22ê Nîsanê roja rojnamegerîya Kurdî ye.
Mîkdat
Mîdhat Bedir Xan digel birayê xwe Evdirehman Bedir Xanî 22ê Nîsana 1898ê li
paytextê Misrê Qahîreyê bi navê "Kurdistan" rojnameya Kurdî
weşandin...
Bi Kurdîya
Kurmancî ewil rojname bû KURDISTAN...
31 Hejmar
weşîya...
Maceraya
weşana wê dûr û dirêj e... Hejmara 1. 22ê Nîsanê sala 1898ê li Qahîreyê derket.
Li Swîs û Ingilistanê dewama weşana xwe kir... Hejmara dûmahîkê anku ya 31ê li sala
1902ê hate weşandin û 14ê Nîsana 1902ê li Cenewa Swîsê bi dawî bû...
Sala 1973ê
li başûra Kurdistanê roja weşana wê anku 22ê Nîsanê wekî "Roja
rojnamegerîya Kurdî" hate qebûl kirin û êdî bû tradisyona pîrozbahîya
rojnamegerîya Kurdî û bîrînana rojnameya KURDISTANê...
Hinde sal derbaz
bûn ji ser weşana rojnameya KURDISTANê...
Rojnamegerîya
Kurdî bi hemû zar û zaravayan ve pêşkevt...
Îro rojnameyên
kaxezî hene, yên dîjîtal hene...
Lê mixabin
rojnamegerîya Kurdî bi piranîya mezin ve resmî ye û hêj jî rojnameyên serbixwe û
azad nehatine weşandin...
Hêvî dikin
rojnameyên Kurdî yên serbixwe û azad bêne ava kirin û weşandin...
Roja
rojnamegerîya Kurdî bi vê hêvîyê bila pîroz be...
RH