3ê Sibatê dengê xwe tevî dengê
Efrînê bikin!
Êrişkarî û dagîrkerîya dewleta
Tirk protesto bikin!
Efrîn dê azadîyê biafirîne!
Dewleta Tirk ji 20ê vê mehê were bombeyan dibarîne
ser Efrînê. Ji cihên gund û gundewar heta bajêr û bajêrwaran bêyî tixûb dide ber bombeyan. Bêyî ferq û
cudahî timamî jîngeh li ber êrişa vê dewleta har û hêc e. Berê jî dihate zanîn
ku dewleta Tirk beramberî miletê Kurd bêwijdan û bêinsaf e, lê belê di vê êrişa
li ser Efrînê da ev rûyê wan yê hov, ev zihnîyeta wan ya bi kîn û nefret hêj
zelaltir xuya bû. Divêt êdî her Kurd baş bizane ku dewleta Tirk sûnd xwarîye ku
Kurd nebine xwudan statu, nebine xwudan maf hetta nebine xwudan jîyan.
Koalisyonerê hukûmeta Erdogan û berdevkê cepheyê
nijadperest û tifaqa Ergenekon, MHP û AKPê Dewlet Bahçelî bi devê xwe yê tijî
jahr fermanan dibarîne û dibêje "bombe bikin, bila ber li ser berî û ser
li ser leşî neminin"!. Eve fermana qirkirinê ye, eve banga cîhad û fetha
dewleta Tirk e beramberî Kurd û Kurdistanê. Ji pratîka van çend rojên şerî xuya
ye ku armanca vê sefera xwûnavî ya dewleta Tirk ya li ser Efrînê birandina
Kurdan e. Şeran jî huqûqekî xwe heye. Qet nebe xelkê sivîl, xweza, xestexane,
mabedên dînî nayêne bombe kirin. Lê dewleta Tirk van norman li ber çavan
nagire, ji xwe guhê xwe nadê û bilaistisna her derê bombe dike, bi sîlehên otomatîk,
bi tank û topan komkujîyê li ser xelkê sivîl dike. Blançoya şerê van çend roja
aşkera kir ku niyeta dewleta Tirk kuşt û kuştdarî ye, qetlîam e.
Digel vê êrişa hinde giran jî dewleta Tirk rastî
berxwedaneke xurt hatîye. Xelkê Efrînê pêkve di pêşengîya YPG-YPJê da û bi
desteka hevalbendên xwe beramberî vê pêla giran ya êrişên dewleta Tirk
berxwedaneke mezin û bilind nîşan didin. Dewleta Tirk bi vê makîneya xwe ya
mezin ya şerî dîsa ve nikare li goreyî daxwaza xwe pêş bikeve. Anku
berxwedaneke xurt, parastineke mezin ya welatî tête dîtin li terefê xelkê
Efrînê. Xelkê Efrînê vê îradeya bilind ji welatperwerîya xwe ya bihabilind û
piştevanîya hemû Kurd û Kurdistanîyan werdigire. Dilê hemû Kurdan nihe digel
xelkê Efrînê ye.
Rastîyek heye ku divêt Kurd û Kurdistanî paşçav
nekin. Niyeta dewleta Tirk ji hemû demên dîrokê xirabtir e, dijminanetir e,
xayînanetir e. Lewma divêt ev êrîşkarî sivik û sist neyê girtin. Bi hemû hêz û
şiyana navxweyî ya li seranserê Kurdistanê û heta meydanên dîasporayê divêt
gelek bi organîze berxwedan bête nîşandan. Kurd divêt hemû dost û hevalbendên
xwe gazî piştevanîyê bikin. Di nav vî agirî da Kurd divêt çembera hedefê mezin
nekin û hejmara dijminan zêde nekin. Vê gavê, îro, di nav vî agirê Efrînê da
divêt hedef li ser dewleta Tirk bête biçûk kirin û hemû dîqqet li ser vê
dewleta xwûnxwar bête kom kirin. Kurd û Kurdistanî divêt berê tîrên xwe bidene
ser Tirkîyeyê.
Kurd û Kurdistanî divêt beramberî dewleta Tirk şerê
man û nemanê bikin. Armanca dewleta Tirk bi Efrînê ve teng nîne û divêt rê li
ber wan bête girtin.
Roleke mezin dikeve ser milên dost û hevalbendên
Kurdan jî. Kurd û Kurdistanî divêt bi xurtî bangî wan bikin ku di vê roja tengavîyê
da bi xurtî û aktîvî bêne hawara miletê Kurd û Kurdistanê.
KNK bi giringî dixwaze gazîya xelkê Kurdistanê bi
dinyayê ra, bi dost û hevalbendan ra rabigihîne ku heke dê bo Kurdistanê
tiştekî xêrê bikin divêt îro bikin û bêne hawar û gazîya Efrînê û dewleta Tirk
şermizar bikin.
KNK bangeke jîyanî dike ku dengê berxwedêra mezin ya
Efrînê Avesta Xaburê bêyî deng nehêlin. Dengekê bidin. Dengekê bidin ku di serê
dewleta Tirk da deng vede.
Efrîn berxwedaneke destanî dide. Efrîn afirînêr e. Efrîn
bi vê berxwedêrîyê ve dê azadîyê biafirîne. Xelkê Kurdistanê bawerî bi vê
reftara pîroz ya Efrînîyan heye. Lê erkên neteweyî û niştimanî erkên hevpar in.
Lewma divêt çeperê parastinê di dora Efrînê da neyê hêlan. Her der divêt Efrîn
be û ev êrişkarîya dewleta Tirk divêt bi kir û kiryarî bête rûreş kirin.
Efrîn bakura Kurdistanê ye, Efrîn rojhilata Kurdistanê
ye, Efrîn başûra Kurdistanê ye, Efrîn rojavaya Kurdistanê ye, Efrîn dîasporaya
Kurdistanî ye. Bi vê bîr û bawerîyê hemû Kurd, Kurdistanî di 3ê Sibatê da li
her derê lê dengekê bidin, dengê dost û hevalbendan tevî dengê xwe bikin, ji bo
Efrînê, ji bo parastina Efrînê û Efrînîyan, ji bo doza mezin ya Kurd û
Kurdistanê dengekî gur bidin û bi vî dengê bilind erîşkarî û dagîrkerîya
dewleta Tirk protesto bikin.
Konseya
Rêvebir ya KNKê
31
Kanûna Paşîn [January] 2018, Bruksel
Not:
Ev nivîs bo KNKê hatîye
nivîsîn-RH