tirsdag den 14. maj 2024

14-15-16ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be...


14-15-16ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be...

 

Pîrozbahîyeke xiyalî...

Xwezî Şahbanû Maryyê ev axivtina li jêr bo Kurdan kiriba...

 

Gelî Kurdan,

Ma hewce ye bêjim ku welatê we hatîye parçe kirin.

Parçeyekî welatê we di bin destê Îranê da ye...

Parçeyê herî mezin ji xwe di bin destê Tirkîyeyê da ye...

Parçeyek otonom jî be di bin desthilata Iraqa Federal da ye...

Parçeyê biçûk jî herçend xweserîyeke "de facto" hebe jî di nav xerîteya fermî ya Sûrîyeyê da ye...

Belê, rewş ev e, welatê we parçe kirîye, bes hûn jî di serê xwe da teslîmî vê parçebûnê nebin, zêhna xwe parçe neken, yêkbûna welatê xwe di serê xwe da bijîn û bi vê şuûrê li zimanê xwe xwudan derkevin...

Başe ku nihe li nav Iraqa nû ya Federal hûn jî di herêma xwe da xweser in, azadîyeke kamil nebe jî hûn îdareya xwe bi xwe diken. We otonomîyek heye û qet nebe hûn bi zimanê xwe dijîn, bi makzimanê xwe perwerde dibin, bi zimanê xwe îdareya xwe diken, bi zimanê xwe welatê xwe bi rê ve diben...

Li Rojavayê jî di nav kêm imkanatîyan da jî be dîsa ve hûn bi zimanê xwe dijîn, bi kêm û kasî jî be perwerdeyê bi makzimanê xwe dibînin, rêvebirina navçeya xwe bi zimanê xwe diken...

Ev herdu numûneyên li başûr û rojavaya welatê we Kurdistanê destkevtên baş in... Hêvî dikem hûn di van du parçeyan da zimanê xwe pêşve biben û jîyaneke normal bijîn...

Lê mixabin ku li Tirkîyeyê mafê perwerdeya bi makzimanê we nayê dan...

Li Îranê jî perwerdeya fermî bi makzimanê we nîne...

Ev herdu numûneyên li bakur û rojhilata welatê we Kurdistanê baş nînin û eve rewşeke xembar e...

Li dîasporayê jî nufûseke boş ya Kurd heye...

Li dîasporaya Ewrûpayê imkan hene ku Kurd bi makzimanê xwe perwerdeyê bibînin û divêt Kurd van imkanan bi başî bi kar bînin...

Bi taybetî pratîka negatîv ya li Tirkîye û Îranê ya li ser zimanê Kurdî êdî bûye asîmîlasyoneke xedar û hetta encamên jenosîdkar diden ev polîtîkayên wan dewletan...

Eve li milekê...

Bes Kurd bi xwe jî di axivtin, pêşve birin û bi kar înana makzimanê xwe da xemsar in... Ev bêxemîya wan jî di pratîkê da encamên otoasîmîlasyonê dide ku eve jî xirab e û xizmeta asîmîlasyona dewletên asîmîlator dike...

Lewma; doza zimanê xwe sist neken, têkoşîneke xurt biden...

Lê herwisa bi zimanê xwe jî biaxivin, bi zimanê xwe bijîn...

Zimanên dewletên asîmîlator jî bizanin, zerar nîne hetta bi fayde ye...

Zimanên dewletên hûn lê dijîn jî mutleq bizanin daku jîyana we rehet, xweş û serkevtî be.

Belêm jîyana xwe ya rojane bi makzimanê xwe bijîn...

Heke hûn Kurd bin, doza Kurdistanê diden, hingê bi zimanê xwe biaxivin!..

Rêzê li zimanê xwe bigirin.

Xwe bi xwe bêjin; makzimanê me Kurdî ye û divêt em Kurdî biaxivin!..

Ya rast ev e...

Bi van bîr û hizran ez Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikem...

Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz be!...

 

Ferz biken Şahbanûya Danmarkê Maryyê ev axivtin kir...

Mala wê ava...

14-15-16 Gulan 2024

RH

onsdag den 1. maj 2024

1ê GULANê Pîroz Be


1ê GULANê

Roja têkoşînê ya karkeran ya navneteweyî

Cejna karkerên cîhanê

Pîroz Be

RH

torsdag den 21. marts 2024

NEWROZ Pîroz be... ROJAN HAZIM

 


Cejna NEWROZê li Kurd û Kurdistanîyan, li timamî Kurdistanê pîroz be...

Her NEWROZ bên bi xêr û şahî...

 

NEWROZ û azadî û hurî...

Ji qedîm were NEWROZ bûye cejna daxwaza bi giştî azadîyê...

Her reng û tarz azadî...

Ji azadîya kesî heta azadîya komî...

Ji bo civatê azadî...

Di civatê da bo herkesê azadî...

Bo her rengî,

Bo her dengî,

Bo her bawerîyê,

Bo her sekinê,

Bo her cinsî,

Bo her jîyî,

Bo her tarzê jîyanê,

Bo her cudahîyê,

Azadî, hem jî azadîyeke kamil...

Azadî, bîr û bawerîya bi xwe bawerbûnê ye...

Kî bi xwe bawer e, ew azad e...

Kî bi xwe bawer bin ew azad in...

Ji azadîyê ne tirsin!..

Azadî ji hemû qeyd û bendan rizgarbûne...

Azadî saxlemîya hiş û bîrî ye...

Azadî saxîya giyanî anku rûhî ye...

Xwe azad biken...

Hetta xwe ji azadîyê jî azad biken...

Wekî berê pêşîya digot hur bin!..

Xwe hevsar û lixav neken,

Xwe berdine nav sing û berê xwezaya xweristî,

Û wî hewayê bijûn û heqîqî azad û hur rakêşine nav dil û hinavên xwe,

Daku hûn bi timamî û rast û durust azad û hur bin...

 

RH

 

**

 

                          Agirê gur yê NEWROZê ber bi turbeya Xanî ve

 

Zaner [Fîlozof] Ehmedê Xanî çi digot bo NEWROZê

 

Dastana beyana Newroza Sultanî

Tesmîyeê mewsimê surûr û şadimanî

Bi mersûmê qedîmê Kurdistanî

Ku wan digotinê "Sersal"

Eyd dikirin bi eydê wîsal

 

"... Roja ku dibû eyda NEWROZê

Tazîm-i ji bo demê dilefiroz

 

Sehra û çemen dikirine mesken

Beyda û demen dikirine gulşen

 

Xasima ezeb û kiçêd bakir

Elqisse, cewahirêd nadir

 

Têkda di muzeyyen û mulebbes

Vêkra li teferrucê murexxes

 

Lêkin ne bi tuhmet û bi minnet

Belkî bi terîqê şerî û sunnet

 

Lewma ku ewan xerez ji geştê

Meqsûd-i ji çûyîna bi deştê

 

Ew bû ku, çi talib û çi metlûb

Yanî du teref, muhîb û mehbûb

 

Ew herdu celeb ku hev bibînin

Kufwêd-i xwe ew ji bo xwe bînin

 

Ji Dastana Mem û Zînê: r. 238/120 - Amadekarîya M. Emîn Bozarslan

 

Bi derketina şehrîyan e bi deştê

Ji bo seyrana sersal û geştê

 

Dewra felekê ji bextê feyroz

Dîsan ku numa ji nû ve Newroz

 

 Mebnî li wî adetê mubarek

Şehrî û sipahîyan bi carek

Bajêr û kelat û xanî berdan

Teşbîhê bi nejdîyan û cerdan

 

Sef sef dimeşîne kûh û deştan

Ref ref dixuşîne seyr û geştan

 

Esnafê umem, sixar û kubbar

Qet'a venema di şehrî deyyar

 

Hindek bi peyayî çûne baxan

Hindek bi suwarî çûne raxan

 

Hindek bi tebayî û bi kesret

Hindek bi hevalî û bi wehdet

 

Rabûne ve xanim û xewatîn

Wan jî tijî gul kirin besatîn

 

Horan kire meskenê xwe cennet

Bê perde û bê melal û minnet

 

Dûşîze û duxter û ruwalan

Pakîzeîzar û zulf û xalan

 

Etrab û kewaibêd-i ezra

Murdan û murahiqêd-i zîba

 

Eshabê qumaşê lutfê ruxsar

Erbabê metaê husnê dîdar

 

Wan lêk dikirin metaê yêk erz

Texmîn dikirin bi tûlê wel-erz

 

Sewdakirê işqê bûn di bazar

Hem bayiê husn û hem xerîdar

 

Sersalî û bakir û ruwalan

Sedsalî-w ciwan û pîr û kalan

 

Sersal-i li resm û rahê mahûd

Gêran di cih û meqamê mehmûd

 

Ji Dastana Mem û Zînê: r. 242/124 - Amadekarîya M. Emîn Bozarslan

lørdag den 16. marts 2024

Jenosîda Helepçeyê jana Kurdistanê ye, his biken!. ROJAN HAZIM

Rejima Beasê ya Iraqê, desthilata Sedam Huseyin, 16-17ê Adara 1988ê jahr barande ser Helepçeyê.

Di encam da bi hizaran Kurd hatin kuştin.

Komkujîyeke mezin,

Jenosîdeke giran,

Li Helepçeyê hate jîyan.

Mixabin...

Bêhn li Kurda hate çik kirin li Helepçeyê...

Qirandina Helepçeyê li cepheyê dijminan kire şahî,

Belêm li Kurdistanê kire şîn,

Li mirovahîyê kire kul û keser...

Bes jîyanê li ber xwe da, teslîmî binbirbûnê nebû...

Rika jîyanê Helepçe ji nav wê toza jahr û mirinê careke dî jîyandeve...

Îro Helepçe ava ye û li ser pêya ye...

Lê belê, ew kabûsa bombeyên jahrê ya rejima Sedamî didome...

Eve birîn e, kul e, derd e, êş e û jan e...

Lewma jenosîda Helepçeyê jana Kurdistanê ye, his biken daku qet û qet ji bîr neçe!..

Û daîm li bîr be ew zulma zaliman!..

Heke Kurd dixwazin Helepçeyên nû neyêne jîyan, jenosîdên nû bi serê Kurdan neyên, hingê herwekî di monumentê Helepçeyê da hatîye teswîr kirin, divêt destên xwe bidene hev û Kurdistanê, Kurd û Kurdistanîyan anku xwe bi xwe di nav hevêsên xwe û hevdu da wekî hebûneke herî pîroz biparêzin...

Gelî Kurdan, Kurdistanîyan, jîyana serkevtî û serfiraz di nav dest û lepên we bi xwe da ye. Berê xwe bidene monumentê Helepçeyê, jana Helepçeyê his biken û destên xwe bikene yêk û bibine tifaq!..

RH