Hilbijartnên 31ê Adara 2019ê xilas bûn. Esasen
hilbijartin di çarçoveyeke demokratîk, wekhev, adil û azad da çênebûn. Di nav
şertên nedadyar da pêkhatin. Dewleta TCê, hukûmeta AKPê û MHPê li seranserê
Tirkîyeyê û bi taybetî li Kurdistanê şiddeteke nedîtî ya eskerî û polîsî bi kar
îna. Digel hindê jî xelkê Kurdistanê di serî da li sê şehrên mezin, Wan,
Diyarbekir û Mardînê û şehrên dî qayûmên dewletê red kirin û temsîlkarên xwe
dîsa ve hilbijartin. Bi taybetî karaktera van sê şehran giring e. Ev sê şehir
ji alîyê îdarî ve şehridarîyên mezin in. Ji alîyê nufûsê ve jî şehrên boş in.
Ji alîyê pir kulturî û pir etnîkî ve dewlemend û herweha ji alîyê şuûra
neteweyî û niştimanî ve şehrên hişyar in. Bes mixabin li van hersê şehran jî rehîyên
HDPê vê carê kêm kirin. (Li hilbijartinên 2014ê bi navê DBPê hatibûn kar kirin
ev şehridarîye.)
Bi giştî ji alîyê hejmara rehîyan û
berzekirina hindek şehridarîyan ve paşkevtin heye. Lê ji alîyê pozisyona
polîtîk û redkirina qayûman ve serkevtin heye û eve jî giring e. Reftara xelkê
Kurdistanê ya di van hilbijartinan da, bi taybetî ji alîyê stratejîk ve ya li
sê şehrên mezin, ku dewletê çavê xwe berdabûyê, cihê teqdîrê ye ku sekineke neteweyî hate
nîşandan.
Desthilata polîtîk ya li bakura Kurdistanê, ku
PKK ye, divêt encama hilbijartinên şehridarîya bi çavekî objektîv bixwûne û
hilsengîne, rast analîz bike û ya herî giring encameke xêrdar jê derêxe. Berî
hertiştî divêt rexneyeke berfireh û têr û tijî li xwe bi xwe bête kirin. Çiku
serborîya çar dewre şehridarîyan li Kurdistanê ji alîyê xizmetguzarîyê ve, ji
alîyê bi kar înana potansîyela mirovî, imkanên heyî û zengînîya xwezayî ve
serkevtî nebû. Hêvî dikin vê carê şehridarî bo xelkê navçeyan xizmeteke rêkûpêk
û adilane bikin.
Encama
hilbijartinan li Tirkîyeyê jî peyameke hiştarî da desthilata AKPê, bi taybetî
Erdoganî û tifaqdar MHP û Bahçelî. Şeş şehrên mezin yên Tirkîyeyê [Ankara,
Istanbul, Izmir, Adana, Mersin, Antalya] ji destê hukûmeta AKPê û "Tifaqa
Cumhûr"î hatin standin û namzetên CHPê hatin ser karî. Di van serkevtinan
da desteka Kurdan, ya HDPê gelek kivş e. Desthilata Erdoganî bi vê hiştara xurt
birîneke mezin wergirt. Ev birîn xedar e û dê bibe sebeb ku di hilbijartinên
demê pêş da desthilata Erdoganî û tifaqa wî hilweşe, helbet heke opozisyon
xebateke jîrane bike. Eve jî ji alîyê pêşkevtina bizava demokrasîyê ve li
Tirkîyeyê bihadar e.
Piştî
serkevtina nisbî ya li hilbijartinên navçeyî li Kurdistanê û xwudanderketina
xelkê ya li qeder û îradeya xwe ya xwumalî û bi dest ve înana sê şehridarîyên
mezin û yên dî divêt desthilata polîtîk ya Kurdistanê, anku PKK, biryareke
maqûl bide û dawîyê li van hemû grevên birsîbûnê bîne û daxwazê ji berxwedêran
bike ku kiryara xwe rawestînin. Çiku di vê serkevtina hilbijartinan da keda wan
ya berxwedêrî jî heye û ev daxwaza wan hatîye cih. Demê grevên birsîbûnê êdî
hatîye tixûbê mirinê. Bila can neyên berze kirin. Hem piştî sekinandina grevên
birsîbûnê têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê dikare bi rê û rengên dî jî bête
domandin. Esasen yêk ji encama hilbijartinan jî redda polîtîkaya tecrîda li ser
birêz Ocalanî ye. Mesaja xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan zelal e. Polîtîkaya bi
giştî ya dewletê, ya hukûmeta AKPê, ya Erdoganî ya li ser Kurd û Kurdistanê bi
xurtî hatîye red kirin. Rûyekî spasdarîya rêvebirîya PKKê ji bo xelkê
Kurdistanê jî divêt ev be, anku ji ber vê sekina wan ya bi siyanet divêt greva
birsîbûnê ya ewladên wan bête rawestandin ku mirin nebin.
Noteke
biçûk jî ji bo encama ku opozisyona desthilata PKKê ya li bakura Kurdistanê
wergirtî jî divêt bête dan. Cepheyê PSK û PAKê û tifaqdarên wan bi namzetên
serbixwe mixabin encameke ku pê şa bin newergirtine. Hejmara rehîyên ku namzetên
wan wergirtî divêt bo wan jî gelek dersdêr be...
1 Nîsan
2019
RH
Not: 5 Nisan 2019
Li goreyî rapora
HDPê ya 5ê Nîsanê [2019] ya li ser grevên birsîbûnê û xwekujîya li zîndanan
heta nihe heft kesan dawî li jîyana xwe înane. [Tam roja ku rapor hatîye aşkera kirin, kesê heştê jî li zîndana Elezîzê
xwe kuşt.]
Uğur Şakar: 20 Sibat 2019ê
li Elmanyayê agir berda xwe û 22 Adar 2019ê mir.
Zülküf Gezen: 17 Adar
2019ê li zîndana Tekirdagê xwe kuşt.
Ayten Beçet: 23 Mart 2019ê
xwe li zîndana Gebzeyê kuşt.
Zehra Sağlam: 24 Adar
2019ê li zîndana Oltuyê xwe kuşt.
Medya Çınar: 25 Mart 2019ê
li zîndana Mardîne xwe kuşt.
Yonca Akici: 29 Mart 2019ê
li zîndana Şakranê xwe kuşt.
Siraç Yüksek: 2 Nisan
2019ê li zîndana Osmanîyeyê xwe kuşt.
Mahsum Pamay: 5 Nîsan
2019ê li zîndana Elezîzê xwe kuşt.
Êdî bese!..
Êdî bese ku gorîyan bidin!...
Ev xwekuştin divêt
bêne sekinandin. Ev grevên birsîbûnê jî hêj mirinên komî pêknehatî divêt bêne
rawestandin. Çiku daxwaza wan nehatibe cih jî mesaja wan gihiştîye milyonan...
Rêvebirîya PKKê
divêt dawîyê li grevên birsîbûnê ku êdî hatine tixûbê mirinê û herweha li van
xwekuştinan bîne. Bi her hal jîyan di ser her tiştî da ye. Helbet berxwedan û têkoşîna
ji bo maf û azadîyan bêyî bedel nîne. Belêm berxwedana herî radîkal jî bi rengekî
saxyarî mumkun e û divêt di vê mumkunîyetê da israr bête kirin. Em careke dî
tikayê ji rêvebirîya PKKê dikin ku biryareke dîrokî werbigire û bangî hemû
endam û sempatîzanên xwe bike ku van kiryarên ku dawîyê li jîyana xwe tînin
nekin. Daxwaza rakirina tecrîda li ser birêz Öcalan û girtîyên dî yên li
Imralîyê heq e, lê belê rêvebirîya PKKê divêt van hemû kir û kiryarên ku dawîyê
li jîyanê tînin rawestîne û rêyên dî yên rasyonel yên têkoşîn û berxwedanê dane
ber endam û alîgirên xwe. Bila dîrok dubare nebe. Di berxwedana 2015-2016ê ya
di nîveka şehran da jî xeletî hate kirin û bi sedan ciwan bi ber topên dijminî
ketin... Bi van xwekuştinan û grevên birsîbûnê yên 2019ê jî, dubare xeletî tête
kirin. PKK di şert û mercên îro da pêşengîya bizava neteweyî dike li bakura
Kurdistanê. Anjî em bêjin partîya herî mezin û xwudan desthilat e. Yêk ji
berpirsiyarîyên pêşengîyê anjî mezinbûyînê jî ew e ku xeletî neyêne kirin. Heke
xeletî carekê hate kirin jî divêt neyê dubare kirin. Tika ye...
5 Nîsan 2019
RH