lørdag den 21. november 2020

Problemên navxweyî û rêyên maqûl yên çareserîyê - ROJAN HAZIM

Problemên navxweyî divêt bêyî panîk, bi xwûnsarî û rê û metodên maqûl bêne çareser kirin

Gava problemên navxweyî derketin di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî (welatî) da, hindî mumkun ew teref bi diyalogê di navbeyna xwe da, bi xwûnsarî, bi tenahî li çareserîyê bigerin baştir e, maqûltir e. Di rûdanên bi vî rengî da haletê panîkê, hewar kirin li şûna ku pirsê çareser bike carina berevajî encam dide. Lewma di rûdana van pirs û pirsgirêkan da tercîhen teref bi hevdu ra bidin û bistînin û bi aqilê muşterek û rasyonel di nav xwe da rêyên çareserîyê peyda bikin û bigihine encameke xêrê di cihdatir e... Heke nebû hingê bi navbeynkarî an bi hevkarîya terefekî sêyemîn anjî bi hewildana gelek terefên ku maqûl difikirin dikarin li çareserîyê bigerin...

Di pirsa vê dawîyê ya di navbeyna PDK û PKKê da, bêyî ku rêya ewilî ku di navbeyna xwe da li çareserîyê bigerin, yêkser rakirina qiyametê û seferber kirina preferîyên xwe û alarma medyaya xwe, problem ji çarçoveya xwe hate derêxistin û bû sebebê baskanê di saheya Kurdistanê da ku eve rast nîne, maqûl nîne û di cih da nîne...

Ji ber hindê ez beşdarî "Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî li 21.11.2020ê", ya ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK] û Yêkîtîya Parlementerên Kurdistanê [KPU] bi hev ra hazir kirî nebûm. Bes min nameyek bo wan rêkir.

Wê nameyê li vê derê jî belav dikim:

 

Bo Zubeyir Aydar,

Endamê Konseya Rêvebir ya KNKê

Endamê Konseya Rêvebir ya KCKê

 

Birêz Zubeyîr Aydar,

 

Dawetnameya we ya ji bo "Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî li 21.11.2020ê", ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK] û Yêkîtîya Parlementerên Kurdistanê [KPU] bi hev ra dikin, gihişte destê min.

Spas dikim.

Bi munasebeta vexwandina we ya ji bo vê şêwrê dixwazim van çend gotinan bi we û rêvebirîyên we ra parve bikim.

Di halê hazir da, digel hemû destkevtên heyî û têkoşîna didome da, doza Kurdistanê di bin tehdîteke ciddî da ye. Dewletên Tirkîye û Îranê car veşartî car aşkerayî lê di her şert û mercî da bi koordîne dijî doza Kurdistanê di nav pozisyoneke xirabker da ne. Niyeta wan ji her alî ve xirab e û di dereceya bilind da neyarîyê dikin. Armanca wan ew e ku destkevtên heyî (başûr û rojavaya Kurdistanê) xirab bikin û çeperên heyî yên têkoşînê (bakur û rojhilata Kurdistanê) bişkênin.

Digel rewşên xwe yên aloz û birîndar jî be, serdestên Bexda û Şamê jî di vê armanca dijî Kurdistanê da bi Ankara û Tehranê ra hevbîr in.

Di vê tesbîtê da misqalek şik nîne...

Di cepheyê navxweyî da jî mixabin bêtifaqî heye...

Bi giştî di nav dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê da diyalogeke xurt û têr û tijî nîne.

Hevdengî û hevahengî nîne.

Rekabeteke negatîv heye.

Hevdu red û inkar kirin heye.

Hevdu boykot kirin heye.

Li beramberî hevdu ziman û uslûbekî dûrker û belavker heye.

Rexne kirina pozîtîv nîne, reş kirin heye.

Xwe ferz kirin û monopolîzm heye.

Dînamîkên Kurdistanê şûna ku li tifaqeke maqûl û pêdivî bigerin, bi zeîf kirina pozisyona hevdu ve mijûl in.

Medyaya Kurdistanê bi giranî fermî ye û bi rêxistinan ve girêdayî ye. Bi vê rewşa xwe ve medyaya Kurdistanê bûye bultena ajîtasyona negatîv ya dijberîya terefan.

Organîzasyonên sivîl bi giranî bûyne teref.

Hejmareke bilind ya ronakbîr, nivîskar û hunermendan bûyne preferîya terefan û li ser hevdu beyanatan belav dikin.

Bi kampanyaya îmzayan xelk bi rengekî negatîv tête ajîte kirin.

Kurdistan bi vê belavîya navxweyî ve adeta ketîye nav derazînka man û nemanê.

Meydana polîtîk ya Kurdistanê çu cara wekî vê gavê polarîze nebûye.

Eve bi serê xwe tehlîke ye û doza Kurdistanê li beramberî neyarên aktîv yên me behs kirî lawaz dike.

Hêvîya xelkê Kurdistanê dişkêne.

Li dinyayê dostên Kurdistanê xiyalşkestî dike û destê hevkarîya wan zeîf dike.

Problem mezin e.

Bi taybetî di navbeyna hêzên domînant yên Kurdistanê da problem heye, bêbawerîtî heye.

Çare çi ye?

Çare diyalog e, bes diyaloga bi mesûlîyet, diyaloga bi kalîte, diyaloga stratejîk...

Çare tifaqeke xurt ya navxweyî ya rasyonel e...

Ji bo gihiştina armanceke wisa rê û metod gelek giring e û hetta jîyanî ye.

Her gav û pratîka ku xizmeta polarîzasyonê bike şaş e û bê fayde ye.

 

Di van şertên îro yên acîl da, bi giringî van tewsîyeyan dikim:

Di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî da, diyalogeke dîrekt û bêyî qeyd û şert divêt bête dest pê kirin.

Divêt neyê ji bîr kirin ku diyaloga herî xirab ji bê diyalogîyê baştir e.

Bêyî reklam, bêyî rakirina qiyametê, bêyî qutana daholê, bêyî qîrîn û hewarê, bêyî şûrkêşîyê, bi tenahî û xwûnsarî dînamîkên xwudan desthilat yên Kurdistanê divêt di sewîyeya bilind da hevdu bibînin û digel hev rûnin.

Bi taybetî PDK û PKK, ku îro beramberî hev gelek dijwar in û eve dîrekt tesîreke negatîv li seranserê Kurdistanê dike, divêt zûtirîn dem bikevine nav temasê û zemînê hevdîtineke bilind hazir bikin.

Gelek konkret bêjim; dê gelek di cih da be ku Hevserokê KCKê Birêz Cemîl Bayik û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (HPG) Birêz Murat Karayilan seredanîya Serokê PDKê Birêz Mesûd Barzanî bikin û hemû pirsgirêkên rûdayî û yên kevin û yên ku dê muhtemel derkevin rayêxine ber hevdu û bi dilekî vekirî, bi bîr û hizir û hissa neteweyî û niştimanî van hemû probleman bi hevdu ra biaxivin û jê ra çareyekê bibînin.

Ji bo vê hevdîtina PDK û PKKê qet hewcehî bi navbeynkaran nîne. Herdu alî têra xwe xwudan tecrube ne, têra xwe xwudan imkan in, têra xwe xwudan desthilat in. Di amadekirina hevdîtineke bi vî rengî da divêt çu teref nekevine nav mexrûrîyetê. Tam bereks ji ber berjewendîyên neteweyî û niştimanî divêt fedakarîyê bikin. Çu tişt ji doza Kurdistanê mezintir nîne û her kes û hêzên ku ji bo vê doza mezin têkoşînê didin, divêt beramberî hev dilnizmîyê nîşan bidin. Di nav vê hercûmerca tête jîyan da, çûna Birêz Cemîl Bayik û Birêz Murat Karayilan bo nik Birêz Mesûd Barzanî ne tawîz e, ne kêmî ye, nejî şkestine. Hem ji alîyê cografî, hem jî ji alîyê rêz û rêzikên edetî û tradisyonel ve gelek maqûl e ku ev hewildan ji teref Birêz Cemîl Bayik û Birêz Murat Karayilan ve bête nîşan dan. Ev seredanîya Birêz Cemîl Bayik û Birêz Murat Karayilan, bi direngî jî be, dikare bibe "îadeyî ziyaret"a Birêz Mesûd Barzanî ya li Kampa Mexmûra jî. Bila neyê ji bîr kirin, di demê berxwedana dijî êrişa DAIŞê da li 2014ê (13 Tebax 2014), Birêz Mesûd Barzanî, ku hingê hem serokê PDKê hem jî "Serokê Herêma Kurdistanê" bû, li Kampa Mexmûra seredanîya Gerîllayên HPG-PKKê kir û li ser betenîya wan çarmêrgî rûnişt û pişta xwe da dîwarê Gerîllayên HPGê. Divêt mana û qîmetê wê seredanîyê hebe...

Herwisa bila ew peymana tifaqî ya 1982/1983ê ya di navbeyna PKK û PDKê da jî bête bîr û ew zemîn careke dî, belêm li goreyî şert û mercên îro yên Kurdistanê û konjonktura îro û hebûna pozisyon û alyansên îro yên dinyayê û rojhilatanavîn bête aktuel kirin.

Rêya rast, bêyî qîrîn û hewar, bêyî bang û gazî, bi diyalog û dîplomasîya navxweyî ya bêdeng hevdîtin bêne kirin û hevgirtineke xurt û saxlem bête organîze kirin û di pratîkê da jî bête bi rê ve birin.

Hevdîtin û li hev hatineke di navbeyna PDK û PKKê da, her di serî da dê atmosfereke gelek pozîtîv bîne Kurdistanê û dê bibe dînamîka motîvekar ya tifaqa navxweyî ya mezin.

Bo gihiştina vê armancê ne hewcehî bi anonsên medyayê heye, ne bi belav kirina beyanatan û kom kirina îmzayan heye, ne bi seferber kirina preferîyan heye.

Bi tenahî, xwûnsarî, maqûlane, aqilane û aştîyane hereket kirin têra dike.

Planên neyaran bi vî rengî dikarin bêne betal û pûç kirin.

Hêvî dikim karekî wisa bête kirin.

Ji dil daxwaz dikim ku dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê pirsgirêkên xwe bi diyalogê û metodên aştîyane çareser bikin ku herdaîm piştevan im bo bizavên bi vî rengî.

Problema îro heqîqet mezin e bes bi preskonferans, belavok, propaganda û ajîtasyona negatîv û platformên bi munaqeşeyên stewr hel nabe.

Şêwra we tenzîh dikim û hêvî dikim bi rojeva xwe ve bibe wesîleya xêrê. Lê belê, xusûsen li ser problem û arêşeyên spesîfîk yên navbeyna dînamîkên Kurdistanê, wekî prensîb beşdarî çu munaqeşe û polemîkên medyatîk nabim çiku xizmeta hevgirtin û tifaqa navxweyî nakin ku eve bi tecrubeya salan sabit bûye.

Digel daxwaza serkevtinê û silavên germ.

ROJAN HAZIM

Nivîskar

19.11.2020

Not:

Formata pdf ya vê nameyê di vê blogê da ye. Berê xwe bidene milê rastê rûbrîka Arşîvê ya November 2020ê.