tirsdag den 14. maj 2024

14-15-16ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be...


14-15-16ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be...

 

Pîrozbahîyeke xiyalî...

Xwezî Şahbanû Maryyê ev axivtina li jêr bo Kurdan kiriba...

 

Gelî Kurdan,

Ma hewce ye bêjim ku welatê we hatîye parçe kirin.

Parçeyekî welatê we di bin destê Îranê da ye...

Parçeyê herî mezin ji xwe di bin destê Tirkîyeyê da ye...

Parçeyek otonom jî be di bin desthilata Iraqa Federal da ye...

Parçeyê biçûk jî herçend xweserîyeke "de facto" hebe jî di nav xerîteya fermî ya Sûrîyeyê da ye...

Belê, rewş ev e, welatê we parçe kirîye, bes hûn jî di serê xwe da teslîmî vê parçebûnê nebin, zêhna xwe parçe neken, yêkbûna welatê xwe di serê xwe da bijîn û bi vê şuûrê li zimanê xwe xwudan derkevin...

Başe ku nihe li nav Iraqa nû ya Federal hûn jî di herêma xwe da xweser in, azadîyeke kamil nebe jî hûn îdareya xwe bi xwe diken. We otonomîyek heye û qet nebe hûn bi zimanê xwe dijîn, bi makzimanê xwe perwerde dibin, bi zimanê xwe îdareya xwe diken, bi zimanê xwe welatê xwe bi rê ve diben...

Li Rojavayê jî di nav kêm imkanatîyan da jî be dîsa ve hûn bi zimanê xwe dijîn, bi kêm û kasî jî be perwerdeyê bi makzimanê xwe dibînin, rêvebirina navçeya xwe bi zimanê xwe diken...

Ev herdu numûneyên li başûr û rojavaya welatê we Kurdistanê destkevtên baş in... Hêvî dikem hûn di van du parçeyan da zimanê xwe pêşve biben û jîyaneke normal bijîn...

Lê mixabin ku li Tirkîyeyê mafê perwerdeya bi makzimanê we nayê dan...

Li Îranê jî perwerdeya fermî bi makzimanê we nîne...

Ev herdu numûneyên li bakur û rojhilata welatê we Kurdistanê baş nînin û eve rewşeke xembar e...

Li dîasporayê jî nufûseke boş ya Kurd heye...

Li dîasporaya Ewrûpayê imkan hene ku Kurd bi makzimanê xwe perwerdeyê bibînin û divêt Kurd van imkanan bi başî bi kar bînin...

Bi taybetî pratîka negatîv ya li Tirkîye û Îranê ya li ser zimanê Kurdî êdî bûye asîmîlasyoneke xedar û hetta encamên jenosîdkar diden ev polîtîkayên wan dewletan...

Eve li milekê...

Bes Kurd bi xwe jî di axivtin, pêşve birin û bi kar înana makzimanê xwe da xemsar in... Ev bêxemîya wan jî di pratîkê da encamên otoasîmîlasyonê dide ku eve jî xirab e û xizmeta asîmîlasyona dewletên asîmîlator dike...

Lewma; doza zimanê xwe sist neken, têkoşîneke xurt biden...

Lê herwisa bi zimanê xwe jî biaxivin, bi zimanê xwe bijîn...

Zimanên dewletên asîmîlator jî bizanin, zerar nîne hetta bi fayde ye...

Zimanên dewletên hûn lê dijîn jî mutleq bizanin daku jîyana we rehet, xweş û serkevtî be.

Belêm jîyana xwe ya rojane bi makzimanê xwe bijîn...

Heke hûn Kurd bin, doza Kurdistanê diden, hingê bi zimanê xwe biaxivin!..

Rêzê li zimanê xwe bigirin.

Xwe bi xwe bêjin; makzimanê me Kurdî ye û divêt em Kurdî biaxivin!..

Ya rast ev e...

Bi van bîr û hizran ez Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikem...

Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz be!...

 

Ferz biken Şahbanûya Danmarkê Maryyê ev axivtin kir...

Mala wê ava...

14-15-16 Gulan 2024

RH