Bi biryara
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê [2006], 14-15-16ê Gulanê wekî rojên cejna
zimanê Kurdî hatine dîyarî kirin. Ji 2007ê were ev roje wekî Cejna Zimanê Kurdî
têne pîroz kirin.
Edetê Cejna
Zimanê Kurdî êdî rûniştîye û Kurd li welat û li her derê lê dijîn pîroz dikin.
Belêm
mixabin ku zimanê Kurdî hêj jî lawaz û birîndar e, bi xem, kul û keser e.
Zimanê
Kurdî hêj jî nebûye zimanê dewleta serbixwe ya Kurdistanê.
Li başûra
Kurdistanê zimanê fermî yê "Herêma Kurdistanê li Iraqê" ye.
Li rojavaya
Kurdistanê jî zimanê fermî ye lê hêj bi timamî di xwandingehan da, di sîstemê
perwerdekarîyê da nerûniştîye û eve kêmasîyeke gelek mezin e.
Li
rojhilata Kurdistanê jî statuya fermî nîne û li ber asîmîlasyonê ye.
Li bakura
Kurdistanê ji xwe zimanê Kurdî di nav sefalet, perîşanî û rebenîyeke mezin da
ye.
Dewleta
Tirk polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê bi her metodî didomîne. Fermîyeta zimanê
Kurdî nîne û di xwandingehan da nayê bi kar înan. Di jîyana rojane ya Kurdan da
jî fonksiyonelîya Kurdî her diçe kêm dibe. Êdî li bakura Kurdistanê zimanê
bazarê, zimanê çayxane û geştê jî bûye Tirkî. Kurd bi xwe jî berameberê zimanê
xwe xemsar û bêberpirsiya in. Nufûsa Kurda li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê
wekî 20 milyona tête zanîn. Lê belê nufûsa Kurdîaxêv ketîye dora 5 milyona ku
eve kadastrofeke mezin e. Lê ne xema xelkê ye, ne xema siyaseta Kurdî ye, nejî
xema ronakbîr, rêber û pêşengên civatê ye!
Di Cejna
Zimanê Kurdî da dîsa dem û dezgehên sosyopolîtîk û sosyokulturel yên Kurd dê
beyanatên pîrozbahîyê bidin lê piştî wê lehzeyê jîyana xwe ya rojane û rêxistinî
dê dîsa ve bi Tirkî bidomînin.
Rewşa
zimanê Kurdî ev e li bakura Kurdistanê.
Li meydanên
diasporaya Kurdî jî tiştekî hêvîdar nayê dîtin di warê zimanê Kurdî da.
Asîmîlasyoneke gelek xurt heye li meydana diasporaya Kurdî. Nifşên nû li kîjan
welatê lê dijîn, jîyana xwe ya malê û rojane jî bi zimanê wî welatî dijîn. Gava
ziman nemîne, kultura resen ya bi wî zimanî ve girêdayî jî namîne.
Xulase di
vê Cejna Zimanê Kurdî ya 2018ê da jî ne li bakur ne li rojhilat nejî li
meydanên diasporayê rewşa zimanê Kurdî baş xuya dike!
Çare li
ziman xudan derketin e. Ew jî bi axivtin û bi kar înanê dibe. Bi perwerdeyê
dibe.
Tinê
nivîsîna Kurdî jî têra nake. Paradokseke mezin e, Kurdên ku Kurdî dinivîsin jî
jîyana xwe ya rojane bi Tirkî anjî bi zimanê welatê ku lê dijîn didomînin!.
Hawara
zimanê Kurdî ye. Dike hawar ku birîndar e. Dike hawar ku bête sax û jînde
kirin. Dike hawar ku bête bi kar înan.
Di vê Cejna
Zimanê Kurdî da guh bidine zimanê Kurdî!.
Cejna
Zimanê Kurdî pîroz be.
ROJAN HAZIM
14-15-16
Gulan 2018