Gotineke ku Kurd çu cara ji devê xwe kêm nakin ”Aştî” ye.
Dibe ku mirov vê yêkê wekî paradokseke Kurdan jî bibîne. Ji ber ku Kurd di nav
xwe da ne aşt in ku aştîyê li dora xwe bibînin. Lê dîsa ve Kurd gotina ”aştîyê”
gelek bi kar tînin. Di gihiştina ”aştîyê” da şik têda nîne ku Kurd ji dil in.
Çi li nav xwe be, çi jî li dora xwe be vê yêkê dixwazin. Çiku Kurdan ji rewşên
ji aştîyê dûr gelek kêşaye. Xirûcir û vekêşkanên navxweyî jîyan li Kurdan heram
kirîye. Ji nav malê heta nav eşîrê, ji gund heta bajêr, ji cîhana polîtîk heta
ya ronakbîrî, bûyerên ku jîyanê bi gotina herî sade ”nexweş” bikin gelek bi
serê Kurdan hatine. Ew toka mirinê ya ku dewletên dagîrker û kolonyalîstan kirîye
stuyê Kurdan jî bêhn li Kurdan çik kirîye. Digel van serûbinbûnan jî Kurda xwe
ji lêgerîna aştîyê dûr nekirîye.
Kurd li aştîyê
digerin
Aştîyê dikarin di sê kategorîyan da rave bikin: 1. aştîya
dadyar [adil], 2. aştîya maqûl, 3. aştîya konjonkturel.
Di resmê îro yê Kurdistana mezin da ”aştî” hêj pêknehatîye. Sê
parçeyên Kurdistanê di bin nîrê kolonyalîzma Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê da ne û
têkoşîna ji bo azadî û aştîyê dom dike li van parçeyan. Xelkê Kurd li parçeyekî
Kurdistanê, li başûr pişta sîstemê kolonyalîzma Erebî şkandîye, xwe nîv rizgar
kirîye û nisbî jî azad kirîye. Di şertên heyî û li ber çav da dîsa ve ”aştîyeke
dadyar” hêj jî pêknehatîye. ”Aştîya dadyar” gelek aşkera ye ku dê bi
destxistina Kurdistana serbixwe pêkbêt ku eve mafekî xwezayî yê Kurdan e û dê
demekî dirêj bikêşe. Daxwaz û hewildana Kurdan ji bo vê amanca heq û rewa dê
dom bike. Di ”Aştîya maqûl” da, herdu teref kêm zêde razî ne ku eve jî hêj ji
Kurdan dûr e. Hindî ”aştîya konjonkturel” e, ew jî di şertên lawazîya herdu
alîyan da û bi xurtbûna dînamîkên derve, wekî keysekî di xêra terefê mexdûr da
derdikeve meydanê ku li ser zemînekî gelek tehisok da ye û parastina wê
canbazîyeke mezin dixwaze û terefê mexdûr bi hevkarîya hêzên derveyî û
seferberkirina hêza neteweyî ya navxweyî dişêt xwe û statuya xwe ya nû biparêze.
Merheleya li parçeyê başûr hatîye pêş, di çarçoveya ”aştîya
konjonkturel” da ye. Di vê ”pêkhatinê” da terefê mexdûr, terefê mafxwaz, anku
Kurd, ne razî ne, encam ne bi dilê wan e, lê di şertên heyî yên navxweyî, yên navçeyî
û herwisa yên navneteweyî da wekî ”destkevtek”ê tête dîtin. Di ”destkevtên
konjonkturel” da dîkilokê terazîyê gelekî hessas e û her milê terazîyê li ber
meylên nû dikare bi serê dî da giran anjî sivik bibe. Di vê ”aştîya
konjonkturel” da terefê ku berê Kurd û Kurdistan di bin destê xwe da girtî, [anku
merkeza dagîrîyê Bexda û hêza desthilatdar Ereb], dê hergav li keysan bigerin
ku pozisyon û statuya xwe ya ku di eleyhê Kurdan da, di destê xwe da bigirin. Herçend
ew jî dizanin ku nikarin vegerine dewrê berê, lê hindî ji wan bêt dê tixûbên
”destkevta Kurdan” teng bikin, statu û pozisyona Kurdan zeîf bikin. [Ku
dewletên cîran jî, anku Tirkîye, Iran û Surîye jî di vê bîr û hizirê da ne.]. Di
vê rewşa nazik da tinê hêzek dikare bibe garantîya Kurdan; ew jî hêza navxweyî
ye. Hindî ku Kurd di nav xwe da zemînê ”aştîya navxweyî” saxlem bikin, davên
tevnê aştîya navxweyî bi hêz vehûnin û tevnî xurt biraçînin hingê dişên
”destkevta heyî” di şertên ”aştîya konjonkturel” da ragirin û biparêzin û herweha
pêşbêxin.
Aştîya navxweyî jî bi peçinîna kêm û kasîyan, bi veşartina
qusûran, pêknayê. Aştîya navxweyî bi avakirina sîstemê demokrasîyê mumkun dibe.
Avakirina welatek û dewleteke nû, tinê bi çêkirina vîlla û apartmanan nabe.
Digel wan divêt zemînê demokrasîyê jî bête ava kirin. Ji milekê ve polîtîkên nû
yên iqtisadî û sosyal divêt bêne hazir kirin, bêne bi cih kirin û di rê birin,
li milê dî mekanîzmayên îdarî û polîtîk jî li goreyî hewcehîyên nû, divêt ji nû
ve bêne reorganîze kirin ku jîyana sosyal, kulturî û ya herî giring jî
sîstemekî demokratîk û humanîter bête ava kirin. Di vehûnandina sîstemê îdarî,
polîtîk, iqtisadî û sosyal da, hevîrê esasî sîstemê perwerdeyê ye. Nifşên nû,
ku ew paşeroja civatê ne, divêt bi sîstemekî demokratîk û mirovî yê perwerdeyê
bêne gihandin ku xîmê civateke pêşkevtî û modern saxlem bête danan. Heta ku
tovê demokrasîyê di serî da di nav civatê da neyê çandin, berê wê jî nayê
wergirtin. Ew jî bi perwerdeyê dibe.
Li parçeyê başûr, ku hemû Kurd wekî ”destkevteke bihadar”
qebûl dikin, aştîya navxweyî karekî bingehîn e û ev aştîya navxweyî jî daku
mayînde bibe, digel avadanîya fizîkî ya welatî, divêt guhorîneke bingehîn ya
”zihnîyetî” jî bête dest pê kirin. Divêt di warê ”zihnîyetê” da adeta şoreşek
bête kirin. Bi taybetî ji burokrasîya îdarî ya dewletê heta hêzên asayiş û
ewlehîyê, heke bi hiş û bîreke demokratîk neyên organîze kirin, ev mekanîzmayên
bingehîn ji alîyê kesên ku demokrasî di nav dil û mejîyê xwe da, di pratîka xwe
da bi cih nekirî, neyêne di rê birin, pêşkevtin nabe û sîstem di serî da dê ji
teref van mekanîzma û kesan ve bête tehrîb kirin û xirab kirin. Guhorîna
fizîkî, pêşkevtinên avadanîya li ber çavan, dînamîzma di warê aborî da tête
dîtin, bivê nevê digel xwe guhorîna civakî jî tîne ku heke ev pêşkevtin û
guhorîn bi zihnîyeteke demokratîk û humanîter neyê îdare kirin û di rê birin,
dê roj bêt di nav xwe da dê bibe xetera herî mezin li ser aştîya navxweyî.
Ragirtina civatê di nav aştîya navxweyî da, hem bi
bilindkirina standarta jîyana aborî, sosyal û kulturî dibe, hem jî paralelî vê
yêkê bi xurtkirina norm û qaydeyên demokrasîyê pêktêt. Cihê ku demokrasî lê
nebe, li wê derê aştîya navxweyî di bin tehlîkeyeke mezin da ye. Cihê ku
problema demokrasîyê lê tête dîtin, li wê derê dînemît heye, mayîn [mîn] hene
ku kengî û li kî derê dê bipeqin nayê zanîn ku eve bi serê xwe rê li ber
têkçûnê vedike ku aştîya navxweyî serûbin bibe û hilweşe.
Di 1ê Îlonê, ”roja aştîya cîhanê” da, di meha ku roja wê ya
ewil wekî roja aştîya cîhanê hatîye qebûl kirin da, li ser bi giştî aştîyê
rawestan giring e, lê ya herî bingehîn daxwaza aştîya navxweyî ye. Kurdistan li
sê parçeyan, li sê alîyan mixabin ku ji aştîya herî kêm, ji ”aştîya
konjonkturel” jî dûr e.
Digel vê rewşa negatîv ya li dora Kurdistanê, herwisa li van
sê parçeyên di bin dagîrîya Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê da, aştîya navxweyî jî ne
di wê sewîyeyê da ye ya ku tête xwastin. Helbet Kurd divêt li van parçeyan jî,
daku bigihin ”aştîyeke dadyar” divêt di serî da di nav xwe da aştîyê ava bikin
ku bikarin dijminan ji bo aştîyeke dadyar bidine zorê û aştîyê li ser wan ferz
bikin.
Ji kîjan alî berê xwe bidinê, ”aştî” hem di nav xwe da, hem
jî li dora xwe ji bo Kurdan amanceke giring e ku ji bo gihiştina vê amancê
têkoşîna xwe sist nekin û hemû hêz û şiyana xwe bi hev ra bi kar bînin ku
serbikevin. Di vê çarçoveyê da hindî ku ”destkevta başûr” hem di nav xwe da,
hem jî digel parçeyên dagîrkirî da, di nav aştîyeke xurt ya navxweyî da be, dê
hind serkevtî be. Ji bo ”aştîya dadyar”, hetta ji bo ”aştîya maqûl” ya Kurd û
Kurdistanê, divêt ev ”aştîya konjonkturel” ya li başûr pêkhatî bête parastin,
bête pêşxistin û bête mayînde kirin ku têhnekê û ronahîyekê bide parçeyên dî
jî.
Heke Kurd dixwazin mil bidine aştîya cîhanê, divêt ewil
aştîya navxweyî ava bikin û paralelî vê yêkê jî, têkoşîna ji bo rizgarî û
azadîya welatê xwe bilind bikin, ku çareserîya di vî warî da bi serê xwe
pêkhatina mezin ya aştîyê bi xwe ye. Aştî, li cihê xwe bêdeng rûniştin û mayîn
nîne. Aştî bêyî têkoşîn pêknayê. Kurd divêt aktîvîstên milîtan yên doza aştîyê
bin. Têkoşerên azadîya Kurd û Kurdistanê herwisa têkoşerên aştîyê jî ne. Azadbûna
xelkê Kurd û rizgarbûna Kurdistanê li seranserî, dê bibe çeperekî herî xurt û
saxlem yê aştîya navçeyê û cîhanê jî.
Bi hêvîya ku aştî di serî da li Kurdistanê, li
rojhilatanavîn û hemû cîhanê hakim bibe.
ROJAN HAZIM
01 Îlon 2010
Têbînî:
1. Hetav li 1ê Îlonê dibe bîst
salî. Bila roja bûyîna wî û ya kesên ku di 1ê Îlonê, roja aştîya cîhanê da
hatine dinyayê pîroz be. RH
2. Ev meqale di rojnameya WAR-Duhok da hatîye weşandin.