tirsdag den 8. september 2015

Wax Alan - ROJAN HAZIM



Ax Alan,
Te bi wê bedena xwe ya biçûk çawa dinya hejand...
Te çi kir Alan...
Alanê nazdar,
Te bi wî jîyê xwe yê sê salî dinya çawa kire sê kujî...
Te Deryaya Spî çawa kire "Secdeya Spî"...
Wê deryayê tu xeniqandî û avêtîye ser xizê xwe, belêm te dîsa ve serê xwe da ber wê deryayê...
Tu boçi ji Kobanîyê hatî?
Te boçi Kobanî hêla?
Te bi wan pêlavkên xwe yên biçûk yên sporî nîşan da ku tu bêyî dil ji Kobanîyê derketîyî...
Nehêlan tu zarokîya xwe li bajêrkê xwe bijî...
Jîyan li te û binemala te heram kirin...
Tu li cihekî tena digerîyay...
Daku bi rehetî bijî, biçîye dibistanê, bixwûnî û bibîye xwudan kar...
Mixabin ev dergehên jîyanê pêkve li te hatin girtin...
Belêm te dîsa hêvîya xwe berze nekir...
Te hemû rê dane zorê ku ronahîyekê peyda bikî...
Te xwe gihande deryayê...
Şeva 1ê Îlonê te rêya deryayê da ber xwe...
Ma te nedizanî ku ew roj roja aştîyê ye...
Belêm dinyayeke bê aştî!..
Bêyî hemd te dixwast xwe bigihînîye aştîyê...
Deryayê rê neda...
Belêm sûc ne yê deryayê ye...
Yên ku tu, birayê te Galib, dayîka te, babê te ji axa we dayîne rakirin sûcdar in...
Derya çi bike...
Te 1ê Îlonê roja aştîya dinyayê da rê...
Belêm spêdehîya 2ê Îlonê li perê deryaya spî li ser xîzê sar bûy...
Tu ji peravê Bodrumê sax li kelekê suwar bûy...
Lê mixabin her wê şevê pêlên deryayê tu avêtîye ser xîzê peravê Bodrumê...
Spêdehîya 2ê Îlonê, seet 6ê rojnamevaneke jin tu dîtî û ew resmê te yê ku bûye sembola penaberan kêşa û li dinyayê belav kir...
Tu zarokekî sê salî, bi wê bedena xwe ya biçûk mezin bûy, bûye dinya...
Bo penaberan bûye çira... Bûye betenî... Bûye nanekî tirsî... Bûye fireke avê...
Tu mirî lê ew xilas bûn...
Tu bûye ax, ew bûne jîyan...
Guh nedê tu bo hemû mirovahîyê bûye wijdan...
Bedena te ya biçûk mir, belêm navê te mezin bû, tu bûye navekî nemir...
Te dilê herkesê sot...
Te agir berda dilê herkesê...
Te çav tijî rondik kirin...
Belêm tu bûye hawar...
Tu gihiştîye hawara mirovahîyê...
Mirovahî bi mirina te bi wijdana xwe hesîya...
Te dinya hejand Alanê biçûk...
Te xwe mezin kir...
Belêm xwezî tu sax mabay, ne mirîbay, bila navê te hinde mezin neba, tu nebaye sembola hemû penaberan...
Xwezî tu hinde nebaye rojeva dinyayê...
Xwezî tu sax bay bila te tinê kirasek, pêlavek û leyizokek heba...
Xwezî tu jîyabay, bila dinyayê hinde behsê te nekiriba...
Xwezî tu sax mabay bila maskeyê li rûyê mirovahîya bê wijdan dîsa maba...
Ax Alan...
Xwezî tu ne miribay...
Xwezî tu, birayê te Galib, dayîka te Rihan û babê te Abdullah li Kobanîya xwe ya hatîye wêran kirin maban, derneketiban, bila nanê we tirsî ba...
Xwezî tu girîbay, li wê keleka mirinê suwar nebay...
Xwezî te dehmenê dayîka xwe girtiba, kêşaba, dirandiba û nehêlaba li wê keleka mirinê suwar bin...
Xwezî te singê babê xwe daba ber mistan, pora wî kêşaba...
Xwezî te destê birayê xwe Galib girtiba û hûn revîban...
Xwezî te kiriba hawar û gazî...
Xwezî tu qîrîyabay û xelk li dora xwe kom kiriba...
Xwezî te xwe peritandiba ku hûn nekevine ser wê rêya bêyûm...
Xwezî li dûv xwezîyê...
Ev xwezîyên me jî ji ber wê "belkî"ya "belkî" ne...
Belkî tu nemiribay...
Mixabin ne xwezî, ne belkî te paşve nayînin...
Tu çûy...
Dinya hebe boçi...
Dinya bo te bigirî boçi...
Dinya bo te rondika biwerîne boçi...
Wekî tu nemay...
Çavê neyînîyê kor be...
Dinyaya zaliman kavil be, serûbin bibe...
Wan pêkve ev dinyaye li te heram kirin û tu di wê deryaya spî da xeniqandî...
Xwezî dûmahîka te wisa neba...
Çi bikin Alanê hêja...
Tu, birayê te, dayîka te, hûn çûn...
Babê te bi ezabeke mezin hûn dane ber singê xwe û înane ser axa bab û bapîran Kobanîyê...
Hûn dane axa we ya pîroz...
Axa we hûn hilgirtine nav sing û berê xwe...
Hûn rapêçan...
Axa we dîsa ve bo we bû war...
Hûn bûne bereketa axa xwe...
Babê we hemû teklîfên wijdankora red kirin...
Hûn dane axa xwe û ma li ber serê we...
Babê te, babê we di nav êşeke, janeke kûr da ye...
Ji axivtinên wî xuya ye ku dê bo we bijî...
Hûn bûyne dinyaya wî ya nû...
Babê te yê bi kul û keser heroj xwe bo we diperitîne...
Belêm bê fayde ye...
Ya herî baş tu jî, hûn jî babê xwe efû û aza bikin...
Qet nebe jîyana xwe li babê xwe helal bike, helal bikin...

ROJAN HAZIM
8 Îlon 2015




**



Not:

Alan Kurdî, birayê wî Xalib, dayîka wî Rihan 1ê Îlona 2015ê şev li navbeyna Bodruma Tirkîyeyê û Giravê Kos yê Yewnanistanê, li Deryaya Spî, xeniqîn. Babê wî Abdullah sax xilas bû ji wê afatê.

Bi eslê xwe ji Kobanîya Rojavaya Kurdistanê ne. Wekî binemal çûyîne Şamê li taxê Rukneddîn bi cih bûne. Piştî şerê navxweyî yê li Sûrîyeyê û êriş û dagîrkerîya DAIŞê cih û warê xwe li paş xwe hêlane û hatine Tirkîyeyê ku di keysekê da xwe bigihînine Ewrûpayê û ji wê derê jî biçine Kanadayê nik xwûşka Abdullahî. Belêm mixabin pêlên ejderhayî yên Deryaya Spî ew daûran û rê li ber wan birî ku xwe bigihînine xwezî û daxwazên xwe.

Resmê meytê Alanî yê li wî peravê Bodrumê rojnamevana DHA Nilufer Demirê kêşa û belav kir. Ew resim bû sembola penaberên ku hewil didin xwe ji ser Deryaya Spî ve bigihînine Ewrûpayê û di nav wan pêlên hûtwarî da ditelifin.

Alan, Xalib û dayîka wan Rihan, 4ê Îlonê (2015) li Kobanîyê hatin veşartin.

Rêxistina xêrxwaz ya bi navê Sea-Eye, ku bi vapûr û keştîyên xwe li Deryaya Spî penaberan ji mirinê xilas dike, navê vapûreke xwe ya bi navê “Professor Albrecht Penck” kirine "Alan Kurdî". (Sibat 2019). Nihe ew vapûra bi navê ALAN KURDÎ li Deryaya Spî xwe digihîne hawara penaberan ku aqîbeta wan jî şubî ya Alan Kurdî nebe.