Di roja jinan ya
dinyayê da dîsa ve durûtî dê bête jîyan. Mêrên zihnîyet mêrşah dê rondikên
tîmsahî bibarînin û vê roja jinan pîroz bikin. Jinên ku kurên xwe bi zihnîyeta
mêrşahî mezin dikin û digihînin dê vê roja xwe pîroz bikin û gazindeyan ji
mêran bikin. Mêr dê barê namûsê dîsa ve bidine ser milên jinan û bi van
pîrozbahîyên durûtî bênamusîya xwe ya beramberî jinan bipeçinin.
Eve serê sedan
salan e ev çerxe bi vê paradoksê tête zivirandin. Helbet jinan ev roje bi têkoşîn
û keda xwe bi dest ve înane û bi dinyaya mêran jî dayîne qebûl kirin ku eve ji
bo xaneya jinan zêdehîyek e, serkevtinek e û heqê wan e ku bi vê pratîka xwe
serbilind jî bin.
Lê mixabin ku jin
hêj jî di vê dinyaya zihnîyet mêrşahî da ji mafên xwe yên bingehîn yên kamil
dûr in. Di welatên herî pêşkevtî da jî jin di warê maf û azadîyan da gavekê li
paş in. Belêm divêt bête qebûl kirin ku di van salên dawîyê da bizava jinan hêj
xurttir û organîzetir bûye û eve ji bo paşeroja jinan cihê geşbînîyê ye.
Heqê jinan e ku vê
roja xwe layiqî naveroka xwe pîroz bikin û bo zêdetir mafên xwe bikine
platformeke mezintir. Lê ya esasî divêt mêrên zihnîyet mêrşahî rewşa xwe bidine
ber çavan, kumê xwe danine ber xwe û kûr bihizirin: Gelo boçi beramberî jinê
hinde zalim in, hinde durû ne, hinde bê wijdan, bê insaf û hêj girantir hinde bê
ehlaq in. Ev sifetên kirêt wekî gilwazekê hêj jî di stuyê mêrên zihnîyet
mêrşahî da ne. Lê ecêbîya mezin ew e ku ev mêrên zihnîyet mêrşah rûçir in û vê
kirêtîya xwe bi hizaran hîle û çep û lêhban vedişerin, dipeçinin, perde dikin û
xwe wekî terefdarê mafê jinan difiroşin!. Ecêbî ev e. Bi devî û li derveyî
malê, li nav civatê xwe mafparêzên jinan didine nasandin, xwe aktîvistên mafê
jinan didine pêş, lê di eslê xwe da ne wisa ne. Gava ketine nav çar diwarên
malê û rû bi rûyî jina xwe hatin, yêkser rûyê wan yê heqîqî derdikeve meydanê û
gelek bêperwa mêranîya xwe ya zihnîyet mêrşah didine der û jina xwe wekî xidama
xwe didine kar. Hem bi uslûbekî kirêt, hem bi reftareke neşirîn diaxivin û
hereket dikin. Rûyê wan yê rastî ev e yê li malê nîşan didin. Yê li derve
didine xuya kirin ne rast e, qelp e, sexte ye, direw e. Mêrên zihnîyet mêrşah
yên edetî, yên konservatîv, yên mejî kevin vê dikin û ji wan têt!. Lê ya herî
balkêş ew e ku mêrên goya xwudan bîr û hizirên pêşkevtî, demokrat hetta
sosyalîst vê durûtîyê dikin. Bi navê maf û azadîyan, wekhevîyan, bi navê mafên
mirov, bi navê demokratî û sosyalîstîyê, bi navê sosyaldemokratîyê, bi navê
komunîstîyê mêranîyeke tam zihnîyet mêrşah dikin di pratîka xwe da. Ji alîyê
teorîk ve di menqelê da xwelîyê nahêlin belêm di pratîkê da bereks hereket dikin
û xwe dikine nimûneya kirêtîyê.
Bêdadîya bi serê
jinê tête kirin ji vê zihnîyeta mêrşahî têt helbet. Mêrên zihnîyet mêrşah
desthilata xwe ya sedan salî digel jinê parve nakin. Barê jîyanê didine ser
jinê. Jinê dikine mirîşka kurk û xwudankirin û gihandina zaroka dihêline ser stuyê
wan. Lê wekî me di serî da gotî, jin bi xwe jî beramberî xwe bêdad e, bê wijdan
e. Kurên xwe bi zihnîyeta mêrşahî mezin dikin, digihînin. Jina di nav civata
edetî da wisa dike lê jinên xwanda û pêşkevtî jî mixabin hêj jî mêran dikine
rêberên xwe yên bîr û hizirî ku eve ji sekina bi xwe bawerîyê dûr e. Jin divêt
ji her alî ve xwe be, xwe ava bike, xwe vejîne û xwe bike nimûneya xwe, neku
mêran. Jina nexwanda jî ya xwanda û pêşkevtî jî di beramberî zihnîyeta
mêrşahîyê da di nav paradokseke kûr da ne û têkoşîneke xurt nadin, zeafeke
mezin nîşan didin ku ev reftara wan pozisyona wan ya beramberî mêrê zihnîyet
mêrşah lawaz dike ku encama wê berdewama bindestîya wan e.
Dinyaya îro hêj jî
bi zihnîyeta mêrşahîyê tête îdare kirin. Hêj jî di navbeyna mêr û jinê da
wekhevî pêknehatîye. Dad û dadyarî, wijdan, insaf, ehlaq û namûs di pirsa jinê da
mixabin li ber çav nayên girtin. Mêrên zihnîyet mêrşah her li beroka xwe ne.
Mêrên zihnîyet mêrşah rehetîya xwe di vê egoîzma xwe ya kirêt da dibînin û xwe
hizar car kirêttir dikin.
Mêrên zihnîyet
merşah hêj jî jine wekî objeyekî seksê dibînin û wisa reftar dikin.
Mêrê ku dujinîyê bo
xwe heq dibîne hingê divêt qebûl bike ku jina wî jî heqê dumêrîyê heye!.
Mêrê barê namûsê
dide ser milê jinê û namûsê di navrahna jinê da dibîne divêt bizane ku ew bênamûs
e!.
Mêrên zihnîyet
mêrşah dinya û jîyan gelek kirêt kirine!.
Jin di vê roja xwe
da dîsa ve hawarê dikin ku mêrên zihnîyet mêrşah bêne edaletê. Lê nayên. Divêt
jin bi hêza xwe, bi keda xwe, bi têkoşîna xwe van mafên wekhevîyê bi dest ve
bînin. Heke li hêvîyê bin ku mêrên zihnîyet mêrşah mafên wan bidin, dê hêj
gelek bimînin û xiyalşkestî bin.
Bi her hal îro ji
duhî baştir e û jinan merheleyeke hêvîdar dayîne ber xwe û paşeroja wan ronahî
ye. Çu têkoşîn, ked û xebat bi avê da naçe. Ev mafên kêm yên heyî jî bi ked û
renca xwe standin jinan. Divêt vê rika xwe bidomînin. Mêrên ji zihnîyeta
mêrşahîyê dûr jî divêt mil bi milê jinan bin û mutleq piştevanê jinan bin û di
vê prosesa têkoşîna ji bo maf û azadîyan da jinan bi tinê nehêlin.
Hêvî dikin jin
zûtirîn dem bigihine maf û azadîyên xwe yên kamil û digel mêran jîyaneke wekhev
ava bikin û bigihine vê xwezîya xwe ya heq û rewa.
Azadîya civatê ne
tinê karê mêran e, karê jinan e jî.
Bi van bîr û
hiziran 8ê Adarê roja jinan pîroz dikin.
Bila serkevtî bin
hemû jinên dinyayê.
ROJAN HAZIM