Gava ev
soze dayî di bin simbêlên xwe da jî girnijîn... Anku di dilê xwe da gotine Kurda
ku ca hûn digel me bin heta ku em ji ser pira selawatê derbaz dibin... Paşê em
dizanin ka em dê çi soza xwe bînine cih beramberî we... Eve dihate manaya ku
gava me karê xwe bi dijminan xilas kir dor dê bête we ku we jî tesfîye bikin...
Piştî
Erzeromê hatine şehrekî dî yê Kurdistanê Sêwasê û li wê derê jî kongreya xwe
pêkînan û bi harîkarîyeke xurt ya Kurda dawî li dagîrîya Ingilîz, Fransa,
Italya, Yewnan û yên dî înan...
Sultanê
Osmanîya Wehdetîn Stanbol terk kir û digel Ingilîzan çû... Wan jî bo xwe
komareke nû ava kirin bi destek û harîkarîya Kurda... Mustefa Kemal û hevalên
xwe paytext Ankara komara xwe ya nû îlan kirin û di Meclisa ewil da çendek
kursî jî dane Kurda heta ku wextê tesfîyekirina wan têt...
Mustefa
Kemal û rêvebirîya nû ya komarê gelek bêminet bêyî ku wextî bikujin, biryara
tesfîyeya Kurda dan û emelîyen jî dest pê kirin û gelek bi tundî peyam dane
Kurda ku ya me û we xilas û êdî komara nû ya me Tirka ye û hûn jî heke dixwazin
digel me bijîn desthilata me ya nû bêyî itiraz qebûl bikin û rûnine mala xwe...
Heke hûn livîn û bizavekê jî bikin em dê we qir bikin baş bizanin...
Fiîlen jî
wisa kirin û ne soz û qirarên xwe yên destpêkê bi cih înan nejî di îdare û
temsîlîyetê da cih dane Kurda...
Gava Kurda
nerazîbûna xwe jî kivş kirin bi şiddeteke nedîtî êriş kirin û ji tehcîrê heta
îdaman polîtîkayeke birandinê bi kar înan dijî Kurda...
Di pêla
ewil ya êrişên xwe da bizava azadîxwaz ya xelkê Kurd ya di pêşengîya Şêx Seîd
da dane ber tirpana xwe... Sefereke operasyonal dane dest pê kirin li ser
Kurdistanê û Şêx Seîd û 46 hevalên wî girtin û li Diyarbekirê, roja 29ê Hezîrana
1925ê îdam kirin...
Paşê
serhildanên dî jî şkandin û gelek îdamên dî jî kirin...
Komara nû
ya Tirkî eve serê sed salan e ku eynî zulmê didomîne...
Di
sedsalîya îdama Şêx Seîd û hevalên wî da hukûmeta îro ya Tirkî goya soz daye ku
"hebûna xelkê Kurd" qebûl bike!..
Bi armanca
çareserîyê, her reng muzakere, gotûbêj û dîyaloga digel dijminî, ne teslîmîyet e, bereks alîyekî giring
yê têkoşînê ye û meşrû ye...
Ka em
binêrin!.. Hêj hertişt gelek zû û taze ye...
Êdî Kurd jî
têra xwe bûne xwudan tecrube...
Di midehê
van hinde salan da Kurda nîşanda ku ew ne berxê ber kêrê ne...
Lê satora
qesaba hêj jî di destê dewleta qesab da ye...
Komara
Tirkî duhî ji bîr nekirîye... Lê Kurda jî ji bîr nekirîye...
Komara
Tirkî duhî soz dan bes bi cih neînan... Lê Kurda jî serê xwe neçemand û
berxwedana xwe domand...
Di sed
salîya serhildana Şêx Seîd da, Kurd li nav Tirkîyeyê hêj jî bê maf û desthilat
in, lê xwudan biryar û hêz in... Terazîya rikeberîyê di nîvekê da ye... Ka em
berê xwe bidenê, ev prosesa nû dê çawa encam bide... Şert û mercên navçeyî û
navneteweyî wekî berî sed sala nîne û di lehê Kurda da ye... Kurd jî ji sedsalên borî bi hêztir û organîzetir in... Lê belê, neyar her ew neyarê berê ye û li nik wan dek û dolab, hîle û
desîse gelek in... Ji ber hindê gotina "lêhbandin-xapandin"ê ji ser
devê xelkê kêm nabe gelek heqqane...
Bes bi her
hal, siyaset hêz û şiyan e... Kurda bi berxwedana xwe ya salan û dayîna bedelên
mezin û giran şuûreke neteweyî jî ava kirine ku bikarin xwe li ber pêlên
birandinê û hîleyên neyaran ragirin...
Eve hêvî
ye... Hêvî dikin Kurd careke dî neyêne lêhbandin...
Di vê
sedsalîya serhildana Şêx Seîd da nevîyên wan gelo tola wan standine..? Hêj ne,
lê bazû û masûlke jî hatine nîşandan ku neyar jî vê dizane... Şêx Seîd li ber
sêpîya îdamê çi gotibû?.. "Xwe ji bo miletê xwe gorî dikim lewma nepeşêman
im. Bes ku nevîyên me li berameberî neyarên me, me mehçûb nekin" gotibû ku
qet nebe ev daxwaza wan hate cih ku nevîyên wan ew şermende nekirin û hetta ew,
xwe û hemû miletê Kurd serbilind û serfiraz kirin bi têkoşîna xwe ya mezin ku
ev prosesa serkevtî berdewam e heta rizgarî û azadîya kamil...
Em bi şîret
û gotineke pêşîya bala xelkê xwe û pêşengên siyasî bikêşine ser heqîqeta
neyaran:
Av dinive
dijmin nanive!..
Ji bîr
nekin û gavên xwe bi biryar lê bi temkînî û hessasîyet biavêjin!..
Bizava Şêx
Seîd û hevalên wî, wekî Kamuran Bedir Xan bi çavê dilê xwe gotî, "dengê
azadîyê" bû... Wî dengî îro dengvedaye û welat û dinyayê dizingîne...
Heke îro
navê wî li wê meydana ku hatîye îdamkirin hatibe dan, hingê dengê wî yê azadîyê
gihiştîye cihên lazim ku ruha wî şa be...
Em Şêx Seîd
û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em
îdamkeran jî rûreş û şermizar dikin.
29 Hezîran
2025
RH