1ê Îlonê "Roja Aştîyê ya Dinyayê" pîroz be
1ê Îlonê "Roja Aştîyê ya Dinyayê" ye...
Bila li xelkê Kurd, Kurdistanîyan û hemû xelkên dinyayê pîroz be...
Belê bila pîroz be, bes gelo li dinyayê aştî heye?
Li navçeya ku welatê me Kurdistan lê aştî heye?
Li welatê me aştî heye?
Li nav xelkê me aştî heye?
Mixabin bersiva van pirsan bi erênî nikare bête dan!..
Çiku, ne li dinyayê, ne li navçeya ku wekî "Rojhilatanavîn" tête bi nav kirin û nejî li welatê me Kurdistanê aştî heye...
Anku;
Li dinyayê aştî nîne...
Li rojhilatanavîn aştî nîne...
Li Kurdistanê aştî nîne...
Li nav xelkan aştî nîne...
Li nav xelkê Kurd aştî nîne...
Li nav xelkên Kurdistanê aştî nîne...
Başe çi heye li vê dinyaya kavil û kambax ya ku em hemû têda dijîn?..
Di rûyê negatîv yê vê dinyaya malwêran da ma çi nîne...
Şer heye...
Xir û cir û vekêşkanê heye...
Bêhna hevdu çikkirin heye...
Jîyan li hevdu heramkirin heye...
Hesûdî heye...
Zikreşî heye...
Çavnebarî heye...
Mafê jîyana hevdu redkirin heye...
Inkar heye...
Lêdan û teda heye...
Zulm û zor heye...
Kuşt û kuştdarî heye...
Şiddet heye...
Newekhevî heye...
Teror heye...
Hefs û zîndan heye...
Bombarduman heye...
Feqîrî, xîzanî û birsîtî heye...
Binpêkirina maf û azadîyan heye...
Bêqanûnî heye...
Bêhuqûqîtî heye...
Bêedaletî heye...
Bêwijdanî heye...
Bêinsafî heye...
Bêehlaqî heye...
Bêhêvîtî heye...
Belê, mixabin ku ev hemû negatîvîyet bi gelekî ve hene...
Di rûyê pozîtîv yê vê dinyaya bêserûber da başî û qencî sed cara mixabin ku hind kêm in ku ber bi hejmartinê nakevin...
Helbete mumkun e ku herkes çend xalên erênî rêz bike...
Belêm hejmara van başî û qencîyan temetî serê tilên du destan in û her hind...
Ya sereke heke bête gotin ew e ku dinyaya jîyanê her ev e yaku em têda dijîn...
Jîyan digel hemû zor û zehmetîyan, digel hemû nexweşîyan, digel hemû kêm û kasîyan dîsa ve xweş e...
Bi feqîrî jî be...
Bi hejarî û belengazî jî be...
Bi nanekî tirsî jî be...
Bi tirarekî ava sar jî be...
Axir bêhnek tête wergirtin li vê dinyaya bêbext û eve jî tameke xweş ya jîyanê dide mirov...
Dîsa heke behsê başîyekê bête kirin divêt ji ser hebûna hêvîyê baz nedin...
Hêvî jî herdaîm heye di ruh, giyan û mejîyê mirov da ku eve jî hêz û heza jîyanê jînde digire...
Wekî bi gotina amîyane, digel hertiştî hêvî nanê feqîran e ku pê bête jîyan...
Li alîyê dî her reng, her cure û cins serdest û zalim jî di bin esmanê şîn yê vê dinyayê da dijîn û bêhnê werdigirin...
Feqîr û jar, ku piranîya xelkê dinyayê ne, jîyaneke adil û wekhevane dixwazin...
Bes serdest û heyî, ku kêmanîya vê dinyayê ne, tek û tinê jîyaneke xweş bo xwe dixwazin...
Feqîr û jar jîyaneke bi xêr û xweşî digel xwe bo herkesê dixwazin...
Belêm heyî, vê heyîtîya xwe digel çu kesê naxwazin parve bikin...
Serdest dixwazin herdaîm ew serdest bin û bindest jî her bindest bimînin û daîm hewcedarên wan bin...
Mistek serdest dixwazin her ew xwudan maf bin û bindest jî ku piranî ne, bêyî maf û azadî bimînin...
Eve jî paradoksa vê dinyaya xweş û nexweş e mixabin...
Maka hemû nexweşî, arêşe, alozî û pirozîkan ev bêedaletî, bêwijdanî û bêehlaqîya heyî ye li vê dinyayê...
Di dinyayeke bi vî rengî da dê çawa aştî hebe...
Di vê dinyaya tijî bêedaletî, bêwijdanî û bêehlaqî da her xelk, her welat bahra xwe dijî...
Di vê dinyaya bêedalet, bêwijdan û bêehlaq da bîr û hizra kê şiya kê li pêş e mixabin...
Herwisa di nav xelk, çîn û navçînên bindest da jî ev newekhevî, bêedaletî, bêwijdanî û bêehlaqî sed cara mixabin lê têra xwe heye...
Yên ku bo azadîyê, bo wekhevîyê, bo edaletê, bo wijdanê û bo ehlaqekî temîz têkoşînê didin, bedelên giran didin jî hizarcar mixabin tûşî vê nexweşîyê dibin...
Em dûr neçin, hema di nav civata xwe da, di nav xelkê xwe da em dişên van numûneyan bi zêdehî ve bibînin...
Sedan sal e ku welatê me Kurdistan bindest e, parçekirî ye...
Serê sedan salan e ku xelkê Kurd ji maf û azadîyan dûr hatîye hêlan...
Dijmin û neyar rola xwe ya bêyûm dileyizin...
Di deftera wan da tinê zulm heye, zor heye, kuşt û kuştdar heye, nînekirin heye, birandin û binbirkirin heye, asîmîlasyon û jenosîd heye...
Eve armanca wan e û ya bi dilê xwe dikin...
Di mejîyê dijmin û neyaran da, di kir û kiryarên wan da tek û tinê şer heye...
Xwudanên vî mejîyê qirêj dê çawa terefê aştîyê bin...
Ew dijminê mirovahîyê ne, lewma jî dijî aştîyê ne...
Eve rastîya dijmin û neyaran e...
Başe xelkê me beramberî vê bêdadîya dijmin û neyaran çawa dibe ku şûna aştîya navxweyî, şer û xir û cir û vekeşkanêya bêbina dike digel hevdu...
Eve çi bêhesûtî ye...
Eve çi korî û nebînîtî ye...
Hetta hêj girantir divêt bête gotin...
Eve çi bêmejîtî ye...
Eve çi dînîtî ye...
Xelkekî hinde bindest, hinde feqîr û jar, hinde paşdahêlayî, ji hemû maf û azadîyên jîyanê hatîye bêparkirin, hinde hatîye reben û perîşan kirin, çawa dibe ku jîyanê li xwe û heftê û heft babikên xwe heram dike, paşeroja xwe tarî dike, jîyana nifşên nû asteng û bi dîwar dike...
Aqil û mantiq qebûl nake yaku Kurd bi serê xwe tînin...
Helbet gotineke giştî ye ku xelk tête gotin...
Di esas da yên ku vê bêdadîyê, vê bêhesûtîyê bi serê xelkê Kurd tînin, serdest, pêşeng û rêberên civakî û siyasî ne...
Xelkê feqîr û jar sedsed nebe jî heta dereceyekê bêguneh e...
Guneha mezin di stuyê her reng pêşengan da ye...
Ev pêşeng kes bin, rêxistin bin, partî bin ferq nake, hemû ne...
Ew berpirsiyarên vê rewşa kambax û wêran in...
Heke îro beramberî cepheyî pahn û berîn û êrişkar yê neyar û dijmininan xelkê Kurd bêyî maf û azadî hatibe hêlan eve ne guneha vî xelkî ye, ya pêşengan e...
Heke îro aştîya navxweyî hatibe têkdan û hilweşandin eve ne guneha vî xelkî ye, ya van pêşengan e...
Mixabin ku di nav Kurdan da aştîya civakî û siyasî hatîye hilweşandin, hatîye dînemît kirin, hatîye sabote kirin û toka vî sûcî di stuyê pêşengan da ye...
Kurd ji ber vê nebûna aştîya navxweyî, beramberî dijmin û neyaran hatîye bêçek kirin, hatîye lawaz kirin, dest û pê lê hatine girêdan...
Pêşengên Kurdan gunehkar in di vî warî da...
Ji ber berjewendîyên xweyî û egoîzma xwe ya kûr ev hemû pêşeng sûcdar in...
Hemû pêşeng tek û tinê serdestîya xwe dixwazin, hakimîyeta xwe ferz dikin, desthilata xwe dihizirin...
Di kûrahîya dîrokê da jî Kurdan her çi keys û firset berze kiribin dîsa ve ji ber vê nebûna aştîya navxweyî bûye...
Cihê aştî lê nebe, dîyalog nabe, axivtin nabe, zemînê aqilê muşterek pêknayê...
Pêşengên Kurda xelkê xwe ji vê hebûna pîroz dûr êxistine û lewma jî beramberî xelkê xwe û dîroka xelkê xwe gunehkar in...
Sal û sedsal hatin berze kirin di vê prosesê da...
Çend nifşên Kurdan hatin telifandin di nav vê bêhesûtîya pêşengan da...
Îro jî firsetên mezin derketine pêşîya Kurdan û mixabin dîsa ve aştîya navxweyî nîne, dîyaloga bi kalîte nîne û lewma jî tifaqa navxweyî nîne...
Di nav xelkê Kurd da taxên çîn û navçînî, dîwarên asê yên siyasî hatine çêkirin û pêşengan di nav vê hercûmercê da bo xwe desthilatên biçûk ava kirine û şerê hevdu dikin...
Lewma tifaqa navxweyî pêknayê, lewma yêkîtîya navxweyî çênabe...
Ji ber hindê ye ku destkevtên biçûk yên ku bi harîkarîya dewletên dost pêkhatî jî rû bi rûyî xeter û têkçûnê hatine...
Ji ber hindê ye ku neyar û dijmin hinde bêperwa bûne beramberî xelkê me û tek û tinê rêya şer dayîne ber xwe û jahr û agirî li ser xelk û welatê me dibarînin...
Hemû pêşeng bêyî ferq û cudahî li goreyî seng û giranahîya xwe kêm an zêde xwudan guneh in...
Tabloya îro li pêş Kurdan mixabin ev e û eve ne rewşeke xêrdar e...
Di her 1ê Îlonê da, pêşengên Kurdan dikevine rêzê û vê roja aştîya dinyayê pîroz dikin...
Lê belê qet behsê nebûna aştîya navxweyî nakin ku ew bûyîne sebebê vê rewşa kambax û wêran ku xelkê Kurd ji aştîya navxweyî dûr maye...
Eve jî mixabin heqîqeta xelk û welatê me ye, ya pêşengên xelkê me ye ku fatûraya wê ya giran dîsa ve bo xelkê Kurd tête birîn û vî bedelê mezin ev xelkê bêguneh dide...
Belêm serdest û pêşengên Kurdan ji qesr û serayên xwe tinê berê xwe didine vê rewşa hinde perîşan ku sebebên sereke ew bi xwe ne...
Di salvegera bîrînana vê roja aştîyê ya dinyayê da, heke pêşengên Kurda dixwazin xwe li pêş xelkê xwe pak û temiz bikin, bila hemû hêz û şiyana xwe bidene pêkînana aştîya navxweyî ku bişên li ser bingehê aştîya navxweyî tifaqa navxweyî ya herî mezin ava bikin ku rê li ber êrişên birandêr yên dijmin û neyaran bigirin û xelk û welatê xwe rizgar û azad bikin û bi vê kiryara baş û xêrdar rûyê xwe jî spî bikin li beramberî xelkê xwe û dîrokê...
Kurd û Kurdistan bêyî aştîya navxeyî, bêyî tifaqa mezin ya navxweyî bi ser nakeve...
Yên ku Kurd û Kurdistaneke azad û rizgar diwazin divêt bo aştî û tifaqa navxweyî bixebitin, xuhê birêjin ku keda xwe helal biken...
Kurdistaneke di nav xwe da aşt dikare xizmeta aştîya navçe û dinyayê jî bike...
Rola avakirin û înana aştîya navxweyî ya pêşengan e û xelk jî divêt van pêşengan bide zorê, fişareke xurt û mezin li ser wan bike ku bi vî karê herî giring û pîroz rabin û bi cih bînin...
Aştîxwaz divêt dest bi kar bin, cesûr û wêrek bin û dinyayê li aştînexwazan teng bikin...
Bo Kurdistaneke bi aştî, bo rojhilateke bi aştî, bo dinyayeke bi aştî bi hemû rê û rêbazên aştîyane divêt xebat û têkoşîn bête gur û geş kirin...
Di vê roja aştîya dinyayê da bila çu kes ji ber nebûna aştîyê rondikên tîmsahî newerînin...
Rondikên tîmsahî qelp in, sexte ne, direw in...
Bila çu kes xwe ne lêhbînin, ne xapînin...
Aştî tinê bi gotin û sloganan û bîrînanên peyamwarî nayê...
Aştî bêyî bizaveke xurt û radîkal ya aştîyane pêknayê...
Hingê kar û xebatên ber bi çav, kir û kiyarên pratîk divêt bêne kirin...
Aştînexwaz çend êrîşkar bin, aştîxwaz sed qatî wan divêt bi hirs û hemle bin...
Aştî rêya sefereke dûr û dirêj e, lewma bi sebir lê bi rik divêt vê rêveçûnê bidomînin...
Ji bo vê armanca mezin û pîroz zend û benda vedin...
Lewendîya li pişt enîşka xwe girêdin...
Xuha enîya xwe vemalin û dakevine kolan û meydanan ku zingezing jê bêt...
Di nav vê bizava xurt û bilind da kotrên aştîyê bila bêne firandin...
Aştî bo Kurdistanê...
Aştî bo Rojhilatanavîn...
Aştî bo Dinyayê...
1 Îlon 2024
RH
Not:
1ê Îlonê, roja aştîya dinyayê herwisa roja bûyîna Hetavî ye...
Pîroz be roja bûyîna te Hetavê nazdar...
Di nav dinyayeke têr aştî da bijî digel hemû hezkirîyên xwe...
Hizar salî be...