mandag den 27. januar 2020
torsdag den 9. januar 2020
Bo Sakîne Cansiz - Fîdan Dogan - Leyla Şaylemezê EDALET!
Ev hersê jinên
delal, jîr û têkoşerên azadî, wekhevî, aştî û edaletê 9ê Kanûna Paşîn (January)
ya sala 2013ê li Parisê ji teref ajanên dewleta Tirkîyeyê ve hatin kuştin.
Ev çavên hinde bi
ken, ev çavên bi hezkirin berê xwe didin, ev çavên tijî ronahî tiştekê
dixwazin: EDALET
Wan çava, wan hiş
û bîrên bi ronahî ji bo edaletê xizmet dikir, têkoşîn dida.
Ew xwazyarên
edaletê bûn û ji alîyê zihnîyeteke edaletkuj ve hatin kuştin.
Piştî kuştinê doza
wan ji hemû alîyan ve nehate ron kirin û adeta hate peçinandin.
Divêt ev bûyera
xembar bête ron û zelal kirin ku edalet cihê xwe bibîne.
Li ser milê
herkesê ku edaletê dixwazin erk e ku bo wan edaletê bixwaze.
Herçend edaleta
direngmayî ne edalet jî be belêm dîsa ve bo wan edaletê bixwazin.
Dengê xwe yê
edaletxwazîyê tevî dengê wan bikin.
Hûn jî bêjin:
Em edaletê
dixwazin!
Adalet istiyoruz!
Vi vil have
retfærdighed!
We want justice!
Wir wollen
Gerechtigkeit!
Nous voulons la justice!
Em wan bi dilgermî bi bîr tînin.
RH
onsdag den 1. januar 2020
Sala Nû Pîroz Be-ROJAN HAZIM
Sala Nû, sala 2020ê Pîroz
Be.
Hêvî dikin, sala nû, sala 2020ê xêr û xweşîyê bîne.
ROJAN HAZIM
Hêvî dikin, sala nû, sala 2020ê xêr û xweşîyê bîne.
ROJAN HAZIM
tirsdag den 24. december 2019
Li ser çil salîya şehadeta Mam TAHAyî - ROJAN HAZIM
Mam TAHA
Çil sal...
Ne kêm e...
Ne sanahî
ye...
Tam çil
salên dirêj...
Em nabêjin
te em bi tinê hêlan...
Em nabêjin
me tu ji bîr kirî...
Em bi tinê
neman...
Tu qet û
qet nehatîye ji bîr kirin...
Tu hergav î
jînde bûy di dilê me da, di jîyana me da...
Tu bi hemû
hebûna xwe ve li ber serê me bûy...
Me tu
herdaîm hem bi xem, kul û keser, hem jî bi ken, girnijîn û keyfxweşî bi bîr
înay...
Me behsê suhbeta te kir...
Me behsê stranên te kir...
Me behsê yarîyên te kir...
Me behsê keyf û şahîya te kir...
Me behsê rehm, şewqet û dilovanîya te kir...
Me behsê hezkirina te kir...
Me behsê rêz û siyaneta te kir...
Nihe sê nevîyên te hene û daîm behsê te bo wan
tête kirin...
Ew bi
hesreta te mezin dibin...
Ew gelek
hej te dikin...
Hejmara
nevîyên te bi sêyan namîne, dê zêde bin...
Anku
hejmara hezkirîyên te dê mezintir be...
Ne çil,
hizar û çil sal jî ji ser koça te biborin dîsa ve tu dê di bîra nevî û
nevîçirkên xwe da bî...
Tu gula dilê me yî...
Tu sebra hiş û bîrên me yî...
Tu keyf û şahîya me yî...
Girnijîna di dêm û rû û çavên te da me bi xwe
ve girêdide...
Bîrînana te êdî li nik me ne xem e, ne şîn û
behî ye...
Em te bi hemû xêr û xweşîyan bi bîr tînin...
Em te bi keyf û yarîyan bi bîr tînin...
Em te bi qencî û başîya bi bîr tînin...
Em te bi hezkirinên kûr û bilind bi bîr
tînin...
Tu di seraya dilê me da li cihê herî sade,
temîz, saxlem û bihadar da yî...
Tu jî nihe di nav koma stêran da yî li esmanê
Kurdistanê û dibiriqî...
Silava germ bo te mamê me, birayê me, babê me,
bapîrê me, hêjayê me...
Hizar silav...
Em maç û ramûsaneke gelek mezin bo te
rêdikin...
RH - 24.12.
2019
Abonner på:
Kommentarer (Atom)

