Bo Zubeyîr Aydar
Endamê
Konseya Rêvebir ya KCKê
Endamê
Konseya Rêvebir ya KNKê
Mijar:
"Şêwira Helwesta
Neteweyî ya KNKê-15 Gulan [May] 2021"
Birêz Zubeyîr Aydar,
Nameya we ya vexwandinê ya ji bo "Şêwira
15ê Gulanê-2021 ya KNKê" gihişte destê min.
Spas dikim.
Mixabin nikarim beşdarî vê şêwira we ya
"online" bibim...
Belêm dixwazim bi kurtî van dîtinên xwe bi we
ra parve bikim.
Dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê helbet nû
nîne...
Parçeyê herî mezin yê Kurdistanê ji xwe di bin
postalên wan da ye û ne tinê dagîr e, êdî hatîye ilhaq kirin. Anku ji dagîrîyê
borîye, ilhaq e...
Em gelek dûr neçin...
Ji dewrê Seddam Husên were Tirkîye li ser
parçeyê başûr yê Kurdistanê êrişên leşkerî dike...
Heta 10 KM bizavên leşkerî bibû peyman di
navbeyna dewleta Tirkîye û rejima Sedam Husên da ku Tirkîyeyê çu cara xwe bi
deh km ve tixûb nedikir û zêdetir diçû...
Ji destpêka salên 1990 were jî "de
facto" binkeyên leşkerî bi cih kirine dewleta Tirkîyeyê li başûra
Kurdistanê...
Di halê hazir da binkeyên wan zêde bûne û hewildanên
wan yên dagîrîyê berdewam in...
Ji niyet û armanca mezin ya dewleta Tirkîyeyê misqalek
şik nîne. Mehû kirina Kurd û Kurdistanê ye niyet û armanca wan ya esasî...
Hinde zelal e...
Ji bo vê armancê jî hemû imkan û keysan bi kar
tînin.
Şik tê da nîne ku dewleta Tirkîyeyê nagihe vê
mexsed û armanca xwe. Eve jî bi zelalî bila bête zanîn...
Dagîrîya wan ya li ser rojavaya Kurdistanê jî
berdewam e...
Lê belê, di konjonktura îro da zêdetir berê
xwe daye başûra Kurdistanê dewleta Tirkîyeyê.
Ji Qendîlê heta Dicleyê, li timamî bakura
Bahdîna operasyonên hewayî û reşahî bi çekên giran didomînin û jîyana sivîl ya
li navçeyê hatîye belav kirin.
Hedefa xwe herçend wekî operasyonên dijî PKKê
bidene xuya kirin jî, ajandaya wan ya esasî digel şkandina hêza PKKê, têkdana hemû
destkevtên Kurdistanê ye...
Bi dagîrîyên lokal yên li başûr û rojavaya
Kurdistanê, dixwazin bedena Kurdistanê parçe parçe bikin û yêkparetîya
cografyaya Kurdistanê xirab bikin...
Heke em metaforîk îzah bikin, nikarin nanê
somin bi yêkcarî bixwin, lê parî parî dixwazin daûrin...
Niyeta wan ev e, heke bikarin!..
Ji berxwedana tête nîşan dan jî xuya dibe ku
nagihine vê xwezîya xwe ya tarî!..
Beramberî vê erişê helbet zerûrî ye ku Kurd
nerazîbûna xwe bi hemû rengan nîşan bidin.
Lê ev nerazîbûne heke bi tifaqa mezin be
manayekê îfade dike û encamgir dibe.
Belêm mixabin îro nava mala Kurd belav e,
bêserûber e û dijmin bê hed istifade dikin ji vê rewşê. Dewleta Tirkîyeyê
vekirî û bi marşa mehteranê êrişê dike, lê dijminahîya Îranê jî ji bîr nekin ku
siyaseta ava bin kayê bi rê ve dibe û hetta zimnen desteka van operasyonên
Tirkîyeyê dike...
Lewma divêt tifaqa mezin ya navxweyî bi israr
bête xwastin...
Bes çawa?
Ev pirse giring e û di vî warî da hemfikirî
nîne. Her kes û her alî li goreyî xwe diçin.
Di
çareserîya pirsgirêkan da metod giring e û metodê maqûl yê hevrayî rê li ber
pêkînana armancê xweş dike. Kurd û Kurdistanî ji vê heqîqetê dûr in û her diçe
jî xwe dûr dikin ku eve bi serê xwe kadastrof e...
Di şablonên
serê xwe da israr kirin delîlê vê yêkê ye...
Bo
çareserîya biçûk mezin hemû pirsgirêkên xwe yên navxweyî, navçeyî û navneteweyî
divêt zihnîyeta xwe biguhorin Kurd. Bi fikir û zikirê bûye beton pirs û pirsgirêk
nayêne çareser kirin.
Ji vî alî
ve, perîşanî ji her derê Kurdan adeta tête xwarê...
Çare çi ye?
Wekî
herdaîm em dibêjin; dîyalog. Îlla dîyalog. Lê dîyaloga pozîtîv û bi kalîte...
Nîne, ku em
bi israr vê dibêjin...
Ji bo
avakirina reftara yêkgirtî ya navxweyî, dinyaya polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê
di halê hazir da bê insiyatîv e, bê çare ye, belêm herweha jî gelek asê û
serhişk e...
Ji ber
hindê, di çareserkirina problemên acîl da jî hevgirtineke têra xwe xurt
pêknayê...
Ji bo vê
yêkê, gelek lezîn divêt organekî xwudan insiyatîv û xurt bête ava kirin ku
bikare di her dem û şertên pêdivî da rola xwe ya çêker bileyize û mîsyonê xwe
yê ragirtina balansa hêza mezin ya neteweyî û niştimanî pêkbîne.
Ev organ SENATO ye.
Di vê nameyê da îzaha bi detay ya SENATOyê
nakim.
Lê belê, her di serî da divêt bête zanîn ku
SENATO alternatîva çu organîzasyonên heyî nîne û divêt bi tengbînî û pêşhukmî
lê neyête nêrîn...
Bi xwûnsarî li ser bête fikirîn dê di
berjewendîyên neteweyî û niştimanî da be...
Gelek baş tête zanîn ku dîroka SENAT / SENATOyê
qedîm e, kevin e û îro jî heye û gelek fonksiyonel e. Di civatên berê yên
prîmîtîv da jî, di yên modern yên îro da jî rol û mîsyonê xwe bi cih înaye
SENATOyan...
Di nav civata edetî ya Kurdistanê da, di nav êl
û eşîrên Kurdan da wekî "Civata rihspî + serspî û rûspîya", ku eve
SENATOya tradisyonel e, rola xwe leyist û îro jî dileyize... Di nav civatên
modern yên îro da jî SENATO vê rola xwe pêktînin.
Kurd û Kurdistanî divêt zûtirîn dem li
parçeyan û li seranserê Kurdistanê SENATOyan ava bikin û ji hêz û dînamîka firehbîn
û dûrbîn ya bi rastî neteweyî û niştimanî istifade bikin.
SENATOya Kurdistanê heba, îro ev pirsgirêkên
heyî rûnedidan.
Çiku SENATO, hêza aqilê muşterek e, hêza
tecrubeyê ye, hêza liyaqatê ye, hêza bikêrîyê ye, hêza berjewendîyên neteweyî û
niştimanî ye.
SENATO, garantî û zamina pozisyona neteweyî û
niştimanî ye.
Heke SENATOyeke rast û durust bête organîze
kirin, problemên navxweyî yên polîtîk, îdarî û civakî dê bi rengekî wijdanî,
ehlaqî û adilane bêne çareser kirin.
SENATOyeke ji kesên xwudan bîr û hizir, xwudan
tecrube, xwudan wijdan û girêdayî normên etîk bête pêkînan dê bikare rol û mîsyonê
xwe gelek adilane pêk bîne ku Kurdistanê îro lezînen hewcehî pê heye...
Gelek bi giringî dixwazim destnîşan bikim ku divêt
Kurd û Kurdistanî li ser avakirina SENATOyê bifikirin û zûtirîn wext dest bi
kar bin û SENATOYA KURDISTANÊ ava bikin.
Di pirsgirêka cidden giring ya ku we jî kirîye
mijara şêwira xwe da, heke SENATO heba, da gelek rehet karîba [şiyaba] rola xwe
ya çêker û pozîtîv bîne cih di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştmanî da...
Êriş û dagîrîya dewleta Tirkîyeyê ya li ser
başûra Kurdistanê, li ser rojavaya Kurdistanê helbet mehkûm e û divêt gelek bi
xurtî bête protesto kirin. Di vî warî da divêt hisab û kitabên kesî û rexistinî
neyêne kirin. Mesele giştî ye, neteweyî ye, niştimanî ye û bi hevgirtî divêt
nerazîbûn bête nîşan dan...
Lê belê, ji bo pozisyoneke ku li ser dijminî
tesîrdar be, lêveker be û di dinyayê da jî hêza dost û hevalbendîyê motîve
bike, divêt yêkdengî hebe...
Eve jî nîne mixabin!..
Hêvî dikim ew tifaqa mezin ya xewna hemû
Kurdan di demekî ne dûr da pêkbêt...
Di dawîyê da dixwazim li ser mijara bingehîn
ya şêwira we vê jî bêjim:
Divêt bangeke hevgirtinê, gazîyeke tifaqê bête
kirin. Lê gava ev bang û gazî tête kirin divêt zimanekî polemîker û negatîv
neyête bi kar înan. Gelek konkret pirs û daxwaz divêt bêne îzah kirin. Êrişeke
birandêr heye ji teref dewleta Tirkîyeyê ve li ser Kurdistanê û divêt
nerazîbûneke xurt ya neteweyî û niştimanî bête nîşan dan.
Herwisa divêt daxwaz ji UNê [Neteweyên
Yêkbûyî], Yêkîtîya Ewrûpayê [YE] û Yêkîtîya Dewletên Erebî û Teşkîlata Hevkarîyê
ya Îslamî bête kirin ku dewleta Tirkîyeyê bidine rawestandin.
Herweha di navbeyna PKKê û Dewleta Tirkîyeyê da
jî divêt agirbesteke bi garantorî bête xwastin.
Ji ber van êrişên dewleta Tirkîyeyê divêt
çavdêrîya aktîv ya UNê bête daxwaz kirin.
Internasyonalîzekirina navçeyê di qazanca Kurdistanê
da ye. Lewma ji YE, Amerîka [USA], Kanada, Awustralya, New Zealand, Brîtanya,
Koreya Başûr û Afrîkaya Başûr [South Africa] divêt hevkarîya fiîlî bête
xwastin.
Divêt dengê aştîyê bête bilind kirin, şer bête
red kirin.
Di meydana mezin ya Kurdistanê da, berfirehbûn
û berfirehkirina şerê germ, dê zerar û ziyaneke mezin bi xwe ra bîne ku divêt
Kurd xwe ji vê opsiyonê dûr bikin...
Xulase, şert û mercên reel polîtîka navçeyê
divêt ji hemû cepheyan ve bêne dîtin û di nav van alozî û gir û giriftarîyên heyî
da, bi dîyalogeke xurt û derece bilind dîplomasîya navxweyî divêt bête kirin ku
rêyeke maqûl bête dîtin bo pêkînana tifaqa navxweyî...
Di serî da divêt rêz li hukumranîya parlemento
û hukûmeta "Herêma Kurdistanê" [Kurdistana Federal] bête girtin û bi
wan ra karekî bi koordîne bête kirin.
Di navbeyna PKK, PDK û YNKê da trafîka
hevdîtina divêt acîlen bête dest pê kirin. Ji bo vê hevdîtinê jî qet hewcehî bi
navbeynkaran nîne. PKK, PDK û YNK hevdu gelek baş nas dikin. Dînamîkên dî yên
neteweyî û niştimanî jî bila teyîd û piştevanîya van hevdîtinan bikin û vê yêkê
aşkera deklare bikin.
Hêvî dikim aqilê muşterek yê neteweyî û
niştimanî, aqilê aştî û aramîyê, aqilê heqîqetê zal be û rê li ber şer bête
girtin.
Digel daxwaza serkevtinê û silavên germ.
ROJAN HAZIM
Nivîskar
12. 05. 2021
Not:
Şêwira we di roja Cejna Zimanê Kurdî da çêdibe.
Cejna Zimanê Kurdî li Kurd û Kurdistanê pîroz
be.
Lînka nameyê bi formata pdf:
https://xwezabawer.blogspot.com/2021/05/bo-sewira-helwesta-neteweyi-ya-knke-15.html