Di
nivîsa xwe ya li ser portreya Hikmet Miho Gewda da min behsê şeira Şêx Memduhê
Birîfkanî ya bi navê "Laleşîn" jî kiribû û çar malik jê dabûn:
"...
Cihê xwandina Hikmetî ya ewilî, cihê dibistana seretayî ya wî, anku gundê
Bilbêsê, Elkî û herweha zozangeha xelkê xwecih, çiyayê bi nav û deng Kato
balkêş e ji bo gelek Kurdên ji başûra Kurdistanê bûye cihê bîrînanên cuda.
Şairê navdar Şêx Memduhê Birîfkanî jî di seredanîyeke xwe ya Bilbêsê da li ser
Bilbêsê, Elkîyê, gundên dorberê û çiyayê Kato şeirek nivîsîye. Birîfkanî di wê
şeira xwe da bi şubandina kiçeke spehî û ciwan teswîra bindestîya Kurdistanê
dike. Ew şeira wî ya bi navê "Laleşîn" herwisa bûye navê pirtûka wî
jî. "Laleşîn" zozaneke gelek spehî ya Elkîyê ye û li ber çiyayê Kato
ye ku xelkê wê derê "Lalişî" dibêjê..."
Nihe wê
şeirê bi timamî didim:
Laleşîn (*)
Ez çûme
Laleşînê
Li nav
Elkî û Bilbêsa
Min dît
li wê ciwanek
Wek
fenerê diteyisa
Şenge
şirîn û nazik
Xwûnçeleba
pelazik
Derhal
me can bû gazik
Ji
derdê evînê dîsa
Min
gote wê tu rend î
Şenge
şirîn û qend î
Li ber
Katoyê bilind î
Wek
torê nebî Mûsa
Go: ez
şirîn şepal im
Bi qed
û xet û xal im
Kurdistana delal im
Keftîme destê pîsa
Keftîme destê nezana
Dûr bûm ji xwandevana
Weyla
li me bê xwudana
Lewra
ku mame hosa
Lewra
ku ez dibêjim
Hoy
bargiran û gêj im
Rondikêt
xwûnê dirêjim
Bo
Hemkî û Bilbêsa
Bo
Hemekîya dinalim
Hinde
bi xem û xeyal im
Kes
nepirsî lihalim
Bûm
hevgurê kabîsa
Bûm
hevgûrê neyara
Dûr bûm
ji dost û yara
Dilxoş
nebûm çu cara
Ez dame
bênamûsa
Ez
kahnîya mêra bûm
Destgirtîya
şêra bûm
Xoşdivîya
Kurda bûm
Beyhûde
dame pîsa
Hindî
me go hewar e
Yê ez
birîm neyar e
Jîna me
sar û bar e
Kesek li min pirsa
Kesê ji we qet ne gotî
Şehzade me firotî
Ya ketîye destê kotî
Lazim nemînît hosa
Lazim li wê bipirsîn
Boçî ma em bitirsîn
Pêxwas û tazî û birsîn
Can bo
mirinê me rêsa
Me ev
cane nevêtin
Da
dilbera me bêtin
Serbest
dîsa bigerîtin
Nav
Bateya û Pîrosa
Li nav
Bateyêd jêrî
Tu
binêre Deryê Zêrî
Boçî ma tu ne mêrî
Te ez dame bi du kîsa
Te dame yê biyanî
Serşor kirîn xuyanî
Bi destê me ma gavanî
Kêlme te kir telîsa
Kêlme xwor î û jar î
Pêxwas ketîye nizarî
Boçî ma tu dewar î
Piştî dikêşî bi werîsa
Piştî dikêşî bi penc î
Hinde bi teab û renc î
Dîyar e ne mêrek qenc î
Yara te bir ramûsa
Yara te girtî kanê
Xelk pê diken seyranê
Tu maye li vê kolanê
Cerê te ma li kîsa
Bila tu evro mêr bay
Xwudan xencer û kêr bay
Li nav dujminî wek şêr bay
Te bi Kurdî binivîsa
Te bi Kurdî ez bixwandam
Da li ber te ez rawest bam
Me ji
dil gotiba te estam
Dijmin
revîn çûn lîsa
Dijmin
revîn ji welatî
Ji
tirsa şêrê nû hatî
Bû
serbest li Exlatî
Newbet
çû ji destê pîsa
(*)
Ji
Dîwana Şêx Memduhê Birîfkanî - Laleşîn - r. 37-40 / Weşanxaneya Apec, 1997 -
Stockholm - Swêd
NOT:
Li ser
Şêx Memduhê Birîfkanî di pirtûka LALEŞÎN da wisa tête nivisîn:
"...
Sadiq Behaeddîn Amêdî di pirtûka xwe ya Hozanvanêt Kurd da behsê Birîfkanî
dike: Bêguman nemir Şêx Memduh şairekî desthêl û ji ber xwe derkevtîyekî dîyar
e di vehûnandin, lêkînan û kêş û seng û darêhtina li ser cureyê klasîkî yê
Kurdî da çûye. Nemaze bi şairê mezin xwudanê xwandingeha yêkê di vehûnandin û
kêş û sengandina Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran da. Cudahîya ku tête ber çav,
navbirî bizav kirîye li ser awayê şairêd sedê bîstê li ser diçin çûye, ku çend
ji destî bêt şeira xwe bi zimanê Kurdî vehûnin û darêjin, ku di vê çendê da bi
min were Şêx Memduh desthatî bît, ji ber ku gelek li dûv gotinêt Kurdî yêt dûr
ji zimanêd biyanî di şeirêd xwo da bi kar înayne û xir ve kirîne. Bi taybetî
navbirî bi navê rêberê dînî li Kurdistana Iraq, Tirkîye û Îranê gerîyaye.
Navbirî di van geşt û geryana da gelek destnivîs yêt qetlaz di toreyê Kurdî da
xir ve kirîne û heta niho jî gelek jê mayne ronahîya rojê nedîtîye..." r.
12