Kak Hemîd Derwêş,
sekreterê Partîya Demokrat ya Pêşverû ya Kurdî li Sûrîyeyê, îro (24 Çirîya
Pêşîn 2019) serê spêdeyê seet 02.00 mir. Gelek mixabin. Bo binemala xwe, bo
partîya xwe, bo Kurdên rojavaya Kurdistanê û herweha bo bizava bi giştî ya
rizgarî û azadîya Kurdistanê berzebûneke giran e. Di serî da bila serê malbata
wî sax be, serê partîya wî sax be. Herweha serê xelkê Kurd sax be. Kak Hemîd,
şahidê dîrokeke dirêj ya polîtîk ya Kurdistanê bû. Bi taybetî ji nîveka sedsala
20an heta koça dawîyê kirî anku sala 2019an wekî polîtîkerekî aktîv yê doza
Kurdistanê timamî jîyana xwe dabû ser doza miletê xwe.
Kak Hemîd Derwêş
polîtîkerekî nasyar bû û me jî ew dizanî lê belê cara ewil min ew li sala 1978ê
li buroya YNKê li Qamişlo, li nik Dr. Kemal Xoşnav nas kir. Ew, Cigerxwûn û hevalekî
wan hatibûne seradanîya Dr. Kemal Xoşnav. Bi wê munasebetê me hevdu nas kir.
Paşê jî dîsa sala 1978ê, 1979ê me seredanîya wî kir û digel partîya wan têkilî
germ kirin. Ji serê sala 1982ê heta dawîya 1983ê jî li Qamişlo û Şamê em bi hev
ra bûn. 1982ê li Qamişlo beşdarî kongreya partîya wan bûm û axivtim. Havîna
1993ê jî li Qamişlo seradanîya wî kir. Dîsa payîza 2002ê jî wekî em ji başûra
Kurdistanê vegerîyayî me li Qamişlo seradanîya wî kir û pê ra suhbeteke dirêj
kir. 2012ê jî di Konferansa KNKê ya li ser Rojavaya Kurdistanê ya li Parisê da
me hevdu dît. 2013 û 2014ê jî li Silêmanîyê me seradanîya wî kir, em mêhvan
kirin û li ser rojên berê û bi giştî pirsa Kurdistanê em axivtin.
Kak Hemîd, bi
taybetî salên 1982-1983ê ku ji ber cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê gelek
rêxistin û kesayetên bakura Kurdistanê li rojavaya Kurdistanê û Sûrîyeyê bûn,
hevkarîyeke xurt kir û ji bilî partîya xwe, hemû partîyên Kurdan agehdar
dikirin ku piştevanîya partî û kesayetên ji bakura Kurdistanê hatî bikin. Me bi
xwe gelek hevkarî û piştevanî ji wî û malbata wî û partîya wi dît.
Kak Hemîd, di
têkilîyên xwe da mirovekî sade û dilnizm bû, bi sebir, nazik û kubar bû. Bi vê
reftara xwe ya dostane nedişubî çu serokên partîyên Kurdî. Me ji wî hevalî û
dostayetîyeke hindî hûn bêjin ji dil û germ dît.
Kak Hemîd, van
salên dawîyê jî ji bo tifaqa navxweyî kedeke mezin dida û hindi jê dihat
diyaloga di navbeyna partîyan da germ digirt.
Kak Hemîd, ji bo ku
di navbeyna Kurdan û hukûmeta Şamê da têkilî çêbin dixebitî û di vî warî da danûstandinên
piralî didomandin.
Di pirsa çareserîya
rojavaya Kurdistanê da xwudan fikir û reftar bû. Dûrbîn bû û pêşbînîyên wî yên
polîtîk saxlem bûn ku îro rastîya wan têne dîtin.
Di întervuyeke xwe
ya digel Rûdawê da wisa digot: "... eger danûstandina Şamê bi hêz û alîyên Kurdî ra dest pê bike, ew dê berî
her alîyekê tevlî wan danûstandinan bibin û tu cara xwe nadin paş."
Kak Hemîd di wê hevdîtinê
da heçku îroya rojavaya Kurdistanê dîtibû û wisa digot: "Rûsya dixwaze
danûstandin di navbeyna Partîya Yêkîtîya Demokratîk (PYD) û rayedarên Şamê da
bimîne, ji bo ku her du alî li hev bikin û bigihin biryarekê."
Kak Hemîd Derwêş bi xwe
jî gelek însîyatîv werdigirtin, bi hukûmeta Şamê ra danûstandin dikirin ku
hukûmeta Şamê hazirî çareserîyê be. Li milê dî jî daku Kurd di nav xwe da yêk
pozisyon bin dixebitî. Ji bê plan û programîya hukûmeta Şamê gazindeker bû:
"Heya niha hikûmeta Sûrîyeyê tu nêrîn û projeyek ji bo çareserkirina pirsa
Kurdî nîne” digot.
Di pirsa têkilîyên
hukûmeta Şamê da giringî dida pozisyona Rûsyayê jî û wisa digot: "Ez bawer
nakin Rûs bibin asteng û bikevin navbera Sûriye û PYDê û nehêlin ku bigihin
encamekê. Rûs dixwazin li Sûrîyeyê ew kar bigihe encamê û ji bo vê yêkê ez
dibêjim dê bixwaze ku hikûmet û PYD jî bigihin têgihiştineke hevpar."
Tewsîye li hukûmeta Şamê
jî dikirin: "Divêt Şam danûstandinê bi Kurdan ra bike û tiştek li ber çavê
wan hebe, yanî bibêje em daxwazên Kurda heq dibînin û em vî heqî dibînin ku
bigihe milletê Kurd. Ez nabêjim hêvîya min tune ye, lê heya niha tu proje di
destê wan de nînin. Sibehî projeyeke wan çêbibe û bi Kurda ra bidin û bistînin,
heqê Kurda nas bikin, pêşîya her Kurdî em dê bi wan ra bidin û bistînin, em bi
tu awayî xwe nadin paş.” (http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1504201922)
Di êrişa
dewleta Tirkîyeyê ya li ser rojavaya Kurdistanê da jî bu xurtî dij rawesta û
got: "Em vê dagîrîyê red dikin, mehkûm dikin û bi tu awayî qebûl nakin ku
demografîya Kurdistanê xirab bikin û bîyanîyan bînin li Kurdistanê bi cih
bikin..."
Kak Hemîd,
di pirsa rojavaya Kurdistanê ya bi giştî da li polîtîkaya PYDê jî rexne dikirin
û digot ku divêt rêvebirîya rojavaya Kurdistanê di destê yêk partîyê da nebe.
Kak Hemîd Derwêş, hewil dida ku di navbeyna hêza desthilatê anku PYD û
opozisyonê anku partîya xwe (PDPKS) û ENKSê tifaqeke fireh li ser berjewendîyên
neteweyî çêbe û hemû bi hev ra rojavaya Kurdistanê bi rê ve bibin ku aştî û
aramîya navxweyî pêkbêt.
Kak Hemîd
Derwêş polîtîkerekî bi tecrube bû û heta bêhna xwe ya dawîyê jî rola xwe ya
rênîşaner domand.
Kak Hemîd
Derwêş ji bo yêkîtîya mezin ya Kurdan ya seranserê Kurdistanê jî xebateke xurt
dikir. Bi vê munasebetê em 1983ê li Şamê bi hev ra beşdarî kombûna çarqolî ya
Kurdistanê bûn ku ji YNKê Dr. Fuad Masûm û herweha Sekreterê Partîya Komunîst
ya Iraqê Ezîz Muhemed û endamê Polîtburoya Partîya Komunist ya Sûrîyeyê Ebû
Cengo jî hazir bûn. (Dr. Qasimlo û partîya xwe jî di nav vî karî da bûn lê
nikarîbûn di kombûnê da amade bibin.)
Cihê wî
tijî nabe. Xelkê Kurdistanê dê hardaîm wî bi dilgermî bi bîr bîne û çu cara wî
ji bîr nake.
Silav, rêz û hezkirina
herî mezin bo wî be. Ew dê di esmanê sîrsahî yê Kurdistanê da wekî stêrkeke geş
daîm bibiriqe.
ROJAN HAZIM
24 Çirîya Pêşîn (October) 2019
Not I.:
Kak Hemîd Derwêş, di pirtûka bîrhatinên xwe da li ser xwe wisa dibêje:
"Di sala 1935an da, li gundekî bi navê Qeremanî yê ser bi navçeya Dirbêsîyê
li bakura Istanê Hesiça (Hesekê) ez hatim dinyayê... Gundê me dikeve alîyê
başûr û rojavaya Dirbêsîyê û 600 (şeş sed) metre dûrî rêya hesin e ku di
navbeyna Sûrîye û Tirkîyeyê da derbaz dibe. Ez ji malbata Hecî Derwêş im, ku li
Qeremanê cihwar in. Malbata me bi navê Hecî Derwêş hatîye nas kirin û ji êla
Azîzan in..." (Tevgera Kurdî Li Sûrîyeya Di Bin Ronîyê da - Ebdul Hemîd
Derwêş - Weşanên Deng - 2011 - r. 13)
Not II.:
Hemîd Derwêş, rojek piştî mirina xwe anku 25 Çirîya Pêşîn 2019ê li gundê
xwe Qeremanîya Dirbêsîyê, bi merasimeke mezin ku hemû hêzên neteweyî û xelkê
navçeyê beşdar bûn hate veşartin û teslîmî axa wî hate kirin.