tirsdag den 24. august 2021

Nadir Nadirov koça dawîyê kir - 24.08.2021

 

                                                Nadir Nadirov

 

Prof. Dr. Nadir Nadirov jî îro [24 Tebax 2021], di 89 salîyê xwe da li Almataya Kazakistanê xatir xwast û koç kir...

Mixabin...

Nadir Nadirov wekî Kurdekî dîasporaya Sovyeta kevin û Kazakistanê bibû zanerekî nasyar û navdar...

Di warê Petrokîmyayê da bispor û zaner bû...

Ji ber vê jîrî û kêrhatîtîya xwe gelek madalya û sîyanetname û pîrozname wergirtibûn...

Li Kazakistanê nîşana "Mareşalê Zanistê" dabûnê û wisa bi nav dikirin.

Nadir Nadirov ji bilî kar û xebatên zanistî, herweha mirovekî Kurd û Kurdistan perwer bû.

Avabûna Kurdistanê, azadîya xelkê Kurd bo wî armancên pîroz bûn û mil dida bizava neteweyî û welatî...

Herdaîm xwazyarê tifaqa navxweyî bû.

Nadir Nadirov xwudanê xasyeteke nerm, mulayim, kubar û aram bû û mirovê diyalogê bû...

Me di nav kar û xebatên zimanê Kurdî û xebatên yêkîtîya neteweyî da hevdu nas kir. Hem li Parîsê di aktîvîteyên Instituta Kurdî ya Parisê da û hem li Brukselê di kom û kombûnên KNKê da suhbeta me çêbû...

1990ê min pirtûka "Zimanê Çiya" ya Harold Pinter [Tercumeya Mehmed Uzun] weşandibû û numûneyek jî dîyarîyî wî kiribû.

Wî jî ji kubarîya xwe nameyeke spasîyê rêkiribû li 8.08.1991ê...

Nameya wî meha tebaxa 1991ê hatibû û mixabin li tebaxa 2021ê jî koç kir... Ji ser nameya wî sih (30) sal borîne...

Nadir Nadirov dilsotîyekî ji dil yê doza Kurd û Kurdistanê bû.

Ew bi Kurdbûna xwe î serbilind bû û Kurd jî bi wî, bi navê wî, bi kar û xebata wî, bi zanerîya wî serbilind in û wî ji bîr nakin...

Ew jî wekî hemû xemxwarên doza Kurdistanê li esmanê Kurdistanê stêrkeke geş e bo heta hetayê...

Bila serê binemala wî û xelkê Kurd û Kurdistanê sax be...

 

ROJAN HAZIM

24. 08. 2021

 



søndag den 15. august 2021

Elî li bîr e - ROJAN HAZIM

 



Heval, hevrê û dostê min yê hêja û herdaîm Pêşmergeyê Kurdistanê Elî Kaşifpûr

Sal 1990

Roj 15ê Tebaxê

Cih Konya - Tirkîye

Bi destê ajanên rejima Îranê û bi desteka dewleta Tirkîye û Kurdên bêbext hate şehît kirin.

Her li bîr e û dê li bîr be...

RH

fredag den 16. juli 2021

Zahir Bedrî [Kotolî] jî xatir xwast - ROJAN HAZIM

Pêşmerge Zahir [Pilingê Çiya]


Zahirê Pêşmerge, gelek zû xatir xwast...

Îro heyvek borî ji ser xatir xwastina wî...

Di demê koça dawîyê ya wî da li cihê xwe nebûm û direng agehdar bûm...

Lewma vê nivîsa xwe ya li ser dostê xwe yê hêja kak Zahirî, di roja koça dawîyê ya wî ya yêkheyvîyê [yêkmehîyê] da diweşînim...

 

Kurê Zahirî, Romîyê delal gava ev xeberê dilsoj dayî bê tixûb bi xem ketim...

Hey dinya, min gote Romî, Zahir jî koça dawîyê kir...

Mîrata jîyanê...

Dawîyek têt axir...

Ya Zahirê hêja jî wisa bû...

Demekî dirêj bû dijî nisaxîyê berxwedida...

Lê mixabin...

Çi bêjin...

Piştî koça dawîyê ya xuyanîyan, ya dost, heval û nasan, ya hezkirîyan xem giran dibe...

Bi van xeberan gewrî li mirovî tête yêk...

Rondik diwerhine nav dil û hinavan...

Bi bihîstina koça dawîyê ya Zahirî jî wisa bû...

Dengê Romî lerizî wekî gotîye min...

Ez jî herwisa...

Berî koça dawîyê min telefonî Zahir kiribû û em qederekê axivtibûn...

Hingê got ku hal baş nîne...

Min jî gotê ku tu saxlem berxwedidî, ji jîyanê hez dikî, rika xwe ya jîyanê bernede...

Çi bikin...

Ya me jî moral dayînek bû...

Wî jî, me jî dizanî ku demê xatir xwastinê nêzîk e...

Bes ne wî behs dikir, nejî me...

Mirin rûyê sar yê jîyanê ye...

Nayê behs kirin...

Anjî zehmet e bête gotin...

Ez, bi daxwaza wî, li ser jîyannameya wî dixebitîm û ew jî bi vê yêkê gelekî şa bû...

Mixabin di saxîya wî da negihiştê...

Di axivtina dawîyê da got, "Kak Rojan, heke nemam jî bawerîya min gelek bi te heye ku dê xebateke baş bikî..."

Min jî gotê, "Wisa nebêje... Tu dê bibînî... Tanga sist neke... Berxwedan karê te ye... Hêj rojên xweş li pêşîya te ne..."

Bi xem im...

Bo Zahirê ezîz, wekî hevalên wî digotinê, bo vî "Pilingê Çiya" gelek bi xem im...

Zahir berî hertiştî mirovekî baş bû...

Herweha hevaldost, parveker, harîkar bû û mirovê têkoşînê bû...

Zahir pêşmergeyekî saxlem, pêşmergeyekî xurt, pêşmergeyekî bijare, pêşmergeyekî numûne bû...

Wî daîm xwe wekî "Pêşmerge" bi nav dikir...

Zahir li nav "Hêzên PDK-Î" bû, lê wî "Pêşmergeyê Kurdistanê" digote xwe...

Zahir, di têkoşîna dijî rejima îslamîst- şiîst ya Îranê da, tam heqê pêşmergetîyê da û bi pratîka xwe ya bi siyanet û navdar bû sembolê cisaretê û navê xwe mezin kir...

Bi pêşmergetîya xwe gelekî serbilind û serfiraz bû...

Bîr û hizra wî jî di ser hemû partîyan da NETEWEYÎ bû...

Zahir dilsotîyê Kurdistanê bû...

Têkoşerê doza Kurd û Kurdistanê û dilsozê tifaqa navxweyî bû...

Herdaîm digot, "Divêt Kurd hev bigirin, yêkîtîya xwe ava bikin"...

Jîyannameya wî hazir dikim û dê wekî pirtûk biweşînim...

Xuyanî, nas, dost û hevalên wî li ser wî gotinên balkêş û bihadar gotine ku layiqî wan bû...

Gelek mixabin ku Zahirî heval û dostên xwe, mal û eyalên xwe, kes û kar û lêzimên xwe wisa dil birîndar hêlan û di demekî gelek zû da xatir xwast û berê xwe da bilindahîyên esmanê sahî yê Kurdistanê...

Nihe ew jî li esmanê sahî yê Kurdistanê bû stêrkeke geş û dibiriqe...

Gava wekî penaberê polîtîk hatîye Danmarkê bi destxetê xwe wisa nivîsîye:

"Ez li 30ê heyva 11ê [Çirîya Paşîn-November] ya sala 1987ê hatim Danmarkê".

Û Zahir, 16ê heyva 6ê [Hezîran-June] ya îsal [2021], nîvşev seet 01:44ê li Xestexaneya Viborgê li Danmarkê koça dawîyê kir...

Zahir, 21ê mehê [Hezîran 2021], duşembê, li Goristana Aarhusa Danmarkê piştî merasimeke şînî hate veşartin ku heval û hevsengerê wî Mihoyê Talo jî [Mehemed Mamedî - Li 9ê Sibata 2007ê koça dawîyê kiribû] li wê goristanê bû û herdu heval û hevrê, hevçeper û hevsoz û pêşmergeyên rojên giran yên têkoşîna doza Kurd û Kurdistanê di vê goristanê da gihiştin hev...

Li ser darbesta Zahirî alaya Kurdistanê hebû ku Zahir pêşmergetîya xwe, jîyana xwe fedayî pêldana bilind ya wê alayê kiribû ku esmanê Kurdistana serbixwe bixemilîne...

Zahirî, ji mal, heval û dostên xwe xatir xwast û bedena wî fizîken li Danmarkê ye, belêm ruh û giyanê wî bi serbestîya xwezayî çû bû stêrkeke geş li esmanê Kurdistana wî ya ezîz...

Xewn û xiyala Zahirî dê bi cih bêt û Kurdistan bi manaya xwe ya rast dê rizgar bibe, Kurdistana serbixwe dê ava bibe, Kurd dê bigihine hemû xwezî û daxwazên xwe...

Hingê meytê wî jî dê neqil bikine welatê wî, digot kurê wî Romî...

Serê binemala wî sax be, serê hemû kes û kar û lezimên wî sax be, serê heval, hevrê û dostên wî sax be, serê xelkê Kurd sax be...

Zahir nayê ji bîr kirin...

Zahir dê herdaîm li bîr be...

Silava herî germ û gur bo Zahirê Pêşmerge ku nihe li esmanê Kurdistanê stêrkeke geş e û heta hetayê dê bibiriqe...

 

ROJAN HAZIM

16.07.2021

                Ez û Zahir li mala wî - 2018

 

Koça dawîyê: 


 Alaya Kurdistanê bi hemû germî û qedirgirîya xwe Zahir rapêçaye.

Zahirî, ji bo ku ew li esmanê serbixwe yê Kurdistanê bi azadî pêl bide têkoşîneke bi qedr û qîmet da...