Dezgehê Xêrxwaz yê Barzanî bû 20 salî
2005 - 2025
Bo birêz Mûsa Ehmed,
Serokê Dezgehê Xêrxwaz yê Barzanî
Kak Mûsa,
Wekî pêşeng û rêberê mezin yê miletê Kurd û Kurdistanê Mela Mustefa Barzanî
gotî, serbilindîya herî mezin ew e ku mirov xizmetkarê xelkê xwe be…
Bi vê armancê Dezgehê Xêrxwaz yê Barzanî hatîye damezrandin.
Eve bû bîst sal ku ev dezgehê xêrxwaz bûye HEWARÎyê vê bîr û hizra mirovhezî û
jîyanhezîyê…
Dezgehê Xêrxwaz yê Barzanî tinê bi harîkarîya xelkê xwe nemaye, per û baskên
xwe yên harîkarîyê ji bo hemû xelkan fireh kirine…
Anku tinê ne Kurdistanî ye, herwisa Dinyayî ye…
Bêyî ferq û cudahî destê harîkarîyê dirêjî her mirovî, her miletî, her welatî
kirîye. Li kî derê derd û kul hebe, êş û jan hebe, feqîrî, hejarî û birsîtî
hebe, afat û perîşanî hebe, koç û bar hebe, zulm û zor hebe, Dezgehê Xêrxwaz yê
Barzanî bi hemû imkan û şiyanên xwe ve demildest li wê derê ye…
Eve xizmeteke gelek bihadar e…
Di salvegera bîstê ya damezrandina Dezgehê Xêrxwaz yê Barzanî da em we û hemû
xebatkarên dezgehî pîroz dikin…
Miletê Kurd, xelkên Kurdistanê qîmetekî mezin didene kar û xebata we…
Harîkarî, yêk ji mezintirîn xasyeta baş ya mirovahîyê ye û hûn vê dikin…
Harîkarîya mirov û jîyanê xebateke pîroz e…
Hêvî dikin hûn di vî karê xwe da herdaîm serkevtî bin.
Destek, piştevanî û harîkarîya ji bo Dezgehê Xêrxwaz yê Barzanî erkekî mirovî
ye û divêt bête kirin…
Bi van bîr û hizran em bîst salîya Dezgehê Xêrxwaz yê Barzanî pîroz dikin…
Digel rêz û silavên germ.
ROJAN HAZIM
Nivîskar
4. 8. 2025