søndag den 20. december 2020
lørdag den 21. november 2020
Problemên navxweyî û rêyên maqûl yên çareserîyê - ROJAN HAZIM
Problemên navxweyî divêt bêyî panîk, bi xwûnsarî û rê û metodên maqûl bêne çareser kirin
Gava problemên navxweyî derketin di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî (welatî) da, hindî mumkun ew teref bi diyalogê di navbeyna xwe da, bi xwûnsarî, bi tenahî li çareserîyê bigerin baştir e, maqûltir e. Di rûdanên bi vî rengî da haletê panîkê, hewar kirin li şûna ku pirsê çareser bike carina berevajî encam dide. Lewma di rûdana van pirs û pirsgirêkan da tercîhen teref bi hevdu ra bidin û bistînin û bi aqilê muşterek û rasyonel di nav xwe da rêyên çareserîyê peyda bikin û bigihine encameke xêrê di cihdatir e... Heke nebû hingê bi navbeynkarî an bi hevkarîya terefekî sêyemîn anjî bi hewildana gelek terefên ku maqûl difikirin dikarin li çareserîyê bigerin...
Di pirsa vê dawîyê ya di navbeyna PDK û PKKê da, bêyî ku rêya ewilî ku di navbeyna xwe da li çareserîyê bigerin, yêkser rakirina qiyametê û seferber kirina preferîyên xwe û alarma medyaya xwe, problem ji çarçoveya xwe hate derêxistin û bû sebebê baskanê di saheya Kurdistanê da ku eve rast nîne, maqûl nîne û di cih da nîne...
Ji ber hindê ez beşdarî "Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî li 21.11.2020ê", ya ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK] û Yêkîtîya Parlementerên Kurdistanê [KPU] bi hev ra hazir kirî nebûm. Bes min nameyek bo wan rêkir.
Wê nameyê li vê derê jî belav dikim:
Bo Zubeyir Aydar,
Endamê Konseya Rêvebir ya KNKê
Endamê Konseya Rêvebir ya KCKê
Birêz Zubeyîr Aydar,
Dawetnameya we ya ji bo "Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî li 21.11.2020ê", ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK] û Yêkîtîya Parlementerên Kurdistanê [KPU] bi hev ra dikin, gihişte destê min.
Spas dikim.
Bi munasebeta vexwandina we ya ji bo vê şêwrê dixwazim van çend gotinan bi we û rêvebirîyên we ra parve bikim.
Di halê hazir da, digel hemû destkevtên heyî û têkoşîna didome da, doza Kurdistanê di bin tehdîteke ciddî da ye. Dewletên Tirkîye û Îranê car veşartî car aşkerayî lê di her şert û mercî da bi koordîne dijî doza Kurdistanê di nav pozisyoneke xirabker da ne. Niyeta wan ji her alî ve xirab e û di dereceya bilind da neyarîyê dikin. Armanca wan ew e ku destkevtên heyî (başûr û rojavaya Kurdistanê) xirab bikin û çeperên heyî yên têkoşînê (bakur û rojhilata Kurdistanê) bişkênin.
Digel rewşên xwe yên aloz û birîndar jî be, serdestên Bexda û Şamê jî di vê armanca dijî Kurdistanê da bi Ankara û Tehranê ra hevbîr in.
Di vê tesbîtê da misqalek şik nîne...
Di cepheyê navxweyî da jî mixabin bêtifaqî heye...
Bi giştî di nav dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê da diyalogeke xurt û têr û tijî nîne.
Hevdengî û hevahengî nîne.
Rekabeteke negatîv heye.
Hevdu red û inkar kirin heye.
Hevdu boykot kirin heye.
Li beramberî hevdu ziman û uslûbekî dûrker û belavker heye.
Rexne kirina pozîtîv nîne, reş kirin heye.
Xwe ferz kirin û monopolîzm heye.
Dînamîkên Kurdistanê şûna ku li tifaqeke maqûl û pêdivî bigerin, bi zeîf kirina pozisyona hevdu ve mijûl in.
Medyaya Kurdistanê bi giranî fermî ye û bi rêxistinan ve girêdayî ye. Bi vê rewşa xwe ve medyaya Kurdistanê bûye bultena ajîtasyona negatîv ya dijberîya terefan.
Organîzasyonên sivîl bi giranî bûyne teref.
Hejmareke bilind ya ronakbîr, nivîskar û hunermendan bûyne preferîya terefan û li ser hevdu beyanatan belav dikin.
Bi kampanyaya îmzayan xelk bi rengekî negatîv tête ajîte kirin.
Kurdistan bi vê belavîya navxweyî ve adeta ketîye nav derazînka man û nemanê.
Meydana polîtîk ya Kurdistanê çu cara wekî vê gavê polarîze nebûye.
Eve bi serê xwe tehlîke ye û doza Kurdistanê li beramberî neyarên aktîv yên me behs kirî lawaz dike.
Hêvîya xelkê Kurdistanê dişkêne.
Li dinyayê dostên Kurdistanê xiyalşkestî dike û destê hevkarîya wan zeîf dike.
Problem mezin e.
Bi taybetî di navbeyna hêzên domînant yên Kurdistanê da problem heye, bêbawerîtî heye.
Çare çi ye?
Çare diyalog e, bes diyaloga bi mesûlîyet, diyaloga bi kalîte, diyaloga stratejîk...
Çare tifaqeke xurt ya navxweyî ya rasyonel e...
Ji bo gihiştina armanceke wisa rê û metod gelek giring e û hetta jîyanî ye.
Her gav û pratîka ku xizmeta polarîzasyonê bike şaş e û bê fayde ye.
Di van şertên îro yên acîl da, bi giringî van tewsîyeyan dikim:
Di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî da, diyalogeke dîrekt û bêyî qeyd û şert divêt bête dest pê kirin.
Divêt neyê ji bîr kirin ku diyaloga herî xirab ji bê diyalogîyê baştir e.
Bêyî reklam, bêyî rakirina qiyametê, bêyî qutana daholê, bêyî qîrîn û hewarê, bêyî şûrkêşîyê, bi tenahî û xwûnsarî dînamîkên xwudan desthilat yên Kurdistanê divêt di sewîyeya bilind da hevdu bibînin û digel hev rûnin.
Bi taybetî PDK û PKK, ku îro beramberî hev gelek dijwar in û eve dîrekt tesîreke negatîv li seranserê Kurdistanê dike, divêt zûtirîn dem bikevine nav temasê û zemînê hevdîtineke bilind hazir bikin.
Gelek konkret bêjim; dê gelek di cih da be ku Hevserokê KCKê Birêz Cemîl Bayik û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (HPG) Birêz Murat Karayilan seredanîya Serokê PDKê Birêz Mesûd Barzanî bikin û hemû pirsgirêkên rûdayî û yên kevin û yên ku dê muhtemel derkevin rayêxine ber hevdu û bi dilekî vekirî, bi bîr û hizir û hissa neteweyî û niştimanî van hemû probleman bi hevdu ra biaxivin û jê ra çareyekê bibînin.
Ji bo vê hevdîtina PDK û PKKê qet hewcehî bi navbeynkaran nîne. Herdu alî têra xwe xwudan tecrube ne, têra xwe xwudan imkan in, têra xwe xwudan desthilat in. Di amadekirina hevdîtineke bi vî rengî da divêt çu teref nekevine nav mexrûrîyetê. Tam bereks ji ber berjewendîyên neteweyî û niştimanî divêt fedakarîyê bikin. Çu tişt ji doza Kurdistanê mezintir nîne û her kes û hêzên ku ji bo vê doza mezin têkoşînê didin, divêt beramberî hev dilnizmîyê nîşan bidin. Di nav vê hercûmerca tête jîyan da, çûna Birêz Cemîl Bayik û Birêz Murat Karayilan bo nik Birêz Mesûd Barzanî ne tawîz e, ne kêmî ye, nejî şkestine. Hem ji alîyê cografî, hem jî ji alîyê rêz û rêzikên edetî û tradisyonel ve gelek maqûl e ku ev hewildan ji teref Birêz Cemîl Bayik û Birêz Murat Karayilan ve bête nîşan dan. Ev seredanîya Birêz Cemîl Bayik û Birêz Murat Karayilan, bi direngî jî be, dikare bibe "îadeyî ziyaret"a Birêz Mesûd Barzanî ya li Kampa Mexmûra jî. Bila neyê ji bîr kirin, di demê berxwedana dijî êrişa DAIŞê da li 2014ê (13 Tebax 2014), Birêz Mesûd Barzanî, ku hingê hem serokê PDKê hem jî "Serokê Herêma Kurdistanê" bû, li Kampa Mexmûra seredanîya Gerîllayên HPG-PKKê kir û li ser betenîya wan çarmêrgî rûnişt û pişta xwe da dîwarê Gerîllayên HPGê. Divêt mana û qîmetê wê seredanîyê hebe...
Herwisa bila ew peymana tifaqî ya 1982/1983ê ya di navbeyna PKK û PDKê da jî bête bîr û ew zemîn careke dî, belêm li goreyî şert û mercên îro yên Kurdistanê û konjonktura îro û hebûna pozisyon û alyansên îro yên dinyayê û rojhilatanavîn bête aktuel kirin.
Rêya rast, bêyî qîrîn û hewar, bêyî bang û gazî, bi diyalog û dîplomasîya navxweyî ya bêdeng hevdîtin bêne kirin û hevgirtineke xurt û saxlem bête organîze kirin û di pratîkê da jî bête bi rê ve birin.
Hevdîtin û li hev hatineke di navbeyna PDK û PKKê da, her di serî da dê atmosfereke gelek pozîtîv bîne Kurdistanê û dê bibe dînamîka motîvekar ya tifaqa navxweyî ya mezin.
Bo gihiştina vê armancê ne hewcehî bi anonsên medyayê heye, ne bi belav kirina beyanatan û kom kirina îmzayan heye, ne bi seferber kirina preferîyan heye.
Bi tenahî, xwûnsarî, maqûlane, aqilane û aştîyane hereket kirin têra dike.
Planên neyaran bi vî rengî dikarin bêne betal û pûç kirin.
Hêvî dikim karekî wisa bête kirin.
Ji dil daxwaz dikim ku dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê pirsgirêkên xwe bi diyalogê û metodên aştîyane çareser bikin ku herdaîm piştevan im bo bizavên bi vî rengî.
Problema îro heqîqet mezin e bes bi preskonferans, belavok, propaganda û ajîtasyona negatîv û platformên bi munaqeşeyên stewr hel nabe.
Şêwra we tenzîh dikim û hêvî dikim bi rojeva xwe ve bibe wesîleya xêrê. Lê belê, xusûsen li ser problem û arêşeyên spesîfîk yên navbeyna dînamîkên Kurdistanê, wekî prensîb beşdarî çu munaqeşe û polemîkên medyatîk nabim çiku xizmeta hevgirtin û tifaqa navxweyî nakin ku eve bi tecrubeya salan sabit bûye.
Digel daxwaza serkevtinê û silavên germ.
ROJAN HAZIM
Nivîskar
19.11.2020
Not:
Formata pdf ya vê nameyê di vê blogê da ye. Berê xwe bidene milê rastê rûbrîka Arşîvê ya November 2020ê.
fredag den 25. september 2020
søndag den 13. september 2020
Termên Trafîkê - ROJAN HAZIM
Li salên 90î heta nîveka salên 2000î, di komika Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da xebitîm. Komika Kurmancîyê, ji navçeyên mezin yên Kurdistanê ji kesên ku bi zimanî ve mijûl pêkhatibû. Ji alîyê plankirin û lojîstîk ve organîzeya vê komikê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikir. Ez jî ji navçeya Hekarîyê ve di nav vê xebatê da bûm. Hekarî hewceyî gotinê nîne ku navçeyeke mezin û giring ya zaravayê Kurmancî ye. Perwerdegeheke kevin ya Kurmancî ye. Kurmancî ewilcar li navçeya Hekarîya bûye nivîs, bûye edebîyat… Medrese û dibistanên ku bi Kurmancî perwerde didan ewil li vê navçeyê dest bi kar bûne… Nivîskar û şairên mezin û navdar yên Kurdîya Kurmancî ji vê navçeyê derketine û berhemên xwe bi vî devokî dane. Ji Ehmedê Xanî heta Feqîyê Teyra ji vê navçeyê ne û ji medreseyên vê navçeyê gihiştine, bûyîne mamosta, edebîyatkar, şair û nivîskar…
Di demên împaratorîyan da, jîyana xweserî ya resen ya vê navçeyê bûye binas ku xelk bi ziman û erf û edetên xwe yên Kurdewarî jîyaye. Vê jîyana nisbî xweser imkan daye ku ziman jînde maye û girêdayî vê jîyana bi zimanê Kurdî, ziman jî dewlemend bûye û li ser xwe maye. Lewma ji alîyê termînolojîya zimanî, edebîyatê, aborî, huqûq, leşkerî û îdarî û hemû pêdivîyên dî yên baskên jîyanê ve devokê Hekarîya hindî hûn bêjin zengîn e.
Cografyaya Hekarîya di nîveka Kurdistanê da ye, anku Hekarî sentrala Kurdistanê ye. Hemû alîyên cografî yên li ser tixûbên Hekarîya navçeyên Kurdcih in. Ji ber hindê fişara asîmîlasyona zimanên serdest kêm maye. Jîyana qedîm ya eşîrî jî bi rûyê xwe yê pozîtîv ve bûye bingehê jîndemana zimanî û hemû elementên Kurdî.
Komika Kurmancîyê şeş heyva carekê kom dibû û carina jî cihên kombûne diguhorîn û li welat û bajêrên cuda kombûnên xwe dikirin. Di her kombûnê da beşdaran mijarên gotûbêjê pêşniyar dikirin û her kesê xwudanê pêşniyarê rapora xwe hazir dikir û pêşkêşî kombûne dikir. Li ser wê raporê dihate axivtin û li tenişta termên hatine hazir û pêşkêş kirin, gotinên sînonîm jî dihatin gotin û nivîsîn… Ev rapor piştî kombûnê di rojnameya taybetî ya Kurmancî da dihatin weşandin.
Min jî gelek rapor pêşkêş kirin…
Yêk dî jî ji wan, li ser Termên Trafîkê bû û min li bihara 2000ê li kombûna 27ê, li zivistana 2001ê li kombûna 28ê û li bihara 2001ê li kombûna 29ê pêşkêş kir. Ew rapor di rojnameya Kurmancî hejmara 27ê ya bihara 2000ê, zivistana 2001 hejmara 28ê û bihara 2001 hejmara 29ê da hate weşandin. Di arşîva Kurmancî da heye…
Min ji nû ve çavek lê gerand û hindek zêdehî lê kirin û hem formata li rojnameyê hatîye weşandin hem jî formata raporî li vê derê diweşînim. – ROJAN HAZIM – 13 Îlon (September) 2020
NOT:
Nivîs bi formata pdf di vê blogê û malperê da ye:
https://xwezabawer.blogspot.com/
http://www.institutakurdi.org/
Di vê lînkê da bixwûnin:
lørdag den 15. august 2020
Hevrê ELÎ KAŞIFPÛR - ROJAN HAZIM

Kak Elî... Elî Kaşifpûr...
Têkoşerê rizgarîya Kurdistanê.
Xebatkarê bizava azadîya xelkê Kurd û Kurdistanîyan.
Serê xwe yê ezîz di ber vê têkoşîna bilind û pîroz da, da.
15ê Tebaxa 1990ê li Konyayê [Tirkîye] bi desteka istixbarata Tirk û ajanên wan ji teref terorîstên rejima îslamîst ya Îranê ve hate şehîd kirin.
Ew berî her tiştî mirovekî baş bû, kesekî mirovhez û jîyanhez bû.
Bi vê karaktera xwe ya saxlem, têkoşer û şoreşgerekî bi cisaret û pêşeng bû.
Bi bîr û hizrên xwe yên pêşkevtî jî polîtîkerekî hêja bû û endamê Komîteya Merkezî ya Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê [PDKÎ] bû.
Elî Kaşifpûr çu cara nehate ji bîr kirin û heta hetayê jî dê di bîra binemala wî da be, di bîra heval, hevrê û dostên wî da be û ya herî giring dê di bîra xelkê Kurd û Kurdistanîyan da be.
Elî Kaşifpûr li esmanê şîn û sahî yê Kurdistanê stêrkeke geş e û dibiriqe.
Li gundê wî Howesina Kurdistanê bin [Soma-Urmîye], an li Almereya Hollandê bin, an li Konyaya Tirkîyeyê bin, an li kî derê dinyayê bin, her 15ê Tebaxê berê xwe bidene esmanî... Her stêrkeke geş têkoşerekî Kurdistanê ye ku yêk ji wan jî Elî Kaşifpûr e. Destê xwe yê rastê danine ser dilê xwe û silavekê bidenê, ew dê we bibîne û his bike...
Di serxwebûna Kurdistanê da hemû stêrk dê geştir bin û ronahîya mezin dê bidene Kurdistanê ku ew hêvî îro gelek xurttir e û xwezîya kak Elî jî dê bête cih.
Îro 30 salîya şehadeta te ye Elîyê delal. Ne sih sal, hizaran sih sal jî bên û biçin tu dê herdaîm li bîr bî...
Rêz û silava herî germ bo te, heval û hevrê û dostê min yê hêja kak ELÎ KAŞIFPÛR.
ROJAN HAZIM
15 Tebax 2020
Not:
Li ser kuştina Kak Elî Kaşifpûr, Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê [PDKÎ]-Rêberîya Şoreşger, Kak Celîl Gadanî, nameyek bo Serokkomarê Tirkîyeyê yê hingê Turgut Özal rêkiribû û jê daxwaz kiribû ku qatilên Elî Kaşifpûrî peyda bikin û bigirin û ciza bikin.
Min wî wextî ew nameya Kak Celîl Gadanî digel nivîseke li ser şehîtbûna Kak Elî Kaşifpûr di hejmara 7. ya rojnameya Hêza Welatparêz ya Kanûna Pêşîn ya 1990ê da weşandibû.
PDKÎ-Rêberîya Şoreşger hingê ji PDKÎ cuda bibûn û ew nav bi kar tînan ku Kak Elî Kaşifpûr jî digel Kak Celîl Gadanî yêk ji pêşengên vî baskî bû û herwisa endamê Komîteya Merkezî ya PDKÎ-RŞ bû. Herçend îro rewş cuda jî be lê axir ew belge jî êdî bûyîne malê dîrokê, lewma wê nameya Kak Celîl Gadanî * û wê nivîsê, bi kopîya rûperên orîjînal yên rojnameyê, li salvegera 30. ya şehadeta Kak Elî Kaşifpûrî li jêr didim.
* [Mixabin Kak Celîl Gadanî jî 6ê vê mehê - 6.8.2020 - koça dawîyê kir. Nivîsa min ya li ser mirina wî jî di vê blogê da ya: www.xwezabawer.blogspot.com)
RH



