîrî, hejarî, rondikên çava û perîşanî bûye...
Pêşengên polîtîk an sivîl yên xelkê Kurd divêt ji van bîr û hizir û pratîkên ku di vê sedsala 21an da êdî gelek arkaîk in, xwe xilas bikin ku xelkê me hêj jî êş û jana van xirabîyan dikêşe...
Îro biçûk mezin di hemû organîzasyonên Kurdî da, kêm an zêde anjî di ton û dereceyên cuda da, komple nebe jî bi giranî ev negatîvîyet hene. Ji ber hindê ye ku demokrasî di nav civata me da pêşnakeve... Organîzasyon polîtîk bin an sivîl bin ji bo xweşkirina jîyana civatê kar dikin û di prosesa vê têkoşînê da alet in, ne armanc in... Armanc xweşkirin, refah, huzûr û dilşahîya mirov e, civatê ye ku civat ji mirovan pêktêt... Sîstemên rêvebirinên civatê divêt îradeya xelkê temsîl bikin. Heke rêvebir an koma rêvebiran xwe di ser civatê da dîtin û rêvebirina civatê tinê bo xwe heq dîtin, li wê derê îradeya xelk û civatê nîne... Meşrûîyeta rêvebirinê bi demokrasîya kamil pêktêt... Hem xelkê Kurd hem jî yên ku bi navê xelkî wezîfeya rêvebirinê bi cih tînin divêt rîayetî normên demokrasîyê bikin ku di encam da xêr û xweşî derkeve meydanê...
Welhasil Kurd, pêşengên civata Kurdî divêt hesûya xwe ya demokratîk mezin û fireh bikin daku bikarin sîstemekî demokratîk ava bikin li Kurdistanê...
Sentralîzma hakim sîstemê polîtîk jahrî dike. Panjahra hemû sîstemên sentralîst û otorîtar demokrasî ye. Kurd heke ji ber sîstemên sentralîst, zalim, otorîter û faşîst yên rejimên dagîrkerên Kurdistanê nerehet in, aciz in, hingê divêt di nav xwe da tam bereks sîstemên kamilen demokratîk ava bikin... Kurd heke dê Kurdistaneke serbixwe ava bikin divêt modelên dagîrkeran kopî nekin. Tam berevajîyê sîstemên wan divêt dinyaya demokratîk bo xwe bikene numûne û sîstemên demokratîk bînine welatê xwe û ji bo xelkê xwe demokrasîyê ava bikin... Kurdên başûr heke ji sentralîzma Bexdayê nerazî ne hingê divêt li Hewlêrê sîstemekî kamilen demokratîk ava bikin... Kurdên rojavayê heke ji sentralîzma Şamê aciz in hingê divêt li Qamişloyê sîstemekî demokratîk ava bikin... Kurdên bakur heke ji sentralîzm û otorîtarîzma Ankarayê nerehet in hingê divêt li Amedê sîstemekî demokratîk plan bikin û bi cih bikin... Kurdên ji sentralîzma Tehranê aciz hingê divêt ji bo Mahabadê sîstemekî demokratîk bihizirin û di pratîkê da jî bi cih bînin... Li ber van hemû numûneyan Kurd divêt ewil di nav xwe da demokrat bin, demokrasîyê di nav xwe da bi kar bînin, yêk bi yêk di xwe da û di tifaqên navxweyî da divêt normên demokrasîya kamil pêkbînin... Anku Kurd divêt ewil di nav xwe da sîstemên demokratîk û koalîsyonal ava bikin ku bişên di welatê xwe da jî demokrasîyeke kamil ava bikin...
Redda sîstemên sentralîst û pêkînana sîstemên koalîsyonal û demokratîk, di statuyên serbixwe, an otonom, an federal û anjî konfederal da ji bo refah, huzûr û xêr û xweşîya xelkê Kurdistanê karê man û nemanê ye... Kurd bi çu rengî divêt neşubune dijminên xwe û modelên wan bo xwe nekine mînak... Resmê rejimên dagîrkerên Kurdistanê antîdemokratîzm e û Kurd divêt bi her awayî alternatîva demokratîzmê hilbijêrin... Çiku demokrasî formekî azad, bi liyaqat, bi wijdan, bi ehlaq, wekhev, adil û aştîyane yê jîyanê ye...
Rêxistinên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê heke dixwazin beramberî dijmin û neyaran serbikevin, welatê xwe rizgar bikin, xelkê xwe azad bikin divêt mutleq tifaqî bihizirin û di pratîkê da jî tifaqa mezin pêkbînin ku bigihine armanca xwe û dijminan ji welatî derêxin. Bes eve têra nake divêt herweha bizava demokrasîyê jî ihmal nekin û paralelî xebata pêkînana tifaqê divêt hemû normên demokrasîyê jî di bîr û hizir û emelên xwe da bi cih bînin, bi kar bînin ku civata xwe, xelkê xwe, miletê xwe bigihînine rehetî, aramî, aştî û huzûrê, dewlemendî û şahîyê...
Îro tifaqa mezin ya navxweyî bêyî demokrasîyê nabe. Tifaq heke di nav xwe da demokratîk be dikare xizmeta xêr û xweşîya xelk û welatî bike...
Ewil tifaq paşê demokrasî nabe... Ji tifaqa elementên negatîv encameke pozîtîv dernakeve... Ne tifaqê ihmal bikin nejî demokrasîyê... Tifaqa bêyî demokrasîyê dê bibe kolektîvîzmeke negatîv ya olîgarşîk û burokratîk... Hem tifaq hem demokrasî... Ruha zemanê îro jî vê dixwaze û tam wext e ku Kurd hem tifaqa mezin ya navxweyî vehûnin, hem jî demokrasîya kamil ya navxweyî ava bikin...
Dinyaya siyasî ya Kurd û Kurdistanê divêt digel xwe, digel bîr û hizrên xwe, digel îdealên xwe yên têkoşerî û şoreşgerî rast û durust bin. Hem tifaqa navxweyî hem jî armanca demokrasîyê plan û projeyên konjonkturel û taktîkî nînin, tam bereks hedefên stratejîk in û divêt milîm jê varê nebin... Demokratên hemû baskên polîtîk yên Kurdistanê divêt bizanin ku Kurdistaneke bêyî tifaqa navxweyî bi dest ve nayê û Kurdistaneke bi hev ra hatîye rizgar kirin jî bêyî demokrasîyê nabe...
Tifaqa mezin ya navxweyî divêt bi rê û rêbazên kolektîvîzmeke pozîtîv û demokrasîyeke kamil bête ava kirin...
Tifaqa mezin ya navxweyî û avakirina demokrasîya navxweyî zerûrî ye, jîyanî ye û divêt bi hev ra bêne pêkînan...
RH
Not:
Êdî dem hatîye ku sîstemê serok û serokatîyê bête terk kirin...
Sîstemê organîzasyonên polîtîk û sivîl bi serê xwe mijarek e ku li ser bête rawestan û analîzeke berfireh bête kirin. Belêm bi mijara tifaq û demokrasîyê ve girêdayî hema kurt jî be em dixwazin sîstemê heyî li nav Kurdan û Kurdistanê destnîşan bikin...
Pêdivîyeke mezin bi reforma siyasî û rêxistinî heye li nav civata Kurd û Kurdistanê...
Çiku, çi sivîl, çi hunerî, çi meslekî, çi çînî û çi siyasî, pêkve sîstemê organîzasyonan li Kurdistanê ji alîyê struktur û programatîk ve antîdemokratîk e. Piramîdekî serwarîst, hîyerarşîst û sentralîst hakim e li nav hemû organîzasyonên Kurd... Her di serî da sîstemê "serok" "serokatîyê" divêt bête munaqeşe kirin û ev sîstemê li ser "kes" tête vehûnandin divêt bête terk kirin. Organîzasyonên li ser mûcîzeya "serok" têne ava kirin digel xwe kesperestîyê tînin ku eve nisaxîyeke kronîk ya civatên rojhilatanavîn e...
Hemû organîzasyon organên kolektîv in û divêt lîderîya wan jî kolektîv be û bi sîstemê rotasyonal bêne temsîl kirin û bi rê ve birin...
Bo numûne li welatên Iskandînavya bo serokên partîyan "president" nabêjin "formand" dibêjin. Anku kesek bo demekî vebirî tête hilbijartin ku organîzasyonê bi rê ve bibe û temsîl bike...
Divêt Kurd li ser sîstemê heyî yê antîdemokratîk bi kûrahî bihizirin û sîstemekî demokratîk tercîh bikin, hilbijêrin... Mesele sîstem e. Bila çu serokên heyî vê yêkê wekî dijayetîya li ser xwe nebînin... Çiku "kes" çend maqûl, muhterem û niyet qenc jî be, heke sîstem xelet be, kesperestîyê biafirîne başbûna "kes" fayde nake û hetta ew kes dikare bibe "tîran" jî ku numûneyên bi vî rengî gelek in li dinyayê...
Heqîqet ew e ku organîzasyon organên kolektîv in û divêt bi lîderîya kolektîv bêne îdare kirin û lîderî jî bi doranê bête kirin. Anku bi metodê rotasyonê divêt lîder bête guhorîn ku sîstemê kesperestî bête rakirin û terk kirin... Hetta divêt êdî gotina "Rêvebir" bête bi kar înan herwekî ku Iskandînavî "Formand" dibêjin... Li Kurdistanê meseleya "serok"îyê ew qas hatîye dejenere kirin ku êdî "serokperestî" peyda bûye ku eve gelek tiştekî xelet, xirab û negatîv e...
Partîya danin alîyekê, kesek salekê jî bibe serokê komeleyeke navçeyî û paşê ji bihêle, êdî ew heta hetayê wekî "serok" tête gazî kirin û wê muameleyê dibîne... Sîstemê serok û serokatîyê êdî mixabin ku bûye karekî negatîv li Kurdistanê... Serokên maqûl û muhterem jî ji ber vê zihnîyeta negatîv dikevine nav vê mij û morana tarî ku bo wan jî encameke qenc û xêrê nade... Ji xwe nifşên nû yên Kurdistanê jî li goreyî dînamîka pêşkevtina civatê, hedî hêdî jî be xwe ji sîstemê "serok"îyê dûr dikin û berê xwe didene sîstemê rêvebirîya demokratîk, kolektîv û koalîsyonal...
Ev note ji bo hizirînê li meqaleyê hate zêde kirin ku eve jî janeke mezin ya organîzasyonên Kurdan û Kurdistanê ye...
RH