...
Îro xelkê Kurd,
Kurdistanîyan û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahîyeke
mezin ya xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa herwekî
naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê pîroz dikin. Xelkê Kurd û
Kurdistanîyan bi têkoşîna xwe ya heq serî li dagîrkeran çemandin ku îro êdî
nikarîn pîrozbahîyên Newrozê qedexe bikin.
Kurd û Kurdistanîyan, Newroz
di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li şehran, li zîndanan, li her cih û
warê jîyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.
Agirê Newrozê îro gurtir e
li Kurdistanê. Li başûr û rojavaya Kurdistanê bi rengekî fermî û xelkî tête
pîroz kirin. Li rojhilat û bakura Kurdistanê jî herwekî çeper û sengera
têkoşînê tête pîroz kirin û agirê rizgarî û azadîyê gurtir tête hilkirin.
Yêk ji xala giring ya
naveroka Newrozê jî neteweyîbûn e. Newroz cejneke xelkî û neteweyî ye. Hemû
baskên civatê dide ber singê xwe Newroz. Di van rojên dijwar yên têkoşîna dijî
dagîrkeran da ev rûyê başî û qencîyê yê Newrozê divêt neyê beqem kirin û
zêdetir divêt bête pêşxistin ku dagîrkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên
neteweyî yên Kurdistanê da dubendîyê nebînin.
Di vê qonaxa giring ya
prosesa têkoşîna rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistanê da agirê Newrozê divêt
bibe ronahîyeke geş ya tifaq û yêkîtîya xelk û neteweyê Kurdistanê.
Bi vê bîr û bawerîyê Newroza
hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dilgermîya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.
Bila Newroza ev sale ya
2017ê bibe çeperê yêkîtî û tifaqa navxweyî û serkevtinên mezintir.
Agirê Newrozê gur û geştir
bikin!
Newroz pîroz be!