Jenosîda
Helepçeyê...
Jenosîda
Helepçeyê di bîra xelkê Kurd da ye...
Êş û jana
jenosîda Helepçeyê hêj jî gelek taze ye di hiş û bîrên xelkê Kurd da...
Ji ser
bûyîna jenosîda Helepçeyê sedan an hizaran sal neborîne...
Ne gelek
e...
16 -17ê
Adara 1988ê...
Ev sale
anku sala 2022ê bû sih û çar sal ku ev komkujî qewimîye...
Di çarêka
dawîyê ya sedsala bîstan da pêkhat ev jenosîde...
Ew bûyer,
ew mij û morana jahrê yaku barîye ser xelkê Helepçeyê di bîrahîyên nifşê me û
yê dûv me da ye...
Birîndarên
fizîkî û rûhî yên vê jenosîdê hêj jî sax in...
Nifşên
piştî wê jenosîdê hatine dinyayê jî bi rengekê birîndar in...
Bes bi her
hal jîyan didome û Helepçe maye û li ser pêya ye...
Birîndar e,
bi êş û jan e lê dijî...
Lewma Helepçe
ne "Helepçeya Şehîd" e!..
Belêm
Helepçeya Birîndar e!..
Ew birîn
kewîye lê dewsa wê maye...
Ew birîn di
hiş û bîra Helepçeyê da dê heta hetayê jî bimîne...
Bila bimîne
daku çu cara ji bîr neke...
Bila bimîne
daku nifrîn ji ser zimanê wan kêm nebe bo zaliman, bo kuştedaran, bo
jenosîdkaran...
Helepçe di
demê ku ew jenosîd bi serî hatî da navçeyeke biçûk bû, qeza bû...
Nihe bûye
şehir û ji alîyê îdarî ve jî bûye istan...
Istana
Helepçe...
Helepçeyê
birînên xwe bi piştevanîya mezin ya navxweyî û heta dereceyekê jî ya
navneteweyî piçek jî be kewandine, derman kirine, sax kirine...
Ew
piştevanî îro jî didome û divêt bidome...
Jenosîda
Helepçeyê divêt çu cara neyê ji bîr kirin...
Jenosîda
Helepçeyê divêt daîm li bîr be...
Jenosîda
Helepçeyê bûye sembola hemû jenosîdên li ser xelkê Kurd û Kurdistanê hatine
kirin...
Sembola jenosîda Helepçeyê jî bûye babek û kurek
û heqîqet êdî bûye resmekî dilsoj di çavê mirovahîya bi rastî mirov da...
Bab Emer
Xawer [Umerê Xawer] û kurê wî yê sava...
Emer Xawerî
bi hez û şewqeteke mezin ya babînî kurê xwe daye ber singê xwe ku wî biparêze û
ji mirinê rizgar bike...
Emer Xawerî
di nav wê mij û morana jahra bombeyên rejima Sedam Husên da kurê xwe, lawê xwe
çawa bi telaş û panîkeke parêzker daye ber singê xwe û di bezê da ye...
Emer Xawer,
kurê wî yê sava li ber singî di wê bezê da ser û ser ketîye ser derazînka
xanîyê xwe an xanîyekî cîranê xwe anjî ya xanîyekî xuyanîyekî xwe...
Emer Xawer,
kurê wî li ber singî herwisa req û hişk bûne li ser wê derazînkê...
Emer Xawer
û kurê xwe bi jahra ji wan bombeyên rejima Sedam Husênî hatîye barandin fetisîne
û bi wê mirina trajîk bûyîne sembola wê jenosîdê, wê komkujîyê...
Emer Xawer
bi wê hez û şewqet û dilovanîya beramberî zarokê xwe bû nîşaneya hezkirinê
jî...
Di serborî
û kar û barê Emer Xawer da jî ew hezkirin heye...
Emer Xawer
jî bi pratîka jîyana xwe adeta gotîye "Jîyan bê nan nabe" û bi heza
jîyanê zend û bendên xwe hildane û dest û milên xwe dane xizmeta nanî...
Emer Xawer di
karê jîyanê da hem bûye firindar, hem jî firinkar...
Anku hem
xwudanê firinekê ye, hem jî karkerê firina xwe ye...
Hem kardêr
e û kar daye gelek karkeran...
Hem karker
e û karê xwe bi xwe jî kirîye...
Emer Xawer
her roj nan pahtîye bo xelkê Helepçeyê...
Emer Xawer
hostayê nanpahtinê bûye anku nanpêjekî hosta bûye...
Emer Xawer
bi vî karê xwe, bi heqê xwe jî be bûye nandêrê Helepçeyê...
Emer Xawer
herwisa hevjînekî baş û qedirgir yê hevjîna xwe bûye...
Emer Xawer
herweha babê heşt kiçan bûye [*]...
Wekî gelek
edetên cografyaya Kurdistanê Emer Xawer jî xwezîya hebûna kuran kirîye...
Ji bo ku ev
xwezîya wî pêkbêt gelek gorî dane, hizaran dua kirine, lavayî Xwudêyê xwe
kirîye û serî li gelek hekîm û doktoran daye...
Hêvîya xwe
ya bûyîna kurekê herdaîm jînde hêlaye di serê xwe da, di dilê xwe da...
Mirada wî
kurek bûye...
Di dawîya
dawîyê da ew û hevjîna xwe bûyîne xwudanê du kurên cêmik...
Emer Xawer
û hevjîna xwe li hêvîya kurekê bûne, lê du kuran bi hev ra jîyana wan geş
kirine...
Piştî heşt
kiçan du kur!..
Keyf û şahî
ji mala Emer Xawer kêm nebûye...
Emer Xawer
wekî gelek zelamên civata Kurdî ya mêrşahî, domandina dûndeha xwe bi kuran ve
girêdaye...
Hetta jin û
hevjîna Emer Xawer jî wekî hevjînê xwe Emerî hizirîye...
Bo wan kiç
"Malê xelkê" bûne!..
Lewma duaya wan, lavaya wan bo kuran bûye...
Vêca gava şûna kurekê du hatine, dinyaya wan
dewlemend bûye, jîyan bo wan bûye şahî!..
Hal ew e ku heşt kiç, heşt zarokên kiç jî parçeyekî
dilê wan bûne û dikarîn bi wan heşt zarokên kiç jî jîyana xwe şa û bextiyar
bikin...
Bes mîrata dinyaya mêrşahîyê, kiçan, jinan di
dereceya duyê da dibînin û bo wan, bo zihnîyeta wan ya paşverû heye nîne kur e,
zelam e, mêr e!..
Ji xwe ji ber vê bîr û hizra qedîm ya civatê
ya mêrşahîyê ku domandina dûndehê tinê bi mêrî ve tête girêdan, Emer Xawer jî
daku dûndeha xwe bide domandin, ewil xwastîye kurên xwe ji felaketa mirindêr
xilas bike...
Axir, çi bikin zelamên xwudanê vê zihnîyeta
mêrşahîyê kêm nînin, hetta gelek zêde ne û di roja îro da aqilîyeta wan domînant
e di nav civata Kurdî da û xuya ye dê hêj jî bidome ev zihnîyeta kirêt û
paşverû!..
Bi her hal,
Emer Xawer piştî heşt kiçan dibe xwudanê du kuran...
Mixabin
Emer Xawer hêj kurên wî mezin nebûyî, hêj negihiştî, hêj dûndeha wan nedîtî ji
destê wî çûne û ew jî bi wan ra...
Û Emer
Xawer digel hemû mala xwe, digel hevjîna xwe, digel du kurên xwe, digel heşt
kiçên xwe pêkve anku mala Emer Xawer ya deh kesî di wê barandina bombeyên
jahrîn da li Helepçeyê mirine...
Mala Emer
Xawer ya deh kesî bi serê xwe numûneya qirkirina dijminî ye, jenosîda neyaran
e...
Binemala
Emer Xawer, bi kiç û kuran ve binbir bê dûndeh maye piştî wê bombebarana jahrîn
ya li ser Helepçeyê...
Tam
jenosîd...
Li
Helepçeyê gelek binemal hene ku yêk kes jî nemaye ji wan...
Bi vê
trajedîya hatîye jîyan divêt çu caran Helepçe neyê ji bîr kirin!..
Helepçe li
bîr e!..
Helepçe
divêt li bîr be!..
RH
Not:
[*] Di hindek
nivîsan da behsê heft (7) kiçan, di hindekan da jî behsê heşt (8) kiçan tête kirin...
Ew resmê
Emer Xawer û kurê wî, rojnamevan Ramazan Öztürk kêşaye ku wekî "Şahidê
Bêdeng" bi nav kirîye...