onsdag den 3. marts 2021

FATMA KAŞIFÎ - ROJAN HAZIM

 

Fatma Xanimê îro, 3ê Adarê [2021], li Almere-Hollandê koça dawîyê kir...

Fatma Xanimê gelek zû xatir ji vê dinyayê xwast...

Fatma Xanim, jineke jêhatî, jineke spehî, jineke delal bû...

Fatma Xanim, ji alîyê şexsîyetî ve jineke hêja, bi rû û rûmet, bi siyanet, bi qedir û qîmet bû...

Fatma Xanim, wekî hevjîn, jineke maqûl, jineke hevbîr, jineke kedkar, jineke parveker, jineke rêzdar bû...

Fatma Xanim, wekî dayîk, dilovan bû, mirîya zarokên xwe bû, xwudan berpirsiyarî bû, bo jîyandin û parastina zarokên xwe şêr bû...

Fatma Xanim, wekî mirov, hindî hûn bêjin miroveke baş, miroveke ji dil, miroveke sade û temîz, miroveke rêzgir, miroveke mêhvanperwer, miroveke mirovhez, miroveke harîkar bû...

Fatma Xanim, jineke dilsoz, xwudan doz, di halê xwe da, di mala xwe da jî be, jineke sengergir û çepergir bû...

Fatma Xanim, bi cisaret bû...

Fatma Xanim, dijî her reng zulm û zordarîyê berxwedêr bû...

Fatma Xanim, xwazyara rizgarî û azadîya Kurdistanê bû...

Fatma Xanimê, timamî jîyana xwe ji bo armancên herî baş, herî qenc, herî temîz feda kiribû...

Fatma Xanim, di civatê da, bi hemû başî û qencîyên xwe ve miroveke numûne bû...

Fatma Xanim, hevjîn û heval û hevrêya şehît Elî Kaşifpûr bû...

Fatma Xanim, dayîka bi rehm û şefqet û parêzer ya kiçên xwe yên delal Mêrgan û Şetîlayê û kurên xwe yên jêhatî Şoreş û Aram û dapîreke dilovan ya nevîyên xwe yên nazdar bû...

Fatma Xanim, wefadara dost û nasên xwe û mala xwe bû...

Fatma Xanim, xerîbdost bû...

Mixabin, hizarcar mixabin bo Fatma Xanimê, bo Fatma Xanima hêja...

Fatma Xanimê, jîyaneke gelek zor û zehmet dît û jîya...

Fatma Xanimê, dijî hemû zulma dewleta dagîrker ya Îranê, milê xwe ji milê hevjînê xwe Elî nekir...

Fatma Xanim, di rojên teng û dijwar yên xebata şoreşgerî da, heval û hevrêya hemû têkoşer û pêşmergeyên Kurdistanê bû...

Min havîna 1979ê Elî Kaşifpûr û hevjîna wî Fatma Xanim nas kirin li gundê wan Howesina Somayê...

Heta havîna 1981ê jî hatûçûya me hebû bo mala wan...

Kak Elî Kaşifpûr, ji bo birina heval û mêhvana bo mala xwe gelekî merd û bisteh bû. Çiku pişta wî ji mal ve saxlem bû. Fatma Xanim, wekî çiyayekê li mal bû û hemû karê malê bi rê ve dibir û mal serûber dikir, zarok xwudan dikirin, mehvan bi rûyekî ken û bi siyanet pêşwazî dikirin...

Fatma Xanimê, bi vê reftara xwe ya gelek esîl, gelek spehî û sekina xwe ya gelek rêzdar ji hemû heval, hevrê û dostên Kak Elî qedir û qîmet didît...

Fatma Xanim, ji bo me hemûyan, neku bi tinê hevjîna Kak Elî bû, herwisa wekî jineke maqûl, wekî jineke kubar, wekî jineke berkevtî, xwûşk bû, heval bû, hevrê bû...

Fatma Xanimê, gelek kul û derd dîtin... Belêm kula herî xedar, di şertên penaberîya li Tirkîyeyê da şehîtbûna hevjîn, heval û hevrêyê wê Kak Elî bû...

Fatma Xanimê, çu êş û jan, kul û derd, zor û zehmetî bo xwe nekirine astengên mezin ku jê nebore...

Fatma Xanim, adeta ji imtihana herî zor ya jîyanê bi rûyekî spî, bi serekî bilind û serfiraz derket û serkevt...

Fatma Xanimê, gava Kak Elî, li çiya û banîyên Kurdistanê têkoşîn dida, wê jî di mala xwe da mil bi milê wî şerê zorîyên jîyanê dikir...

Fatma Xanimê, gava dijminî, ajanên rejima hov ya Îranê, bi desteka xwefiroşên navxweyî û dewleta Tirkîyeyê, hevjînê wê, şêrê dilê wê, heval û hevrêyê jîyana wê, babê zarokên wê li Tirkîyeyê şehîd kirî jî, tangên xwe sist nekirin, xwe li ser pêya saxlem ragirt, bo zarokên xwe bû stare û stûna jîyanê ku xwe pê bigirin û zevt biken ku bi ber pêlên jîyana bêbext nekevin û pûç nebin...

Fatma Xanim, gava hatîye Ewrûpayê, Hollandê jî, bi wê serbilindî û saxlemîya xwe zarokên xwe xwudan kirin, serûber kirin, dane xwandin û rêya jîyaneke xweş û geş bo wan vekir...

Fatma Xanim, herdaîm bo zarokên xwe dayîkeke baş bû û herwisa bibû bab jî...

Fatma Xanim, digel van xasyetên herî baş, herweha miroveke dilnizm, nefsbiçûk û bêdeng bû... Lê belê, Fatma Xanim gava dihate civatê, bi senga xwe, bi rêz û siyaneta xwe, bi kubarî û maqûlîya xwe ve adeta digot ez hatim û herkesê rêz lê digirt...

Fatma Xanimê, li nik me hemûyan, ne ji ber Kak Elî, her ji ber vê şexsîyeta xwe ya temîz, saxlem, maqûl, kubar û bi siyanet rêz û germî didît...

Fatma Xanim, rast e gelek zû çû... Bes, bi dilekî şa û rehet çû ji vê dinyayê... Zarokên xwe baş gihandin... Baş dane xwandin... Jîyaneke baş bo wan ava kir... Her di serî da zarokên xwe wekî mirovên baş perwerde kirin... Eve bo zarokên wê xizmet û dîyarîya herî meqbûl û bihadar e...

Fatma Xanimê, li paş xwe, bo zarokên xwe, bo nevîyên xwe mîrateyekî gelek zengîn û bihadar anku navekî pîr û pak hêla û çû...

Fatma Xanimê, bi van hemû xasyetên xwe yên baş ve, sermayeyekî gelek mezin û bi qîmet kom kiribû... Ew sermaye ne malîyet bû, mirovatî bû, qencî bû, başî bû, temîzî bû...

Ji ber hindê, zarokên wê, nevîyên wê dê herdaîm bi dayîka xwe, bi dapîra xwe serbilind û serfiraz bin...

Fatma Xanimê, koça dawîyê kir... Bi dilekî şa çû nik hezkirîyê xwe... Çû ber sing û berê aşiqê xwe... Çû ber milê hevjîn, heval û hevrêyê xwe Elî...

Fatma Xanimê, xatir ji mala xwe, ji zarokên xwe, ji nevîyên xwe, ji kes û karên xwe, ji dost û hevalên xwe gelek zû xwast û çû nik Elîyê xwe...

Fatma Xanim, bû stêrk li Esmanê sahî yê Kurdistanê...

Fatma Xanim, bû stêrkeke geş û çû rex stêrkê xwe yê geş Elî...

Fatma Xanim, bi vê çûnê hem bi xem e ku zarok û nevî li paş xwe hêlan...

Fatma Xanim, bi vê çûnê şa ye ku çû nik destgirtî, hevjîn, heval û hevrêyê xwe yê jîyanê...

Fatma Xanim, li Dinyaya Saxa wext nedît destê Elî bigire û bi azadî bigere...

Fatma Xanim, nihe serbest e, azad e û bila digel Elîyê hêja çu tiştî li ser dilê xwe nehêle...

Fatma Xanim, bila digel Elîyê hêja wekî stêrkên herî geş seyra zarokên xwe, nevîyên xwe, kes û karên xwe, heval û dostên xwe û xelkê xwe Kurda û welatê xwe Kurdistanê biken...

Fatma Xanim, bila piştrast be ku ew nayê ji bîr kirin...

Fatma Xanim, bila baş bizane ku ew dê hardaîm li bîr be...

Min, me, gelek heval, hevrê, dost û nasan, di wan rojên herî dijwar yên salên 1979-1980-1981ê da nanê Fatma Xanimê xwar, ji destê wê ça vexwar...

Herweha li Hollandê jî... Her wextê me seredanîya wê û zarokên wê kir, wekî hercar bi kubarî, bi maqûlî mêhvandarîyeke gelek germ kir...

Ez ji bo xatiraya gelek mezin û rêzdar û bi siyanet ya Fatma Xanimê, destê xwe yê rastê dadinime ser dilê xwe û bi hez û rêzeke mezin silavê didemê û dizanim ku wê ev silav wergirt...

Fatma Xanim, dixwazim dengê xwe bigihînime te, silavên me yên herî germ bigihîne Elîyê delal jî...

Fatma Xanimê, çend roj berî 8ê Adarê Roja Jinan ya Dinyayê, koça dawîyê kir...

8ê Adara îsal, ya 2021ê, bila dîyarîyî vê jina mezin, vê jina kedkar, vê jina berxwedêr û têkoşer, vê jina dilovan ya Kurdistanê be...

Fatma Xanimê, bi hemû jîyana xwe ya têkoşerî, berxwedêrî, kedkarî, temîzî û tijî siyanet heq kirîye ku bibe jina numûne ya 8ê Adara îsal...

8ê Adara îsal, Roja Jinan ya Dinyayê ya 2021ê bila li te pîroz be Fatma Xanim...

Ez, em ji nîveka dilê xwe şirîkê xema binemala Kaşifîyan e...

Bila serê binemala Kaşifîyan sax be...

Bila serê zarok û nevîyên wê sax be...

Bila serê kes û kar, xizm û lêzimên wê sax be...

Bila serê xelkê Kurd sax be...

ROJAN HAZIM

3 Adar 2021