Xelkê Kurd,
Xelkên Kurdistanê,
Îro rast e, neyaran Kurdistan kirine çar parçe. Ewil bi peymana Qesr-î
Şirînê kirine du, bi Lozanê jî kirine çar parçe. Lê belê, ev hemû peymanên
dabirîna Kurdistanê çu cara ji teref xelkê Kurdistanê ve nehatine qebûl kirin û
meşrû nehatine dîtin. Dijî van hemû peymanên parçekirina Kurdistanê serhildan
çêbûne, berxwedan hatine kirin û ser li ber dijminan nehatîye şor kirin.
Ji dawîya sedsala 20an û ji serê sedsala bîst û yêkê pê ve rewşeke nû
rû daye li welatê me Kurdistanê û ewil li başûr paşê jî li rojavaya Kurdistanê
du îdareyên xweser pêkhatine.
Em baş dizanin ku ne Îranê nejî Tirkîyeyê ev pêkhatine çu cara qebûl
nekirine û daîm lê gerîyane ku her bi çi rengî be van pêkhatinan ewil xirab
bikin, heke ji wan neyê jî têkvedanê bikin û van destkevtan destabîlîze bikin û
hilgirine binê ablûkayên polîtîk, leşkerî û ekonomîk.
Di vê prosesê da Îranê car bi bêdengî car jî bi êrişên vekirî arêşe
derêxistin li başûra Kurdistanê, gelek caran kampên partî û rêxistinên
rojhilata Kurdistanê yên li Koy û li ser tixûban bombarduman kirin û bi dehan
kes kuştin, şehîd kirin û di esas da ji vê polîtîkaya xwe jî venebûye.
Dewleta
Tirkîyeyê wekî dagîrkera mezin ya Kurdistanê li milekê li nav tixûbên xwe yên
fermî zulmeke nedîtî li xelkê bakura Kurdistanê dike, li alîyê dî çavê xwe
berdaye parçeyên başûr û rojavaya Kurdistanê û dest bi dagîrkirineke fireh
kirîye. Ev dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê ya li ser başûr ji salên 1980 were gav
bi gav pêşket. Dewleta Tirkîyeyê li dewrê rejima Seddam Husên jî bi peymaneke
digel wê rejima xwûnxwar ya dijî Kurd û Kurdistanê çêkiribû û heta deh
kîlometreyan tixûb dibezandin û kiryarên leşkerî dikirin dijî azadîxwazên
Kurdistanê.
Dewleta
Tirkîyeyê ji salên 1990ê were jî ev operasyonên xwe zêde kirine û gelek
binkeyên leşkerî li navçeyên Bahdîna heta dorberê Mûsilê ava kirine û ji milekê
ve ji van binkeyên leşkerî dijî Gerîllayên PKKê hem istixbaratê kom dike hem jî
êrişan dike, lê li milê dî jî kontrola xwe ya istixbarî û leşkerî li ser timamî
başûra Kurdistanê binecih dike.
Piştî
ku li rojavaya Kurdistanê îdareya xweser pêkhat, dewleta Tirkîyeyê konsepta
êrişkarîya xwe nûve kir û planê xwe yê dagîrkerîyeke total da dest pê kirin. Ji
Ezaz û Cerablusê dest pê kir û herî dawîyê jî Efrîn dagîr kir. Nihe jî
hazirîyên dagîrkerîyeke firehtir dike û berê xwe daye Kobanî, Girî Spî û Cizîra
rojavayê. Ev pozisyona dewleta Tirkîyeyê ya êrişkar û dagîrker gelek bi aktîvî
didome.
Vê
gavê jî dagîrkerîya vê dewleta hov li ser başûra Kurdistanê rengekî nû wergirtîye.
Êdî bi avakirina binkeyên leşkerî û istixbarî qayîl nîne û dixwaze navçeyên
firehtir û stratejîk bi timamî dagîr bike û tê da bi cih be. Ji bo vê jî ewil
ji cihekî gelek giring û stratejîk dest bi dagîrîya başûra Kurdistanê kir.
Navçeya
Biradosta nihe li ber vê dagîrîya dewleta Tirkîyeyê ye û her diçe hêzên xwe
pêşve dibe û binecih dike ku dewleta Îranê jî piştevana dewleta Tirkîyeyê ye di
vê operasyona leşkerî da. Biradosta di navbeyna bakur, rojhilat û başûra
Kurdistanê da navçeyeke stratejîk e û ji teref dewleta Tirkîyeyê ve kontrolkirina
vê navçeyê ji bo bizava azadîxwaz ya bakur û rojhilata Kurdistanê û herwisa ji
bo îdareya xweser ya başûra Kurdistanê xetereke gelek mezin pêktîne. Biradosta di
dîroka dûr da jî daîm bûye meydana şerenîxên li navbeyna dagîrkerên Safewî û
Osmanîyan, lê belê di şertên îro da Îran bi bêdengî teyîda vê dagîrîya dewleta
Tirkîyeyê dike ku di ablûkaya ekonomîk ya Amerîkayê da vê navçeya stratejîk ji
bo ticareta xwe ya dualî bi kar bîne ku dewleta Tirkîyeyê dê di vî warî da bibe
destek û partner ji bo Îranê. Lewma Îran di halê hazir da çend xwe vekirî tevî
vê êriş û dagîrîya dewleta Tirkîyeyê neke jî, lê nerazî jî nîne û di dîrokê da
ev hevdestîya wan ya zimnî hatîye dîtin. Di tesfîyeya doza Kurdistanê da rê li
ber hevdu xweş kirine û vê gavê jî dikin. Li ber van qewimînên dîrokî divêt
hişyardarîya Kurd û Kurdistanîyan hebe ku bikarin bi hev ra van leyiz û
entrîkayên dagîrkeran vala derêxin.
Tirkîye
gelek bi zanahî û stratejîk van dagîrkerîyan dike. Li rojavaya Kurdistanê Efrîn
dagîr kir û xwe tê da bi cih dike û bi vî rengî rêya Deryaya Spî li Kurdan
digire. Bi dagîrkirina Biradosta jî dixwaze sentrala Kurdistanê hilgire bin
kontrola xwe û li ser sê parçeyên Kurdistanê, li bakur, rojhilat û başûr
otorîteya xwe ya eskerî ferz bike. Gelek aşkera ye ku pêkhatina ev otorîteya
eskerî ya dewleta Tirkîyeyê li nîveka Kurdistanê dê ji alîyê polîtîk ve jî
encaman bide û bi vê yêkê dixwazin bêhnê li Kurdan çik bikin û rê li ber
avabûna Kurdistanê bigirin.
Ji
alîyê dewleta Tirkîyeyê ve kontrolkirina Biradosta û xeta Kêleşînê ku sêkuçeya
bakur, başûr û rojhilata Kurdistanê ye, heta Xakurk û Sîdeka û dorberê wê, dê
qabilîyeteke mezin ya leşkerî bide dewleta Tirkîyeyê ku eve ji bo van hersê
parçeyên Kurdistanê adeta birîna reya jîyanê ye ku bi dilê Îranê ye jî.
Ji ber
van hemû sebeban em wekî KNK û hemû beşdarên polîtîk yên Kurdistanê dixwazin
balê bikêşine vê rastîya polîtîk û stratejîk ku bikarin bi hev ra rê li ber
neyaran bigirin û vê tehlîke û belaya mezin ji ser serê xelkên Kurdistanê dûr û
belav bikin.
Dewleta
Tirkîyeyê daku baldarîya mirovahîya demokratîk şêlû bike, binasê êriş û
dagîrîya xwe bi operasyona dijî PKKê û Hêzên Parastina Gel-HPGê ve dide xuya
kirin ku eve bi timamî manipulasyon e û berevajîkirina rastîyan e. Eve karê
dijmin e û divêt ev rûyê xapandêr yê dewleta Tirkîyeyê bête aşkera kirin û esas
armanca wan ya dagîrkerîya bi giştî Kurdistanê bête ron û zelal kirin.
Li ber
vê rastîya dîrokî ya Kurdistanê em bi giringî van daxwazan ji xelkê Kurd,
Kurdistanîyan û hemû partî û bizavên polîtîk û sivîl yên timamî Kurdistanê, ji
rêvebirîya xweser ya rojavaya Kurdistanê û bi taybetî hukûmeta Herêma
Kurdistanê ya başûra Kurdistanê dikin ku navçeyên bi ber dagîrîya dewleta
Tirkîyeyê dikevin fermîyen di bin îdareya wan da ne.
- Berê xwe bidene cografyaya Kurdistanê û giringîya jeopolîtîk û jeostratejîk ya navçeya Biradosta bibînin ku çend navçeyeke jîyanî ye ji bo parastina Kurdistanê ya beramberî dagîrkeran. Dagîrîya vê navçeyê dê rê li ber bizava azadîxwazîya bakur û rojhilata Kurdistanê bigire û herwisa jî dê rê li ber têkbirin û hilweşandina destkevta başûra Kurdistanê xweş bike. Dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê ya li ser Biradosta xencerek e di nîveka dilê Kurdistanê da. Ji xwe dewleta Tirkîyeyê bi zanahî navê vê dagîrîya xwe kirîye "Operasyona Pencê" ku dixwaze bi pencên xwe yên dirindehane zerarê bigihîne dilê Kurdistanê. Lewma divêt Biradosta wekî dilê Kurdistanê bête dîtin û parastina dilê Kurdistanê wekî domandina jîyana Kurdistanê bête qebûl kirin û bi vê giringîyê dijî dagîrîya dewleta Tirkîyeyê, hemû Kurdistanî hêza xwe, dengê xwe bikene yêk û li dijî vê bêdadîya dewleta Tirkîyeyê rawestin û pencên wan jê bikin.
- Êrişên hewayî û reşahî yên dewleta Tirkîyeyê yên li vê navçeya fireh zerara jîyanî dide hemû xelkê xwecih ku gelek gund hatine vala kirin û li şûna wan leşkerên dewleta Tirkîyeyê bi cih dibin û leşkergehên xwe yên daîmî ava dikin ku eve tête manaya dagîrîyeke mayînde. Ji ber hindê divêt hemû Kurdistanî dijî vê dagîrîya daîmî ya dewleta Tirkîyeyê nerazîbûna xwe bi rengekî aktîv bidene xuya kirin.
- Hebûna binkeyên Gerîlla û Pêşmergeyan li van dewrûberan rastîyeke dîrokî û meşrû ye. Di her demî da hemû azadîxwazên doza Kurdistanê yên ji başûr, rojhilat û bakur di van navçeyên ku dijmin wekî tixûbên xwe qebûl dikin da kampên leşkerî ava kirine ku ev cihe welatê wan e û herweha mafê wan yê neteweyî û niştimanî ye. Propagandaya dijminan ya di vî warî da ku goya ev navçeye ji teref hindek hêzên dijî dewletê ve têne bi kar înan divêt ji alîyê hemû bizavên Kurd û Kurdistanî ve bi şuûra neteweyî û niştimanî yêkser bête red kirin. Şik tê da nîne ku hemû Kurd û Kurdistanî divêt rêzê li ferqîya şert û mercên parçeyên Kurdistanê bigirin, lê belê eve nayê wê manayê ku li ser wan tixûbên ku dijminên Kurdistanê li ser Kurdan ferz kirine bizavên neteweyî neyên kirin. Navçeya Biradosta ji berê were ji bo bizavên neteweyî yên bakur, başûr û rojhilat bûye meydana lojîstîk û seyr û seferên têkoşîna piralî. Ji alîyê dîroka têkoşîna doza Kurdistanê ve Biradosta navçeyeke hevpar e ku hemû dînamîkên Kurdistanê ev navçeye bi kar înane. Ji ber vê çendê êrişa dewletên dagîrker ya li ser van navçeya divêt bi yêkdengî bête şermizar kirin û dîsa bi hev ra divêt li vê navçeyê bête xwudan derketin.
- Van demên dawîyê, dewleta Tirkîyeyê paralelî êrişên xwe yên reşahî, ji hewayî ve jî bombardumaneke gelek xedar dike li gundên vê navçeya fireh. Heta nihe bi sedan xelkê sivîl hatine kuştin, bi hizaran sivîl ji gund û warên xwe yên qedîm hatine bar kirin. Heta nihe herwisa bi sedan gerîllayên PKKê jî bi ber van bombeyan ketine û şehît bûne. Herweha bi dehan kadroyên rêvebir yên bizava PKKê û KCKê ji ber van bombardumanan hatine şehîd kirin. Herî dawîyê endamê Konseya Serokatîya KCKê birêz Xerîb Diyar digel du hevalên xwe bi bombardumana balefirên cengî yên dewleta Tirkîyeyê hatin şehîd kirin. Şehîdî bihayekî hevpar yê neteweyî û niştimanî ye. Lewma divêt hemû Kurd û Kurdistanî dijî van bombardumanan bi reftareke xurt sekinekê nîşan bidin û nerazîbûna xwe bi xurtî îlan bikin û bi vê pozisyona hevrayî li şehîdên Kurdistanê jî xwudan derkevin.
- Em wekî KNK û hemû partî, rêxistin û kesayetên beşdar, bangeke giring li hemû welatîyan û rêvebirên polîtîk û îdarî yên Kurdistanê dikin ku vê êriş û dagîrîya dewleta Tirkîyeyê ya li ser navçeya fireh ya Biradosta gelek ciddî bigirin ku encamên wê dê ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan xetereke mezin bi xwe ra bîne. Girêdayî vê dagîrkerîya aktuel ya dewleta Tirkîyeyê ya li ser Biradosta herwisa divêt dagîrîya vê dewleta hov ya li ser rojavaya Kurdistanê li Efrînê, Ezaz û Cerablusê jî bête protesto kirin û ji dewleta Tirkîyeyê bête xwastin ku zûtirîn dem dawîyê li van êriş û dagîrîyên xwe bîne û ji cihên dagîrkirî derkeve.
- Li vê derê bi giringî em dixwazin bala hukûmeta Iraqa Federal jî bikêşine ser vê bûyerê ku dewleta Tirkîyeyê tixûbên fermî yên Iraqa Federal dibezîne û hemû norm û qaydeyên cîranî û hukumranîya Iraqa Federal binpê dike û êrişên xwe didomîne û axeke fireh dagîr dike. Hukûmeta Iraqa Federal divêt wekî mafê xwe yê huqûqî, hem tixûbên xwe yên fermî, hem jî hevwelatîyên xwe yên navçeyê biparêze û dijî vê dijminahîya dewleta Tirkîyeyê tedbîran bistîne.
- KNK û hemû beşdarên kombûnê wekî hercar daxwazê ji dinyaya demokratîk, dewlet û organîzasyonên navneteweyî dikin ku dijî vê dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe bidene nîşandan.
Kombûna KNKê û partî,
rêxistin û kesayetên beşdar ya li ser dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê.
27
Tîrmeh (July) 2019, Bruksel
Not:
Ev deklarasyon ji bo
KNKê hatîye nivîsîn. -RH