søndag den 16. marts 2025

Helepçe 2025 - ROJAN HAZIM

 

16 û 17ê Adarê rojên jenosîda Helepçeyê ne û jenosîda Helepçeyê divêt çu cara neyê ji bîr kirin...

16-17ê Adara 1988ê pêkhat ew jenosîd...

Encama wê jenosîdê tradejîyeke mezin e...

5000 mirov...

Bi hizaran dar û gil û giya, gul û kulîlk...

Dîsa bi hizaran her cure heywan...

Jîngeha bijûn...

Hemû pêkve bi bombardumana kîmyayî hatin kuştin...

Ji xwe xusareta bedenî û rûhî jî bi hemû reng travmaya didome di nav civatê da...

Rejima xwûnxwar ya Sedam Huseyin û Beasa Iraqê kir ev sucê mezin beramberî jîyanê li Kurdistanê...

Dawîya Sedam û rejima wî bû mirina gor bi gor...

Bes li dûv xwe trajedîyeke mezin hêla...

Di bîrînana jenosîda Helepçeyê ya îsal da, rejima Beasa Sûrîyeyê jî hate hilweşandin...

Dawî li rejimên Beasa nijadperestîya Erebî hate înan...

Herçend Kurd di nav Iraqa Federal da bûne xwudan xweserîyeke fireh jî...

Li Sûrîyeyê jî ew imkan pêkhatîye ku rengekî xweserîyê bête bi dest ve înan jî...

Lê nijadperestîya Erebî hêj jî didome...

Li Bexdayê jî, li Şamê jî...

Heta ku nijadperestîya Erebî û kevneperestîya Islamî li van herdu paytextan xwudan desthilat be, rehetî û huzûr bo xelkê Kurd û hemû xelkên wan welatan pêknayê...

Xweserîyên konjonkturel helbet destkevtin û divêt bêne parastin bes eve ewlehîya bi giştî û mayînde garantî nakin...

Heta ku Kurdistan negihe serbixwetîya xwe ya rewa her reng tehlîke dê li ber derî bin...

Bi dîtina vê heqîqetê divêt jenosîda Helepçeyê herdem li bîr be...

RH

 

Not:

Berê xwe bidene vê lînkê jî:

https://xwezabawer.blogspot.com/2022/03/serboriya-emer-xawer-u-kure-wi-li.html

 


lørdag den 8. marts 2025

8ê Adarê, Roja Jinan ya Dinyayê Pîroz Be


Her 8ê Adarê, gava roja jinan tête pîroz kirin, bayekî gur yê durûtî û direwan radibe...

Ji derveyî istisnayan, piranîyeke mezin ya mêran [zelaman] serê van direwan dikêşin...

Ji nav jinan jî hejmareke ne kêm dikevine nav pêla van direwan...

Ji her reng baskan mêrên bi bîr û hizrên mêrşahî ve xwe gihandî an hatine gihandin jinê cinsê nav malê  dibînin [hûn bindest têbigihin] û di pratîkê da jî li goreyî wê reftarê dikin...

Mêrên ku goya wekhevîya cinsan qebûl dikin anjî xwe wisa didine nîşandan jî, di bîr û hizir û pratîkê da li nalê jî didin, li bizmarê jî didin ku hejmara wan kêm nîne...

Di nav jinan da jî birek hene ku kurên xwe bi bîr û hizreke mêrşahî digihînin û mezin dikin... Bi gotineke dî ev jinên neyarê cinsê xwe, dijî cinsê xwe cinawiran digihînin...

Dîsa ji nav jinan hindek hene ku di pratîkê da goya cinsê xwe bi milîtanî diparêzin bes di kiryarên xwe da mejîyê wan mêrşahî ye... Anku ji alîyê bîyolojîk ve jin in belêm di emelê xwe da mêr in, mêrşahî ne...

Mêr hene xwe aktîvistê mafên jinan didine nîşandan, lê di nav mala xwe da dest bi gopal in...

Hasilî kelam, beramberî jinan ev durûtî û direwên têne kirin li çar nikarê dinyayê bi derece û rengên cuda jî be, her tête domandin...

Helbet di fikir û zikir [teorî û pratîkê] da parastina mafên jinan ya rast û durust jî heye bes mixabin kêm e... Bizava bi vî rengî jî lawaz e... Di vî warî da, numûneya relatîven baş, li dinyaya nisbî demokratîk, anku li dinyaya rojavayê tête dîtin û di warê wekhevîya mafan da pêşkevtin heye û eve jî di serî da bi xebat û têkoşîna jinan û ya piştevanên wan yên mêr yên mafzan ve hatîye bi destxistin...

Li ser esasê mafan wekhevîya di navbeyna cinsan da mafekî xwezayî û esasî ye...

Xwastin, bi dest ve înan û parastina wekhevîya mafan ya di navbeyna cinsan da karekî mirovî yê sereke ye...

Jin maka jîyanê ye...

Di mafan da jin û mêr wekhev in...

Ji bo vê armancê xebat divêt ji dil bête kirin...

Bi van bîr û hizran bila 8ê Adarê li jinên Kurd, Kurdistanê û hemû dinyayê pîroz be...

RH

fredag den 21. februar 2025

21ê Sibatê, Roja Makzimanan ya Dinyayê Pîroz Be

Gelî Kurda, 

Qedir û qîmetê makzimanê xwe bizanin.

Bi makzimanê xwe biaxivin.

Makzimanê we Kurdî ye. 

Hûn Kurd in û nîşana hebûna we makzimanê we Kurdî ye.

Bi Kurdîya xwe serbilind bin.

Bi Kurdîya xwe bijîn.

RH