Li salên 90î heta nîveka salên 2000î, di komika
Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da xebitîm. Komika Kurmancîyê, ji
navçeyên mezin yên Kurdistanê ji kesên ku bi zimanî ve mijûl pêkhatibû. Ji
alîyê plankirin û lojîstîk ve organîzeya vê komikê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
dikir. Ez jî ji navçeya Hekarîyê ve di nav vê xebatê da bûm. Hekarî hewceyî
gotinê nîne ku navçeyeke mezin û giring ya zaravayê Kurmancî ye. Perwerdegeheke
kevin ya Kurmancî ye. Kurmancî ewilcar li navçeya Hekarîya bûye nivîs, bûye
edebîyat... Medrese û dibistanên ku bi Kurmancî perwerde didan ewil li vê
navçeyê dest bi kar bûne... Nivîskar û şairên mezin û navdar yên Kurdîya
Kurmancî ji vê navçeyê derketine û berhemên xwe bi vî devokî dane. Ji Ehmedê
Xanî heta Feqîyê Teyra ji vê navçeyê ne û ji medreseyên vê navçeyê gihiştine,
bûyîne mamosta, edebîyatkar, şair û nivîskar...
Di demên
împaratorîyan da, jîyana xweserî ya resen ya vê navçeyê bûye binas ku xelk bi
ziman û erf û edetên xwe yên Kurdewarî jîyaye. Vê jîyana nisbî xweser imkan
daye ku ziman jînde maye û girêdayî vê jîyana bi zimanê Kurdî, ziman jî
dewlemend bûye û li ser xwe maye. Lewma ji alîyê termînolojîya zimanî,
edebîyatê, aborî, huqûq, leşkerî û îdarî û hemû pêdivîyên dî yên baskên jîyanê
ve devokê Hekarîya hindî hûn bêjin zengîn e.
Cografyaya Hekarîya
di nîveka Kurdistanê da ye, anku Hekarî sentrala Kurdistanê ye. Hemû alîyên
cografî yên li ser tixûbên Hekarîya navçeyên Kurdcih in. Ji ber hindê fişara
asîmîlasyona zimanên serdest kêm maye. Jîyana qedîm
ya eşîrî jî bi rûyê xwe yê pozîtîv ve bûye bingehê jîndemana zimanî û hemû
elementên Kurdî.
Komika
Kurmancîyê şeş heyva carekê kom dibû û carina jî cihên kombûne diguhorîn û li
welat û bajêrên cuda kombûnên xwe dikirin. Di her kombûnê da beşdaran mijarên
gotûbêjê pêşniyar dikirin û her kesê xwudanê pêşniyarê rapora xwe hazir dikir û
pêşkêşî kombûne dikir. Li ser wê raporê dihate axivtin û li tenişta termên
hatine hazir û pêşkêş kirin, gotinên sînonîm jî dihatin gotin û nivîsîn... Ev
rapor piştî kombûnê di rojnameya taybetî ya Kurmancî da dihatin weşandin. Min
jî gelek rapor pêşkêş kirin...
Yêk dî jî
ji wan, li ser termên çandinê [ziraetê] bû û min li zivistana 1990ê li kombûna 6. pêşkêş kir. Ew rapor
di rojnameya Kurmancî hejmara 6ê ya Zivistana 1990ê da hate weşandin. Di arşîva
Kurmancî da heye... Min ji nû ve çavek lê gerand û hindek zêdehî lê kirin û li
vê derê diweşînim. - ROJAN HAZIM - 29 Gulan (May) 2020
Nivîs bi formata pdf di vê blogê û malperê
da ye:
https://xwezabawer.blogspot.com/
http://www.institutakurdi.org/http://www.institutakurdi.org/wp-content/uploads/2020/05/Term%C3%AAn-%C3%87andin%C3%AA-ROJAN-HAZIM-k6-z1990-Stckhlm.pdf