Aşût encama
bizava erd, hewa û befrê ye... Li Kurdistanê aşût yêk ji mezintirîn felaketên
xwezayî ye... Bi taybetî li nîverdê dinyayê yê bakur li welatên bilind û çiyayî
zivistan bi gelek befr diborin... Befreke giran dibare li van welatan ku
Kurdistan jî yêk ji wan welatan e. Aşût jî hema bêjin wekî zelzeleyê ye... Deqîq
kengî û çawa dê biqewime nayê zanîn. Lê belê ji tecrubeya salan xelk kêm zêde
texmînan dike ku aşût dê kengî û çawa bête xwarê... Aşût li welatên befrîn di
cihên bilind, çiya, mil û suwaran da çêdibe... Li çiya û betenên bilind, nizar be, beroj be ferq nake aşût tête
xwarê... Heke ji gupika çiya û pêve beten, dol û nihal gelek kûr û kend bin, bê
dar û dirî bin ihtimala aşûtê zêdetir e... Gelek binasên xwezayî hene ji bo
pêkhatina aşûtê... Ji bilî sebebên xwezayî, dengê ku dengvedaneke xurt pêktîne
û peqînên mezin jî aşûtê radikin... Anku di pêkhatina aşûtê da hêzên xwezayî û
mekanîk tesîrdar in...
Gelek aşûtên cuda jî hene... Li beroj cuda, li
nizarî cuda radibe aşût... Befra toz û befra avî jî cuda encaman derdêxe
meydenê... Aşût heye ji ser tebeqeya befrê radibe û heta digihe binî dinyayeke
befrê digel xwe tîne û çi bi ber bikeve radimale... Aşût heye ji binî ve ax û
ber û dara dide digel xwe û dibe renî û tête xwarê... Ya herî xirabker û kujer renî
ye... Jê xilas bûn kêm e... Helbet ya ji rûyê befrê radibe jî heke şilope be
tesîreke dijwar dike û dikuje jî... Belêm aşûta ji befra pok anku ya toz pêktêt,
temetî aşûta renîyar û aşûta ji befra ter (şil, şilope), encamên giran nade û
nabe sebebê zerar û ziyaneke zêde mezin ya can û malî. Bes ev aşûte jî helbet bê
diqqetî û xemsarîyê efû nake, êş û janekê dide!..
Li çiya û
bilindahîyan, li dol, nihal û kendalên kûr hindek cih hene ku aşûtgeh in. Ev cihên ku aşûtê diafirînin kivş in û xelk ji
tecrubeya jîyanê dizanin ku ev aşûtgeh xeter in, tirsbar in û xwe jê didene
dûr... Anjî heke mecbûrîyeta di wan deran da borînê hebe jî dîqqeta demî dikin
û hindî mumkun bi bêdengî hereket dikin. Di demên firtone û mij û moranan da
xwe ji wan aşûtgeha dûr dikin û rêya xwe diguhorin... Tiştê ku aşûtê ji
zelzeleyê piçek cuda dike, cihên ku aşût tête xarê spesîfîk têne zanîn û xelk
li goreyî wê tedbîrên xwe distîne... Hetta carina wext jî tête pêşbînî kirin di
aşûtê da... Ev xale giring e. Ji ber van tecrubeyên jîyanê xelk xwe diparêze ji
vê karesata mezin ya xwezayê... Bo nimûne, li Elkîya Hekarîya, li salên berê ku
gelek befir dibarî, li dawîya heyva kanûna paşîn û serê sibatê dihate zanîn ku
dê ji gupika çiyayê Kumtikî aşût bête xwarê. Di wan deman da xelkê ku malên wan
li binê Kumtikî diçûne malên nas û dostên xwe yên taxê dûrî çiyayî. Piştî aşût
dihate xwarê, xelk vedigerîya malên xwe. Carina zerar digihişte xanîyan û xirab
dibûn. Heke xelk di xanîyên xwe da ban, şik tê da nîne
ku da bitelifin. Ji ber hindê zanîna demê aşûtê û li goreyî wê hilgirtina
tedbîran firsetê nade ku telafeta canî çêbe. Zerar pêkbêt jî qet nebe dibe
zerara malî û mirov namirin...
Befr û bereket
Li welatên
befrîn xelk digel hemû zor û zehmetîyên befrê jî ji befrê hez dike. Li
Kurdistanê befr wekî bereketa jîyanê tête qebûl kirin û adeta pîrozîyek tête
dan bo befrê... Heqîqet, salên ku befr gelek dibare av û derav boş dibin, şînî
û şînkatî zêde dibe... Av, şînkatî, eve hemû dibine sebebê xweşîya jîyanê...
Xelk heke heywandarîyê dike, çandinê dike barîna befrê bo wan xizîne ye... Erd
avî dibe... Gil û giya zêde dibe... Dewlemendîya xelkê bilind dibe... Xweza
digihe bijûnahîyê... Jîyan saxyar dibe... Eve rûyê baş yê barîna befrê ye...
Bes sala ku
befr nebare, xelk bi xem e. Ji tecrubeya jîyanê dizanin ku av dê kêm be, şînî û
şînkatî zêde nabe... Di encameke wisa da desttengî çêdibe, hetta feqîrî dibe...
Lewma xelk ji ber bereketa befrê, xusareta wê gelek nabîne... Esasen ji encamên
wêranker yên befrê û aşûtê xilas bûn mumkun e anjî kêmkirina wan encamên xembar
mumkun e... Hişyardarî, zanîn û tecrube rê li ber van bûyerên xwezayî digire...
Ji xwe heke imkanên teknolojîya modern jî aqilane bêne bi kar înan, hingê xwe
ji belaya aşûtê rizgar kirin jî mumkun dibe.
Rê û rêbara
li cihên befrîn zanîn, hişyardarî û tecrube giring e ku pê girêdayî bin û li
goreyî wê rabin û rûnin...
Ev zanîne
firsetê nade mûsîbetan. Heke aşût ciddî neyê qebûl kirin, encamên wê yên kavil
û wêranker neyên zanîn, li bîrê neyên girtin, hingê bedelekî giran tête dan.
Can diçe... Xwe ji van qeza û belayan parastin bi zanîn û tecrubeyê hereket
kirinê dibe. Divêt aşût bête zanîn, tehlîkeya wê divêt bête dîtin, encamên
kujer û wêranker yên wê divêt daîm li bîr bin... Hingê xwe jê parastin mumkun
dibe. Divêt li hêvîya musîbeta aşûtê neyê sekinîn... Giring ew e ku aşût bi
hemû alîyên xwe ve bête zanîn û li goreyî wê bête hereket kirin... Aşût xeter
e, tehlîke ye, kavil û wêranker e, kujer e... Aşûtgeh têne zanîn û nas kirin.
Demê aşûtan kêm zêde tête zanîn. Reng û çeşîdên aşûtê jî têne zanîn. Heke li
goreyî vê rastîyê bi zanistî bête hereket kirin hingê bêyî zerar û ziyan xwe ji
aşûtê xilas kirin mumkun e.
Nîşaneyên aşûtê û tedbîr
Bi giştî
bilindahîyên kûr û kend, çiyayên bilind, dol û nihalên kûr, berwar, serwar û betenên
bê dar û ber, suwar û mil, vîrajên teng yên li betenên çiyayan, zemînên
potansîyel in bo hatina aşûtê. Digel vê rewşa fizîkî herweha gava befra pok li
ser befra şil bibare, befra şil li ser befra pok bibare, erdê qerisî gava nerm
bû, mij û moran, firtone, hêza xurt ya bayî, dengvedan, dengê xurt û bilind yê
mekanîk, anku peqandina çek û sîlehan, avêtina bombe û fûzeyan jî hatina aşûtê
bi lez têxin... Ev nîşaneyên hatine behs kirin rola lolebê dibînin di rabûna
aşûtê da. Anku ev nîşane lolebkêşên aşûtê ne. Zanîn û nasîna aşûtgehan ji bo
tedbîran gelek giring e. Divêt xerîteya aşûtgehan bête derêxistin û ev aşûtgehe
bi lewhayan bêne nîşan kirin û bi rengekî fireh bi xelkê bidene zanîn. Divêt
bête zanîn ku debîya aşûtê gelek zêde ye. Bi hêleke mezin ji serê nişîvî ber bi
jêr ve tête xwarê. Di vê hêla mezin da bi tonan befir diherike û adeta bi hêla di
seetekê da 150 heta 200 KM diçe. Lewma encam wêranker e, kujer e... Di demên ku
muhtemel aşût rabûnê da divêt xelk bi lezîn bête agehdar kirin û herweha seyr û
sefera li wan aşûtgeha heta ku xeter radibe bête sekinandin.
ROJAN HAZIM
5 Sibat
2020
Not:
Ev nivîse,
piştî aşûta Muksê (Wan) hate nivîsîn. Aşûta Muksê, li Suwara Kirapêtê ku 3
hizar mîtro ji rûyê deryayê bilind e, li 4 û 5ê Sibatê (2020) pêkhat. Rêvingîya
wê roja bi firtone, mij û moran, bi serê xwe sivik dîtina aşûtê ye, nezanînî
ye, cisareta kor e. Ev xemsarîya dawetkarane ya felaketê, mixabin ku bûye edetê
mirovên wê navçeyê. Hal ew e ku bi salan e ku li wê navçeyê befreke giran
dibare û ew cih bi xwe jî aşûtgeh e ku ji teref xelkê ve tête zanîn. Bi israr
di demên ku tehlîkeya aşûtê heyî da ji wan deran hat û çûn xelet e, qusûr e. Ev
şaşîya mezin rê li ber felaketê vedike. Xeletîya dî, hewar û bizava xilaskirina
xelkê ku aşût bi ser da hatîye... Bêyî zanîn, bêyî tedbîr, bi cisareta kor
hereket kirin li dûv xwe vê encama xembar tîne. Xeletî li dûv xeletîyê hatîye
di vê bûyerê da. Wê rojê rêvingî xelet e. Tarzê hewar û xilaskirina xelkê bi
ber aşûtê ketî jî şaş û seqet e. Ji xwe bi dehan kes û bi hejmareke zêde ya
makîneyên mezin û giran û dengê gur çûyîna cihê aşûtê xeletîya herî mezin e. Vê
boşahîya bêyî zanînî, bêyî tedbîrî û di ser da jî guregura makîneyên giran
careke dî befra bilindahîya livand û aşûteke dijwartir rakir. Di encam da ji
çil kesî zêdetir kes (41) mirin û bi dehan kes jî (84) birîndar bûn...
Helbet di
vê bûyerê da reftara dewlet û hukûmetê ya neyarane xuya ye ku beramberî vê
bûyera wêranker û kujer ya xwezayê tedbîr nehatine standin, rê û rêbar nehatîye
ewle kirin. Di vê qewimînê da guneha mezin, sûcê giran yê dewletê ye... Belêm
xemsarîya xelkê xwecih jî heye ku ew ji jîyana xwe dizanin ku li wan cihan aşût
radibe û encamên xembar dide. Xelkê wê navçeyê aşûtgehan dinasin. Li ber vê
rastîyê heke bi tedbîr hereket nekin hingê ew jî qusûrdar in...
Ev mûsîbeta
bi serê xelkê xwecih hatî divêt bibe dersdêr ku êdî tedbîr bêne standin.
Divêt bi
aqil bête hereket kirin.