søndag den 22. januar 2017

BOYKOT Bo Makqanûna TCê - ROJAN HAZIM




Makqanûna TCê pêkve antî Kurd û antî Kurdistan e, lewma di referanduma patekirina makqanûna TCê da pozisyona Kurd û Kurdistanîyan divêt BOYKOT be!.
Teklîfa 18 maddeyî ya patekirina makqanûna TCê bi piranîya dengên AKP û MHPê ji meclisê "Belê" wergirt. Ev teklîfe li ser mutabeqeta Erdogan û Bahçelî gihişte vê dereceyê. Serokwezîr Yildirim navbeynkarî kir di vê pêkhatinê da. Nihe çav li rê ye ku Erdogan wekî serokê komarê vê teklîfa ji meclisê derbaz bûyî îmza bike û bibe referandumê. Xuya ye li bihara li pêşîya me dê ev referandûm pêkbêt.
Di vê teklîfa patekirinê da cepheyê dewleta TCê bû du bend. AKP + MHP û xeleka li dora wan rehîya xwe kivş kirin û ji xwe amadekarî jî wan kiribû. Bi vî rengî baraja hejmara 330ê derbaz kirin û teklîf dê biçe referandumê. Cepheyê dî yê TCê anku CHP û bilumûm terefdarên wan pozisyona NO wergirtin.
Mixabin ku HDPya ku bi giranî li ser zemînê Kurd û Kurdistanîyan avabûyî jî gelek bi lez û bez xwe da alîyê cepheyê NOyê. Xwezî ev leze nekiriba. Tête hêvî kirin ku ji vê pozisyona xwe ya xelet vegere...
Wekî tête zanîn, makqanûn peymanên huqûqî, sosyal û polîtîk in di nav sîstemên dewletan da. Dîsa ve ne hewece ye ku behsê rengê dewleta TCê jî bikin. Herwisa li ser naveroka teklîfa guhorîna makqanûnê jî qet pêdivî nîne ku  rawestin.
Bo Kurdan giring ew e ku siyaseten divêt çi bête kirin.
Her di serî da divêt bêjin ku Kurdistan wekî welatekî dagîrkirî û hatîye kolonî kirin û Kurd wekî xelkekî bindestkirî ji teref TCê ve ne muhatabê vê makqanûnê ne. Makqanûna TCê ji bo Kurd û Kurdistanîyan belgeya zulm û prangayê ye.
Kurd û Kurdistanî ji bo rizgarîya welatê xwe, bo azadîya xwe têkoşînê didin.
Armanca mezin rizgarîya Kurdistanê ye û azadîya xelkê Kurdistanê ye.
Lê belê, di rewşa heyî ya navxweyî, navçeyî û dinyaya îro da armancên konjonkturel hene. Di halê hazir da Kurd û Kurdistanî ji bo statûyekê têkoşînê didin. Ew statû dê çi be, dê çawan be ew girêdayî prosesa têkoşînê û balansa terefan û rewşa bi giştî ya konjonkturel e. Anku rengê statûyê pozisyon dê tayîn bikin.
Makqanûn di halê hazir da qet ne behsê munaqeşeya digel dewleta TCê ye îro.
TC makqanûna xwe carina li goreyî hewcehîya xwe pate dike [pîne dike] lê di van operasyonan da çeperê dewleta xwe ya nijadperest tehkîm dike. Patekirinên wan çu caran ber bi nûbûn û demokratîkbûnê ve nînin, tam bereks ber bi kevneperestî, nijadperestî û antî demokratîkbûnê ve ne.
Di vê prosesa patekirina makqanûnê da guhorînên li ser Kurd û Kurdistanê nînin.
Makqanûna îro digel hemû revîzeyên ku lê hatine kirin dijî Kurd e, dijî Kurdistan e.
Makqanûna îro digel hemû guhorînên xwe dijî demokrasîyê ye, antî demokratîk e.
Bizava neteweyî ya Kurdistanê herî dawîyê di 12ê Îlona 2010ê da pozisyona xwe beramberî referanduma makqanûnê kivş kir û boykot kir ku hingê me jî di nav KNKê da ev pêşniyare kiribû. Boykot pozisyoneke rast bû û li Kurdistanê tesîr kir û digel hemû zulm û zora dewleta TCê nêzîkî seda 12 rehîya boykotê derket.
Îro êdî kivş bû ku prosesa guhorîna makqanûna TCê ya bi tifaqa AKP û MHPê çêbûyî dest pê kir. Bi her hal hewayekî dî anjî ihtimalên dî jî derkevine meydanê, di pirsa makqanûnê da divêt pozisyona Kurdan zelal be.
Siyaseten -çi timamî çi qismî-, makqanûna digel Kurdan nehatîye çêkirin ne ya Kurdan e. Kurd û Kurdistanî di vî warî da divêt dudil nebin.
Rewşa îro ya siyasî ji alîyê Kurd û Kurdistanê ve xuya ye. Di dereceya herî bilind da mengeneyê zulmê hatîye şidandin. Di serî da Öcalan bi hizaran girtîyên polîtîk hene. Herweha şehridar û parlementer jî zîndanî ne.
Di vê rewşê da pozisyona Kurd û Kurdistanîyan divêt redda vê siyaseta TCê be.
Di ekuasyona [denklem] siyasî ya îro da, ku ji xwe Kurd pêkve li derveyî vê ekuasyonê jî hatine hêlan, guhorîna makqanûnê ji alîyê têkoşîna bizava neteweyî ya Kurdistanê ve manayekê îfade nake û divêt bête boykot kirin.
Bizava neteweyî ya Kurdistanê aktorekî sereke yê siyasetê ye di têkoşîna dijî TCê da. TC bi hemû kir û kiryarên xwe yên îro ve dixwaze bêhnê li Kurdan çik bike. Rewş qat bi qat ji şertên 12ê Îlona 2010ê xirabtir e.
Lewma hem komple makqanûna TCê bi xwe, hem jî hemû operasyonên li ser makqanûna TCê têne kirin ji alîyê total ve dijî Kurd in, dijî Kurdistanê ne û bizava neteweyî ya Kurdistanê jî divêt bi rengekî total red û boykot bike.
Boykot nayê wê manayê ku Kurd û Kurdistanî vê referandumê micid nagirin anjî beramberî vê prosesê xemsar bin. Nexêr tam bereks, Kurd û Kurdistanî divêt hem prosesê, hem jî niyeta çi desthilat çi jî opozisyon hemû elementên TCê anku pozisyona dijminî ciddî bigirin û li goreyî vê ciddîyetê pozisyona xwe aşkera bikin û herwisa xwe mecbûr nebînin ku xwe di cepheyên "BELÊ" û "NO" da bi cih bikin. AKP û MHP li milekê, CHP û terefdarên wê xetê jî li milê dî yê vî sîstemî ne. Cihê Kurd û Kurdistanîya ne ev herdu cephe ne. Makqanûn bi halê xwe yê berê jî û bi vî halê patekirinê jî dijî Kurd û Kurdistanê ye. Kurd û Kurdistanî divêt gelek aşkera bêjine berpirsiyar û temsîlkarên vî sîstemê dagîrker û kolonyalîst; "madem we em derveyî vê prosesê hêlane hingê em jî di vê bazara we da nînin" û divêt bi dengekî bilind bêjine wan; "sekina me sekina Kurdistanê ye"!..
AKP + MHP û CHPê herî dawîyê di rê li ber vekirina girtina parlementerên Kurd yên di nav HDPê da bi yêkdengî hereket kirin. Sîstemê dewleta TCê yê dagîrker û kolonyalîst bi serokwezaretî be an bi serokkomaretî be ferq nake ji bo Kurd û Kurdistanê. Naveroka makqanûna TCê ya dijî Kurd, dijî Kurdistan û hetta dijî mirovî li meydanê ye. 18 maddeyên patekirinê jî bi timamî tehkîmkirina sîstemê zalim yê TCê ne.
Meseleya makqanûnê ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve bi teknîka huqûqî nayê îzah kirin. Ji milê polîtîk ve belgeya esareta TCê ye.
Du cepheyên dewleta TCê li ser makqanûna xwe ya dijî mirovî û antî demokratîk ketine rikeberîyê û di du çeperên "BELÊ" û "NO" da pozisyon wergirtine. Di herdu alîyan da jî cihê Kurd û Kurdistanîyan nîne. Naveroka makqanûna TCê bêyî patekirin an bi patekirin fermana domandina sîstemê dagîrkerî û kolonyalîstîya TCê ye.
Kurd û Kurdistanî nabe ku tercîha van du terefên leyiza TCê bikin. Herdu alî jî xetên sîstemê dijminê Kurd û Kurdistanê ne û tercîhkirina terefekî dijminî bi gotina herî sade kiryareke xelet e!.. Tercîha Kurd û Kurdistanîyan, pozisyona Kurd û Kurdistanîyan di vê prosesê da divêt BOYKOT be!
TCê vê gavê Kurdistan adeta kirîye gor û goristan, wêran kirîye, xelk derbeder kirîye û di vê rewşê da dê referanduma patekirina vê makqanûna bêdad bête kirin û Kurd jî dê biçine ser sindoqên ku di vê cehnema ku wan pêkînayî da dengê "BELÊ" anjî "NO" bidin!.. Nabe û eve bi aqilê Kurd û Kurdistanîyan leyistine û ne ehlaqî ye, ne wijdanî ye, ne rast e!.. Nekin, nekin vê yêkê ji xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan nexwazin. Yêk dengê Kurd û Kurdistanîyan heye û ew jî redda vê polîtîka TCê ye ku belgeya vê polîtîka wan ya zalimane jî makqanûn e.
BOYKOT nîşandana reftar û rengê Kurdistanîbûyînê ye!
Kurd û Kurdistanî divêt bi vê pozisyona BOYKOTê bêjine hemû terefên TCê ku makqanûna we bi her halî ve bila bi serê we da bête xwarê!..
ROJAN HAZIM
22 Kanûna Paşîn [January] 2017

Not I.:

Serokkomarê TCê teklîfa referanduma li ser guhorîna qismî ya makqanûnê [ya rastî patekirina makqanûnê] îmza kir [10ê Sibatê] û roja referandumê xuya bû.

Prosesa referandumê gelek bi zor û zehmetîyan ve tijî ye. Hukûmeta AKPê û hevalyansa wê MHP di halê hazir da ketine tengavîyê. Rewşa terefan [BELÊ û NO] di nîvekê da ye anku "fîftî fîftî" ye. Bi taybetî xwazyara vê guhorîne AKP tengav e. Di vî delîveyî da firset e ku bizava neteweyî ya Kurdistanê jê istifade bike. Kurd dikarin manewrayê bikin di vî demî da. Sîstemê TCê eve dehan sal e serokwezaretî ye û ji bo Kurd û Kurdistanê herdaîm zulm û zor bûye. Vê carê bi taybetî baskê konservatîv û dîndaran dixwazin serokkomaretîyê bînin. Partîya Bizava Nasyonalîst [MHP] jî bi armanca parastina nijada Tirk û Dewleta nijadperest ya Tirk piştevanîya AKPê û vê guhorînê dike. Baskê îslamîst vê hemleya patekirina makqanûnê û înana serokkomaretîyê adeta wekî rovanşa dijî Kemalîstan dibînin û hemû hêza xwe bo serkevtina di referandumê da seferber kirine. Di vê rikeberîya Kemalîst û Îslamîstan da Kurd divêt berjewendîyên xwe esas werbigirin. Heke terefên Serokkomaretî ku serkêşîyê AKP û Erdogan dikin, daxwazên Kurdan yên di vê rewşê da qebûl bikin Kurd dikarin vê bazarê bikin. Herçend serborîya AKPê û Erdoganî çu bawerî nehêlaye di dil û mejîyê Kurdan da, lê polîtîka reel li ser berjewendîyan bi rê ve diçe û hissîyatê ranake û divêt bi xwûnsarî û mantiqî bête hereket kirin. Di vê çarçoveyê da pirsa sereke ew e ku Kurd dê çi qazanc bikin di vê bazarê da. Di polîtîkaya li ser esasê berjewendîyên neteweyî da sil û sarî nabe, der û pencere li ser hev nayên girtin. Li qazancê tête geryan, mesele ev e. Parastina sîstemê serokwezaretî ya salan ya TCê ne karê Kurdan e. Di serokwezaretîya heyî da israr bi rengekê statukoperestî ye. CHP û baskê wan statokoyê diparêzin û dijî serokkomaretîyê ne. Bo Kurdan asêtîya van du teklîfan nîne û divê nebe. Sîstemê heyî, serokwezaretîyê heta nihe tiştek nedaye Kurdan û bi vê tabloya heyî jî nade. Her guhorîn digel xwe negatîvîyet û pozîtîvîyetan tîne. Bêyî analîz û hilsengandineke li goreyî berjewendîyên neteweyî hema wisa bi rûavkî dijî serokkomaretîyê rawestan çend di lehê berjewendîyên Kurdan da ye divêt bête hilkolîn.
Rastîyek îro li meydanê ye ku AKP di tengavîyê da ye. Kemalîstan dîsa ve di parastina statukoyê da serî rakirine. Di uslûb û reftara parastina wan ya sîsteme serokwezaretîyê da misqalek demokrasî û qebûlîya mafên Kurdan nîne. Helbet di teklîfa AKPê û parastina wan ya serokkomaretîyê da jî tiştekî di xêra Kurdan da xuya nake. Lê belê, di rikeberîya herdu baskên TCê ya li ser serokwezaretî û serokkomaretîyê da Kurd divêt li rexekê pozisyonê wernegirin. Bo Kurdan berjewendîyên neteweyî esas in. Lewma di halê hazir da û li goreyî şert û mercên navxweyî, navçeyî û dinyayê da bizava neteweyî ya Kurdistanê divêt bikeve nav hewildanan ku dê çawan ji vê rikeberîyê istifade bike. Dem e ku ji alîyê bizava neteweyî ya Kurdistanê ve manewrayên polîtîk bêne kirin û rewşê vegerînine lehê xwe. Eve encam dide an nade ew tiştekî dî ye, lê berdikeve ku heta dawîyê hewildanên bi vî rengî hebin û bêne kirin.

Kurd di navbeyna BELÊ û NO da divêt pozisyona xwe ya BOYKOTê ragirin û vê sekinê bikine qazanca daxwazên xwe yên bi garantî.


Not II.:

Piştî îmzaya serokkomar Erdogan teklîfa referandumê ji bo Komisyona Bilind ya Hilbijartinan [YSK] hate rêkirin. Komisyona Bilind ya Hilbijartinan jî wekî dihate hêvî kirin, ji bo roja referandumê biryar li ser 16ê Nîsana 2017ê da. Ev biryare di Rojnameya Fermî [RG] ya TCê da hate belav kirin û êdî bû biryara fermî ya dewletê. Hazirîyên referandumê dest pê kirin.  

Kurd di vê referandumê da ne yêk in. Baskê PKKê NO dibêje. Partîyên dî yên Kurdistanê hêj pozisyona xwe kivş nekirine. Partî, grûb û şexsîyetên derveyî baskê PKKê mixabin ku di nav xwe da ne zelal in û di tesbîtkirina pozisyona xwe da dudil in, ji cisareta polîtîk û reftara bi xwe bawerîyê dûr in. Kurdên li dora AKPê bi cih bûyî ji xwe ew piştevanîya AKPê dikin û BELÊ dibêjin...

Reftar û pozisyona Kurdistanî bêyî dudilî û gelek zelal û sahî divêt li goreyî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê be. Kurd divêt sekina xwe ya neteweyî bi cisaret îfade bikin û neçine ser sindoqê. Makqanûna TCê bi her halî dijî Kurd e û herweha bi halê kevin û yê patekirî jî sîstemekî dijî Kurd dîzayn dike. Huvîyeta rehîya bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanê divêt ji ya baskên TCê cudatir be û ew jî BOYKOT e.

Sîstemê antî demokratîk yê dewleta TCê bi hemû rengên xwe ve ketîye nav proseseke krîzê û eve dê wan ber bi hilweşînê ve bibe. Dûr an nêzîk ev sîsteme bi vî rengî naçe. Ne halê kevin nejî halê patekirî çare nîne bo TCê. Kurd divêt nebine stûneke ragirtin û parastinê ya vî sîstemê bêdad û zalim. Niyet çi dibe ferq nake, li dora baskên civata Tirk ya çep an rast pozisyon wergirtin îdentîtêta [huvîyeta] polîtîka serbixwe ya Kurd û Kurdistanê bêreng dike û xelet e. Baskên çep û rast yên civata Tirkîyeyê di polîtîka TCê ya li ser Kurdan da kêm zêde hemfikir in û hemû hewildanan ji bo silametîya paşeroja dewleta xwe ya nijadî dikin. Hejmareke biçûk ya sosyalîst, humanîst û demokrat yên Tirk piştevanîya Kurdan bikin jî eve istisna ye û istisnabûna wan qayîdeyê giştî xirab nake û rastîya TCê ev e ya ku îro tête dîtin. Kurd divêt xwe mecbûr nebînin ku wekî grûbên marjînal yên çep, demokrat û lîberal yên Tirk pozisyonê werbigirin. Di pozisyon wergirtinê da xala esas berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ne û divêt wisa bête kirin. Bihêlin bila ev TC bi serê wan da hilweşe. Heta ev TC kavil nebe avabûneke nû çênabe. Ne baskê Kemalîst nejî baskê Îslamîst yê TCê. Ketina derdê TC ne karê Kurdan e.

15 Sibat 2017

RH

Not: III.:

Di pozisyona beramberî referanduma patekirina qismî ya makqanûna TCê da ji cepheyê Kurdistanê ve nihayet zelalîyeke nû çêbû. Sê partîyên bakura Kurdistanê, PAK, PSK û PDK-Bakur bangeke hevpar [3 Adar 2017] dan û ji xelkê Kurdistanê xwastin ku referanduma 16ê Nisanê protesto bikin û neçine ser sindoqan. Gotina "boykot"ê bi kar neyînane lê di encam da pratîk ew e anku boykot e. Bi her hal pozisyon rast e. Kurd û Kurdistanî divêt bizanin ku pirsa makqanûnê pirseke giring û stratejîk e. Makqanûn belgeyeke peymanî ye. Di navbeyna TC û Kurdan da misyoneke peymanî ye anku peymanname ye. Belgeyeke rêzê nîne. Makqanûna ku digel Kurdan neyête gotûbêj kirin, çarçoveya wê bi dînamîkên Kurd û Kurdistanê ve neyê tesbît kirin, statuyeke bi nav kirî neyê îzah kirin û dest nîşan kirin ew makqanûn ne ya hevpar e û divêt bête red kirin.

Vêca ev makqanûna heyî û ya ku tête xwastin bête pate kirin jî dijî Kurd e, dijî Kurdistan e. Ya herî giring digel berpirsiyarên Kurd û Kurdistanê nehatîye got û bêj kirin. Ji ber van binasan Kurd divêt yêkser vê reftar û pratîka TC red bike, qebûl neke û referandumê jî boykot bike. Boykot kirin di encam da neçûna ser sindoqê ye û Kurd divêt neçine ser sindoqê.

Kengî berpirsiyarên TCê digel rêvebir û berpirsiyarên Kurd û Kurdistanê di pozisyoneke wekhev da rûniştin û digel wan makqanûneke nû çêkirin ku tê da statuya Kurdan dîyar kirî be hingê Kurd dikarin rehîya xwe ya BELÊ deklare bikin.

Di halê hazir da TC sê meymûnîyê digel Kurdan dileyize û bi çu rengî digel Kurdan nade nastîne û di ser da jî Kurdistan kirîye mezbeha û zîndan. Kurd di vê rewşa wêranker da dê çawa biçine ser sindoqa ku ji alîyê wan ve ne meşrû. Lewma Kurd û Kurdistanî bi dilekî rehet, wijdanî û ehlaqî dikarin nerazîbûna xwe bi rengê neçûna ser sindoqê anku boykotê nîşan bidin.

Xwezî di vê pirsa hinde giring û stratejîk da dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê hevbîr ban, hevpozisyon ban û bi neçûna ser sindoqê derseke têra xwe xurt dabane TCê. Lê mixabin ku di vê pirsê da jî cepheyê Kurdistanê yêkdeng nîne, ji hev belav in û eve bi gotina herî sade xirab e.
Lê çi bikin; êdî kes bin, an kêm hêz bin bila vê pozisyona xwe ya neteweyî û welatî [niştmanî] nîşan bidin û bi neçûna ser sindoqê anku boykotê dijî polîtîka birandêr ya TCê pozisyona Kurd û Kurdistanîbûyînê nîşan bidin. Boykot nîşandaneke Kurd û Kurdistanî ya dijî sîstemê kolonyalîstîya TCê ye.
Axir di referanduma 16ê Nîsana 2017ê da ji bo patekirina makqanûna TCê ya 18 maddeyî hem zemînê fireh yê polîtîkaya Kurdistanê, hem pozisyona dînamîkên neteweyî û niştimanî ji hev belav e. Ji dînamîkên neteweyî baskê PKKê digel hevcepheyên xwe yên çepên Tirk û Tirkîyeyî NO dibêjin. Baskê îslamî yê Kurdistanê anku HUDAPAR digel AKPê BELÊ dibêjin. Kurdên di nav AKPê da, ku ji sekina neteweyî û niştimanî dûr in û tifaqdarên dewleta dagîrkerin, ji xwe tebîîyen bi polîtîka AKPê ra ne û BELÊ dibêjin. Di baskê fireh yê neteweyî û niştimanî yê Kurdistanê da, digel şexsîyetên serbixwe yên Kurdistanê PAK, PSK, PDK-Bakur jî BOYKOT dibêjin.
Kurd û Kurdistanî bêyî ku dijî hev bikevine nav munaqeşeyên stewr û bêbin, bêyî ku hevdu tehqîr bikin, biêşînin û bi term û gotinên negatîv hevdu itham bikin û serê hevdu bişkênin, bi rengekî demokratîk bila rehîya xwe kivş bikin û di pratîkê da jî nîşan bidin û bi cih bînin. Hewayê azad û demokratîk yê Kurdistanê divêt wisa be. Herkes û fikra xwe, herkes û kiryara xwe.
ROJAN HAZIM
5 Adar 2017