mandag den 24. april 2023

24ê Nisanê, roja bîrînana jenosîda li ser Ermenîya...

24ê Nisanê, roja bîrînana jenosîda li ser Ermenîyan e...

Ji bîr neken!..

Jenosîda li ser Ermenîya mehkûm e!..

Jenosîd sûc e!..

Jenosîdkar bila rûreş bin!..

Jenosîdkar bila qehir bin!..

Yêk pîrozî heye, ew jî jîyan e!..

Pîroz be jîyan!..

Her kî jîyanê bikuje bila jîyan lê heram be!..

RH

lørdag den 22. april 2023

22ê Nîsanê, roja rojnamegerîya Kurdî pîroz be...

 

22ê Nîsanê roja rojnamegerîya Kurdî ye.

Mîkdat Mîdhat Bedir Xan digel birayê xwe Evdirehman Bedir Xanî 22ê Nîsana 1898ê li paytextê Misrê Qahîreyê bi navê "Kurdistan" rojnameya Kurdî weşandin...

Bi Kurdîya Kurmancî ewil rojname bû KURDISTAN...

31 Hejmar weşîya...

Maceraya weşana wê dûr û dirêj e... Hejmara 1. 22ê Nîsanê sala 1898ê li Qahîreyê derket. Li Swîs û Ingilistanê dewama weşana xwe kir... Hejmara dûmahîkê anku ya 31ê li sala 1902ê hate weşandin û 14ê Nîsana 1902ê li Cenewa Swîsê bi dawî bû...

Sala 1973ê li başûra Kurdistanê roja weşana wê anku 22ê Nîsanê wekî "Roja rojnamegerîya Kurdî" hate qebûl kirin û êdî bû tradisyona pîrozbahîya rojnamegerîya Kurdî û bîrînana rojnameya KURDISTANê...

Hinde sal derbaz bûn ji ser weşana rojnameya KURDISTANê...

Rojnamegerîya Kurdî bi hemû zar û zaravayan ve pêşkevt...

Îro rojnameyên kaxezî hene, yên dîjîtal hene...

Lê mixabin rojnamegerîya Kurdî bi piranîya mezin ve resmî ye û hêj jî rojnameyên serbixwe û azad nehatine weşandin...

Hêvî dikin rojnameyên Kurdî yên serbixwe û azad bêne ava kirin û weşandin...

Roja rojnamegerîya Kurdî bi vê hêvîyê bila pîroz be...

RH

fredag den 14. april 2023

Şîna Mezin; 14ê Nîsanê...

Di nav salên 1983 û 1989ê da, bo 200 000 Kurdên ji teref rejima Seddam Husên ve hatine kuştin, roja şîna mezin e 14ê Nîsanê...

14ê Nîsanê, bîrînana jenosîda Enfalê ye... Çiku piştî bombardumana kîmyayî ya li ser Helepçeyê ya li 16-17ê Adara 1988ê, ku 5000 Kurd hatibûn kuştin, 14ê Nîsanê jî 20 000 Kurd ji cih û warên xwe hatin rakirin û di çol û xîzgehên başûra Iraqê da hatin bêseraşûn kirin...

Lewma 14ê Nîsanê ji teref Parlementoya Kurdistanê ve wekî roja bîrînana Enfalê hate destnîşan kirin...

Bi bîr bînin...

Ji bîr neken...

Bi hêvîya dinyayeke bêyî zalim û zulm, bila herdaîm li bîr be jenosîda ENFALê!..

RH

mandag den 20. marts 2023

NEWROZ Pîroz be...

 


Newroza 2023ê pîroz be...

Agirê Newroza îsal dîsa ve gur û geş e...

Şertên dijwar yên ku Newroz afirandî yên ji kûrahîya dîrokê, îro jî didomin...

Duhî zalimê li ser serê Kurda Dehaq bû...

Îro jî bi navên cuda Dehaq hene li ser serê Kurdan...

Duhî serê Dehaqî bi mircê Kawayî hate belav kirin û bi hilkirina agirî mizgînîya azadîyê hate dan bo xelkê...

Îro jî agirê azadîyê ji teref xelkê ve tête hil kirin ku serên Dehaqên nû bêne belav kirin...

Ew roj ne dûr in...

Kurdistan dê rizgar be, Kurd û xelkên welatî dê azad bin...

Hingê agirê azadîyê dê gur û geştir bête hil kirin...

RH

torsdag den 16. marts 2023

Jenosîda Helepçeyê bi bîr bînin...

 16 - 17 Adar 1988 - Jenosîda Helepçeyê


Jenosîda Helepçeyê ji bîr neken...

Jenosîda Helepçeyê bi bîr bînin...

Jenosîda Helepçeyê ji bîr naçe!..