Heyva Tebaxê yêk ji heyvên çileyê havînê ye. Çileyê havînê germeke tîr û sojer e. Bûn û bûyerên li heyva tebaxê rûdayî jî wekî germa çileyê havînê hem tîr û hem jî zêde germ bûn. Qewimînên li welatê me Kurdistanê hem bi xwe ra şahî û xweşî înan, hem jî şîn, xem, kul û keser... Mixabin heta ku rizgarî û azadîya kamil ya welat û xelkê me bi dest ve neyê ev bûyerên xembar dê bidomin...
Li tebaxê
bûyer û rûdana herî balkêş û bi encamên xwe ve serkevtî azadkirina Minbicê bû.
Minbic ji 2013-2014ê were di destê DAIŞê da bû û vê rêxistina hov jîyan li
xelkê xwecih heram kiribû û kiribû cehnem. Minbic şehrekî biçûk û ser bi Helebê
ve ye. Yêk ji yê di kêm an zêde xelkên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî
pêkve dijîn. DAIŞê Minbic wêran kir û jîyana islamîya paşverû û erebîzma
nijadperest li ser xelkên xwecih ferz kir. Ji ber vê zulma DAIŞê nufûseke boş
bar kir ji Minbicê. Yên mayî jî bêyî dil di vê cehnema DAIŞê da dîl man. Hêzên
Demokratîk yên Sûrîyeyê ji 1ê Hezîranê pê ve ji bo azadkirina Minbicê
têkoşîneke berfireh dane dest pê kirin. Bi beşdarîya xelkê Minbicê Meclis
Eskerî ya Minbicê hate ava kirin ku YPG-YPJ jî tê da bûn. Bi piştevanîya hêza
hewayî ya Koalisyona Navneteweyî ku serkêşîya wê Amerîka dike, Minbic 12ê
Tebaxê hate azad kirin. Xelkê Minbicê ev roj bo xwe kirine roja azadîyê û bi
şahîyeke mezin pîroz kirin. Vê azad kirina Minbicê li dinyayê jî deng veda û bi
dilgermî hate pêşwazîkirin. Çeperekî mezin yê DAIŞa reş jê hatibû standin. DAIŞ
ji merkezeke giring û stratejîk hatibû derêxistin ku eve ji bo azadkirina
Helebê jî derîyek bû. Digel ku hemû xelkên Minbic û dorberê di standina Minbicê
da cih girtin û têkoşîneke bihadar dan, lê belê di vî şerî û standina Minbicê û
şkandina DAIŞê da rola sereke ya YPG-YPJê bû. Vê rastîyê xelkên Minbic û
dorberê jî qebûl dikin û teqdîr dikin û spasdarîya xwe pêşkêşî YPG-YPJê dikin
ku di serî da Amerîka û Koalisyona Navneteweyî jî qîmet dide vê rola YPG û
YPJê.
Piştî azad
kirina Minbicê Meclisa Eskerî ya Minbicê erkê asayişê hilgirte ser milê xwe û
ji bo îdareya Minbicê jî Hêzên Demokratîk yên Sûrîyeyê rêvebirîyeke ji xelkên
xwecih pêkîna. Minbicê Minbicî bi rê ve dibin îro.
Serkevtina
Minbicê hêvî dikin bibe nimûneya serkevtina timamî Sûrîyeyê ku bibe Sûrîyeya
Demokratîk û Federal ku hemû xelk bi azadîya xwe tê da bijîn.
Minbicîyan
ev serkevtine bi coşeke mezin pîroz kirin. Xwe avêtine ser û stuyên gerîllayên azadîyê.
Gerîllayan rûyê azadîyê yê bi ken û geşî nîşanî wan da. Xelkê û bi taybetî
jinan ew kirasê reş yê zulma DAIŞê ji ser xwe avêtin û sotin. Mêran rihên ku bi
darê zorê ji retef DAIŞê ve hatine dirêj kirin bi meqesê dibirîn û ser û rûyên
xwe ditiraşîn. Zarokan bi nîşana serkevtinê ev azadîya xwe ya leyiz û yarîya li
cade û kolana pîroz dikirin. Ev resmên li jêr qîmetê azadîyê nîşan didin:
Yên ku ji azadkirina Minbicê nerazî kî ne?
Di serî da Kurdan û xelkên xwecih yên Minbicê,
Minbic bi hêza hevrayî ji DAIŞa xwûnxwar standin û şehrê xwe rizgar kirin, xwe
azad kirin. Belêm hindek dewlet û rejim ji vê encamê aciz in, nerazî ne û
dixwazin vê rewşa bi têkoşîneke xurt û bi bedelên giran hatîye temîn kirin têk
bibin. Di serî da rejima Şamê ji vê yêkê aciz e. Rejima Şamê ya ku bi
dîktatorîyeke bi salan Sûrîye ji bo xelkan kirîye cehnem nerazî ye ku sîstemekî
demokratîk û federal pêş dikeve. Ji Rojavaya Kurdistanê pê ve gav bi gav
sîstemê demokratîk û federal yê xelkan ava dibe û eve xewa rejima Şamê
vedirevîne. Lewma heke jê bêt dê bombarduman bike.
Lê dewleta herî nerazî Tirkîye ye. Tirkîye her
pêşveçûneke ber bi azadîya xelkên Sûrîyeyê ve bo xwe zerar dibîne û dij
radiweste. Ji ber ku derdê Tirkîyeyê ne hilweşandina rejima dîktatorî ye li
Sûrîyeyê, ne hatina demokrasîyê ye bo Sûrîyeyê. Di Sûrîyeyeke demokratîk da di
serî da Kurd dê xwudan maf bin, xwudan statû bin. Ji ber ku Sûrîyeya Demokratîk
dê federal be û hemû xelk dê xwudan statû bîn û ev statû dê bi rizaya xwe
sîstemekî federal û demokratîk ava bikin û bi hev ra bijîn. Eve ji bo Tirkîyeyê
tirseke mezin e. Tirkîye dizane ku ku ev sîstemê federal û demokratîk dê bo wan
jî bibe nimûne. Piştî Iraqa Federal ku Kurd di navçeya xwe da, li ser axa xwe
bûne xwudan statû, dê li nav Sûrîyeyê jî li ser axa xwe bibine xwudan statû. Du
parçeyên Kurdistanê yên di nav sîstemên federal yên Iraq û Sûrîyeyê da xewa
Tirkîyeyê vedirevîne, xewê li wan heram dike, wan har û hêc dike. Ew baş
dizanin ku dor dê bête wan jî. Kurd û xelkên li Tirkîyeyê sîstemê antî
demokratîk û faşîzan yê li Tirkîyeyê qebûl nakin û têkoşînê didin ku li
Tirkîyeyê jî sîstemekî demokratîk û federal ava bibe. Tirseke mezin berbûye
bedena Tirkîyeyê û bi vê tirsê ve hêza mantiq berze kirîye û bi hirs û hiddeteke
nijadperestane êrişî Kurdan dike.
Piştî azad kirina Minbicê Tirkîye kete nav wê
gîrdaba tirsê û yêkser êrişî Cerablusê kir. Cerablus bi hevkarîya Tirkîyeyê di
destê DAIŞê da bû. Hukûmeta Tirkîyeyê ya islamîst ya AKPê û serokkomarê
dîktator Erdogan biryara şerê dijî Kurdan da û leşkerê xwe rêkirine Cerablusê
[24.8.2016]. Bi navê ÖSO [Ertêşa Sûrîyeya Azad] ertêşeke kirêgirtî û
paramiliter çêkirin û di bin per û baskên tank û teyareyên xwe da birine
Cerablusê bi cih kirin. DAIŞê şer nekir çiku ew û dewleta Tirkîyeyê li hev
hatin û wan berî ku ertêşa Tirkîyeyê bêt Cerablus çol kirin û xwe dane paş û
çûne Reqayê. Ertêşa Tirkîyeyê ji hatina xwe ya Cerablusê were şerê Kurdan û
hevalbendên wan dike. Hemû gundên dorberên Minbicê dane ber bombe û topan û bi
dehan xelkên sivîl kuştin. Tirkîye dijî DAIŞê şerî nake, dijî Kurdan şerî dike.
Tirkîyeyê polîtîkaya xwe li ser şkandina Kurdan ava kirîye. Yêk armanca wan
heye; Kurd li Sûrîyeyê nebine xwudan statû û maf. Goya şerê rejima Sûrîyeyê
dikirin lê nihe dijî Kurdan dixwazin digel rejima Sûrîyeyê pêkbên ku di êriş û
dagîrîya Cerablusê da zimnen piştevanîya rejima Şamê jî heye.
Yêk ji sebebên lezûbeza TCê ji bo dagîrîya Cerablusê
jî birîna kanalê navbeyna Minbic û Afrînê ye. TC bi israr dibêje ku ew rê nadin
ku kantonên rojavaya Kurdistanê bigihin hev. Helbet ev hewildana TCê kîn û nefreteke
kûr ya beramberî Kurd û Kurdistanê ye. TC timamî kartên xwe li ser berze kirina
Kurdan bi kar tîne. Bes ku Kurd negihin daxwazên xwe amade ye ku xwe li hemû rêyan
bide TC. Lê belê, ev tirsa TCê bê fayde ye û ew nikarin prosesa ber bi pêş ya azadîya
Kurdistanê asteng bikin.
Îran jî ji serkevtina hêzên demokratîk yên
Sûrîyeyê aciz û nerazî ye. Bi taybetî pêşengîya Kurdan ya di vê têkoşînê da
zêdetir bo wan cihê nerazîbûnê ye. Iran bi hemû hêza xwe ve piştevana rejima
Sûrîyeyê ye. Iran jî naxwaze ku Sûrîye bibe dewleteke demokratîk û federal. Di
vê yêkê da Tirkîye, Iran û rejima Şamê hemfikir in. Iran ji xwe ji hebûna
sîstemê federal li Iraqê aciz e ku Kurd bi giranahîyeke xurt xwudan statû ne. Nihe
jî ne bi dilê wan e ku Kurd li nav Sûrîyeya demokratîk û federal bibine xwudan
statûyeke xurt. Iran jî wekî Tirkîyeyê van modelên li Iraq û Sûrîyeyê bo xwe
wekî xetereke mezin dibîne ku bibine nimûne û Kurdên li rojhilat û bakur jî li
nav Iran û Tirkîyeyê bibine xwudan statuyên xurt. Lewma Iran jî pozisyoneke
xurt ya beramberî vê dagîrîya Tirkîyeyê li Sûrîyeyê nîşan nade.
Hêzên Demokratîk yên Sûrîyeyê yên di pêşengîya
YPG-YPJê da, piştî ku Minbic ji destê DAIŞê standin, rêvebirîyeke xwecihî amade
kirin û desthilata rêvebirîya şehrê Minbicê teslîmî xelkê Minbicê kirin. Kurdan
bi pratîka Minbicê nîşan da ku, Kurd ji bo azadîya xelkên cîran jî têkoşînê didin.
Minbic şehrekî pir etnîk e û Kurd jî lê dijîn. Belêm dîsa ve Kurdan ev azadkirina
Minbicê diyarîyî xelkên Minbicê kir. Minbicê xelkên Minbicê dê bi rê ve bibin. Minbic
heta ku Sûrîye digihe rewşa demokratîk û federal, dê ji teref xelkê xwecih ve
bête îdare kirin ku hêvî dikin bibe nimûneyeke baş ji bo Sûrîyeyê jî.
Amerîka wekî rêvebira hêzên hevpeyman yên koalisyona
navneteweyî, di navbeyna Tirkîye û Hêzên Demokratîk yên Sûrîyeyê yên di
pêşengîya Kurdan da polîtîkaya balansê bi kar tîne. Amerîkayê dijî dagîrîya
Tirkîyeyê ya li ser Cerablusê pozisyoneke rêgir wernegirt belêm aşkera got ku
Tirkîye divêt dijî Hêzên Demokratîk yên Sûrîyeyê şer neke.
Di halê hazir da Tirkîye di nav pozisyoneke aktîv
ya xirabkerî û dijminahîya Kurdan û hêzên demokratîk yên Sûrîyeyê da ye. Rewşa
Sûrîyeyê di nav alozîyeke kûr da didome. Amerîka û Rûsya kêm zêde li hev hatine
ku formekê bidine Sûrîyeyê lê xuya ye dê dem bigire. Di vê prosesê da Tirkîye
bi dagîrîya Cerablusê dixwaze di paşeroja Sûrîyeyê da xwudan rol be ku ew rol
jî bêmaf kirina Kurdan e û rê li ber Kurdan girtine. Gelo dê çend bikare vê
rola xwe ya beyûm bi kar bîne ne kivş e lê tiştekî gelek aşkera û zelal heye ku
Tirkîye nikare bigihe van xwezî û daxwazên xwe yên bêbina û pûç û vala. Kurd
her bi çi rengî be dê bibine xwudan statû ku eve wekî ronahîya rojê xuya ye.
Rûdana xembar ya li heyva tebaxê; qetlîama Entabê
20ê tebaxê [2016], li taxekî Entabê [Dîlokê] di
nîveka şevê da, şahîya Kurdan bû şîneke dilsoj. Qatilekî DAIŞî bombeya bi xwe ve
peqand û ew koma şahîyê kire gola xwûnê. Piranî biçûk û jin 55 kes hatin kuştin
û nêzîkî sedan kes jî birîndar bûn. Hedef xuya bû; Kurdên welatparêz. Kî dê
bike? DAIŞ. Kî dê rê li ber xweş bike? TC. Wextê vê kiryarê balkêş e. Piştî
standina Minbicê ji DAIŞê ev kiryare hate kirin. Kê Minbic ji destê DAIŞa
xwûnxwar stand? Hêzên Demokratîk yên Sûrîyeyê ku pêşengîya wan Kurd dikin. Kî
ji vê serkevtina Kurdan û hêzên demokratîk yên Sûrîyeyê aciz bû? TC. Kê şkest
xwar? DAIŞê. DAIŞê xwast tola xwe ji Kurdan li Entabê bistîne û dem û dezgehên
istixbarî yên TCê jî rê dane wan ku vê kiryara hovane bikin. Di hilbijartina vê
hedefê da DAIŞ û TC hevpar in, şirîkê hev in. Ji xwe piştî vê komkujîyê jî TCê
bi hêzeke paramiliter ya bi navê ÖSO ku wan bi xwe durust kirîye, derketin
sefera dagîrîya Cerablusê.
DAIŞê li bakura Kurdistanê çend kuştin kiribin
hemû jî bi hevkarîya lojîstîk û istixbarî ya TCê bûne. DAIŞ li başûr, li rojava
û bakura Kurdistanê Kurd bo xwe kirine hedef. DAIŞ hem bi zihnîyeta kevneperstî
ya islamî hem jî bi kîn û xerezeke nijadperestî ya Erebî êrişî Kurdan dike. Di
vê hedefê da TC jî şirîk e. TC jî bi zihnîyeta nijadperestî ya Tirkî dijî
Kurdan û destkevtên wan dijminahîyeke mezin dike ku di vê yêkê da digel DAIŞê
hevbîr in.
Tirkîye, Iran û nijadperestîya Erebî ku
milîtanîya wê zihnîyetê DAIŞ dike, di dijminahîya Kurdan da hevçeper in, hevbîr
in, şirîk in. Îran bi nijadperestîya Fars, TC bi nijadperestîya Tirk, DAIŞ jî
bi nijadperestîya Ereb, ku DAIŞ di dijminahîya nijadperestî ya Erebî da
tercumanîya Ereban dike, dijî Kurdan û hemû destkevtên wan şerî dikin, hevkarîya
hevdu dikin ku Kurd bişkên. Heke neşên jî pêşveçûna Kurdan direng bihêlin û
firsetê nedine Kurdan ku xêr û xweşîyê bibînin û bigihine xwezî û daxwazên xwe.
Beyhûde ye. Ev reftara van hersê merkezên
nijadperestîyê nikarin çerxa pêşveçûna diyalektîk ragirin. Direng jî be Kurd dê
bigihine xwezî û daxwazên xwe. Kurdan ew hêz û şuûr heye, dost û hevkar jî hene,
dê hem destkevtên xwe biparêzin hem jî daxwazên xwe firehtir û mezintir bi dest
ve bînin.
ROJAN HAZIM
31 Tebax 2016