Di medyayê da hate dîtin ku Kurdistan TV, 22 salîya xwe pîroz kir evro [17. 01. 2021] û bila pîroz be... Gava ev nûçe bi ber çavê min ket, ew intervuya bi Samî Ergoşî ra hate bîra min. Samî Ergoşî di destpêkê da wekî spîker [bêjer] û program çêker, rûyê nas û navdar yê Kurdistan TV bû li pêş civatê.
Min li Kanûna Paşîn [January] ya 2004ê bi spîkerê [bêjerê] Kurdistan TV, Samî Ergoşî ra intervuyek kiribû û di malpera www.xweza.com da weşandibû...
Esasen min plan kiribû ku bi sê TVyên satelîtî [Kurdistan TV, Medya TV û Kurdsat TV] intervuyan bikim. Piştî intervuya bi Samî Ergoşî ra, di Sibata 2004ê da, bi berpirsiyar û rêvebirê giştî yê Medya TV, Ferda Çetîn ra jî hingê min intervu kiribû û di malpera www.xweza.com da weşandibû. Di wî wextî da imkan pêknehat ku bi berpirsiyarekî Kurdsatê jî intervuyekê bikin û ew kar wisa ma...
Mixabin ew malper hate girtin û nemaye îro...
Wextê min intervu bi Samî Ergoşî ra kirî, sê TV hebûn, vê gavê bi dehan TVyên Kurdî hene...
Helbet Samî Ergoşî jî nihe ne spîkerê Kurdistan TV ye û herî dawîyê şêwirmendê medyayî yê Birêz Nêçîrvan Barzanî bû...
Wê intervuyê herwekî xwe, bêyî guhorîn, dubare li jêr didim...
RH
Ji arşîvê:
Intervuya digel spîkerê Kurdistan TV, Samî Ergoşî
ROJAN HAZIM
Ergoşî:
” Êvara 17. 01. 1999ê yêkemîn roja weşana
Kurdistan TV bû, yêkemîn program xwandina
hindek rojnameyên Kurdistanê bû... ”
Ji 90î pê ve, deh salên dûmahîka sedsala bîstan, pencereyeke bêhna bijûn li ber Kurdan vekir. Spesîfîk di warê medyaya bînahîyî da gavên adeta şoreşî hatin avêtin. Kurdan xwe gihande ber perê esmanî. Kurdan bi rêya esmanî xwe gihande hev. Tixûbên reşahî yên bi peymanên Qesr-î Şirîn [1639] û Lozanê [1923], ku bêyî dilê Kurdan hatine danan li Kurdistanê, êdî pare nekir li ber vê gava Kurdan. Kurdan di prosesa bizava rizgarkirina welat da, bi danana dezgehên televizyonê, jîyana xwe, xewn û xiyala xwe ya serbixwetîyê, di ekranê vî aletê sihrî da adeta organîze kir. Bi weşana televizyonê, komple jîyana Kurdî bi hemû detayên xwe ve, bi zimanê Kurdî kete nav mala Kurdan. Mahabad, Diyarbekir, Hewlêr û Qamişloyê hevdu dît. Kerkûkê Batman dît. Wanê Silêmanî dît. Hekarîyê Barzan dît. Kurmancîaxêvê Sêwasê, feylîaxêvê Xaniqînê bihîst. Zazayê Paloyê hewramîya Kirmanşanê bihîst. ”Kek” û ”Kak”ên kurmancî û soranî nêzîkî hev bûn, ”kurmanc” û ”soran”an, ”rengên” hevdu nas kirin!..
Televizyonê, cîhana neteweyî ya mirovê Kurd mezin kir. Şîna Hewlêrê îna Wanê, xema Urfayê bire Sineyê. Şahîya Qersê bire Efrînê. Kurd li çarnikarê Kurdistanê û derveyî welat, bi şîn û şahîyên xwe, bi rêya van televizyonan li hevdu bûn mêhvan, bûn xemxwarên hevdu, bûn hevderdên yêk û herweha li ser rewşa hewayî ya timamî Kurdistanê serwext û agahdar bûn.
Kurdan li reşahî xwe nekirin yêk, lê televizyonê ew li esmanî kirin yêk!
TVyan peymanên Qesr-î Şirîn û Lozanê, li ber perê esmanî belav kirin.
Televizyonan pirek ava kir di navbeyna Kurdên Kurdistanê û dîasporayê da.
Nihe sê televizyonên satellîtî, MEDYA TV, KURDISTAN TV û KURDSAT, vê xizmetê dikin. Em hêvî bikin ku hejmara wan zêde be.
KurdistanTV, ji Kurdistana Başûr [başûra Kurdistanê] weşanê dike. Me jî xwast bi spîkerê wê Samî Ergoşî ra hevaxivtinekê bikin. Ergoşî jî gelek vekirî û bêyî otosansûr bersiv dan. Em jî wê hevaxivtinê bêyî ravekirin û komentar û herweha bê sansûr, herwekî xwe li jêr pêşkêşî we dikin.
Helbet hevaxivtin rûbirû nehatîye kirin. Di hevaxivtinên rûbirû da pirs û bersiv hevdu vedikin û axivtin rengekî xwezayî werdigire û mexsed û naveroka hevaxivtinê têrkertir û bi detaytir dibe. Di hevaxivtinên nivîskî da, -ca çi bi e-mail, çi jî bi faksê bin-, bivê nevê çarçoveyeke vebirî tête dîtin. Belêm, dîsa ve mexseda ku tête hêvî kirin, -mesaj, agehî, serwextî û hwd.-, ji hevaxivtinên nivîskî jî derdikeve, ku hûn dê di vê hevaxivtinê da jî bibînin.
ROJAN HAZIM
Kanûna Paşîn [Çile-January] 2004
Pirs û Bersiv
Bi pirseke klasîk em dest pê bikin. Nizanim, belkî hûn nexwazin bi firehî xwe bidin nas kirin jî, belêm dîsa ve heke bi kurtî jî be hûn xwe bidine nas kirin, em dê şa bin. An hûn çi dibêjin?
Ergoşî: Navê min Samî Haşim Hesen Ergoşî ye. Ergoş, gundekî başûra Kurdistanê ye, dikeve ser sînorê [tixubê] bakura Kurdistanê, girêdayî qeza Mêrgesorê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye û yêk ji gundên herêma Barzanê ye. Lê ez bi xwe li gundê Çame yê li heman deverê di 4.3.1972ê da hatime dinyayê. Ji 1979 heta 1999ê li nehîyeya Herîrê bi cih bûm. 1992ê ji ber rewşa ku li başûra Kurdistanê derket, neçar mam min dev ji xwandina xwe ya li zanîngeha Bexdayê berda.
Belê, em dizanin ku hûn di Kurdistan TV da spîker in, nûçeyên kurmancî dixwûnin. Başe, hazirîyeke we ya destpêkê hebû ji bo vî karî?
Ergoşî: Sala 1992ê min wekî spîkerê radyoya Dengê Kurdistana Îraqê dest bi kar kir. Ew cara min ya pêşîyê bû ku spîkerîtîyê bikim. Berîya wê demê ku li dibistanê şahî çêdibûn min gelek caran rêberîya [pêşkêşerîya] wan dikir û ji wê yêkê hinekî curet ji min ra çêbibû ku ez dê bikarim [bişêm] spîkerîtîyê [bêjerîyê] bikim û heval û nasan jî hertim ez han [pal] didam ku karekî weha bikim. Piştra sala 1996ê bûme spîkerê kanalê herêmî [lokal] yê Kurdistan TV, lewra demê ku Kurdistan TVya esmanî çêbû, ez tam ji wî karî ra amade bûm.
Tam dem tête bîra we, Kurdistan TV kengî dest bi weşanê kir?
Ergoşî: Êvara 17. 01. 1999ê yêkemîn roja weşana Kurdistan TV bû. Yêkemîn program xwandina hindek rojnameyên Kurdistanê bû. Piştra min û spîkerekî dî yê bi navê Heval Newroz yêkemîn belavoka nûçeyan pêşkêş kir.
Çend dem borî heta ku we amadekarîyên xwe timam kirin?
Ergoşî: Eger ku mexseda we amadekarîyên ji bo Kurdistan TV bin, berîya weşanê bi kêmtirî du heftîyan me dest bi amadekarîyan kir. Destpêkê me ji cih û amûrên Kurdistan TVya lokal fayde wergirt. Piştra hêdî hêdî em bûn xwedîyên [xwudanên] her tiştê xwe yê xweser.
Nav û logoya televizyonê we çawa amade kir, çend alternatîvên dî jî hebûn?
Ergoşî: Me ji hemû hunermend û pisporan [bisporan] xwast ku her yêk li cem [nik -dev] xwe logoyekê amade bike û yê kê ji tevan baştir bû; ew dê bibe logoya TVyê. Vêca ji nav gelek logoyan yêk hate hilbijartin û dawîyê hindek guhartin [guhorîn] tê da hatine çêkirin heta ku awayê xwe yê nihe standî. Navê TVyê jî her ji navê Kurdistan TVya herêmî hat, navê ku destpêkê serok Barzanî [Mesûd Barzanî] li TVyê kiribû.
We rojê çend seeta dest bi weşanê kir û nihe çend seet weşanê dikin?
Ergoşî: Me destpêkê 3 seetan weşan dikir, piştra bûne 5 seet û paşê 8 seet û nihe em 24 seetan weşanê dikin.
Programên we çend jê zindî, çend pakêt in?
Ergoşî: Bi giştî 33 programên me hene, ji wan 6 zindî ne û yên dî pakêt in.
Rêvebirîya televizyonê çawa tête hilbijartin, anku ji alîyê xebatkar û karmendan ve, anjî ji alîyê desthilata polîtîk ve tête tesbît kirin?
Ergoşî: Desthilata polîtîk rêvebirîya TVyê tesbît dike. Lê belê helbet yên ku têne tesbîtkirin jî li ser bingehê jêhatin û tecrubeyê têne tesbîtkirin.
Ekonomîya televizyonê çawan e, reklaman diweşînin an ne?
Ergoşî: Ekonomîya wê ji partîyê têt, reklam jî hene lê belê ne bi rengekî ku bikare TVyê fînanse bike.
Di îdareya televizyonê da kolektîvîte çend kar dike, anku sîstem demokratîk e, an sentralîst e?
Ergoşî: Nêzîkî 400 kesan di TVyê de kar dikin. Civata birêvebir ya TVyê heye ku tê da hemû birêvebirên beşên cuda yên TVyê weke endam cih digirin. Demê ku ji bo cara pêşîyê programek çêdibe civat rûdinê û naveroka programê û armancên wê bi hev ra guftûgo [gotûbêj] dikin û bi hev ra jî biryara dawîyê li ser programê û çawanîya wê digirin. Piştra êdî program dikeve ser sikeya xwe û hin kesên ku jê berpirsiyar heta dawîyê bi rêve dibin. Lê belê hindek caran ku hinek pirsên siyasî derdikevin; wî demî birêvebirê giştî li goreyî talîmatên ku ji alîyên jortir jê ra tên biryarê li ser dide. Lê ev carên weha hindik in, lewra dikarim bêjim sîstem demokratîk e, lê ev demokratîkbûyîn jî nayê manaya ku divêt ji bo her pirsekê dîtin û nêrînên her 400 karmendên TVyê bête standin. Ji ber piranîya wan ku karên teknîkî dikin ne mecbûr in bên pirsên siyasî, yan kulturî yan jî civakî guftûgo bikin.
Di nav xebatkarên we da tixûbê amatorî û profesyonelîyê çi ye?
Ergoşî: Piranî amator in, ji ber weke hûn jî dizanin berê li Kurdistanê fersenda ku Kurd bikevin xwandina medyayê nebûye û van nêzîkan hinek fêrgehên medyayê vebûne, lê belê hêj jî bi awayekî aktîv kadro amade nekirine.
Televizyon çend derece fermî, çend sivîl e, anku tixûbê fermîyet û sivîlîyetê çawan e?
Ergoşî: Di rojeva xwe da bêtirî %70 cih daye sivîltîyê, lê belê rewşa Kurdistanê wisa kiriye ku gelek caran TV nikare weke ku divêt rojeva xwe pêk bîne.
Di nav hemû programan da, kîjan bask bi giranî ye, anku prosenta programên sosyal, kulturî, hunerî, folklorî, aktuel, magazîn, nûçe û yên polîtîk çend e?
Ergoşî: Kurdistan TV hewil daye rengên Kurdistanê yên cuda berçav bike, tê da hemû awayên programan jî hene. Lê belê ji bilî nûçeyan ku giringîya xwe ya taybet heye, pirsên polîtîk û kulturî cihê mezin digirin.
Zimanê fermî û herweha sereke yê televizyonê Kurdî ye, ma ne wisa ye?
Ergoşî: Belê, Kurdî bi taybetî jî kurmancî û soranî. Em hewil didin ku beşê wê yê kurmancî zêdetir bikin, herweha bernameyên bi zimanên dî yên wek Erebî, Tirkî, Farsî û Siryanî jî hene.
Hûn çend zaravayên Kurdî bi kar tînin?
Ergoşî: Kurmancî û soranî, herweha hin caran programên bi zaravayên mîna hewramî jî têne weşandin.
Bi rêzê ve bi kar hatina zaravayan çawan e, anku kîjan zarava zêdetir, kîjan kêmtir bi kar têt? Balansa kurmancî û soranî hûn çawa radigirin? Bi taybetî kurmancîya bakur û başûr, soranîya başûr û rojhilat çawa tête bi kar înan? We standardek, krîterek heye di vê balansekirinê da?
Ergoşî: Rojeva TVyê ew e ku piranîya programan bi kurmancîya bakur bin, lê belê li başûra Kurdistanê ew îmkan weke ku divêt nîne. Programên me yên li rojhilata Kurdistanê têne amadekirin jî hene, lê belê ji ber rewşa Kurdistanê dimîne. Heta nihe piranîya programan her bi herdu zaraveyên kurmancî û soranî yên başûr in.
Kîjan zimanên xelkên kêmanî yên li Kurdistanê dijîn bi kar tên û çend seet û di kîjan programan da?
Ergoşî: Heftîyê sê rojan nûçeyên bi zimanê Siryanî hene û heftîyê carekê jî programeke Turkmenî heye.
Zimanê Erebî çend seet û di kîjan programan da bi kar têt? Bi zimanên dî yên biyanî jî program hene?
Ergoşî: Di 24 seetan da 3 jê bi zimanê Erebî ne, tê da nûçe û programên polîtîk û kulturî û dîrokî jî hene. Bi herdu zimanên Farsî û Tirkî jî heftîyê carekê nûçe hene.
Hindî ku tête dîtin, tekstên danasînên programên we bi tîpên Latînî têne nivîsîn. Lê gelo tekstên nûçeyên we bi kîjan tîpan têne amade kirin, anku bi tîpên Latînî, an yên Erebî-Aramî hûn dinivîsin û dixwûnin?
Ergoşî: Li başûra Kurdistanê qet xwandin û nivîsandina bi tîpên Latînî nebûye, lewra her kes nizane bi van tîpan binivîsîne û bixwûne. Em jî her bi tîpên Erebî dinivîsînin û dixwûnin, lê belê bawerîya me ew e ku bikaranîna [bikarînana] tîpên Latînî xizmeteke neteweyî û nîştimanî ye; lewra em hertim li ser ekranê tîpên Latînî bi kar tînin. Vê yêkê jî roleke pir mezin li başûra Kurdistanê lîstî ye û êdî nema ku tîpên Latînî li ber çavên xelkê tiştek ecêb bin, gel hêdî hêdî bi wan tîpan ra têt û li cem [nik - dev] wî normal dibin.
Di nav xebatkarên we da balansa hejmara jin û mêran çawan e?
Ergoşî: Em dikarin bêjin wek hev e, ji bilî ku em çêtir dibînin her kesê nû bête TVyê jin be.
Perspektîva televizyona we ya bi giştî li ser nûçe û programan çi ye?
Ergoşî: Di nûçeyan da em hewil didin ku bûyerên di her warî da li Kurdistanê diqewimin wekî kanalekî medyayî yê rojnamevanî nîşan bidin. Herweha nûçeyên giring yên cîhanê jî. Di programan da jî em hewil didin dîrok, kultur û jîyana sosyal ya Kurdan û xwastekên gel yên siyasî berçav bikin û bi giştî hemû mercên heyîna Kurdan wek neteweyek ku ji bal dijminên xwe ve hatîye perçiqandin, nîşan bidin.
Li Kurdistana Başûr çend televizyonên satelîtî hene?
Ergoşî: Du, Kurdistan TV û Kurdsat.
Çend televizyonên navçeyî [lokal] hene?
Ergoşî: Ez tam nizanim, sê yên PDKê û du yên YNKê hene, herweha yên piranîya partî û rêxistinên li Kurdistanê, çi yên Kurdan û çi jî yên hindikayîyên dî jî hene.
Têkilîyên Kurdistan TV digel televizyonên dî çawan e?
Ergoşî: Têkiliyên normal in, di demê pêwîst da hevkarîya hevdu dikin. Wek mînak hin caran nûçeyan didin hev.
Bi taybetî têkilîyên Kurdistan TVyê digel Kurdsatê çawan in?
Ergoşî: Kengî ku pêwîst be hene û li gor pêwîstîyê ne.
Hûn di roj û munasebetên neteweyî da ji alîyê xwe ve bo bi hev ra weşanê, teklîfa TVyên dî yên satellîtî, Kurdsat û MedyaTVyê, dikin an ne?
Ergoşî: Berîya ku em ji alîyê neteweyî ve li pirsê binêrin, hûn dizanin ku karê me karekî medyayî û rojnamevanî ye, her kanalekî medyayê dixwaze berîya kanalên dî û eger ku mimkun be jî bi tenê nûçeyên balkêş veguhêze. Ev di medyayê da prensîbek e, Kurdistan TV jî li gor vê prensîbê kar dike û ev yêk mafekî wê yê rewa ye, ji bo weşanên weha jî pir pare dikevin ser TVyê. Hayê hemû kanalan ji munasebetên weha heye û ne hewce ye ku li benda Kurdistan TV bimînin ji bo ku wan teklîf bike. Weke min got ev munasebet yên gelê Kurd in û mafê her kanalî heye ku veguhêze, wan çima veneguhast?! Helbet bersiv li cem [nik - dev] min nîne.
Têkilîya we digel Medya TVyê heye an ne? Hûn dixwazin ku têkilîyên we hebin?
Ergoşî: Na, heta nihe nîne. Ez weke şexs pir dixwazim ku hebin û cara dawî jî di payîza 2002ê da demê ku hatim Ewropayê min ji TVyê ra got ku biçim navenda Medya TV û her nebe di warê hunerî da têkilîyên xwe çêkin û hinek klîpan li hev biguherin, lê piştra pê hesîyam ku ev daxwaza min ne di demê xwe da bû, lewra min dev jê berda û deh rojan jî li Parîsê mam, lê qet wextê min nebû ku biçim wê derê. Bi bawerîya min hebûna têkilîyan pewîstîyek e û eger ku ne sedemên [sebebên - binasên] polîtîk li pişt bûna; nihe ji mêj ve bû têkilîyên me hebûn. Vê biharê jî cardin tême Ewropayê û ez dê hewil bidim bawerîya birêvebirîya Kurdistan TV bînim ku em têkilîyan çêkin û seredana hevdu bikin.
Çend istasyonên radyoyan hene li Kurdistana Başûr?
Ergoşî: Du yên sereke, yêk ya PDKê û ya dî jî ya YNKê. Herweha istasyonên lokal yên tev partî û rêxistinan û hindikayîyên dî jî hene.
Li Kurdistana Başûr bi giştî di medyaya elektronîk da kîjan zarava zêdetir, kîjan kêmtir bi kar têt?
Ergoşî: Ji xwe meydaya elektronîk hindik e, ya ku heye jî piranîya wê bi zaravayê soranî ye.
Dîsa ve bi giştî kalîteya weşana televizyonan, spesîfîk jî kalîteya weşana Kurdistan TVyê çawan e, anku hûn jê razî ne, bi dilê we ye?
Ergoşî: Hemû dezgeh û amûrên Kurdistan TV dîgîtal in. Lê em dizanin versîyonên vê teknîkê yên baştir jî derketine û em li bendê ne ku bigihin me. Ya heta nihe ne li gor xwasteka me ye.
Di warê weşana medyaya elektronîk da çi kêmasî hene?
Ergoşî: Jîyê weşana elektronîk li başûra Kurdistanê pir kurt e, internet weke ku divêt neketîye hemû malan û her kes nikare li mala xwe bi kar bîne, lewra jî rewaca medyaya elektronîk li başûra Kurdistanê hindik e.
Rewşa medyaya nivîskî çawan e, çend rojname, heftename û kovar têne weşandin?
Ergoşî: Ez nikarim tam numreke [hejmareke] dirust bidim, lê belê nihe li Kurdistanê di navbera 150 – 200 kovar, rojname û heftenameyan da derdikevin.
Di bi giştî weşangerîya li Kurdistana Başûr da, anku hem li ya elektronîk, hem jî ya nivîskî da, rewşa ziman çawan e? Kîjan zarava zêdetir, kîjan kêmtir bi kar têt? Em dizanin ku tîpên Erebî-Aramî zêdetir bi kar tên, lê rewşa nivîsîna bi tîpên Latînî di çi dereceyê da ye?
Ergoşî: Helbet piranî bi soranî ye û em dikarin bibêjin ji bo vê yêkê jî soranîyeke standart çêbûye. Ji bo pirsa tîpên Latînî berê kovarên GULAN û DICLE bi Latînî derdiketin, nihe bi tenê kovara NÛBÛN mehê carekê li Duhokê bi Latînî û bi zaravayê kurmancî derdikeve. Herweha hin kovar jî çend rûperan didin hinek nivîsên bi tîpên Latînî.
Di warê nivîsîna weşangerîyê da, nivîsîna bi tîpên Latînî çend ber bi pêş diçe?
Ergoşî: Mixabin gelek sist e.
Têkilîyên televizyonê digel bîneran çawan e, anku xelk razîbûn anjî nerazîbûna xwe çawa kivş dike, anjî hûn li vê helwesta bîneran digerin?
Ergoşî: Li Kurdistanê dezgehekî ku van rastîyan serast bike nîne. Lê belê bi hinek awayên dî yên wek şandina name, e-mail û vekirina telefonan em hinek pê dihesin ka temaşevan [bîner] çi dibêjin. Razîbûn yan nerazîbûna wan jî hertim ne wek hev e, carna razî carna jî nerazî ne. Ya giring ew e em pê dihesin ku temaşevan TVyê bi ya xwe dihesibînin û bi dilsozî û vekirî dîtinên xwe ji me ra tînin zimên [dibêjin].
We tevnê nûçegihanîyê danaye, anku li her bajêr, bajêrke, tax, gund û cihên dî sîstemek, mekanîzmayek we pêkînaye ku nûçe di dem da bigihin we? Dîsa hûn teknîka ku program û nuçeyên ji derên dûr zindî didin, bi kar tînin?
Ergoşî: Li hemû bajarên mezin yên başûra Kurdistanê buro û nûçegihanên me hene. Li bajark û derên biçûk nûçegihan nîne. Lê belê hevkarên nûçegihanan hene ku tiştek çêdibe ew ji me ra dibêjin û em jî nûçegihan û kamera dişînin wê derê. Li beşên dî yên Kurdistanê jî nûçegihanên me hene, lê belê ji ber sedemên [sebebên - binasên] siyasî ew nikarin weke pêwîst û zêde li ber çav kar bikin, lewra jî piranî bi telefonê nûçeyan didin me, herweha li piranîya paytextên Ewropa û paytextên dî yên cîhanê jî nûçegihanên me hene, lê dîsa ew jî zêdetir bi telefonê nûçeyan didin û bikaranîna kameran hindik e. Li dor beşê duyê yê pirsiyarê jî; belê em gelek caran çalakîyên ku li cihên dûr wek mînak li Bexda yan jî li Ewropa çêdibin zindî diweşînin.
Profîlê bînerên we çawan e, anku zêdetir kîjan bask, grûb, kategorîyên civatê, jin an mêr, zarok, ciwan, navsere an sere, seyra televizyonê dikin?
Ergoşî: Bê dudilî dibîjim; hemû jî ne [hemû emir in].
Televizyonê çi tesîr li jîyana rojane ya xelkê kirîye heta niha, tesbîteke we heye?
Ergoşî: Jîyê TVya Kurdî li başûra Kurdistanê ji dawîyên salên heftêyan dest pê dike. TVya ku Kurdan bi TVya xwe jî hesibandîye sala 1992ê dest pê dike û helbet di pir warên jîyanê da bandora [tesîra] TVyê li ser jîyana xelkê heye, lê helbet di hevpeyvîneke weha da ez dê nikarim bi firehî li ser vê bandorê rabiwestim û ji bersiva vê pirsiyarê ra lêkolîneke sosyolojîk gerek e.
Periyoda plankirina programên televizyonê çawan e, anku hûn ji bo çend midehî programan plan dikin û krîterên we çi ne? Herweha fîlm, rêzefîlm û fîlmên karton çend têne weşandin û di zimanê fîlman da wergêr, dublaj an binnivîs çend bi kar tên?
Ergoşî: Ji xwe hinek programên wek nûçe û xwandina rojnameyan hertim di cihê xwe da ne û nayêne guhertin [guhorîn], programên dî jî hene sabit. Hindek program jî hene li gor xwasteka demê xwe ne û li goreyî pêwîstîyê têne çêkirin û rakirin. Herweha programên kulturî, dîrokî jî sabit û di cihê xwe da ne. Dawîyê hinek programên li dor jîyana sosyal li goreyî pêwîstîyê têne çêkirin û rakirin jî. Wekî dî heta nihe fîlm û rêzefîlm û kartonên ku hatine weşandin hemû jî xweser Kurdî bûne û hinek ji wan berhemên TVyê bi xwe û hinên dî jî ji alîyên dî hatine. Beşê zarokan jî hemû karê xwe bi xwe dike û nihe hindek fîlmên karton anîne [înane] ji bo ku dublaja Kurdî bike.
Rewşa ragihandina televizyonê li gund û bajêran çawan e?
Ergoşî: Demê ku Kurdistan TV çêbû, ew cara pêşîyê bû di dîrokê da ku TVyeke Kurdan ya setelît li ser ax û di hundirî [nav] welatê wan bi xwe da weşanê bike. Lewra [Lewma] jî bi sed hezaran Kurdên ku nû vegerîyabûn gundên xwe û heta wî demî TVyên wan ji ber wernegirtina kanalên lokal nebûn, çûn sûkan û ji xwe ra TV kirîn. Ji wê hingê ve rewaca TVyê weke bajaran li gundan jî heye û weke ku her roj li me rast têt, heta nihe jî ev rewaca wê her heye û ji gundîyan ra bûye sebrek. Ji xwe li bajaran jî TV yêk ji pêwîstîyên herî li pêş yên jîyanê ye û dîsa em pê dihesin temaşevanên me pir in [gelek in].
Di weşangerîya medyaya elektronîk û ya nivîskî da, rewşa demokratîzmê çawan e, krîtîk, otokrîtîk di çi dereceyê da ye?
Ergoşî: Weşana elektronîk li gor dilê xwe çi dixwaze dibêje. Rojname û kovarên xweser jî hene dîsa ew jî vekirî dinivîsînin. Kovar û rojname û radyo û TVyên partîyan jî heta dereceyeke baş kela dilê xwe dirêjin û rexneyan dikin. Bi giştî her tiştê tu bixwazî cihên ku ji te ra biweşînin hene.
Di weşangerîya bi giştî da, sansûr û destwerdan heye an ne?
Ergoşî: Di weşangerîya partîyan de heye, lê belê di ya xweser da nîne.
Di weşana Kurdistan TV da sansûr heye an ne?
Ergoşî: Belê heye, lê belê dîsa jî di programên zindî da her kes çi bixwaze dibêje û kes rê li ber nagire.
Organek an dezgehekî ku kontrola normên etîkî yên weşangerîyê dike heye an ne?
Ergoşî: Qet nîne.
Spas ji bo bersivan.
Ergoşî: Ez jî ji bo vê hevaxivtinê spas dikim.
ROJAN HAZIM - Kanûna Paşîn [Çile-January] 2004
Not:
Li nav intervuyê, gotinên di nav parantêza bi kujî da min danan. -RH